Di serdana min a rojavayê Kurdistanê de, ku di rojên dawiyê yên sala derbasbûyî (2025) de bû, yek pirsê ez mijûl dikirim. Di hevdîtinên rû bi rû de yên bi birêveberên Rojava re û bi taybetî bi fermandarên hêzên çekdar re, min dixwest ez bersiva vê pirsê nasbikim:
- Wê rewşa kurdan çawa bibe, gava Amerîkayê û hêzên hevalbend bi paş ve bên kişandin û bi temamî ji Sûriyê derkevin?.
General Mezlûm Abdî çi bersiv da?
Di roja 19.12.2025’an de, li Hesekê bûm mêvanê general Mezlûm Abdî û min xwest ew ji min re rastiya rewşê û li paş kulîsan çi diqewime, bibêje. Ji ber vê di navbera henek û cidiyetê de min bi pêşgotineke wiha dest bi pirskirinê kir:
- Hewce nake tu tiştên li ser ekranan û li pêşiya çapemeniyê dibêjin, ji min re li vir dubare bikî. Daxwaza min ev e, tu bersiva vê pirsa min pir zelel bidî:
- Çi garantî heye ku wê kurd parastî bimînin û ev rewş xerab nebe?
Abdî wiha bersiv da:
- Ez garantî didim ku heta saleke din, wê rewş baş be. Lê piştî saleke din kesek nizane wê rewş çawa bibe.
Di hûrgiliyên axavtinê de Abdî vekirî got, ku Thomas Barrack jê xwestiye ew her tiştî (her tiştî) radestî hikumeta Şamê bikin û ew li ser wê yekê dixebitin ku vê helwesta amerîkî hinekî be jî biguherin û mafên kurdan di Sûriya siberojê de mîsoger bikin.
Balkêş bû, di ser vê axavtina me re ne salek, lê mehek derbas bû û her tişt serbinoyî hev bû.

Roja din ji Hesekê ber bi Kobanî ve diçûm, rê di bajarê Reqqayê re derbas dibû. Li wir min rê ya xwe bi birêveberiya leşkerî ya giştî xist. Li wir bûm mêvanê fermandarên HSD û YPJ, ligel fermandar Bahoz Erdal, fermandar Sozdar Dêrik, Nesrîn Abdullah û gelek fermandarên sereke yên di eniyên şer de rasterast pêşengî dikirin. 20.12.2025 rojeke pir taybet bû ji bo min. Firavîna me masî bû û di ber xwarinê re, wiha jî berî wê û piştî wê, axavtin her û her rewşa şer û siyasetê bû.
Fermandar Bahoz Erdal çi got?
Min xwest ez wê derfetê bikarbînim û pirseke wiha sade û rasterast arasteyî fermandar Bahoz Erdal bikim. Di nav axavtinê re min ev jê re got:
- Eger ez ya dilê xwe bêjim, ji bo min tenê statuya rojavayê Kurdistanê girîng e. Hûn çima bazareke wiha bi aliyê xwe wekî dewleta Sûriyê bi nav dike re nakin? Efrîn û Serêkaniyê di bin destên wan de ye û Reqqayê û Dêrazorê di destê we de ye. Reqqa û Dêrazorê bidin wan û bera ew Efrîn û Serêkaniyê li we vegerînin. Bi vî awayî herdu alî razî dibin û Rojava jî dibe xwedî statu.
Erdal wiha bersiv da:
- Yên li hember me dixwazin me di hundir Rojava de bi sînor bikin û dû re bi alîkariya der û dorên herêmî û navdewletî roj bi roj rê li me teng bikin û me ji holê rakin. Çiqas desthilatdariya me berfireh be, ew qasî rewşa me li ser masê baştir dibe. Li şûna bên bi me re bazara li ser Qamişlo û Hesekê bikin, emê bi wan re bazara li ser Dêrazorê û Reqqayê bikin.
Erdal wiha axavtina xwe berdewamkir:
- Dora du hezar şehîdên me yên ji pêkhateya ereb hene. Rewş heta radeyekê hatiye guhertin û emê hîn jî biguherin, ku bandora me li hemû Sûriyê bibe û di nav de jî rojavayê Kurdistanê bigihîje statuyeke layiqî kurdan û bedelên mezin yên heta niha dane.
Di axavtinên herdu fermandaran de, ji Erdal bêhtir Abdî behsa hin metirsiyan dikir. Ji bilî helwesta Amerîkayê ya “xerab” behsa tunebûna baweriya bi “Erebên di nav me de” dikir.
Di encamê de ji axavtinan de dihat fêmkirin, ku wan hesabê hemû senaryoyên xerab kirine û hayê wan ji metirsiyan heye, lê herduyan jî bawer nedikir ku wê mesele bi vê lez û bezê û bi vî awayê neyênî biqewime.
Ji bo nivîs dirêj nebe, ez ê behsa peymanên navdewletî û lihevkirinên bi dizî yên di nav dewletên li Sûriyê xwedî rol de nakim. Nexasim civîna Parîsê û lihevkirinên Israîl û Tirkiyê yên di derbarê Sûriyê de. Lê eşkere ye ku hemû guherandinên li ser erdê diqewimîn rasterast girêdayî lihevkirinên van dewletan bûn. Ez ê vegerim ser naveroka nivîsa xwe û behsa pilanên kurdan yên rewşa dawiyê bikim.
Ji ber du sedeman êrîşên qirkirinê yên ku ji hêla hikumeta Şamê ve û bi piştgiriya Tirkiyê hatibûn plankirin, rawestiyan. Yek jê biryara berxwedanê ya ku li ser zimanê general Mezlûm Abdî hat dan û piştgiriya mezin ya bi mîlyonên kurdan li seranserê cîhanê û li Kurdistanê. Sedema duyem jî desttêwerdana dewletên xwedî rol yên mîna Amerîka û Fransayê bû û piştgiriya wan ji tevlêbûneke aştiyane ya Hêzên Sûriya demokratîk û saziyên Rêveberiya Xweser re ya nav dezgeh û saziyên dewleta Sûriyê. Vê yekê rê li ber lihevkirina 29.01.2026 vekir.
Ev rewş nîşanî me dide, ku girêdana rasterast di navbera pêvajoya integrasyona li rojavayê Kurdistanê de û projeya Ocalan ya lihevkirina bi dewleta Tirk re, ne di cih de ye. Tevî ku vê projeyê bandoreke ji hêlekê ve baş û ji hêlekê ve xerab li rewşa rojavayê Kurdistanê kiriye.
Planên aliyê kurd yên ji bo hêzên çekdar:
Plan A:
Di rewşeke wiha de, parastina hêzên kurd yên mayî û mana wan bi awayekî komî û wekî “3 - 4 Lîwa” li herêmên kurdan, ji bo hêzeke çekdarî ku li meydanê hatiye şikenandin, qezenceke mezin e. Her wisa berdewamiya karê bi hezarên asayîşan û girêdana wan bi Wezareta Karên Hundir ya Sûriyê re.
Plan B:
Bi mana hêzên çekdar yên kurd li herêmên kurdan û bi bidestxistina efserê kurd Sîpan Hemo ji pileya alîkarê wezîrê bervedêriyê re, rê li ber fermîkirina vê hêzê vedibe ku ew ê wekî beşeke fermî ji artêşa vê dewletê li ser kar be. Her wiha asayiş wekî beşeke hêzên ewlekariya hundir li ser kar bin.
Planên aliyê kurd yên ji bo birêveberiya xelkên xwe:
Pileya herî bilind li parêzgeha Hesekê ku bajarên sereke yên mîna Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Dêrikê, Tirpespiyê, Girkêlegê..girêdayî wî ne, parêzger e. Dema parêzger kurd be (Nûreddîn Ehmed) û birêveberiya bajarê Qamişlo kurd be (Cîhan Hesam) wê ev yek rê li ber kurdan veke ku ew xwe bi xwe gund, bajar û herêmên xwe birêvebibin. Wisa jî Rêveberiya Xweser ya ku bi awayekî fermî li tu deveran nedihat naskirin, wê têkeve çarçoveyeke zagonî û bi awayekî fermî bibe rêveberiyeke girêdayî dewletê.
Vegera kurdên derbider
Ji bo herdu bajarên kurdan ku ji hêla dewleta Tirk ve hatibûn dagirkirin û çekdarên xwe yên cîhadî li wan kiribûn desthilatdar, wê rê li ber bi dawîhatina dagirkirinê bê girtin û wê kurd vagerin ser mal û milkên xwe û rê li ber valakirina hin bajarên kurdan ji xelkên kurd bê girtin. Piraniya xelkên Efrînê vegeriyan û niha amadekarî ji bo vegera xelkên Serêkaniyê têne kirin.
Planên aliyên kurd yên di derbarê mafên çandî û zimanî de:
Bi navê Mersûm 13 bi “biryarnameya serokkomar” roja Newrozê wekî rojeke tehtîlê ya fermî li hemû Sûriyê hat cih bi cihkirin. Her wisa zimanê kurdî wekî zimanekî niştimanî hat binavkirin, da ew wekî waneyeke bijarte li herêmên kurdan bê fêrkirin.
Aliyê kurd vê biryarnameyê wekî destpêk gaveke baş dibîne, lê ew ê doza wê yekê bike ku zimanê kurdî bibe zimanekî fermî li Sûriyê û li herêmên kurdan bi kurdî bê perwerdekirin. Danûstendin li ser vê mijarê berdewam dike. Nîşaneyên dilxweşiyê yên di vê çarçoveyê de hatin dîtin, naskirina hemû bawernameyên şagirt û xwendekarên dibistan û zanîngehên birêvebiriya xweser in, ku bi awayekî fermî ji hêla Wezareta Perwerdeyê ya Sûrî ve hatin naskirin.
Li hember planên hikumeta Şamê yên min di nivîsa xwe ya yekem de behsa wan kiribû, planên kurdan jî yên li ser asta herêmên kurdan ev in. Koçberên kurd vegerin malên xwe û desthilatdariyeke herêmî ku kurd xwe bi xwe birêvebibin bê avakirin. Asayîşa kurdan û hêzên wan yên leşkerî li herêmên wan li ser kar bin. Her wiha zimanê kurdî li herêmên kurdan bibe zimanê fermî.
Ji hêla siyasî ve jî planên kurdan ew in, ku hem di parlemanê de û hem di asta herî bilind ya dewletê de bibin xwedî postên bilind.
Ev mafê me gotin hemû li benda xala ku hemû kurd li bendê ne, ew jî ev e;
Hebûna kurdan û mafên wan yên rewa yên me behsa wan kir, bi awayekî zelal di destûra Sûriyê de bêne cih bi cihkirin. Bêyî bi cihkirina van mafan di Zagona Bingehîn de, bi biryareke siyasî ji serokkomar yan ji wezîrekî ev maf hemû dikarin ji dest kurdan bên derxistin.
BEŞA YEKÊ YA VÊ NIVÎSÊ ev e:
- Gelo Rojava têkdiçe?


