Diyarname
Roja 19'ê mehê ber bi êvarê Serokomarê Iraqê û Serokê Giştî yê YNK'ê Celal Talebanî, bi gotina gel Mam Celal gihîşt Silêmanî.
Mam Celal piştî ji balafirê taybet daket bi tev karwaneke teybet berê xwe da devera lê nîştecih dibe devera Dabeşan.
Mam Celal di 17.12.2012'yan de ji bo dermankirinê çûbû Almanyayê. Talebanî piştî rêwîtiyeke bi mebesta çareserkirina rewşa tendirustiya xwe ku salekê û heft mangan li welatên Almanya berdewam kir, di demekê de ku her kes li benda wî ye ku rola xwe ya bi bandor di prosesa siyasî de li Iraqê bilîze îro vegeriya Silêmaniyê.
Serokwezîrê Iraqê Malîkî çend roj berê gotibû ku Serokomariya Iraqê para kurdan e û ji YNK'ê xwestibû ku berendamekî nîşan bidin. Di demeke wisa de Talebanî vegeriya başûrê Kurdistanê.
***
Nûçeya eleqedar:
- Qubad Talebanî: Mam Celal bi tenduristiyeke pir baş vedigere


