Diyarname
Ev demekê bû girseya BDP'ê zor dida Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demirtaş ku bibe Hevserokê HDP'ê. Li ser daxwaza ku ji gelek aliyan ve hat, êvara 12'yê vê mehê Demirtaş hat qanîkirin.
Kongreya Giştî ya HDP'ê 22'yê vê mehê li Enqereyê wê li dar bikeve. Ji bo hevserokatiya HDP'ê gelek nav derbas bûn û lê hema bibêje her kesî berê xwe dabû Demirtaş. Duh êvarê di civîna dawî de ew hat îqnakirin. Di HDP'ê de jî meseleya hevserokatî dê bidome. Hevseroka duyem dê jin be. Niha hin nav derbas dibin lê nîqaşek giran li ser vê yekê heye û heta duşema pêşiya me li bendê ne ku encam zelal bibe.
Tê gotin ku di warê endamên Meclisa Partiyê de jî nîqaşên xurt hene ku kî bibe û nebe. Hefteya pêşiya me dê her tişt zelal bibe.


