Mîr Qasimlo
De tu megrî yezdanê min ê rûzarok.
De tu megrî Dewreşê min ê bêsiûd.
Zerî bedew e.... Zerî bêdeng e. Ji bêdengiya wê ya har a ji serxweçûyî, ziman lal, çav kor û giyan cemidî ye....
Kûbarî, rakeşerî û bêdengîya wê kûjera wehş, hîkehîka jiyana bezînkar difetisîne. Bêpejiniyê raser dike.
Jiyan, bi hemû livbazî û şûjiyîna xwe ya firokî ve, di qewşa baskên bêpejiniyê de dixeriqe.
Binêrin, ji hêmayên jiyana delodîn xwîn dişûje...
Navê keserê bûye kena jiyanê.
Kesera bêbinyat a keysperest....!!!
***
Şev bêdeng e.
Bedengiya şevê, kenên tirsê diwelidîne.
Tenhatiyê diafirîne.
Vaye ji wê sikaka ku sîwana tenhatiyê venişiye ser, stêrkekî kumrah dişeqite.
Hêmayên jiyana şûjînkar, di guregur û vinevina bezîna ewrên ezmên de mirine.
Sterkên xweser, bexşkar û avzûnbar, di kûrahiya giyan û gereha çik sahiya ezmen de fetisîne. Ew stêrkên rewnaq ên ku her serkêşiya dîlana yezdanê rûzarok dikirin, niha veguhezîne berateyên bêhngirtî. Axxxx lo lo..... de tu megrî yezdanê min ê dilşûşe.
***
Ji ziwahiya ezmên baran dibare.
Ji qelîşekên zinarên heyveronê agir dirêje.
Qîjqîj dibare û dirêje.
Aso bêbêhn dimînin.
Asoyên teyîsînbar difetisin.
Hêviyên yezdanê rûzarok dibin biramaka giyankûçikan.
Ernîgerî diqijile û ji qijilîna wê, xwelî û qirş û qal dişûje.
Ew dilopek av, silaveke germbar û guleke pelgedar divê.
Têhna wê şewatbar e, dê dinê veguheze gogek ji agir.
Çiriskên jandar hevirdor direqisîne. Kenên jiyana ji serexweçûyî....
Ji kolanên mirî û bi termên hêviyên stûxwar ve dagirtî, lehî radibe. Lehiyeke erjeng a xwîn tirî....
Mêzekin tofan e.
Dil ranagire.
Ew bêhna porê kej divê.
Giyan di mahweya firtoneya alazî de fetisî ye.
Ew şewqa çavên kesk divê.
Çavên kesk û wê hesba dîn.... Dîna jiyan dagirtî.....
Û kûre kûre dil e.
Dil digirî.
Peşkên barana bêdad, mîna xwê vedinişe ser birîna dil.
Birîna dil mîna beroşa li ser argûnê dikele.
Wêneyên evîna westa û ji dest pê ketî, bûyê paxişoka girêza devê giyanbeniyê sermiyedaran...
Hûn, erê hûn ew kesên ku giranî, hêjayî û hêjamendiya dilê ku bi kela evînê ve dagirtî, bêkêr, ji rê zê û hesayî dibînin, rast hûn dengê giriya dil ê ku we vedixwîne temaşekirina şanoya rast a jiyanê raber dike, dibihîzin???
***
Tîrkevanê yezdanê rûzarok, bi vedana birûskên xemginiyê re bêgiyan e.
Binêrin, tîrkevanê yezdan, mîn a pelgeheke hişk, di aşê pelên lehiyê de dinale.
Nalîna wî melûlî ye.
Digihêje erşê ela.
Digihêje wargeha yezdanê xapînok.
Temaşekin, va ye qesra bendewariyê yezdanê rûzarok, bi êrîşkariya rawirên ku rûyên wan bi rûpêşên biriqînî ve pêçayî ye, rû bi rû ye û li ber tekçûneke keseriya nejibîre.
Çirtek ma, dê bajerên terikî bi ser dilê melûl de hilbiweşin.
Bêhna erdhejê tê.
Bayê tofanê li rê ye.
Vinevina mirinê...
Bablisokên mirinê, perda xwe dikişîne ser rûyê yezdan, rûyê şewqdar vediguheze ser arî û xweliyê
***
Awirên yezdanê min, li hatina rehwanekê dipê.
Di bin boşayiha zipikên nola guleyên poleyî de, ew li kewkujerekê digere.
Tipên keserê yên ku li ser rûyê wî kon vedane, bêdadî û bêqudretiya şevê dide diyarkirin.
Yezdanê min ê pakbinyat, bi çavên şikestî, li stêrka rehwan a ku di newela ezmên de vemiriye û nema dibiriqe, digere.
Hûn dibînin ew rûyê esilzade, jîr, çalak û giwrik çawa qemitiye?
Di momenta temeşekirina stêrka vemirî de, bayek sar rûye wî dialêse.
Alastina qeşagirtî yezdan diricifîne.
Ew paxileke germ divê.
Ew alastineke zimaniya tîhdar a eşqresayî divê.
Ew mezekirineke wehş a têrerotik divê.
Axxxx.... tu bêguneh î ey yezdanê dil jê hatî dizîn.
De tu megrî yezdanê min ê rûzarok.
***
Ey yezdanê min ê rûzarok....!!! Ji kamranî û keserên karê ku tu pê rabûyî serbilind be.
Lewra tu bi meşa xwe ya qewiya bêtirs, tixûbên civakî yên sitûr, kesayetên ku li pey jêçetirgirtinên gerdûnî ha ha dibezin û pergalê fetisînbar ê yezdanê xapînok, vediçerî.
Tu bi rondikên xwe yên xwînbar, pakbinyatî û dilnizmiya xwe raber dikî.
Tu bi tîhdarî û afirêneriya xwe ya ku ji nû ve nûjenkirina keştiya evîndan re, dergunekî roq rona eşqrêsayî, pêşkeşê hevdilên xwe dikî.
Pîrozî li te û hevdilên te be ey yezdanê min ê rûzarok.
Tu ne tenêyî lo...!! Wisa li rihsariya peyrevên yezdanê xapînok nenêre. Ên ku mîna te dêriyên dilê xwe ji bo parastina baweşînên şadkirina giyandarekî/ê din vekirine, ne kêm, zêdene.
Ew niha bêdeng in.
Lê ew bi tîndarî û cehd û lezgîniya te ya ku tu ji bo mîsogerkirin û raserkirina keştiya hezkaran didî, pak dizanin.
Ew li wargehên xwe yên ku te de hatine hepiskirin, bi kenên xwe yên pîrozwer, te pîroz dikin. Singê xwe yê ku bi birewerên eşqî ve tijî, ji bo civandina cemewar a dildaran hesayî bikî.
Ew siûdê dixwazin. Çarenûsa wan bi dereca germa singê te ve girêdayî ye. Ew çarenûseke bêalozî dixwazin.
***
Yezdanê min, tu jiyanê bi bîrbirineke bêtixûb dibînî û guman jê re nîn e ku ev bîrbirina te ya bêsînor, ji bo te kul û kovanan diwelidîne.
Rê û azîneyên ji bo hêsayîbûna te ya ji derd û keseran hene, lê min dil nîn e ku ji te re behsa kitekitên wan rê û azîneyan bikim û wan li nik te hesayî bikim.
Lewra te biryara xwe gihîştina wargeha jiyana xwe ya dawî daye û vaye tu bi meşeke yezdanwerî, ber bi singê wargeha jiyana xwe ya dawî ve dibezî. Singê wê wargehê gewr e, zozanî ye, lê bêhna sariyê nîn e. Ew wargeha kûjer te divê. Binêr, paxila wê ya bi peyvên kurdî ve dagirtî, bi deh çavên dev vekirî li rêya te dipê. Erê ew........


