logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 'Hevdîtinên Ciwanan ên Spor û Çandê' dest pê dike
  2. Ji Hunergeha Welat klîbeke nû "Keynê - Dilê Bê Dil"
  3. Şahiya fûtbolê dest pê dike, va ye bernameya îro
  4. Di vê tûrnûvayê de çend hakêmên jin hene?
  5. Merasimên destpêkirina Kûpaya Cîhanê ji wê têne pirsîn

Omer Dilsoz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Dîrok: 05/05/2026

Vê meha gulanê, me rojek piştî “Roja Karkeran a Cîhanê”, Amedspor şande Lîga Super a Tirkan. Di maçeke zikteqîn a ligel Îdirsporê de Amedsporê mafê serkeftina çûyîna Super Lîga Tirkiyeyê bi dest xist.

Serkeftina Amedspora ku gelek kes wê wekî “Barcelonaya kurdan” berê xwe didinê, pêleke kêfxweşiyê anî nav kurdên Bakur. Û kurdên parçeyên din jî.

Ev çendek e, texma kurdan di warê siyasî û civakî de moralşikestî ye û Amedspor bi vê serkeftina xwe hinekî di hewara wan hat û mirov dikare bibêje “dilê dostan xweş kir, dilê neyaran reş kir.”

Civata kurd, civateke tepisandî û derenghiştiyê her tiştî ye, futbol ji bo vê civatê “kêfxweşiyeke gelek taze” ye û bi çend awiran nêrîn li ser hene.

Berî eşkerekirina van nêrînan divê bibêjim ku van bîr û boçûnên xwe ez dispêrim çavdêriyên xwe.

Kurdên sekûler û çepgir, bi dilsarî nêzî futbolê dibin û ew wê, wekî “amûreke hêzên hegemonîk bo jinavbirina çîn û tebeqeyên bindest dibînin” lewra jî bi dilgermî berê xwe nadin vê germbûna ber bi Amedsporê ve heta bi dengekî nizim di nav xwe de dibêjin, “Zêde mezin nekin, heke hey we dil heye bikin jî vê ji bo xizmeta dozê bi kar bînin.” Ev aliyek.

Aliyek din heye, mesafeyê dixe navbera xwe û siyasetê û bi serdevî muxalîf e û di rastiyê de “konforhez e” û naxwaze serê wî bi gengeşeyên civakî biêşe, ew jî hemû kela dilê xwe dide vê hêlê û dixwaze “futbol” zêde polîtîze nebe –Ev ê çawa mimkûn be tu fikra wan di vî warî de jî tune ye. Çimkî heçî futbol e, ji ta heta bi derziyê ji xwe kiyaneke siyasî ye û her mûyê wê polîtîka jê diweşe. Ev jî li aliyekî din.

Her wiha aliyek terefdarên futbolê yên xwîngerm û fanatîk heye, li hemû bajaran ji van teşnan hene, ev bira ha zêde apolîtîk e û tenê ji bo “stresşikênanê” xwe dide ber bayê futbolê, ev piranî çêrbaz, devşorbe û teşqelecî ne û terefdarên fanatîk in. Ev jî li aliyekî.

Li aliyekî din, di pîrozbahiyên serkeftinê de ku xuya bûn, girseya siyasî ya “partiyê” ne. Ji bo van Amedspor, temsîla rengê nû yê futbolê ne û amrazeke belkî karibin pê “derdê xwe yê polîtîk” berz û bilindtir bigihînin girseyên derakî. Ev jî aliyek.

Aliyek din heye ku di esasê xwe de dildarên doz û cemaetên mutedeyîn in û zêde destê xwe naxin nav ava sarogerm ew jî vê pêlê li ber bayê Amedsporê ketine û heta piranî forma û kirasên vê taximê li xwe dikin. Ev jî rengekî din ê alîgiriyê ne. Futbola bi destnimêj diparêzin.

Pir zelal e, Amedsporê karî kurdên qizil û kurdên bi destmêj di trîbûnên xwe de li hev bicivîne. Ji “dîren ha Diyarbekîr dîren” bigire heta bi “Lê Amedê Amedê” dengekî nû anîye vê qadê.

Gelo, ez meraq dikim, kîjan taxima futbolê ew qasî reng û dengên ji hev cuda, li dora xwe dicivîne? Ez dibêm qey tune.

Li texma me, ji bo tu alîgirê Amedsporê bî, hewce nake tu ji futbolê fam bikî, heta di maça dawîn de ku li meydanan me temaşe kir, hin kes hatibûn, gava Amedsporê gol xwar jî dikirin qîrîn çimkî hêj baş rengên taxima xwe jî nedizanîn, jixwe derdekî wan ê wisa jî tune bû.

Mesqed, îro “taxima me” ye û divê em xwe bidin pişta wê… Derdê wan tenê ev bû. Ev ne tenê çend kes in ha, piraniya kesên daketin kolanan û rê û dirbên bajêr xitimandin, kesên wiha bûn. De bila wisa be, qet nebe sebebek çêbû ji wan re ku hinekî rik û girja dilê xwe bidin der. Futbol jî, li nik me wisa xweş e.

Îja qey dê derdê “offside” û “nizanim penaltiyan” bikêşin? Hîç!...

Futbol, di nav civata me de bi edetî bi lewnên xwemalî hebûye. Goganê, holanê, û tepeşanê sê leyiz in ku bi gog û topên ji meşk û çerman çêkirî dihate lîstin û di nav civaka me de cihekî xwe yê xweser hebûye.

Îja hez kin, em binerin ev futbol ji ku hatiye û li serê dinyayê bûye “bela” –belayekî hem tal hem jî şîrîn.          

 

Kurteya dîroka futbolê:

Her çend futbola modern li Îngilistanê derketibe holê jî, lîstikên mîna futbolê di gelek çandan de hebûne.

Cîhan (Çîn): Li gorî FÎFA'yê, forma herî kevin a futbolê ya bi navê "Cuju" li Çînê (di sedsala 2 û 3 berî zayînê) dihat lîstin. Leşkeran ji bo perwerde û rahênana fîzîkî topek ji çerm çêkirî bi lingan diavêtin nav tora ji bambûyê. Qeleya wan ji bambûyê bûye.

Yewnanistan û Romaya Kevn: Yewnanan lîstikeke bi navê Episkyros û Romanan jî Harpastum dilîstin, lê di van lîstikan de bikaranîna destan jî serbest bû. Mirov dikare jê re bibêje “tepapê; tepadestûpê”

Serdema Navîn û "Futbola Komî" (Mob Football)

Di sedsalên navîn de li Îngilistan û Ewropayê, lîstikeke bi navê "futbola girê" an "futbola gundan" dihat lîstin.

Ev lîstik pir tund û bêpergal bû; gundekî li dijî gundekî din dilîst û armanc ew bû ku topê bigihînin herêma diyarkirî.

Ji ber ku di nav kolanan de dihat lîstin û dibû sedema birîndarî û zirarê, gelek caran ji aliyê padîşahan ve dihat qedexekirin. Em dikarin ji vê re bibêjin “tapepêka garankî”

Jidayîkbûna Futbola Modern (Sedsala 19'an)

Futbola ku em îro nas dikin, di sedsala 19'an de li dibistanên taybet ên Îngilistanê (wekî Eton û Rugby) şikil girt.

1863: Di vê salê de li Londonê Yekîtiya Futbolê (The Football Association - FA) hate avakirin. Vê saziyê cara yekem "rêzikên fermî" diyar kirin û futbol ji ragbiyê (rugby) veqetandin.

1872: Yekemîn maça navneteweyî ya fermî di navbera Skotland û Îngilistanê de hat lîstin.

Belavbûna li Cîhanê û FÎFA

Bi rêya deryavan, bazirgan û karkerên Brîtanî, futbol di demeke kurt de li seranserê cîhanê belav kirin.

1904: Ji bo birêvebirina futbolê li ser asta navneteweyî, li Parîsê FIFA (Federasyona Navneteweyî ya Komeleyên Futbolê) hat avakirin.

1930: Yekemîn tûrnûvaya Kûpaya Cîhanê li Ûrûgûayê hat lidarxistin û tîma Ûrûgûayê bû şampiyon.

Futbola Îro

Îro futbol ne tenê sporek e, lê di heman demê de sektoreke mezin a aborî, çandî û civakî ye.

Teknolojî: Di salên dawî de pergalên wekî "VAR" (Video Assistant Referee) ketin nav lîstikê da ku xeletiyên hakeman kêm bikin…

Di dawiya gotina xwe de, min divê careke din ji dil serkeftina Amedsporê pîroz bikim. Ji bo karibe di Lîga Super de berdewam bike, divê zend û bendên xwe baş bişidîne.

Bi hêviya rojên xweş û şahî ji bo kurdan.

Diyar e, heta niha tenê di şîn û hewariyan de me çav bi hevdu diket, êdî sebebên kêfxweşiyên biçûk jî ji me re çêdibin.

Erê maçek e, lê dîsa jî “maç” xweş e ha J

Her serkeftî bin, ji hev hez bikin û hev “maç” bikin –bi hev re herin pêş maçê lo J

 

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Ji Fûara Amedê çend nîşe

  • 02 Berfanbar 2024

Roja duyan min karî xwe bigihînim fûarê. Bi destekî sivik, min peyasek kir û çavek li derodorê gerand. Vê heyna ku zemherîr û seqema “kanûna biçûk” li derî dida, germahiya pirtûkan, cihana rengorengo ya dezgeh...

Mirov, ji kîsê ‘hêviyên’ xwe diçe

  • 04 Sermawez 2016

Kaos, şûrê demokles… tirs, hûteke heftserî… hêvî, di bin zarê êjderhayê heftserî de… bazara mirovan; bazara xwîna erzan… waweyl, bi...

Lawija me “yêd di tûrê mar de”

  • 17 Kewçêr 2019

Halê me, ‘ne tê kuştin ne tê hiştin’, li wê dera hanê.. di navbera nal û bizmarê de.Em ê dîsa bertek û paliyên xwe bişidînin, dê bibe...

Hemû Nivîsen Omer Dilsoz

Omer Dilsoz kî ye?

Nivîskar Omer Dilsoz di sala 1978'an de li Colemêrgê gundê Gûzereşê hatiye dinê. Li Gûzereşê fêrî xwendin û nivîsînê bûye û dinyaya sêhrewî ya nivîsê deriyê xwe lê vekiriye. Dilsoz di salên xwendinê de li Colemêrgê dest bi nivîsîna kurdî kirîye û gelek nivîs û ceribînên wî di rojname û kovarên kurdî de hatine weşandin. Ew li Amedê kar û barên xwe yên nivîsînê didomîne û di heman demê de di Diyarnameyê de qunciknivîskari dike.
Pirtûkên wî:
- Hêviyên Birîndar / Weşanên Aram / Roman / 2003
- Bêhna Axê / Weşanên Berçem / Roman / 2005
- Bila Gotineke Min û Te Hebe / Weşanên Berçem / Helbest / 2007
- Neynika Dilî / Weşanên Aram / Roman / 2009
- Berbiska Zer / Weşanên Avesta / Roman / 2011
- Hevrazên Çiyan / Weşanên J&J / Roman / 2013
- Ez û Min / Weşanên J&J / Roman / 2015
- Kundê Dadger / WeşanênHîva / Fabl / 2016
- Gêjevang / Weşanên Lîs / Roman / 2018
- 4kotra 4çela / Weşanên Lîs / Roman / 2021
- Kanûnkuj / Peywend / Bîranîn / 2023
- Işik / Peywend / Novel/ 2023
- Morîbeşkê Êntel / Peywend / Şano/ 2023
- Şair Dibê / Peywend / Helbest/ 2023
- Siwar û Peyar / Peywend / Wan / Roman/ 2023
- Li Dû Bihuşta Berze / Peywend / Roman/ 2023
- Serpêhatiyên Mîro û Simore /Peywend / Roman/ 2023
- Dinyaya Me ya Germ/Dinyaya Wan ya Sar / Peywend/ Roman/ 2023

Youtube Me
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Êşa bi strî ziman û yekitî

ad

Meseleya Giravên Kurîl

ad

Weşanger û nivîskar Mevlût Aykoç hat girtin

ad

Senarîsta navdar Okyay Wefat kir

ad

Bavê Xelîl Xemgîn wefat kir

ad

Demîrtaş navê bajarên ku dê bi dest bixin da

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

'Hevdîtinên Ciwanan ên Spor û Çandê' dest pê dike

  • 11 06 2026
news

Ji Hunergeha Welat klîbeke nû "Keynê - Dilê Bê Dil"

  • 12 06 2026
news

Şahiya fûtbolê dest pê dike, va ye bernameya îro

  • 11 06 2026
news

Di vê tûrnûvayê de çend hakêmên jin hene?

  • 11 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname