SERBEST ELÎ / KOBANÊ
Rêveberên Partiya Demokratîk a Pêşverû û Partiya Yektîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê diyar kirin ku ew ji bo parastina Kantona Kobanê li dijî êrîşên komên çete yên DAIŞ'ê ku wekî “rêxistineke terorîst” bi nav kirin, amade ne ber xwe bidin û bang li hemû welatiyên kurd kir ku yekîtiya xwe li hemberî van êrîşên hovane xurt bikin.
Berdevkê Buroya Çapemeniyê ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Şaxê Kobanê Îsa Mihemed êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li dijî herêma Kobanê şermezar kir û got ku ev êrîşên çeteyan li dijî hemû nirx û exlaqên mirovahiyê û ola Îslamê ne.
Mihemed di berdewama axaftina xwe de got ku çeteyên DAIŞ’ê di bin navê îslamê de êrîşî welatiyên musliman dikin û bi taybet di vê meha Remezana Pîroz de, kiryarên bê exlaqî û dijî hemû nirxên mirovahiyê di bin navê Îslamê de pêk tînin. Mihemed got ku meha Remezanê Pîroz diviyabû aştî û aramî li hemû deveran pêk bihatiba, lê aştî û jiyana hevbeş li dijî berjewendiyên çeteyên DAIŞ’ê û alîgirên wê ye.
Li aliyekî din Berdevkê Buroya Çapemeniyê ya Partiya Demokratîk a Pêşverû Taha Îsa diyar kir ku hemû endamên partiya wan ji bo parastina herêma xwe amade ne. Îsa bang li hemû welatiyên kurd kir ku cihê xwe di nava xebatên parastinê de û herêma Kobanê ji êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ku hebûna kurdan hedef digirin, biparêzin.
Ji aliyê xwe ve Endamê Komîteya Siyasî ya girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Muslim Şêx Hesen êrîşên li dijî herêmê bi tundî şermezar kirin û destnîşan kir ku di bin navê îslamê de komkujiyên gelekî qirêj li dijî nirxên mirovahiyê pêk anîne. Hesen got ku armanca van êrîşan ew ku herêmê ji welatiyan vala bikin û hebûna gelê kurd e. Hesen di dawiya axaftina xwe de got ku ew li gel hemû endamên partiya wan ji bo parastina herêmê amade ne.
*
Nûçeyên eleqedar:
- Kordînasyona kantonên Rojava tevlî serferberiya Kobanê bû
- Hikumeta Kobanê seferberî îlan kir