Diyarname
Encama çalakiyên ji bo piştgiriya Kobanî hat eşkerekirin. Li gor agahiyên Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Efkan Ala li 35 bajaran çalakî li dar ketine. Vane daneyên ku Ala dan:
- Li 35 bajar çalakî li dar ketin.
- 31 Kes birin, 351 kes birîndar bûn (ji van 139 hêzên ewlehiyê yên tirk in).
- Di navbera 6-10'ê mehê de 1024 kes hatine binçavkirin û ji van heta niha 58 kes hatihe tewqîkirin. Gelekên hê dibin çavan de ne hene.
- 212 dibistan hatin şewitandin, 67 avahiyên ewlehiyê, 25 qeymeqamî, 29 avahiyên partiyan, 22 pêşdibistanên zarokan, avahiyeke Heyva Sor a Tirk bi giştî 1113 avahî hatiye derbkirin.
- Bi giştî 1177 erebe hatine derbkirin.


