logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin
  2. Siirt Sporê Dêrsim Spor têk bir
  3. Îsal li Başûr çend xwendekar dest bi dibistanê dikin?
  4. Hakkarî Zapspor bêyî bilîze Cizre Belediyespor têk bir!
  5. Kûpaya Tirkiyeyê: Va ne maçên bajarên kurdan

Dilşêr Bêwar

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Dilşêr Bêwar

Dilşêr Bêwar

'Kurdcîtiyê neke'

  • Dîrok: 20/05/2023
Bêhna biharê bi derengî be jî bi ser me ketiye. Dora biraştina goşt vê hefteyê li ser Kevçiyê Neşûştî ye. Kevçiyê Neşûştî li çengeyê înşaatê ye ku tav li ser e, çar tuxle du du danî rex hev û darên ku berê şikandiye bi dûzen di nava wan de danî. Hinek tîner reşan ser daran, hesteyê xwe bi tevger kir. Bi bilindbûna alava agir re ji karê kirî qayil du sê gav ji agir dûr ket. Şewqeyê xwe danî ser mermerê pacê, rahişt têlefona xwe ya ku danîbû ser mermer, bi rêya kameraya têlefonê şikil da tûncika xwe, cixareya di nava lêvan de boçika xwe telsîmî didana kir, pîştî têr kêfa xwe ji xwe hilanî têlefon danî ciyê cî. Rahîşt poşeta komirê li ser dara danî. 
Dema hilbûna dû xilas bû mermerê ku berê şûştibû li ser tuxleyan bi cî kir. Rahişt bacanên sor û pîvazên çend deqe berê min şûştibûn di ser rojnameya ku li ser maseyê hatibû raxistin gir gir hûr kir. Şeş piyaleyên mezîn li gor kursiyan rêz kir. Çû ji sarincê şûşeya şelxemê, dew û kolayê anî da ser maseyê. Goştê ji hêt û baskên mirîşkên zîretê pêk hatî li ser mermer sorkirî raxist. Çîzîn û qijeqij ji goşt û mermer bilind bû. Herçar hevalên mayî bi bilindbûn bêhna goşt re piştî xwe ji gemariya satenê şûştin bi galegal berî dan maseyê. 
Tavê hilm û gulm bi ser axê xistiye. Navroj hatiye xwarin, cixare hatine pêxistin, şûşeyên çay dagirtîne, Tîktokçî li ekranê têlefonê vegeriyane. 
Reso:
-Miheme te oya xwe da kî?
- Wele min da Reîs
- Ê te gûkî rind xwar.
- Kereker qise neke law. Reîs neba niha Tirka nîhabû me.
- Bi wî serê te ê kundir bikim qasî Reîsê te zirar daye me kesî ta niha kesî nedaye me.
- Xwe ji xwedê neke law çi zirara Reîs gîhîştîye me? Heta do kurmancî yasax bû. Em ji tirsan neweribûn biçûna cîkî. 
- Derewan neke Ozal yasax rakir. 
- Derew karê te ne oxlim. Mîna a niha tê bîra min di "doqsan durtê" da diya min nexweşbû me ji ber ku bi tirkî nizanîbû diya min nedibir ser doxtor. Ma a niha were ye? Wexta kesek bi tirkî nizanibe hema gazî tercûman dikin. 
- Tişkî wer tune, derewan neke.
- Law were em bi hev re herin xestixaneya ... bi çavê serê  xwe bibîne. Reîs meytewên kurmancî vekirin. Ne tenê îlkoxul heta Unîversîtejî vekir. Lê kes neçû loma  Unîversîteya Artuxluyê qapamîş bû.
- Sergolik tu yanliş dizanî. Tişta tu dibêjî sêçmelî ders e, Artuxlî jî li waye li cîhê xwe. Ne ku kes nare oretmen tune ne oretmen. Mezelên me... cinazeyên me...
- Kurçîtîyê neke oxlim. 
- Kurtçîtî çi ye .
- Irqçitî ye. 
-.... 
-...  Baranê Tîktokçî li Mihemed vegeriy bi tinaz: Wey min hêlik xwaro. Ka xêrka miriyê xwe ji me re jî bibêje tu van tiştên xweş ji ku elîmî? Berî Miheme bikelîme Ridvan go: A Haber.
Tîqînî bi masê ket.
Kevçiyê Neşûştiyê ku ji hersa dev li lêvên xwe kiribû, bi diêjkirina cixareya ku min ji bo wî vêxistî re, hinek bi ser xwe hat, lê hê jî perikên çavên wî mîna ava ku bayê rûyê wê di alisî, diricifîn. Berê xwe da Reso go: 
- Ne min sedcarî ji te re go bi van dewaran re tartirmîş  nebe. Ma tu nizanî deftera bênamûsan nayê xwendîn.

Hin Nivîsen Nivîskar

MIRÎ NAYÊN JIMARTIN

  • 23 Pûşper 2021

Li dor pakêtek straforê, li ser tûxleyan rûniştîbûn. Bêhna biharê dihat. Reşo li der û dora xwe mêze dikir. Niçe niça wî bû. Ji...

XEWN

  • 20 Kewçêr 2021

Bi zerqa tavê re ji xew rabû. Rahişt misîna avê bi gotina bismillah re derê der vekir. Qederek çavê xwe li ser gund gerand. Li kuncikek rûnişt, derpê xwe heta ser...

Çîroka Selîm

  • 07 Berfanbar 2023

Selîmê ku ev serê sî û du salan e di zindanê de ye bi tîqetîq, çepik, tîlîlî û hêsirên bêdeng yên hin kesên ku...

Hemû Nivîsen Dilşêr Bêwar

Dilşêr Bêwar kî ye?

Dilşêr Bêwar, di sala 1977'an de li gundê Qelêçî ya girêdayî navçeya Tatosê hatiye dinê. Dilşêr navê wî yê resen e. Wî dibistana seratayî li gund, a navîn li Tatosê û lîse sala yekem li Erziromê, du salên mayîn li Tatosê xwendiye. Ji sala 1997'an heta 2008'an li Îzmîrê jiyaye û pişt re berê xwe daye Stenbolê. Ji wê demê ve li Stenbolê dijî, dixebite, dixwîne û dinivîse. Ew karker û hostayekî înşaatê ye. Heta niha di hin kovar û malperan da helbest, çîrok û rexne/krîtîkên wî hatine weşandin. 
Bi navê "Notên Xwendinê" e-pirtûka wî derketiye.

Youtube Me

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Cem Şivan Ergul li Saraybosnayê bi ser ket

ad

Li ser êrîşên Îsrailê yên li ser Îranê agahiyên nû

ad

WHO: Ya herî xirab hê nehatiye

ad

Bernameya Festîvala Sûc û Cezayê amade ye

ad

'Ji min re keçikê bixwaze!'

ad

SZKê li Kobanê lez da xebatên xwe

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin

  • 15 09 2026
news

Siirt Sporê Dêrsim Spor têk bir

  • 16 09 2026
news

Îsal li Başûr çend xwendekar dest bi dibistanê dikin?

  • 16 09 2026
news

Hakkarî Zapspor bêyî bilîze Cizre Belediyespor têk bir!

  • 16 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname