“Ji bo dînîtiyê, berî sedsalên berê redkirina xwedayan bû, lê di sedsala 19'emîn de model hate guhertin û mirovan xwe wekî Xwedê dîtin, dêmeg rizgariya dînîtiyê encax, xwebixwe xwebiçûkxistina di xirabûna êqil de tê dîtin.”( 1) Yanê mesele ev e; her ku pêşveçûn çêbû, mirov xwe xistin dewsa Xwedê, desthilatdarî di vir de dest pê kir, mirina Xwedê di vir de dest pê kir, şer û herbên dinyê ji vir ve dest pê kirin. Çimkî dînîtî temsîliyeta hemûna êqil e, dînîtî temsîliyeta hebûna civakê ye, hevdu heyî dikin, dînîtî dijber êqil ên din e, beravajî wê jî rast e. Diyalektîk e. Pergal êqil saz dike, dînîtî jî hem pergalan dirûxîne û hem jî ava dike. Hebûna dîn û dînan bo pergalsaz û aqilsazan taloke ne, loma aqilsaz-pergalsaz-desthilatdar dixwazin dîn di mekanên girtî de bin û di wir de bijîn. Dînîtî jî azadî ye, azadî bo pergalparêzan talokeyeke gelekî bi bandor e. Aqil, sedema mirina Xwedê ye, dînîtî beravajî wê ye, rehm e. Ji ewil de di nava civakê de bo kesek mîsyonekê û desthilatdriyekê li xwe bar bike hewcedariya wî/ê ji yên din re hebûye, ango etîketa dînîtiyê lazim bû, wiha hebûna xwe û desthilatdariya xwe ya aqilsazî ava dikir. Welhasil aqilsazî û pergalsazî bûye sedemê desthilatdariyê desthilatdarî jî bûye sedemê eciqandinê, mêtingehiyê û xwedatiyê, Xweda jî di vir de bûye mirov bixwe, loma êdî mirina xwedê pêk tê...
JI PIRXWEDÊTÎ BER BI YEKXWEDÊTIYÊ VE
Dema Nietzsche dibêje, “Xwedê Mir” çima vê gotinê bikartîne gelo? Ecêba têkçûnê vedibêje, an jî behsa trajediyê dike? Helbet wekî lastîkê meriv dikare vê gotinê di gelek hêlan ve rakêşîne û vekêşîne. Em berê berê li ser afirandina Xwedê bisekine, bi ya min her tişt ji afirandina fikrê û ji ramanên mirov diafire, mirov ji ber tirsê û ji tirsa xwe hewcedarî bi baweriyê aniye, mirov xwestiye xwe bispêre, dîwarekî, fikrekê, ramanekê, razberekê loma jî mirov ji destpêka jiyanê de xwe spartiye Xwedê, Xwedê wekî sembol û temsîliyeta dadê, maf û wekheviyê, pêşîbirîna neheqiyê û li ezmên şalvegirtina edaletê nîşan dide. Wekî em dizanin destpêka heyatê de gelek Xweda hebûn di her miletî de, paşê ber bi yekxwedayî ve veçûn, sedemên pirxwedayî helbet dibû sedema bêhizûriyê û bêtifaqiyê ji ber van sedeman û hwd mirov xwestin baweriya xwe biguherîne û berê xwe bi yekxwedayî vekin da ku rêvebirî, rêsazî, zagonsazî, yeksazî û tifaqî û dewletbûna yekdestî ava bibe. Helbet yekdestî jî xetereyên wê hene, çimkî ji yekdestî desthilatdarî jê çêdibe.
TEMSÎLIYETA EDALETÊ
Êşên Îsa bi destên bawermendên sixte hate rêvebirin, bi navekî din bi destê desthilatdar ve hate îşkencekirin. Pêxember Îbrahîm çima qurbankirin pêk dianî? Xwedayên berê çima mirov serjêdikirin-qurban dikirin û xwîna wan vedixwarin? Giş bo desthilatdariyê ye û bo tirsê têxe dilê mirov... Welhasil afirandina Xwedê a ewil bi ya min ji ber tirsê çêbûye, tirs hewcedarî bi xwe re aniye. Xweda taybet e, yek e, cikîtenê ye, hebûneke razber e. Çima min behsa gotina Nietzsche kir, çimkî di helbesta Rênas Jiyan a bi navê “Taybet” de dibê tu jî bi qasî Xwedê taybet î. Yanê dema em li helbesta xwe dinêrin em têdigihêjin nivîskar qetilkirina dayika Taybet wekî mirina Xwedê dibîne, an jî wekî trajediya gotina Nîetszche dibîne, gotina ku dibêje “Xwedê Mir” çimkî nivîskar di vê helbesta xwe de wêneyên dayika Taybet wekî temsîliyeta rûxandina xwedayî dibîne, rûxandina edaletê, têkçûna wekheviyê, têkçûna neheqiyê, têkçûn û rûxandina dewleta har û derûniya desthilatdar a zehîf û têkçûyî dibîne.
HEBÛNA ŞER Û AŞTIYÊ
J. P. Sartre dibêje: “Di serdemên bêçaretî de hesta xwestina mirinên wehşetîn, binhişiya kolektîf a mirovên mêtinger e.”(2) Di mêtinger de her daîm bi awayekî kolektîf di binhişiya wan de eciqandin û xwînmijandin di binhişiya wan de serdest e. Çimkî ji wehşetiyan û ji babarbûnê hez dikin. Tew ku di derûniya bêçaretiyê de bin, dikarin bavên xwe jî bieciqînin û dakin. Ji kuçikên har jî hartir dibin. Loma ev harbûna wan binhişiya wan a kolektîf derdixîne holê. Esas nivîskar wêneyên Xwedayê û dewleta têkçûyî kêşandiye, çimkî Xweda û dewlet yek in. Yekbûnê temsîl dike, çimkî yek tim û tim dadike. Her wiha gelek beşên pirtûka me hene, ji van beşan jê yek jî helbesta “Herba Kobanî” ye. Nivîskar di vê helbestê de dîwarê binê desthilatdariyê hejandiye. Dîwarê gotina “Xwedê/a Mir” hejandiye. Deng û rengê kurd û kurdbûnê ba kiriye. Hebûn çawa ava dibe nîşan û sembola wê destnîşankiriye. Felsefeya helbesta hebûna têkoşerîn, niqrîsk û hilolîkên dayikên têkoşerîn resimandiye. Delacroix dibêje: “Ez nakevim herbê û şer bo neteweya xwe, lê ez dikarim bo neteweya xwe wêneyan xêz bikim.” Yanê hunermen divê ez encax bi hunera xwe herb û şer destnîşan bikim, hunera min tang û topa min e. Nivîskarê me jî wênesaziya helbestvaniyê destnîşankiriye. Di helbesta Herba Kobanî de em têkçûna dewleteke dagirker û desthilatdar dibînin. Herba Kobanî eciqandina mejiyê genî û kufikgirtî yên xwe temsîlkarên Xwedê dibînin hedimandiye. Helbesta Herba Kobanî binpêkirina mejiyê dewleta hov û dagirker e, avakirina welatekî ye. Helbesta Dayika Taybet û Herba Kobanî temsîliyeta dîn û şûnê ye. Dîn û şûn destbirakên hev in. Dînîtiya hebûnê a şer, dînîtiya herbê, dînîtiya şûnê û dînîtiya hebûna miletekî bi herb û têkoşeriyê hatine destnîşankirin. Arîstotales dibêje: “Organîzekirina aştiyê ji serkeftina herbê dijwartir e. Lê ku aştî baş neyê organîzekirin, dê mêweyên serketinên herbê giş bên windakirin.” Rast e, organezîkirina aştiyê ji a şer dijwartir e, çimkî di malbateke an jî du bira lihevanîna wan dijwar e, îcar aştiya navbera miletekî an jî a navbera dewleta dijwartir e, çimkî agirê wan gur e, sotînmij e. Piştî her herb û têkoşînê şûnde ya têkçûn ya jî aştî dest pê dike, loma dijwar e, Herba Kobanî jî wiha ye. Ciyê herb lê hebe aştî dimire, dewsa wê de herb zîl dide, mirina aştiyê mirina Xwedê ye, çimkî ciyê aştî lê bimire, agirê herbê disotin. Ciyê ku agirê herbê lê bisote ew cî dibe cehenem û cehenem jî agirê Xwedê ye,ciyê ku agir bisote Xwedê li wir dimire. Di Herba Kobanî û di rewşa dayika Taybet de Xwedê dimire. Ramana Xwedê têk diçe, dad, aştî, wekhevî, mirovahî, hebûn û heyîn têk diçin.
TENÊ MIRIN RESEN MAYE?
Heman tişt bo Guernîcaya Spanyayê jî derbasdar e. Çimkî ji jor ve ji terefê desthilatdaran ve qesebayeke tê bombebarandin, alav dimirin, heywan dimirin, mirov û mirovahî dimirin, ax û şênahî dimirin, deşt û cîya dimirin, hemû teba dimirin, wê çaxê “Li wê derê Xwedê jî dimire.” Hebûn dimire. Heman demê li Qilebanê, li Kobanî û li cizîrê û hwd Xwedê dimire. Nivîskar di helbestên xwe de asas behsa pergala mêtingehiyê û bindestan dike. Pergal di vir de desthilatdar e, bindest jî helbet miletê kurd e. Dema desthilatdar har dibe vediguheze Xwedayên har, Xwedayên ku seriyan difirîne û xwe bi xwîna wan têr dike. Belê Bi xwîna wan xwe têr dikin, çimkî bi vî awayî xwe mayînde dikin. Bi rastî di pirtûka “Dîn û Şîn” de mijar gelek in, helbet nikarim behsa mijaran gişan bikim, lê ciyên taybet û girîng bêtir li ser wan radiwestim, di beşa “Gataya Mirinê û a Herba Kobanî” de nivîskar li ser sê têgehan sekiniye, têgeha mirinê, têgeha azadiyê û koletiyê. Li gor nivîskar tenê hezkirin dikare zora mirinê bibe. Nivîskar dipirse û dibêje: Tenê mirin resen maye? Tenê mirin dikare bitevizîne bîrê? Tenêtî mirina heqîqî ye? Mirin xelata jiyanê ye? Dema em di helbestên xwe de pirsên nivîskar dinêrin em fêm dikin nivîskar dixwaze xwe bera binê bîra mirinê bide da ku wateya jiyanê û mirinê fêm bike, da ku ka mirin çi ye û çi temsîl dike. Helbet ev pirs felsefîk in, wateya hebûn û nebûnê diyar dikin. Bi awayekî hêsan li jîn û mirinê nanêre, wateyekê girîng li van têgehan bar dike. Li cem nivîskar mirina resen û heqîqî azadî ye, azadî jî rizgarkirina hebûnê ye, hem hebûna kesayetî (takesîbûn) û hem hebûna gel e. Li cem nivîskar Azadî=Mirin e. Lê helbet em behsa her mirinê nakin. Wekî nivîskar di helbesta xwe de dibêje, “mirin tenê resen maye.” Yanî tiştekî resen nemaye, her tişt wekî îlizyonekê an jî xewn û siyekê ye. Rastî, heqîqet, helwest, xwedîderketin û xwebûn nemaye, tenê xwebûna resen mirin maye, mirin jî wekî xwebûnê resen e. Nivîskar behsa dînîtiya şer û herbê dike, şer dînîtî ye, herb dînîtî ye, ma ku ne dînîtî be mirov hevdu serjê dikin, heft şevan û heft rojan meytan li kolanan dihêlin, meriv sî û çar kesan dibirêjin wekî Hîtler tiştên li serê cihûyan dianî, belê cihû bi saxî dixistin firneyan û xwe li ber şewitandina laşan germ dikirin. Ev bûyerên trajîk giş ne delîlên dînîtiyê ne gelo? Ev ne dînîtî ne û delîlê gotina “Xwedê Mir e.” Gelo? Nietszche mafdar e, însan e, ciyê edalet, rehma dil û hiş û êqil nemîne, li wir Xwedê dimire. Dibêje ez Xweda me, ez desthilatdar im, ez aqilhilatdar im, ez hişhilatdar im, ez dilhilatdar im
Ji helbesta TAYBET
Ez “Taybet” im!
Bi qasî berfê taybet
Bi qasî Xwedê taybet
Bi qasî êşê taybet...
***
Ji helbesta AZADÎ
Haho ji bo Xwedê
Ku ne azadî be, ne tu jehr e însaniyet!
Nivîskar têgeha azadiyê li ser her tiştî digire, azadî maka hebûnê ye, maka dîn û dînîtiyê ye, kesên dîn azad in, kesên dijcivak azad in, kesên dijît azad in, kesên dijzagon û dijpergal azad in, kesên ji rêzê, kesên zagonparêz û rêgezparêz ne gengaz e azad bin. Ji xwe kesên dîn nikarin li gor qaîdeyên civak û pergalê tevbigerin. Azadî rûmetî ye, azadî xwe ji bindestiyê rizgarkirin e. Azadî sînorê xwezanînê ye, xwebûn e, xwenasîn e, empatiya yê din e, qebûlkirina yê din e, kesên ne azad bin, nikarin hebûna yên din jî qebûl bikin. Çimkî azadî hebûn e.
EM NEVIYÊN MEDAN IN
Her wiha di beşa Gutî û Amîtîs de nivîskar şanohelbestiyeke mîtolojîk berbiçav kiriye. Di şanohelbestîka me de: Amîtîs(bûk), nefertîtî( Xwesî) û Gûtî(law) e. Nivîskar dîroka kurdan berbiçavî me dike, hay ji me çêdike em xwedî dîrokeke bi bingeh in, em nêviyên Medan in, em xwediyê împaratoriyeke mezin in, em mileltekî mezin û bi qedr in. Divê haya me ji dîroka me ya mîtolojîk hebe, em di rehên dîrokê de zîl in, em tim zîl didin, her ku serî tên qutkirin em dîsa zîl vedidin. Em naqedin ji dîrokê ve ev rastiyeke berbiçav in. Welhasil di berhema nivîskar de mijarên cihêreng pir in, lê belê piraniya helbestên me mijarên xwe ji rastiya bindestiya kurd û kurdan û zordariya desthilatdar wergirtiye. Di metna me de mêtingehî mijara herî serdest e, nivîskar mêtingehiya li ser miletên kurdan ji mîtolojiyê bigirin heta dîroka niha weke rontgenekî berbiçavî me kiriye.


***
1) Foucault, Deliliğin Tarihi, imge, 708
2) Fanon, Yeryuzunun Lanetlileri, versus, 27