AMED
Serkonsolosê Edene yê DYA John Espînoza ku ew du roj in li Amedê ye, li ser agahiya wê konê fitarê ziyaret bike û li wir xwarinê belav bike, komên 'Îslamî' li qada Dagkapi kom bûn û êrîşî konê fitarê kirin. Di êrîşê de gelek kes birîndar bûn.
Komeke nêzî 500 kesî bi hinceta êrîşên Îsraîlê yên li hemberî Gazzeyê ji bo şermezarkirina DYA bi tekbîran êrîşî konê fitarê kirin. Xwarin û nanê ji bo fitarê di konê de bûn rijandin erdê.
Polîsan mudaxeleyî koma ku kon ser û bin kirin, mase û kursî şikandin nekir. Polîsên sivîl û fermî yên hatin cihê bûyerê tenê li bûyerê temaşe kirin.
Di êrîşê de herî hindik 5 kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku rewşa hin birîndaran giran e.