logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Derûna neteweyî û xwebûnî di navbera serdest û bindestan de
  2. Pêşbaziya Çîrokan li benda berheman e
  3. Va ne hemû agahiyên il ser 'Pêşnûmeya qanûna çarçoveyî' ku niha li Meclisê ye
  4. Fûara Pirtûkan dest pê kir
  5. Serokê Juriyê Dervîş Zaîm e

Nûdem Hezex

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Nûdem Hezex

Nûdem Hezex

d e s t a n a destan

  • Dîrok: 18/12/2023
piştre bi sê awiran li pênivîska xwe ya tijî çîrok mêzand 
a li navbera rûpelên nîşenivîska virtûvala ji xîzaniyê
tariyeke zilqemirî melisîbû li hewaya sikîsar li ser bajarokê şilûşîn
piştre min li xêzên li kefa destê wî yê rastê kûr û dûr mêzand

- Xêza temenê te dipdirêj e delalo, tuyê gelekî bijî.
- Min nedizanî tu falbaz î. Ma tu nabînî em li taxeke bajarokê şîn hatine dorpêçkirin. Çawa temenê min wê dirêj be ezbenî?

nola derwêşekî bêxew bi sê rengan bişirî
her du kevçikên destên xwe dane ber her du nermikên guhên xwe
û berê her du guhên xwe dana kesera li ser keserê miştqelişî

Ay delal ay delal…
Were delal, mi li diyara diyarê sermîn im
Tavek ketiye qerejdaxa şewitî, gulê b’avê mamdela rengîn e
Tîrêjek xwe berdayî welatê boz hewayê
Welatê cûlê’v berya b’avê bozîn e
Qasîda xelkê rêwî-werçîn e
Qasîda min û xelkê delal, çilê mibareka havîna
Prîskê berfê, peşkê baranê, helkîna av-bayê xerbîn e
Xwedêo miradê ne ji dil be bira ji axa goran ra bimîne…
Were delal lawiko, çiya sar e ji berfê ra
zozan xweş e ji kêfê ra
Qerejdax xweş e ji koçeriyê ra
Xwedêo miradê ne ji dil be bira ji axa goran ra bimîne…
Delal ay delal…
Ay delal ay…
Ay delal ay…

nola dengbêjekî li ber mirinê sewisî 
li sêdengiya sê rengan bi çilçavî hisand 
çar hêl hem li derdora xwe hem jî li derdorên hev zivîrîn  
heya hiş hişk ketin hest bûne hestî û li xwe heyirîn
piştre ranehişte pênivîska şîn bi destê xwe yê rastê
li ser destê xwe yê çepê navê xwe nenivîsî
li ber bendika destê xwe yê çepê
bi serê pênivîskê şiklê saeteke çargoşe xêz kir
hê karwanê masîfiroşan nebûrîbû ji sêbera şevê
piştre bi destê xwe yê çepê rahişte pênivîska tejî masî
derxist ji nav ava sor û şor a deryaya ferhengê
li ser rûçermê destê xwe yê rastê zîn nivîsî

hê jî ronayiyeke qemer dişelişî li ser bajarokê şîn
piştre pişta her du destên xwe anîne tenişta hev 
hem li saetê hem li zînê mêzand
hê karwanê stêrkifroşan nebûrîbû ji sêbera şevê
hê zîn şiyar nebûbû ji xewnê

piştre bişirî
careke din rahişte pênivîskê
berê tîrika kin a saetê da xwe tîrîka dirêj da zînê
careke din li saeta çargoşe mêzand
bûbû şeş û çaryek li ser çerxa mirinê

bi destê xwe yê saet li ser xêzkirî 
destê xwe yê zîn li ser nivîsî girt 
nola şevşokekî bêxew 
berê xwe da roniya şevê 

pêşî pejnek bihîst ji tara tariyê
piştre fîtêna dîwarekî hat ji nalîna spîndarekê 
piştre dengê bilûra Egîdê Cimo herikî ser kevirekî qer 
piştre germiyeke şînşîrîn xwe bi çargavkî berda nava bedenê

Were delal di semera çiyayê, di binya me ra
Pozê cûrê, pozê tûgêl û xêr û yarimcê giş xuyayî
Taximê sing û berê mi keçikê ji delalê dilê mi ra
Mîna bûrteqaleke ji bûrteqalê yafê ye
Hingivê sêrtê ye, xurmeka bexdayê, hêjîreka şingalê ye
Na wele taximê sing û berê mi keçikê ji delalê dilê mi ra
Nala mewijê hebabê, dimsa tizyanê, gûşyekî tiryê lawê qoce cibûr
Li Diyarbekira şewitî di sindûqa ra bi ser hev da şîrêz daye
Were delal hatî yî mala sêvê zer e
Alemê kirî bi weqiyan e
Mi ji delalê dilê xwu ra kirîbûn berber e…
Delal ay delal…

- Du sed û şeş!
- Çi ye ezbenî, du sed û şeş? Behsa çi dikî?
- Du sed û şeş hestî hene li bedena her mirovekî
- Her mirovekî? Xêr e ezbenî, ma dersa me biyolojî ye?
- Dereke te naêşe ezgorî?
- Na, ezbenî, na, na… dereke min naêşe, her deverên canê min diêşin.

Xwest pelikên çavên xwe bi jor de rake û wan dengên li derdora xwe bibîne lê ti tişt nedît ji bilî şînerojekê. Te digot qey bi hev ve zeliqîbûn mijgulên wî, dikir nedikir jev venedibûn. Piştre dev ji xwesteka xwe berda û bala xwe da şikl, şemal, xêz û motîfên li ser sorayiya li pişt her du pelikên çavên Zînê.

- Bîst û çar parsûyên mirovan hene.
- Belê ezbenî ez jî dizanim, dozden cot in û di nav wan de dil heye. 
- Û çar ode hene li dil, çar derî, çar qepaq…
- Nola welatê me yê şi’îreke şîn…

Careke din xwest pelikên çavên xwe bi jor de rake û wî dengê pê re diaxivî bibîne. Bi ceribandina cara sisêyan şikl, şemal, xêz û motîfên li pişt pelikên çavan bi derbekê winda bûn. Tiştek nedidît, ji bilî siya dengê xwe yê westiyayî. 

- Zûlkarneyn e.
- Çi ye zûlkarneyn ezbenî, kî ye zûlkarneyn?
- Ji kesê ji hela ronî bibûre hela tarî re zûlkarneyn tê gotin.
- Himm… La mînor, akoreke triad e ezbenî, nola akorên din ên mînor hestiyan jî dinermijîne. Bandora vê akorê mat e û bi hizn e, rihê mirov ditevizîne. 

Piştre bersivek hate bîrê.

- Gelo ji kesê ji hela tarî bibûre hela ronî re çi tê gotin?
- Min fam kir delalo, dema hest nebe tenê hestî dimînin li nav goşt. Em ji kesê ji hela tarî bibûre hela ronî re dibêjin heval. Belê, belê, em bi tenê dibêjin heval, tişteke din nabêjin.

Were delal, xwedêo, berya jêrî, nav riya da
E’j’ta rast, tu j’nigê xam ciwaniya delêl ra
Mi l’diyara diyarê xana xerîb im
Tavek hilkişyayî berya boz hewayê, xwu berde b’berya cûlê ve
Were delal mi l’diyara diyarê mêrgemînê
Pezê lawikê min naxwo pelê melwendê, koka talelişîrê
Ez ê bi qurbana tiliyê delalê dilê xwe bim
Qerimî l’ser darê bilûrê…
Delal ay delal…

- Hevalo te çima klam nîvco hişt, ez qûrbana te, xwezî me zêdetir narqoz bida te bandora wê zû neqediyaba, me li dawiya klamê jî guhdarî bikira.
- Narqoz?
- Hevalo, gelek hestiyên te şikestine, veçiqîne, divê tu demeke dirêj nelepitî, lê netirse hestiyên te hemû wê bicebirin dîsa lê hest, nizanim…
- Bajarokê şîn?
- Bajarokê şîn hê jî şîn e delalo, bi saya we hevalan, tarîfroşan nekarî rengê wê biguherînin.

Piştre bêdengiyeke sar bi sê dengan çokên xwe berdane ser sêrêyanka dîmenê.

- Em mecbûr man heval, me destekî te ji navmilê birî.
- Kîjan dest, kîjan dest?
- Ê çepê
- Oxx…

Piştre doxtor, saeteke çargoşe derxist ji berîka xwe, nêzî wî kir.

- Lê tiştek bi saeta te nehatiye hevalo.

Li saetê mêzand, saeteke çargoşê bû û tîrika dirêj û ya kin li ser hev bûn. Qet nehate bîra wî, meraq jî nekir, wê gavê saet çend bû…

Ay delal ay…
Were delal, xeberek ji mi ra hatî
Dibên delalê dilê te nexweş e
Li serê, mi go rebî ta delêl b’mirina wî be, rihê min têke berê
Were delal mala me vay, îşev çira me vêketî, agrê me daday
Birayê mi biçûk in, mektebayî, bavê min extyar e, li odê ye
Pîrek diya mi heyî, ji êvar da lihêf li serê xwe werdayî
Delal were taximê singê û berê mi keçikê ji te re mixela mayî
Delal ay delal… sirguno…*

- Ji me re dibêjin Kirâmen Kâtibîn; em du melek in, yek ji me li milê çepê, yek ji me li milê rastê... Rakib li milê rastê ye, ew xêran dinivîse. Ez Atîd… li milê çepê me, gunehan dinivîsim. Ev heft sal in, Rakîb bê rawestan xêrên wî  dinivîse. Ez betal mame, tiştek naqewime da karibim binivîsim, çi bikim eger ew gunehan neke? Çi binivîsim? Ji bêntengiyê, ji xwe re çîroka wî dinivîsim. 

*Deşîfrekirina klamê; Ceso

https://www.youtube.com/watch?v=tU3BvIK9emI


Hin Nivîsen Nivîskar

MaSîMûSa

  • 20 Sermawez 2023

Ava hemû çeman piştî rêwîtiyekê li deryayê digihijîne hev.masiyên çîrokan jî heneçîrokên masiyan jîçîrokeke...

Mirina Gur

  • 23 Sermawez 2024

Ji bo guhdarîkirinê:       21’ê sermaweza/mijdara 2024’an, saet li derdora 10’an, min reklama kitêbeke nû çapbûyî dît: Gurê Manco, Sadiq Ûskan, Roman, ji Weşanên Wardozê. Hew min dît ez ê...

Helbestên Fatma Savcî Û…

  • 31 Rêbendan 2024

Dosyayeke berfireh a min berî çend salan li ser helbestkariya jinên kurd nivîsî li ber min e, lêbelê dikim-nakim nikarim ji wê dosyayê nivîsekê patalojîk a...

Hemû Nivîsen Nûdem Hezex

Nûdem Hezex kî ye?

Nûdem Hezex di sala 1964'an de li Hezexê hatiye dinyayê, heya biçe Zanîngeha Gazîyê ya li Enqereyê li Hezexê mezin bûye. Piştî zanîngehê 28 salan li Mersînê mamosteyî kiriye. Niha teqewît bûye. 17 stranên wî yên gotin û muzîkên wan nivîsî li nav gelek albuman cih girtine. 
Pirtûkên wî yên ku heta niha derketine ev in:
- Belalûk, roman, 2014, Do
- Lîlîstan, helbest, 2016, Sinirsiz 
- Mahser, helbest, 2017, Sinirsiz 
- Bîr, roman, 2018, Dara 
- Xizêmok, helbesteçîrok, 2019, Sîtav 
- Spîroj, roman, 2020, Payiz 
- Çello, Sonata Mirinê, roman, 2024, Na
 
 

Youtube Me

Piştî 12 salan Li Girê Koxê dîsa dema festîvalê ye

news

NOFA / Eylul Nazlier

news

Pêşbaziya Çîrokan li benda berheman e#shortsvideo #shortsviral #shortsvideos

news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

news

Pirtûkên kurdî diçin Tetwanê#shortsvideo #shortsviral #shortsdiyarname# #podcast

news

diyarname podcast festival#shortsfeed #shortsvideos #diyarname#shortsviral

news

'Çand li ser mekan ava dibe' Ji festîvala çand û hunerê a Tetwanê #diyarname#shortsfeed#shortstory

news

diyarname podcast festival #diyarname#shortsfeed #shortstory #shortsfestival #shortsyoutube

news

diyarname# #diyarname#festival# #podcast#shortsfeed #shortsviral #shortvideo #3deqe #deng

news

Huner, hunermend û Hozan Dîno

news

Nivîskar Yaqob Tilermenî beşdarî Diyarnameyê bû #podcast#shortsfeed #shortsviral #shortsvideo

news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

news

diyarname# #podcast #3deqe #booktok #deng

news

ZERBAN

news

diyarname podcast #diyarname #football #3deqe #deng #recitimlmrekullueshemlkuranit #nivîs #futbol

news

Tifaqî = Hezkirin

news

Video Project 2 4

news

diyarname podcast #diyarname #3deqe #recitimlmrekullueshemlkuranit #deng#sinema #konferans

news

diyarname podcast #diyarname #football #recitimlmrekullueshemlkuranit #deng #3deqe#diyarname21salîye

news

"Mazgal"

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
Ev jî hene
ad

'Mêvana Rûmetê' Latife Tekin e

ad

Ji ber muzîka kurdî li malbateke kurd xistin

ad

Divê em xwe nexapînin

ad

Maçên xweş ên çarîk fînalê li benda me ne

ad

Barzanî û perlementerên nû sond xwarin

ad

Hevpeyvîna Jan Dost û “rastiyên” wî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Derûna neteweyî û xwebûnî di navbera serdest û bindestan de

  • 05 08 2026
news

Pêşbaziya Çîrokan li benda berheman e

  • 05 08 2026
news

Va ne hemû agahiyên il ser 'Pêşnûmeya qanûna çarçoveyî' ku niha li Meclisê ye

  • 05 08 2026
news

Fûara Pirtûkan dest pê kir

  • 05 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname