logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 'Hevdîtinên Ciwanan ên Spor û Çandê' dest pê dike
  2. Ji Hunergeha Welat klîbeke nû "Keynê - Dilê Bê Dil"
  3. Şahiya fûtbolê dest pê dike, va ye bernameya îro
  4. Di vê tûrnûvayê de çend hakêmên jin hene?
  5. Merasimên destpêkirina Kûpaya Cîhanê ji wê têne pirsîn

H. Kovan Baqî

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
H. Kovan Baqî

H. Kovan Baqî

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • Dîrok: 13/05/2026


Devê ji xwendinê vir de dibê
mezin e lingê ûjdên, hilnayê di bedena biçûk a însên de
    
Xwendina ji nivîsê wê de dibê 
bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

Di kitêbxaneya devê min de 
xwendin sabotaj e li dij spekulasyonên fêrbûyî

Min tu car bawer nekir ji van çîrokên çîrokbêjan. Dîsa jî çîrokbêjan nava min ji xwe re kirine mal, lê mala min hîn welatek nedîtiye bo ji xwe re bike war. Min salên xwe giş kirin rêwî li pey wê fıkra ûjdên pênase dike. Li sikakên kitêbên nivîsî tevan geriyam, min ne peykerê ûjdên dît di dengê vegotinê de, min ne vegotina peykerekî bihîst di sikakeke paragrafekê de. 

zemên li her sikakê tenê ez dîtim
rêwîyê rêyeke pîr bûm di çavên zemên de 
 

lingên min li her zîvirokê tenê gavên zemên dîtin  
di gavên min de pîrbûneke rêwî bû zeman

ew bê gopal bû
ez gopalê xwe bûm

     
Min dengê însanan berhev dikir ji derzên kevirên peyarêyan û min emrê xwe dirijand dewsê, bo kevir nebin malbateke belavbûyî – wekî malbata însanan. 
     
Malbata keviran jî belav bibe, êdî kî wê ji min re bêje çîroka çêbûna însanan?

zeman hemşîre bû roja tu çêbû 
dêya te teva sancûyên xwe dirijiya kefa destê zemên 
berfa sor dibariya, tu diheliya
û zeman dibû parşomenekî vala

Qet pêrgî ûjdên nedibûm li wan sikakan. Hişê min qul bûbû, hêviya min dirijiya û sikak li pey min tijî rijandin dibûn. Gava tipînî ji dilopa dawî hat, êdî hêviya min nema, wekî gotineke qulbûyî ya tîp gişk jê ketî. 
     
Li pişt min
sikakên kitêbên nivîsî diherikin devê nebûnê

Li pêş min
sikakên kitêbên nenivîsî ava dibin li ser zimanê hebûnê
 
Li gor hêmabêjiya şairên newelidî 
kîjan demsalê herfên zer biweşin ji dara şiîrê 
ew demsal heft caran bi zerikê dikeve

Li gor dengbêjiya zemanê vemirî jî
însan pelekî weşiyayî ye li çar payîzên salekê 

Hin Nivîsen Nivîskar

Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

  • 15 Tîrmeh 2024

Şemî- Sivikahî welatê min e. Cihê giraniyê lê tune. Çi dereweke giran!  Berî niha min ji vê gotina xwe yeqîn dikir. Niha ez ji giraniya derewê yeqîn dikim. Derew hebûneke giran e û giranî EZ bixwe me. Birêz...

Gotin nebin dil, roman nikare bijî

  • 26 Sermawez 2025

Ji bo guhdarîkirinê:   Serê min zîz dibe li ser sînga te, wekî teşîya çanda pîrika me. Ba kenê xwe bi ser çavê min werkir, ez bêhtir gêj bûm. Destê Ba bi teyşa xewê hilkişiya ser bejna dîwêr,...

Jiyana Veşarî ya Romanivîs

  • 01 Sibat 2024

Şemî - “Roman, jiyana veşarî ya romannivîs e, hevalcêwiya wî ya tarî ye.” W. Faulkner  Cixareyêkê dipêçim, destê min ê saqar li...

Hemû Nivîsen H. Kovan Baqî

H. Kovan Baqî kî ye?

H. Kovan Baqî di sala 1972’yan de li Herêmya ya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê hatiye dinê. Dibistana seretayî li Herêmya/Dêrikê xwend û dev ji xwendina dibistanê berda. Baqî ji sala 2004'an ve li Îzmîrê dijî, ligel karê nivîskariyê, karê edîtorî û redaksiyonê jî dike. 
Pirtûkên wî yên ku heta niha derketine:
- Çîroka Çîrokan / Çîrok / 2004 / Weşanên Bajar
- Bêexlaq / Çîrok / 2012/ Weşanên Na
- Heteroglossîa / Roman / 2014 / Weşanên Ronahî
- Aporîa / Roman / 2015 / Weşanên Na
- Dîfferance / Roman / 2016 / Weşanên Na
- Sî'bera Zeyno / Roman / 2017/ Weşanên J&J
- Kî / Roman / 2019/ Weşanên J&J
- Orok / Roman / 2020/ Weşanên Lîs
- Olmeyi Beceremeyen Hiç / Roman / 2018 / Weşanên J&J
- Torosa Spî / Çîrok/ 2024 / Weşanên J&J

Youtube Me
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Di Belgeyên Osmanî de Dêrsim û Derdora Wê' derket

ad

Hilbijartinên parlemenê û Serokatiya Herêmê hatin taloqkirin

ad

Documentarist ji cihê lê mayî didome

ad

Ligel hişyariya pisporan jî festîvala muzîkê dê lidar bikeve

ad

Du lîstikên din bo kurdî hatin wergerandin û têne lîstin

ad

Serokwezîra Swêdê îstîfa dike

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

'Hevdîtinên Ciwanan ên Spor û Çandê' dest pê dike

  • 11 06 2026
news

Ji Hunergeha Welat klîbeke nû "Keynê - Dilê Bê Dil"

  • 12 06 2026
news

Şahiya fûtbolê dest pê dike, va ye bernameya îro

  • 11 06 2026
news

Di vê tûrnûvayê de çend hakêmên jin hene?

  • 11 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname