AMED
Xebatkarên çapemeniya azad ku ji saziyên DÎHA, JINHA, Azadiya Welat, Ozgur Gundem,
Belavkariya Firatê Gun-Radyo-TV, Hêviya Jinê Modernîteya Demokratîk Cemîyeta Rojnamegerên Azad pêk tê daxuyanî dan û êrîşa PDK'ê ya li hemberî buroya DÎHA û saziyên kurdan ên Hewlerê şermezar kir.
Xebatkarên çapemeniya azad ku ji saziyên DÎHA, JINHA, Azadiya Welat, Ozgur Gundem, Belavkariya Firatê Gun-Radyo-TV, Hêviya Jinê Modernîteya Demokratîk Cemîyeta Rojnamegerên Azad pêk tê, bi boneya êrîşa duh PDK'ê li hemberî saziyên kurdan pêk hat şermezar bikin li ber ACZ Plaza daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de nûnerên saziyên DÎHA, JINHA, Azadiya Welat, Ozgur Gundem, Belavkariya Firatê Gun-Radyo-TV, Hêviya Jinê Modernîteya Demokratîk Cemîyeta Rojnamegerên Azad, Siyasetmedar Serhat Bucak, Hevseroka BDP’a Amedê Zubeyde Zumrut, ÎHD û gelek saziyên sivîl jî amade bûn. Komê di çalakiyê de pankarta "Çapemeniya Azad bêdeng name" vekir. Li ser navê çapemeniyê Rêvebera Cemiyata Rojnamegerên Azad Pervîn Yerlîkaya daxuyanî da. Pervîn Yerlîkaya di daxuyaniyê de anî ziman ku duh Hêzên PDK'ê li dijî buroya me ya Hewlerê (DÎHA) û saziyên KNK, PÇDK, Rojî Wilat, RJAK û çend saziyên din operasyon pêk anîn û wiha got: "Piştî serdegirtina saziyan zincîr li deriyê saziyan xist. Ev konsepteke tevahî ye ku li hemberî rêxistin û dezgehên kurdan ên têkoşîna azadî, aştî û demokrasiyê dimeşîne ye. Wekî tê zanîn ewil li Bakur bi destê hikûmeta AKP'ê li dijî siyasetmedar, rojnameger, parêzer, parazvan, nivîskar û rewşenbirên kurdan di bin navê "KCK'ê" de operasyon pêk hat û zêdeyî 10 hezar mirov hatin girtin. Her wiha li dijî çapemeniya azad jî operasyon pêk hat û 46 rojnamegerên kurd hatin girtin û nêzî 3 salan girtî man. Lê diha heman feraset ji aliyê PDK (KDP) ve li dijî dezgeh û saziyên kurdan ên têkoşîna aştî û demokrasiyê didin tê meşandin. Hevkarî û tevkariya hikûmeta AKP'ê û PDK'ê di her alî de tê xuyakirin ku li dijî tevgera azadiya kurdan bûne yek.Ev yek di serdana Serokê Herêma Federal a Kurdistan Mesut Barzanî ya Amedê de jî derket holê. Li gel ku KCD'ê ji bo Newrozê bang li PDK'ê kiribû jî nehatin beşdarî Newrozê nebûn; lê li aliyê din berî hilbijartinên xwecîhî li ser banga Hikûmeta AKP'ê Serokê PDK'ê Mesut Barzanî hat Amedê û tevlî mitînga Erdogan bû. Ev nîşan dide ku AKP û PDK tevkarê hevin."
'Em li hemblerî komkujiyan bêdeng neman û em namînin'
Pervîn Yerlîkaya, da zanîn ku tevkariya AKP'ê û PDK'ê ne li gor berjewendiyên gelê kurd û bindestin û xwest bê zanîn ku dê wek çapemeniya azad heya îro di asta yekîtiya kurd û neteweya demokratîk de li hemberî hemû komkujî û êrîşê li hember gelê kurd rawestiyane û em ê her rawesitin. Yerlikaya wiha axivî: "Em her dem li hember komkujiyên Şêx Seîd, Mehmûd Berzencî, Seyîd Riza, Qazî Muhammed, Mele Mistefa Berzani, Agirî, Sason, Roboskî, Enfal, Helepçe, êrîşên li ser Başûr, zext û zordariyên li hemberî civakê, gotinên Serokwezîrên tirk yên biçûkxistinê li hember rêveberiya hikûmeta Başûr, êrîşên li hember şoreşa Rojava, darvekirinên Rojhilat, komkujiyên rejima Baas yên wek Sînemaya Amûdê û Qetlîama Qamişlo û komkujiya Hewlêr rawestiyan û em ê rawesitin jî. Em ê tu car li hember êrîşên li ser gelê kurd û bindest bêdeng nemînin. Ji ber ku em li hemberî binpêkirin û zextên li ser nirxên civakê bêdeng neman em li Tirkiyeyê bûn hedefa hikûmet û dewletê. Televizyonên kurdan ji ber ku qirêjiyan li ber çavan radixin li Ewropa tim bi girtinê re rû bi rû dimînin. Niha jî heman feraset û konsept li Hewler, Duhok û Zaxo li dijî sazî û dezgehên kurdan tê meşandin. Operasyon tên li dar xistin û herî kêm nêzî 25 hevalên me û têkoşerên azadiya Kurdistanê hatine binçav kirin zincîr li deriyê dezgehên wan hatiye xistin. De ka bibêjin ji me re çi ferqa vê biryarê û biryara girtinên televizyonên kurd yên li Ewropa, biryar û operasyonên li hember çapemeniya azad ya Bakûr, kuştina Apê Musa, Gurbetellî Ersoz heye."
PDK'ê Zincîr li buroyan xistin
Yerlîkaya, da zanîn ku duh li derdora saat 15.00’an zêdetirî 60 çekdarên (pêşmerge) PDK’ê avêtin ser ofîsa ajansa DÎHA (Ajansa Nûçeyan a Dîcle) ya Hewlêrê û rojnamevanên ku li wir bûn binçavkirin. Yerlîkaya, anî ziman ku piştî 3 saetan hevalên wan ên rojnamevan yên bi navê Serdar Îsa, Mihemed Orhan û Wehbî Demir serbest hatin berdan û wiha berdewam kir: "Êrişa duyemîn jî derdora saet 18.00’an li dijî ofîsa DÎHA’yê pêk hat. Li gor agahiyan vê carê deriyê ofîsê bi yekcarî ji aliyê pêşmergeyên PDK’ê û asayîşê ve hatiye zincîrkirin. Heta niha jî deriyêofîsê zincîrkiriye, hemû amûr,kamera û kelûpelên ajansê di bin çavdêriya hêzên PDK’ê de ne. Li gor agahiyên ketine destên me, ji rojnamevanên ku li ofîsa me ya DÎHA ya li Hewlêrê dixebitin re hatiye gotin ku "nabe bi tu awayî hûn tu daxuyaniyan di vê derbarê de bidin." Her wiha her 3 rojnamevan jî ji ofîsê hatine derxistin. Ligel ofîsa DÎHA’yê, deriyê ofîsên KNK, Rojî Wilat, PÇDK û Komeleya Ciwanên Welatparêz jî hatine girtin û di bin çavdêriya hêzên girêdayî PDK’ê de ne. "
'Me tu carî ji rastiyan tawîz nedağ û nadin'
Yerlîkaya, destnîşan kir ku çapemeniya kurd bi silogana "Tu car ji rastiyan tawîz nade" derket rê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dîsa bi feraseta li dijî zilm û zorê dê bibe çav, guh û zimanê civakê têkoşînê dide. Ji ber vê helwesta çapemeniya azad ku mafê civakê, mafên mirovan û mafê raman û heqîqetê diparêze ewil li Bakur bû hedef, niha jî li Başûr bû hedef. Em van operasyonên li dijî dezgeh û çapemeniya azad bi tundî şermezar dikin. Em dê tu carî li hemberî van êrîş, zext û zordariyan serî netewînin. Em dê her dem ji bo parastina mafê civakê û mafê gelan têkoşîna ronîkirinê berdewam bikin. Em bang li PDK'ê jî dikin û dibêjin ev rê ne rêyeke rast e ku hûn dê de dimeşin. Em li bendê ne ku demildest zincîrên li deriyê saziyan hatine xistin bên vekirin û ji gelê kurd lêborîn bê xwestin. Lewra pêşiyên me bav û kalên me gotine ku "ger em taştê bin hûn firavîn in".
Piştî daxwuyaniyê siyasetmedar Serhat Bucak û Zubeyde Zumrut jî axivîn û bertek nîşanî êrîşa PDK’ê dan.
DÎHA
**
Nûçeyên eleqedar:
- Rûyê PDK'ê ji Birakujiyê heta birafiroşiyê
- KCD: Divê PDK ji gelê kurd lêborînê bixwaze


