logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Bandora lêborînê li ser tendirustiya laşî û derûnî (bi nêrîneke derûnkolerî)
  2. Arjantîn 'duble'yê dixwaze!
  3. Messi, tu çi şexs î ?
  4. Pirtûka 'Tayek Por' derket
  5. Dozger dixwaze ji ber pirtûka bi kurdî ceza bide weşanxaneyê
news-details

Qîmeta zêr zêrker dizane

Hin kes di dema xwe de nayên fehmkirin, jixwe ew jî xebata xwe ji bo siberojê dikin; bi hêviya ku dê nifşên bên armanca

  • Dîrok: 16/07/2014
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Samî Tan

Hin kes di dema xwe de nayên fehmkirin, jixwe ew jî xebata xwe ji bo siberojê dikin; bi hêviya ku dê nifşên bên armanca daxwaza wan fehm bikin. Dema ku nemir Ehmedê Xanî berî 300 salî

“Safî şemirand vexwarî durdî

Manendê durrê lîsanê kurdî

Anî nîzam û întizamê

Cefa kêşa ji bo yê amê” got, dizanibû ku gelek zana û alimên wê demê jî di nav de, kes tu wateyê nade van kirin û gotinên wî, lê wî dîsan jî wî “Ne ji bo sahibrewacan belkî ji bo biçûkêd kurmancan” ev berhemên xwe nivîsandin. Wî bi vê xebata xwe bi bîr û baweriya ku “her kes mîmarê dîwarê xwe ye” yek bi yek kevirên şehkirî danîn ser qesr û qonaxa kavilkirî ya hizir û ramana kurdîniyê.

Bîr û raman jî wekî pêdiviyên daringî ne, kê pêdiviya xwe bi çi hebe, li wî tiştî digere û di encamê de jî fikir û ramanên ku di bin toz û xubara bi sedan salan de mane, piştî sed salan ji nû ve ronahiyê dibînin. Gelê kurd jî kengê serê xwe ji xewa giran rakir, bi pey mafên xwe yên rewa ket, hingî kesên mîna Ehmedê Xanî hatin bîra wî. Têkoşer û rewşenbîrên kurd li berhemên Ehmedê Xanî vegeriyan û dur û le’leyên di berhemên wî de li ber çavan raxistin.

Li hemberî vê yekê hinek kes mîna şevşevokên ku tav li nav çavên wan dide zivêr bûn. Hinekan got, “Ne pêkan e ku kurdek berî ewrûpiyan, berî serdema ronakbûna li Ewrûpayê rabe qala mijara neteweyî bike.” Heta hinekan ji wan angaşt ku ew gotin ji hêla neteweperwerên kurd ve li berhema Mem û Zînê hatine zêdekirin.  Lê belê hewldanên wan pûç û vala bûn, lewre destxeteke ku piştî koça dawîn a Xanî bi çend salan hatiye nivîsandin, derkete holê û di wê destxetê de jî  heman fikir û raman hebûn.

Îcar nivîskarê vê berhemê H. Mem berî gelek kesan dest avêt mijara ronîkirin û ramanên zêrîn ên Ehmedê Xanî. Ew bi vê yekê jî nema bi kûrahî xwe berda nav zeryaya bîr û ramanên Xanî û gelek aliyên ku di berhemên wî de di tariyê de mabûn dan ber tîşkên ronahiyê. H. Mem bi salan e, li ser Ehmedê Xanî lêkolînê dike û berheman dinivîse. Ev berhema li ber destê we, wergera pirtûka wî ya bi navê “Xani ve Memzaları” ye. 

H. Mem her çiqas bi lorîk û çîrokên kurdî mezin bûbe jî, ji ber ku bi tirkî perwerde bûye, berhemên xwe bi tirkî nivîsandine. Ev yek jî pirî caran bûye mijara nîqaş û rexneyan, lê ew tu caran bi van rexneyan dilgiran nebûye, her tim wate û girîngî daye vê helwestê û ji ber vê yekê jî  xwestiye ku xebatên wî di zûtirîn demê de li kurdî werin wergerandin. Ev berhema wî jî ji hêla heja Zana Farqînî ve li kurmancî hatiye wergerandin.

Di vê xebatê de hinek aliyên Xanî ku berê nedihatin zanîn li ber çavan hatine raxistin. Bo nimûne berê gelek kesan wisan bawer dikir ku Ehmedê Xanî tu car nezewiciye, lê belê birêz H. Mem di vê berhema xwe de bi hinek delîl û palpiştan diyar dike ku ew zewiciye, lê hevjîna wî wefat kiriye.

Di vê xebatê de babet û têgiheke nû jî têgiha “memza” ye, ji vê têgihê mebest û armanca H. Mem ew kes in ku îro li ser şopa hizir û ramanên Ehmedê Xanî dimeşin û wekî wî doza azadiya gelê kurd dikin.  Di xebatên H. Mem de, bi tenê bîr û raman bi awayekî rijî nayên pêşkêşkirin, hevîrê bîr û ramanan bi ava hest û dilînan, hin caran bi hêstir û rondikan tê strandin. Dibe ku ji  bal hinekan ve wekî kêmasiyekê xuya bike, lê belê Ehmedê Xanî bi xwe bîr û ramanên xwe ne di forma berhemeke felsefî de, belkî di forma mesnewiyeke evînî de pêşkêş kiriye.

Birêz H. Mem û nifşê wî di bin mercên giran de, bi derfetên kêm xebatên xwe kirine, deriyê zanîngehan li kurdan hatibû girtin, derfet tune bûn ku kurd xwe bi zimanê xwe perwerde bikin û xebatên xwe jî li gorî pîvanên akademîk pêk bînin.  Her wekî Ehmedê Xanî gotî, lêkolînerên kurd jî bi piranî bi kurdî “ne perwerî, xudriste ne.” Ligel vê yekê jî wan ji me re berhemên hêja hiştin, loma jî em spasdarê wan in. Daxwaz û hêviya me ev e ku ciwanên kurd anku Memza berhemên nû û nûjen li ser Ehmedê Xanî binivîsin û vê kelepora dapîr û kalan ji hinek kurtêlxuran re nehêlin.

Bi vê bîr û baweriyê ji bo çapkirina vê berhemê em kêfxweşî û serfiraziyan xwe diyar dikin û ji birêz H. Memî re temenî dirêj dixwazin, ji heja Zana Faqînî re jî ji bo vê keda wî dibêjin bila destên te ter û şîn bin.


7/16/2014, ji malpera Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hatiye girtin


Parve Bike

Youtube Me

Li vê aramiyê binêrin

news

Nanê Gel li benda gel e

news

Keçikek û xapandina civakê

news

Dîroka Edebiyata Kurdî (Serdema Berî Îslamê, Serdema Xanedanan)

news

Ji bo kêfa dide me, 3 deqe bo wî

news

Dema ku dinya kêfê dike

news

Jinên kurd ên navdar

news

'Bavê Min ê Mitirb', Çiya Mazî qal dike

news

'Kêzxatûn'a Delalê

news

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
Ev jî hene
ad

Helbesta kurdî rojeke xweş derbas kir

ad

Li ser 'Orok'ê çend gotin

ad

Belgefîlmsaz Kesik hat berdan

ad

Çi eleqeya Lîga Şampiyonan û Dayikên Şemiyê bi hev re heye?

ad

Wê ji bo kurdî li 3 navendan mitîng bên lidarxistin

ad

Der barê navnîşana min a 'Facebook'ê de agahdariyek

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Bandora lêborînê li ser tendirustiya laşî û derûnî (bi nêrîneke derûnkolerî)

  • 15 07 2026
news

Arjantîn 'duble'yê dixwaze!

  • 15 07 2026
news

Messi, tu çi şexs î ?

  • 16 07 2026
news

Pirtûka 'Tayek Por' derket

  • 16 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname