Parîs
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Lavurent Fabius got: "Ji bo Kobanî em dikevin nav tevgerê."
Fabius ji Twitterê wisa got: "Terorîstên DAÎŞ ala xw eya reş li Kobanî didaliqînin."
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê wisa got: "Ne balafirên koalîsyona Amerîka-Ereban, ne jî hêzên kurd karîn pêşî li êrîşa DAIŞ'ê bigirin. Fransa li Iraqê bi dayîna çekan alîkariya kurdan kir, dûre balafirên xwe xist dewreyê û mudexeleya leşkerî kir. Em ji bo Kobanî dikevin nav tevgerê. Em hevkariya xwe ya taybet a bi hêzên çekdar ên bi DAIŞ'ê re têdikoşin xurt dikin."


