logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Guhar: Du qewmên qedîm û bîrên wan yên birîndar

Di nav romanûsên kurd de birêz Eyub Guven bi çend romanên hêja tevlî karwanê wêjeya kurdî bûye. Niha du romanên wî li be

  • Dîrok: 03/06/2014
  • Beş: Serbest

Mahmut Ozçelik

Di nav romanûsên kurd de birêz Eyub Guven bi çend romanên hêja tevlî karwanê wêjeya kurdî bûye. Niha du romanên wî li ber destê min e. Jê ya yekem “Kulmek Morîkên Şînbirik” e ku di sala 2011an de çap bûye û li ser bûyerên salên 1990î radiweste. Çîroka bêsiûd ya şêniyên gundekî li nêzîkî tixûbê Suriyê, li quntarê Çiyayê Mazî vedibêje. Mijara romanê bi kurtasî ev e: Piştî geşbûna têkoşîna gerîla li herêma Çiyayê Mazî, rayedarên leşkeran dikevin nava tirs û xofê û bi ser çend gundan de digirin û wan di bin tehdît û pêkutiyan de dihêlin, ji bo cerdevantiyê qebûl bikin li ser wan zilmê dimeşînin û paşê ji wan gundan hinekan dişewitînin, ji mirovan xalî dikin û di dawiyê de dor tê gundê “Korta Zinarê”. Leşker li gundiyan zorê dikin û du riyan şanî wan didin: “an cerdevantî an jî koçberî”. Hin malên filehan hay ji xezeba leşkeran heye, lewra di salên derdora1915an de di qirkirinê re derbas bûne, ji ber vê çendê biryara “ji gund koçkirinê” digirin û ji xezebê xelas dibin, lê malbata Sîno ya welatparêz vê biryarê napejirîne û li gund jiyanê berdewam dike û mixabin di sibehek sar ya zivistanê de bi ber bayê xezeba leşkeran dikeve: mal tê talankirin, pez û dewar tevî gom û tewleyên wan tê şewitandin. Kûçik û pisîka wan jî ji vê zilmê xelas nabe û her yek ji hêla leşkeran ve tê kuştin, mezinê malê Sîno bi xwe jî ji ber îşkenceyê dibe nîvmirov û di dawiyê de neçar dimîne ku ji “warê mirinê” bireve. Her çiqasî ev pirtûk wekî roman hatibe binavkirin jî bi ya min mirov dikare wekî novelek sade ya biçûk bibîne. Roman/novel bûyeran ji devê keçikekê ku navê wê Havîn e radigihîne me. Bi kurtasî di kesayetiya gundê Korta Zinarê de zilma li gundiyan hatiye kirin tê vegotin. Lê di vê vegotinê de kêmasiyek heye ku qet qala gerîlayan-bi gotina nivîskar hevalan- nayê kirin. Nivîskar dikaribû ew jî bikiriba parçeyek ji romanê, armanca wan, têkoşîna ku dimeşînîn, jiyan û dêrûniya wan ya li çiya, zor û zehmetiyên dikişînin û hwd bianiya ziman. Lê mixabin qet bi hevokek jî behsa kirûya bûye sedema şewitandina gundan nehatiye kirin û ew aliyê bûyerê jibîr kiriye an jî ji nedîtî ve hatiye. Çimkî kirûya ku bûye sedem ku li ser gundiyan zilm were meşandin, mal û sewalên wan were şewitandin divê bihata ravîkirin ku xwîner bûyer bi tevahî têbigihiştaya…

Piştî van agahiyan dixwazim vegerim ser mijara xwe ya esasî. Mijara esasî ew e ku derheqê romana duyem de bi berfirehî hin agahiyan bi we re parve bikim. Romana Eyub Guven ya duyem di sala 2011an de li Amedê ji weşanên Ronahî derçûye. Navê romanê “Guhar” e. Roman ji şeş beşan pêk tê. Di hin beşan de têkiliyên misilmanên Dêrikê û filehan tê vegotin û em di herikîna romanê de dibînin ku ahengek bi xweşbîniyê hatiye avakirin -di nava herdu civakan de- heye. Malbatên fileyan her yek jê xwedî sen’etekê ne û ev şarezayiya wan dike ku her kes ji xebat û xwêdana wan re rêzê bigire û ji wan hez bike.

Guhar navê keçikek file ye û bi ermenkî tê wateya “xişlê zêr”. Guhar ji qirkirina sala 1915an difilite û ji Baybûrtê -di beşek din de nivîskar navê Mûşê bilêv dike- dipeke tê li Dêrikê bi cih dibe, dînê xwe diguherîne û dibe misilman, bi meleyek re dizeciwe, dibe xwedî çend zarokan lê bûyerên jiyaye qet ji bîr nake. 

Bûyerên di romanê de li dora malbatek file diçerixe. Mezinê malbatê Xorê ye û hevjîna wî Xinê ye. Kêvo jî lawê wan ê hêj nezewicî ye. Li Dêrikê dikanek malbatê heye, bi hedadiyê/hesingeriyê debara xwe dikin û li nêzî navçeyê jî hin xerzikên/rezên wan heye. Ji ber ku alavên di malan de tê bikaranîn û yên cotkariyê çêdikin, ji Mûsilê hetanî Rihayê ji her herêmê mirov tên û alavan ji wan dikirin: Dasên qirimê, meqesên pezbirînê, melêv, misîn, dasên xerzikan, toqên kûçikan, haletê cotkirinê, tevr, bêr, sabûn, hin tiştên xwarinê yên wekî zeytûn, gûz û hwd.

Em di beşa yekem û duyem de bi vegotina leheng Kêvo mêvanperweriya filehan, di kesayetiya Hecî Sulêymanê Rihayî de jî têkiliyên misilmanan û yên filehên Dêrikê ku di nava ahengek xweş de ye dibînin. Dîsa di beşa çaremîn de em dibînin ku Kêvo ji bo hin alav û pêdiviyên ku li Dêrikê peyda nabin, diçe Amedê. Di vê çûna ber bi Amedê de Kêvo me xwîneran jî bi xwe re digerîne û wekî rêberê gerokan agahiyan bi me re parve dike: Mînak dema digihêje Mêrdînê qala xaniyên kevirîn dike,  şeraba wan ya navdar bi bîr tîne, dema digihêje Çinara/navçeya Amedê qala qirkirina ermeniyên wê derê dike, bi gehiştina Amedê re jî ji sûrên Amedê hetanî Minareya Çarling, Çarşiya Şewitî, Mizgefta Mezin û Sûka Mastfiroş, Sûka Eşêfçiyan yek bi yek bi me dide gerandin. Lê mixabin nivîskar jibîr dike ku Kêvo file ye û ewqas dêrên qedîm yên ermeniyan li Amedê hene, qet li yekê nake mêvan lê wî li der û dora Mizgefta Mezin digerîne. Di vir de aşkere ye ku bandora nivîskar ku tercîhên lehengî teng dike heye. Çimkî ger romanûs Kêvo arasteyî camiyê nekira û Kêvo wekî lehengek vînazad tevbigeriya dibû ku berî mizgeftê berê xwe bida dêrên qedîm yên li bajêr. 

Kêvo di vê gera Amedê ya çend rojî de fileyên nas û dostên bavê xwe yek bi yek ziyaret dike. Piştî pêdiviyên xwe pêk tîne vegera Dêrikê dest pê dike û di ber Pira Dehderî re derbas dibe, li ziyareta Siltan Şêxmûs me digerîne û bi rêwîtiya ber bi Dêrikê ve çîroka vegerê diqede. Mirovên rihayî jî bi tevî alavên Kêvo ji Amedê aniyê, kar û barên danûstandinê diqedînin û vedigerin Rihayê. 

Piştî vegera muşteriyên rihayî, filehên Dêrikê dest bi xebatek nû dikin. Hewil didin ku Dêra Sor ya ku ta ji sala 1915an vir de di destê dewletê de ye bi şûnde bigirin. Dêra Sor bi buhayek mezin ji rayedarên dûgelê dikirin. Dema ev bûyer diqewime sal 1957 e. 

Herî dawî jî em bi vebêjiya Guharê ku bûye misilman çîroka wê ya ji Mûşê hetanî Dêrikê guhdar dikin, pê re jî karesatên li Dêrikê bi ser ermeniyan de hatiye tê vegotin û roman bi dawî dibe. 

Bûyer û qewimînên di romanê de ji devê lawikê malê/malbatê Kêvo tê vegotin. Lê di herika romanê de em dibînin ku Kêvo hin agahiyên wisa bi hûrgiliyan dagirtî vediguhêze xwîner ku mirov pê dihese ev vegotin der î hêz û hiş û temenê vebêj/lawik e û ev rewş beloq dixuye.  Çimkî em dibînin lawikê malê/vebêj ji qirkirina fileyan ya sala 1915an bigire hetanî dîroka çêkirina mizgefta li Dêrikê, dêrên fileyan yên li navçeyê û derveyî navçeyê giştikan yek bi yek dihejmêre û carinan wekî arkeologekî qala dêrên hilweşiyayî dike, carinan wekî dîroknasekî qala qirkirina ermeniyan dike, carinan qala hin mirovên misilman yên xwedî wijdan ku hin fıle ji qirkirinê parastine, dike. Ev jî baweriya xwîner ya bi vebêj re kêm dike û xwîner dihizire ku Kêvo tenê fîgûrek e ku fikir û agahiyên nivîskar vediguhezîne. 

Romanûs carinan tiştên dibêje piştî lêkirina çend hevokan jibîr dike, di nîvî de dihêle, an bi hevokên tezadî didomîne. Mînak dema qala serpêhatiya Guharê dike di rûpela 58an de wiha dibêje: “ Guhar “….ji “Baybûrdê” hatibû. Dema hatiye heşt salî bûye.” “ Di dema qirkirina filehan de hatiye navçeyê û bi vî meleyî re hatiye zewicandin. Du lawik û “sê keçên” wê çêbûne.” Û di rûpela 131î de vê angaşta xwe diguherîne: Guhar ji Kêvo re çîroka hatina xwe wiha dibêje: “Wek tu zane ez ji Mûşê” hatim û dema ez hatim ez pir hebûm şeş heft salî bûm e.” Û di rûpela 94an de hejmara zarokên Guharê bi vegotina Kêvo tê guhertin:” Ew filleh bû   ( ji bo Guharê dibêje), bisilman bû ye, bisulman bû ye şûn de “çar keçê” wê û du lawê wê çê bûye. (Hevokên li jor bêyî were guherîn wekî di romanê de derbas dibe hatiye nivîsîn.)

Di romanê de cih/mekan zelal e. Navenda Dêrika Mêrdînê ye. Carinan ji bo demeke kin Amed jî wekî mekan dixuye. Dem/dîrok bûyerên ji 1915an hetanî 1980î dihundirîne. Lê em dizanin ku di çîroka navendî de mêvanên ji Rihayê tên û bi qasî hefteyek li Dêrikê dimînin, hemû pêdiviyên xwe pêk tînin û vedigerin heye. Bi vegera wan re filehên navçeyê ji bo Dêra Sor ji rayedaran şûnve bigirin, dikevin cedelê û ev teslîmgirtina dêrê di sala 1957an de pêk tê. Em bi kifşkirina vê dîrokê re lê hay dibin ku bûyerên ku nivîskar ji devê Kêvo vediguhezîne me di vê salê de qewimiye. Pirgirêkek din jî di rol û rista Kêvo de xwe dide der. Kêvo dema li mal e an li dikanê dixebite tenê fermanên bavê xwe bi cih tîne. Kar û barên berdestiyê dike. Di malê de bi karê sifre raxistinê, amadekariya çay vexwarinê û rakirina sifreyê re, alîkariya mêvanan hwd re bilî ye. Tenê dema şev derbas dibe li ber paceya odeya xwe ya razanê bi şerabê re dibe dost. Lê gava derdikeve kuçe û kolanên Dêrikê bi rolek nû tê pêşberî me: Bi tacirên ku ji Rihayê hatiye re hevaltiyê dike, dikan bi dikan wan digerîne, her cihê ku diçiyê mîna ku mirovek pir mezin be, giregirê Dêrikê be tê pêşwazîkirin û hwd.

Tevî hin kêmasiyên dixuye jî romanûs şêweyek wisa bi kar aniye ku mirov dixwaze kêliyek berî kêliyê romanê bixwîne da ku hînî  encamê bibe.

Mirov wisa difikire ku di herka romanê de dînamîzmeke nepen heye û xwendinê dide berdewamkirin. Dibe ku ev dînamîzm hêza xwe ji zimanê jiyana rojane ya gel wergirtibe, an wekî mirov û malbatek îdeal, nîşandana malbata Kêvo be… Lê wisa dixuye ku romanûs têkiliyên di navbera misilman û ermeniyên Dêrikê de gelek bi xweşbînî aniye ziman ku di hişê mirov de pirsa gelo qet alozî û gengeşî û pirsgirêkek jî di navbera van herdu qewmên qedîm ên “ji bawerî û netewên cihê” ne de derneketiye? An bi rastî jî dinyaya salên 1950î ya Dêrikê bi qasî di romanê de tê vegotin bê pirsgirêk e. Bi vê vegotina xweşbîn ve roman jî ji hêlek ve wekî romanek naîf derdikeve pêşberî me. Her kes baş, her kes di nava ahengek xweşbîn de ji hev hez dikin û bi hev re cîrantiyek bêqisûr didomîne. 

Wekî gotina dawî mirov dikare bibêje ku biratiya du qewmên qedîm û êşên wan yên hevpar, bîrên wan yên birîndar dinisile bi ser rûpelên herdu romanan de…

 

firatt_muratt@hotmail.com         

 

Nivîsên Mahmut Ozçelîk ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Leyla Fîgaro: Hêrs, hêsir û poşmanî
- Mirina Bêsî: Awirek li heyama kuştinên kiryar nediyar

 - Pêşangeha Sûretan: Çend dîmen ji êş û birînên me

- Tirsa bê Diran: Raseriya tirsê li welatek çargoşeyî 

- Şûrkêşiya Hesenê Metê û Baweriyên Batil
- Mehmet Uzun û ‘Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê’

- Ereb Şemo û Hêviyên Bextewariyê

- "Dilya û Zalar" - 2

- Romanek pirhêlî ya tuxleyî: Dilya û Zalar

- Trajediya Evîndaran: Evîn, jan û xwîn û nalîn e

- Melek jî dimirin

- Baciniyên êzdî û toreya tolhildanê
- Xezal: Wêneyê Şerê Kirêt
- 'Lerizînên Tenêtiyê' û jiyanên têkçûyî
- Jiyana kurdan ya bênasname: “Kitim”
- Şapînoz’a Enwer Karahan û Reşbîniyên Nepen
- Şêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê (Beş II)
- Şêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê
- Penaberên li ser çemê Elbeyê
- Moliére Kurdî Dipeyive
- Rondikên ji jiyana kevneşopî diniqutin
- Lehengek Sêwî yê Tazî û Evîna wî ya Nîvcomayî
- ‘Gîtara Bê Têl’ û ‘Perde’

- ‘Berbiska Zer’ a bêmiraz   


Parve Bike

Youtube Me
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 08 06 2026

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

news
  • 06 06 2026

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

news
  • 25 05 2026

Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Kayûmê Wanê nehişt afîşên bi kurdî bêne daliqandin

ad

Nivîskar Leyla Delîl Saraç hat girtin

ad

Li Ewropayê lîsteya lîstikvanên herî buha diyar bû

ad

Komeleya Nivîskaran konferans û kongreya xwe li dar dixe

ad

Nîm fînalîstê Euro 2016 û rocê kaykerdişê yînan

ad

Berendamê Rihayê Baydemîr, yê Entabê Demîrbaş e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname