logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Amedsporê bi 5 golan tîma Başakşehîrê bi paş ve şand mal
  2. Li Girtîgeha Kobanî şewat çêbû: 9 kes mirin, 17 birîndar hene
  3. Parêzgarê Hesekê bi şêx û rûspiyên Qamişloyê re civiya
  4. Festîvala Fîlman a Silêmanî didome
  5. 'Practical Magic 2', 'The Umnknown' û yên din

Mesûd Qeya

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Mesûd Qeya

Mesûd Qeya

Berxweş

  • Dîrok: 30/01/2026

 

Mektûp I

Têra xwe tijî me birêz. Vê mektûbê ne li dûr-welatan, li tenişta te dinivîsim. Zanim dengê min nayê te. Dibe tu kevirek be, lewma. Kêvirekî leq pê nakeve. Ebed. Gomeyekî bel, li dera hanê. Li ser pişta neqebekê. Di devê wê neqebê de rûniştiyî tu. Nahêlî tu rê û pêyarêk li ber hişê min vebibin. Hewl didim bi vê reş-peyamê te gindir bikim heta devê newalê. Wekî tu jî dibînî hewla min ji xwe razî ye. 
Tu?
Tu jî ji xwe razî ye birêz.
Dibêjim qey ev ji xwe razîbûn carnan te dike kerekî bi du lingan.
Tu zanî ne?
Bi te bimîne tu bi hemû tiştan zanî, lê ne bawerim niha tu bi dengê dilê min zanibî. Bi hêz û qeweta çongên min, bîr û hişmendiya min, bin û serbanê min, mû û ricifeke canê min, qews û fetlonekek laşê min û axir qatilbûna her deh tiliyên min. 

Têra xwe tijî me birêz.
Niha deng ji te dernakeve, çimkî berî çend kêliyan min te xistibû eyarê kevirekî. Zanim bîstek din tê bilivî. Tu bi kevirbûna xwe nizanî. Ne tenê tu. Niha vê deqê li ser rûkê dinyê tu mexloqat bi vê agahiyê nizane. Ev e hêz û qeweta çongên min. Dikarim niha te bimirînim jî lê wiha nayê hesabê min. Kevir be jî gere tu bijî. Jiyîn ceza ye bo te. Mirin rehet e. Her kes dikare bimre lê kêm kes dijîn heta dawiya emrê xwe.
Niha tê bibêje "kevir jî dimirin."
Ezê jî bibêjim "tu carî  ne bi qandî dijîn." Ma mimkûn e?
Dar dibêje; erê.
Av dibêje; min bi çavê serê xwe dît.
Heyv dibêje; heta ew bimre ezê vemirim.
Bav dibêje; gere zaro bitemirin.
Hê nûka deng ji hemûkan dibile. Tenê ez dimînim li ser nexşeyên doşegê. Zîl didim, şax diavêjim, pelan vedikim, dirêj dibim, digihêjim cax û mircaxên tawan, xwe li qelşekê radikişînim, fişîna marekî tê guhê min, li xwe dizivirim, mar ez im. Dadikevim ser doşegê cardin. Xwe dikim kulor. Serê min li ser teriyê. Dixwazim bi te vedim lê ji kevir ne hişktir im. Heta destê sibehê di ber xwe de diminmin im.

Têra xwe tijî me birêz.
Zanim ezê tu carî vala nebim. Hêz û qaweta min ev zanebûna min e.
Ezê werim, serê sibehekê, ber êvarekê, navrojek an esr û mexrebkê. Wekî marekî, bi deh tiliyên qatil. Bi rengekî şayîk. Bi qevzek kezî. Rext û tivengekê.
Ezê bêm. Ne ji dûr-welatan, ji vê teniştê. Belbî ji ser wê bendava li jêr malê, belbî ji ber siya gomeyekî bel, ji binê axê û ji ser latê, bi xunaveke baranê, bi çend kuliyên berfê, ji ber koka deviyekê. Ne wekî guleke bê deng, ne wekî aveke bê reng. Wekî pêlek behra delodîn, ezê bêm.
 

Hin Nivîsen Nivîskar

Xêrhatin An… Nehatin

  • 22 Tîrmeh 2024

Silav. Dibêjin agirê cehenemê bi heft avan hatiye şûştin. Dibe hejmara heftan hişê we biribe dereke din lê yê min na.  Hişê min wekî her gavê li vir e. Ez xwe baş nas dikim. Bi awayeke din ji xwe ne dûr im....

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • 02 Sermawez 2025

Ji bo guhdarîkirinê:   eger nebûma ribikekê sivik dibû dinya  wê misqalek ken kêm nebûba ji rûyê te  ne jî çend dilopên hêsirên çavan. eger nebûma bêhnekê ronî dibû dinya  wê hindik...

Ji min nayê

  • 06 Tebax 2026

Ji bo guhdarîkirinê:   Ji min nayê behsa siyasetê bikim.  Ji min nayê behsa qenciyê bikim, ne jî xerabiyê. Ji min nayê pesnê hinan bidim, ne jî reş bikim hinan.  Ji min nayê behsa hunerê bikim. Ji...

Hemû Nivîsen Mesûd Qeya

Mesûd Qeya kî ye?

Youtube Me

Gelo Gift Orban wê îsal 20 golan biavêje?

news

Festîvala Fîlman a Silêmanî didome #diyarname #deng #audiobook #recitimlmrekullueshemlkuranit #live

news

Hecî Bûbê

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Ji Putin biryareke nû: Welatên ne dost bi ruble dê pere bidin

ad

Namzetê Dihokê Kamuran Berwarî rastî êrîşê hat

ad

"Çarşî" vê carê bal kişand ser lehiyê

ad

Di her 3 saniyeyan de kesek dimire

ad

Fotoyê rojê ev e: Ji bo Newrozê û meş û meşale

ad

Bêyî agahiya Herêma Kurdistanê li Qeretepeyê derxistina petrol û gazê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Amedsporê bi 5 golan tîma Başakşehîrê bi paş ve şand mal

  • 13 09 2026
news

Li Girtîgeha Kobanî şewat çêbû: 9 kes mirin, 17 birîndar hene

  • 12 09 2026
news

Parêzgarê Hesekê bi şêx û rûspiyên Qamişloyê re civiya

  • 12 09 2026
news

Festîvala Fîlman a Silêmanî didome

  • 13 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname