logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Fermandariya YPG: Wê nikaribin bikevin Kobanî

Fermandariya Biryargeha YPG'ê got ku wê Kobanê tu carî nekeve û got: "Li Kobanî wê berxwedana sed salê pêk were. Tunebûn

  • Dîrok: 03/10/2014
  • Beş: Nûçe

NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Biryargeha YPG'ê got ku wê Kobanê tu carî nekeve û got: "Li Kobanî wê berxwedana sed salê pêk were. Tunebûn û têkbirina DAIŞ'ê wê li Kobanî dest pê bike. Her kolanek, her malek Kobanî wê ji bo wan bibe goristan." 

Fermandariya Biryargeha Yekîneyên Parastina Gel (YPG) der barê berxwedana li Kobanê de daxuyaniyek weşand û destnîşan kir ku ketina Kobanê ne mimkûn e.

'EM Ê BERPIRSYARIYÊN XWE BI CIH BÎNIN'

Fermandariya Biryargeha YPG'ê bibîr xist ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên di 15'ê rezberê de bi armanca dagirkirina Kobanî hatine destpêkirin di roja xwe ya 18'emîn de dewam dikin û diyar kir ku komên çete ji her sê eniyên Kobanî bi çekên giran êrîş dikin û dixwazin pêş bikevin. Fermandariyê diyar kir ku çawa YPG'ê ev 3 sal in li Rojava, ji Efrînê heta Cezaayê parastina gelan û nirxan kiriye, wê ji niha û pê de jî derfet û şert çi dibin bila bibin, berpirsyariyên xwe yên dîrokî bicih bîne.

'WÊ KOBANÊ JI BO DAIŞÊ BIBE GORISTAN'

Di daxuyaniya fermandariyê de wiha hat gotin: "Bila gelê kurd û dostên me qet meraq nekin, wê Kobanî tu caran nekeve. Ketina Kobanî qet û qet ne mimkûn e. Li Kobanî wê berxwedana sed salê pêk were û wê Kobanî, ji bo DAIŞ'ê re bibe goristan. Tunebûn û têkbirina DAIŞ'ê wê li Kobanî dest pê bike. Her kolanek û her malek Kobanî wê ji bo DAIŞ'ê bibe goristan. Berxwedana li derdora Kobanî mezin dibe û wê DAIŞ bixîne, têk bibe."

XEWN Û XEYALÊN HIN DERDORAN PÊK NAYÊN

Fermandariyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser îdîa û nûçeyên bêbingeh ên hin dezgehên çapemeniyê ku ev 18 roj in îdîa dikin Kobanî ketiye destê DAIŞ'ê û nerazîbûn nîşanî van îdîayan da.  Di vê der barê de jî fermandariyê got: "Ev tişt ne rast e. Xewn û xeyalên hin derdoran wê pêk neyên. Em wekî YPG, ji bo têkbirina DAIŞ'ê û pêk anîna serketinê her tiştê pêwîst dikin. Bila baş bê zanîn; Em ê DAIŞ di deşta Kobanî de bişkînin û serketina rojavayê Kurdistan û ya Sûriyeya Demokratîk û Azad ji tevahî cîhanê re îlan bikin."

Fermandariya Biryargeha YPG'ê bang li hemû ciwanên Kurdistanê û ciwanên wekhevî û azadîxwaz kir û got: "Werin tevlî hêzên me bibin. Xwedî li berpirsiyariyên xwe yên dîrokî derkevin. Li hember êrîşên hov ên DAIŞ'ê tevlî tekoşîna mirovahiye bibin."


Parve Bike

Youtube Me
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Karsaz Ferda Cemiloglu mir

ad

Li Îzmîrê gule bera ciwanekî endamê HDP'ê dan!

ad

'Di çîroknivîsî de ez ji biwêj û gotinên pêşiyan sûde digirim

ad

Charlie Chaplînî heta niha 'Tenê Ez'

ad

Va ne 4 welatên din ên berî Japonyayê çûn hîvê

ad

Kayyûmê tehamulê navê Tahir Elçî nekir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname