logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Yekemîn Zanîngeha Rojava tê vekirin

Li Rovayê Kurdistanê ku di her warî de pêngavên girîng têne avêtin, yekemîn zanîngeha herêmê jî tê vekirin. Amadekariyên

  • Dîrok: 30/08/2014
  • Beş: Nûçe

QAMIŞLO

Li Rovayê Kurdistanê ku di her warî de pêngavên girîng têne avêtin, yekemîn zanîngeha herêmê jî tê vekirin. Amadekariyên zanîngeha ku navê Akademiya Zanistên Civakî ya Mezopotamyayê lê hatiye kirin û ji bo destpêkê 3 beş hatine vekirin, temam bûne. Zanîngeh avakirina perwerdeya sîstema netewa demokratîk hedef dike.

Rojavayê Kurdistanê xwedî dîrokek kevnare ye û derguşiya destpêkirina mirovahiyê kiriye. Her wiha xwedî dewlemendiyên sererd û binerd e. Lê ev xaka ku dewlemend ji aliyê hêzên metingeh û hegemonîk ve hate dagirkirin û hemû dewlemendî û rengiya wê hate zuwakirin. Lewre şêniyên wê jî ji rastiya xwe hatin dûrxistin û biyanîkirin. Ji ber van sedeman jî di nava dewlemendiyê de mirinek jiyan kirin. Lê di encama têkoşîna 40 salan de hêdî hêdî li rastiya xwe vegeriyan û bi destpêkirina pêvajoya şoreşê re jî, ev têkoşîn veguherandin sazibûnên mayinde. Ji bilî qadên siyasî, leşkerî, civakî, aborî, çandî, yek ji qadên ku gavên dîrokî hatin avêtin jî qada zanistê bû.

Di nava 2 salên pêvajoya şoreşê de gelek dibistan, akademî hatin vekirin û xebatên bi vî rengî hatin meşandin. Di salek dawî de jî, bi armanca ku hem ev xebat li gorî sîstemek baştir bê meşandin hem jî hişmendiya dîrok û jiyana esasî ya civakê bê qezençkirin, amadekariyên zanîngehan hatin meşandin.

Komek akademîsyenan da destpêkirin

Xebatên zanîngehan ji aliyê komek akademîsyenên dîroknas, civaknas, hiquqnas, zanyarên siyasetê û ziman ve hatine destpêkirin. Van akademîsyenên ku ji demek dirêj ve di nava van xebatan de ne, piştî amadekariyên nêzî salekê dom kirin, biryara vekirina zanîngehê dan.

Di encama amadekariyan de navê zanîngehê hate diyarkirin. Lê li şûna peyva “zanîngehê” peyva “Akademî” hate bikaranîn û navê saziyê wekî Akademiya Zanistên Civakî ya Mezopotamya hate diyarkirin.

3 beş hatin vekirin

Di bin banê akademiyê de destpêkê xebatên beşa hiqûqê hatin meşandin. Piştre jî di bin banê Fakulteya Zanistên Civakî de amadekariyên beşên civaknasî (sosyolojî) û dîrokê hatin kirin. Di van 3 beşan de niha 20 hîndekar cihê xwe digirin.

Piştî van xebatan cihê navenda akademiyê li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê hate diyarkirin. Li navendê ji bo şagirtan polêr dersan, pirtûkxane, cihên razanê, salonên sporê, mitbex hatine amadekirin. Her wiha ji bo pêdiviya înternet û komputuran jî cih hatiye amadekirin. 

Di encama van amadekariyan de jî serlêdanên xwendekaran hatin qebûlkirin û heta niha 60 xwendekaran serlêdan kiriye.

Yekemîn zanîngeha herêmê ye

Akademiya ku dê di destpêka meha îlonê de bi awayekî fermî bê vekirin, li Rojavayê Kurdistanê wê bibe yekemîn zanîngeh. Nexasim, heta niha li herêmê ji bilî çend dibistanên bilind, xebatên akademîk nehatine meşandin û zanîngeh nebûne. Di vî warî de jî taybetmendiyek zanîngehê heye.

Rêvebera Akademiyê: Me xwest valahiyekê tije bikin

Rêvebera Akamediya Zanistên Civakî ya Mezopotamyayê Rêşan Şakir derbarê sedema vekirin, armanc û hedefên akademiyê, her wiha mekanîzmaya wê de agahî dan ANHA’yê.

Rêşan Şakir destnîşan di pêvajoya şoreşê de li her qadekê xebatên avakirinê têne meşandin, lê wan di warê zanistiyê de valahiyek dîtiye, her wiha pêdiviya civakê jî li holê bû, lewma ev fikra vekirina zanîngehê derketiye holê.

‘Zanîngeh jî bingeha xwe ji akademiyê digire’

Li ser pirsa ka çima li şûna gotina “zanîngeh” gotina “Akademî” hatiye bikaranîn, Rêşan Şakir ev tişt anîn ziman: “Li ser vê yekê nîqaşên me çêbûn û di encamê de hate diyarkirin ku armanca bingehîn ronîkirina civakê ye, lewre akademî jî vê yekê pêşwazî dike. Di encamê de gotin akademî hate ecibandin. Akademî di heman demê de têgeha zanîngehê jî pêşwazî dike. Jixwe zanîngehên yekemîn ên dîrokê jî akademî ne. Têgeha zanîngehê jî piştre li şûna têgeha akademîa hatiye bikaranîn.”

Rêşan Şakir, destnîşan kir ku di pêşerojê de li gorî pêdiviyan nav dikare were guhertin jî.   

‘Armanc avakirina lingê perwerdeyê ya sîstema demokratîk e’

Rêşan Şakir, destnîşan kir ku ew dixwazin di feraseta perwerdeya 5 salan a şaristaniyan navendî de şikestinekê pêk bînin û armanca vekirina akademiyê wiha vegot: “Em dixwazin li hemberî pergala perwerdeyê ku sîstema dewletî, desthilatdar û hegemonîk çêkiriye, perwerdeyek alternatîf pêş bixin. Di vê bingehê hedefa me ew e ku em hîmên sîstema perdeyê ku yek ji lingên bingehîn ên projeya netewa demokratîk ku projeya demokrasiyê ya gelê kurd a sedsala 21’an e deynin. Bi vî rengê em dixwazin sazîbûnek ku dikeve xizmeta lêgerîna jiyana exlaqî û polîtîk ava bikin. Dîsa armanc ew e ku di serî de xwendekar, hemû kesên tevlî vê xebatê dibin, bibin afirîner û kirde, bi bandor bibin.”

‘Em dixwazin sîwaneyekê ava bikin’

Rêşan Şakir, destnîşan kir niha tenê 3 beş hatine vekirin, lê xebatek hîn berfirehtir hedefa wan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dixwazin hemû xebatên akademîk ên li herêmê têne meşandin, di bin sîwaneyekê de kom bikin û bandorê wê zêde bibe. Di vê çarçoveyê de hedef heye ku beşên wêje, felsefe, erdnîgarî, zanistên siyasî, aborî, ragihandin û hwd. bêne vekirin.”

‘Hem şagirt hem mamoste wê bêne perwerdekirin’

Li ser pergala perwerdeyê jî Rêşan Şakir ev agahî dan: “Xwendekar niha piranî ji herêma Cizîrê ne, lê dema pêş de ji 3 kantonan û Suriyê serlêdanên xwendekarn dê bêne qebûlkirin. Serlêdan piştî mulakata devkî têne qebûlkirin an jî redkirin. Kesên tevlî perwerdeyan dibin, di heman demê de wê ji bo mamostetiyê jî bêne perwerdekirin. Perwerde wê li ser esasê 3 lingan bê meşandin. her yek ji van jî wê salekê be. Di sala yekemîn de wê dersên bingehîn ên hevpar bêne dayîn. Di sala duyemîn de jî wê perwerdeya qada pisporiyê bê dayîn. Di sala 3’yemîn de jî wê teza bidawîkirinê bê amadekirin. Di encama vê pêvajoyê de xwendekarên ku dikarin bibin hîndekar têne diyarkirin û tevlî bernameya enstituyê têne kirin. Ev jî nêzî salekê dom dike, yanî hemû pêvajoyê bi giştî 4 salan dom dike.”

Şakirgot ku ji ber pêdiviyan perwerde bi şidandî û lezkirinê dê bê dayîn, lê piştre dema perwerdeyê dikare bê asayîkirin û dirêjkirin.

‘Mufered tê amadekirin’

Rêşan Şakir, anî ziman ku mufredatek perwerdeyê heye, lê ji ber ku xebata wan nû ye, di dawiya sala hîndekariyê ya destpêkê de, wê mufredat şeklê dawî bigire. Peyan, got ku dersên ku dê bêne dayîn, wê piştre bikin materyal.  Şakirda zanîn ku ewê pirtûkên akademîsyenên di qada navnetewî de têne nasîn jî bikar bînin. Şakirgot ku zimanê perwerdeyê wê bi kurdî û erebî be.

‘Wê dengbêj û çîrokbêj ders bidin’

Şakir derbarê dersên ku dê bêne dayîn û xebatên ji bilî wan de jî agahî dan û wiha axivî: “Di beşên civaknasî û dîrokê de dersên hevpar ên wekî ‘rêbaz û teknîkên lêkolînê, di zanistên civakî de pirsgirêka rêbazê û rejîma heqîqetê, têgehên zanista civakî, jîneolojî, komputur, çîrok û ingilîzî’ wê bêne dayîn. Kesên wekî dengbêj û çîrokbêjan ku di nava gel de tên nasîn û gelek zanîn wan hene jî, wê bi devkî dersan bidin. Her wiha wê xebatên wekî çandina daran, paqijkirina hawirdorê, serdanên nexweş û sersaxiyan, ziyaretên saziyan, pêşandana fîlm û belgefîlman, dayîna semîneran û xwendina pirtukan jî bêne meşandin.”

‘Bi riya Wezareta Perwerdeyê dê li qada navnetewî danasîna wê bê kirin’

Rêşan Şakir, destnîşan kir ku piştî rêveberiya xweser hatiye îlankirin wan bi Wezareta Perwerdeyê re têkilî daniye û wezaretê jî projeya wan ecibandiye, her wiha piştgirî daye. Şakirgot ku wezaretê destnîşan kiriye ku wê dîplomayên akademiyê bi awayekî fermî qebûl bikin, her wiha her cure piştgiriyê bidin û wiha dom kir: “Bi riya wezaretê wê li derveyî welat wê ji bo danasîn û rewatiya akademiyê xebat bêne meşandin.”

Şakir da zanîn ku ew bi gelek akademîsyenên li Tirkiyê, Bakûrê Kurdistanê û gelek herêmên din re ketine nava têkiliyan û hevkariyê dikin.”

ANHA 


Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Fîlmên kurdan li Festîvala Stenbolê dibin mêvan

ad

MSB: Di balafirê ketiye de 20 xebatkarên me hebûn

ad

Cejna xwendevanên me yên misilman pîroz be

ad

Ev nûçe derew e!

ad

Dema Fûra Pirtûkan a Amedê eşkere bû

ad

Konsera Kardeş Turkuler li dar ket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname