Diyarname
Li gor biryara UKOME ya Şaredariya Amedê Pira Deh Derî ji bo restorasyonê ji bo trafîkê hate girtin.
Pira Deh Derî li derveyî Amedê bi 3 kîlometreyan li ser rêya Mêrdinê ye heta niha ji bo trafîkê dihat bikaranîn û ji ber vê yekê gelek texrîb bûbû. Midûriyeta Çandî ya Walîtiya Amedê ji bo ku pir bê restorekirin ji UKOME (Navenda Kordînasyona Ragihandina) ya Şaredariya Amedê xwest ku pir ji bo trafîkê bê girtin.
Sekreterê Giştî yê Şaredariya Amedê Fahrettin Çagdaş da zanîn ku heta restorekirina pirê temam bibe wan biryar girtine ku pirê ji bo trafîkê bigirin.
Li gor biryarê mînîbusên ku di navbera Deriyê Mêrdînê û Kehbiyê de bi nimreya SS 34 kar dikin dê ji ser pirê li ser rêya Zanîngeha Dicle re bên Amedê lê ji bo vê yekê divê pêşî destûr bê girtin.
Heta niha erebeyên der û dorê ji ser Pira Deh Derî re dihatin Amedê û diçûn. Li gor nivîsa ser pir, Pira Deh Derê di mîladî 1065'an de ji aliyê hukumdare Amedê Nîkamuddevle Nasr ve hatiye çêkirin.


