logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir

Bedran DERE

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Bedran DERE

Bedran DERE

Çîroka kevir û karsazan

  • Dîrok: 21/04/2017
Ev çîrok, min zemanekî pir berê, di cîwaniya xwe de bihîstibû, ez dixwazim li vê derê parve bikim.
Rêvebirên saziyên mezin yên cîhanê ji bo hefteyekî hatine hotêleke serê çiyê, tevlî semîneran dibin. Saetek carê li ser mijarên cuda ders tên dayîn, civînên şêwirmendiyê tên çêkirin. Îjar dora profesorekî extiyar e.
Salon tije karsaz in. Derî vedibe, extiyarekî dikeve hundir, hêdî hêdî diçe ber maseya xwe. Bê ku silav bide, di bin birûyên qalind de, karsazan yeko yeko  di bin çavan re derbas dike. Salon bêdeng e.
Profesorê extiyar bi vê gotinê bêdengiyê belav dike:
‘Emê niha bi hev re ceribandinekî bikin’.  
Ji bin masê kûpekî vala derdixe dide pêşberî karsazan. Piştre dîsa ji bin masê bi dehan kevirên ku her yek ji wan bi qasî sêvekî mezin, yek bi yek derdixe bi nazikî di kûp de bi cîh dike.
Dema ku kûp tam tije dibe, profesorê extiyar serê xwe radike di bin çavan de dîsa li karsazan  dinêre û vê pirsê dike:  
“Gelo ev kûp tije ye?”
Tev bi hev re dibêjin: “Belê”.
Çend saniye disekine û dîsa dipirse: “Hûn bawer in?”
Profesorê me dîsa xwe xwar dike, ji bin masê îjar torbeyek xîçik derdixe û ber dide ser wan kevirên mezin. Hinekî dihejîne, ew xîçik di nava keviran de winda dibin, diçin cîhê xwe.  
Profesorê extiyar dîsa serê xwe radike û heman pirsî dike: “Gelo ev kûp tije ye?”
Karsazên jîr mîna ku meseleyê fem kiribin, yek ji wan dibêje:  
“Bawerim tam ne tije ye!”.
Profesor dibêje. “Baş e!”  
Îjar ji bin maseyê torbeyeke qûm derdixe bi nazikî ber dide ser wan xîçik û keviran.
Bi îsrar careke din dipirse: “Gelo ev kûp tije ye?”
Îjar ji wan şagirtên zîrek kesekî din radibe, bi dengekî bi xwe bawer dibêje: “Na, nexêr!”
Profesorê extiyar dibêje: “Başe!” û îjar jî avê derdixe û ber dide ser wê qûma hûr û heta ber dev tije dike.
Berê xwe dide karsazan û vê pirsê dike: “Ev ceribandin kîjan rastiyê radixe pêş çavan?”
Karsazek ku bawer kiriye ji vê dersê gelek fêde dîtiye bersiv dide:
“Ev ceribandin nîşan dide ku dema em bawer dikin ku ajanda me tam tije ye jî, rastî cuda ye. Eger em bixwazin, dikarin zêdetir randevû (civan) li ser randevûyan tê de bi cih bikin. Ango em dikarin zêdetir kar bikin.”
Profesorê me dibêje: “Nexêr, mesele ne ew e. Rastiya ku ev ceribandin nîşanê me dide ew e ku eger em pêşî kevirên mezin nexin hundirê kûpê, em tu carî nikarin yên din tê de bi cih bikin.”
Bêdengiyeke kûr çêdibe li salonê, her kes digihîje wê qenaetê ku li gorî xwe jê dersek derxistiye.  
Profesorê extiyar dewam dike: 
“Di jiyana we de kevirên mezin çi ne ? Tenduristî? Malbat? Dost û heval? Îdeolojî? Baweriya olî? Fêrbûn? Parastina dozekî? Aramî? Tekoşîn? Û tiştekî din? Ya girîng ew e ku mirov KEVIRÊN MEZIN bixe rêza pêşî ya jiyana xwe. Naxwe xeterî heye ku mirov eweliyên xwe yanî rêza girîng ya jiyana xwe tevlihev bike û bi sernekeve. Eger tu pêşî xîçik, qûm yan jî  avê   bixî hundurê kûpê, ji tişta herî girîng ya jiyana te re cih namîne. Hûn bi xwe tim vê pirsê ji xwe bikin: ‘Di jiyana min de KEVIRÊN MEZIN çi ne ?’ Paşê van kevirên xwe yên mezin berî her tiştî di kûpa xwe de yanî di jiyana xwe de bi cih bikin.”
Profesorê extiyar bi awayeke dostane destê xwe rakir, silav li wan kir û hêdî hêdî ji salonê derket. 

Hin Nivîsen Nivîskar

Ew dayika min e jî

  • 07 Sermawez 2016

(Dûmahîka beşa 2'yan a nivîsa “YEZDAN WINDA YE” )Min gotinên wisa nas û watedar li derekî din nexwendibûn. Nav û nivîskarê pirtûkê ez di...

Pêvajoyeke nû ya aştiyê mimkûn e gelo?

  • 22 Rezber 2021

Gelo aqlê îro yê dewleta Tirkiyeyê amade ye bi kurdan re li hev bike? Gotina dawiyê hema pêşî bêjim, amade be, neamade be, mecbûr e!Dewleta Tirkiyeyê pêvajoya...

'Bi xatirê te ey kurê kurd’

  • 02 Sibat 2017

Dilarayê deng lê kir: Tu çima şa nabî bo çûyîna xwe? Bala wî kişandibû ku ev demek e Dilara ji her kesî zêdetir eleqe nîşan dida, bi dosyayên...

Hemû Nivîsen Bedran DERE

Bedran DERE kî ye?

Bedran Dere di bihara sala 1972'yan de li navçeya Mûşê Vartoyê ji dayik dibe. Di sala 1987'an de, di 15 saliya xwe de derdikeve Ewropayê, xwendina xwe li Swissre didomîne.
Di perwerdê de, bala wî diçe ser hunera bedew. Bi salan resim çêdike, li Swissre û welatên Ewropayê pêşengehên wêneyan vedike.  
Ji ciwaniya xwe ve mêla wî li ser kurdî bû lê bi taybetî, dersên pedagojî, wêje û giramera kurdî ku di sala 1993'yan  li Zanîngeha Zurîchê dest pê kirin, berî wî da nava deryaya akademîk ya kurdî.
Di sala 1994'an de, li Kantona Neuchâtel ya Swîssre cara yekem bi awayeke fermî, dibistana kurdî vedike û ew bi xwe lê mamostetî dike.
Di dawiya sala 1996'an de, li televîzyona kurdî MED TV dest bi karê rojnamegeriyê dike. 
Ew bi tevî hevkara xwe Hêvî Têkosîn, pêşkêşvanê yekem ê Bernameya "Rojbas Kurdistan" e.
Di karê rojnamegeriyê de ew herî zêde wekê pêşkêşvanê nûçeyan derket pêş.
Di xebata xwe de, giranî dide ser perwerdeya bikaranîna hunera deng.
Dublaj û xwendina bernameyên dokumanter wekî yek ji karên herî girîng û nazik dibîne.

Youtube Me
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

‘Elik û Fatik’ veciya

ad

Ji bo Goga Zêrin 30 berendam hene

ad

BDP: Bila Meclis dest bavêje bûyera Licê

ad

Piştî 19 salan notên li ser gereke li bajarên kurdan

ad

Ji Akademiyê Re Raporek

ad

Roşna ra 5 kitabê newey veciyay

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname