Bext û vîn govendek nedîtbar e, govendeke ku di navbera ronahiya hiş û taristana çarenûsê de dinizile, bi ritmeke razdar ku dilê mirov dihejîne.
Bext ne tenê ew tişt e ku bi serê mirov tê, lê bersiveke bi hêz a mirov e ku li hember wî tiştî ye. Di zimanê Ereban de jê re “qeder” tê gotin; ev peyva kûr, di hişmendiya bêdawî ya mirovan de, pareke taybet veqetandiye û tê de cih bûye. Lê gelo ev par zindanek e bi têlên hesinî hatiye xemilandin, yan rênîşandareke nazik e ku di okyanûsa bêbinî de rêberiya mirov dike? Rihê mirov bi sedsalan e di lêgerîna vê sirê de ye, hewl dide ku vê siûdê çareser bike û di navbera azadiyê û neçariyê de hevsengiyê bibîne.
Di dîroka felsefeyê de, çarenûsek her tim li ser vê xeta nazik a di navbera bext û vîna azad de hatiye danîn. Her sedemek bandoreke xwe afirandiye û gerdûn mîna mekanîzmayeke saetê bêkêmasî ku dixebite; lê gelo hilbijartinên mirov tenê xeyalek e, an rastiyeke dijwar e? Mirov mîna kevirekî di valahiya asîmanan de hatiye daliqandin, gava difire bawer dike ku bi vîna xwe ya azad diçe. Lê tiştekî nedîtbar heye ku ew kevir li wir bi cih kiriye û ber bi cihekî nenas ve dibe. Gava mirov bawer dike ku azad e, di rastiyê de dikeve bin bandora wê hêza xwe ya mezin û bi fersendê ve girêdayî dimîne. Berevajî vê, felsefeya ekzîstansiyalîst têgeha bextê ferzkirî ji kokê ve red dike. Jean-Paul Sartre bi gotineke tûj û kûr dibêje: “Mirov ne ku heye, lê hebûnê hildibijêre ku mehkûmê azadiyê ye.” Di vê nêrînê de, çarenûs tenê tabloyeke spî ye ku mirov bi firçeyê vîna xwe xêz dike; ew ne pêşdiyarkirî ye, lê di pêvajoya herikîna jiyanê de tê afirandin.
Di wêjeyê de, çarenûs gelek caran wekî neçariyeke trajîk tê nîşandan. Di trajediyên yewnaniya kevn de, mîna çîroka Oedipus, mirov ji tiştê ku jê direve, tam li cihekî ku qet hêvî nake lê rast tê. Ev îroniya çarenûsê ye ku deriyên bela û êşan vedike. Lê di wêjeya Rojhilatî de, bext bi dengekî nermtir û lîriktir tê bilêvkirin. Li vir mîna neqşeke xweşik e ku di nêrîna sofistîk de ne zordar e, lê rêber e; ew rêyên xeternak, tozgirtî û bi strî ne ku evîndar ji bo gihîştina hezkiriya xwe di her zor û zahmetiyan de derbas dibe. Mirov tenê wan xetên tevlihev ên li pişt neqşê dibîne û wateyeke nefahmkirî dideyê, lê neqşkarê hoste ji pêş ve tabloyeke bi heybet diafirîne û nîşan dide.
Di nav gotinên jiyanî û rojane de hertim tê gotin: “Qedera wan di eniya wan de hatiye nivîsandin”, “Gerek ev qeder bibûya”, “Qeder e...”, “Xwedê kiribû!...”, “Bextê te reş e!”, “Siûda te tune!..” Di tesawufê de, ev hevsengî têra xwe kûr e; qeder hêza Xwedê ye, lê vîn jî ji bo mirov diyariya Wî ye; mirov bi hewldana xwe qedera xwe temam dike. Lê ev gotin çiqas rast in? Hewldana mirov di van gotinan de hêza herî bi wate û zindî ye. Bê vîn û hewldan, qeder kêm dimîne; neqşeke neqediyayî li ber dest e.
Ya rastir ev e ku mirov bextê xwe ne wekî pelekî hişk ku bêçare ji ber ba tê kilkirin bihesibîne, lê wekî keştiyeke bi kelekên xurt ku bayê digire û di deryaya mezin re derbas dibe bibîne. Ba, yanî bext, ne di bin kontrola mirov de ye, lê awayê dayîna kelekan û berê keştiyê bi temamî bi vîna mirov ve girêdayî ye.
Çarenûs ew notayên razdar in ku di perdeya guhê mirov de têne lêdan; lê mirov bi hunera xwe wan notayan bi kîjan awazê, bi kîjan rih û çiqas kûr distirê, ev yek jiyanê dike şahesera bêhempa. Jiyan ne dawiyeke pêşdiyarkirî ye, lê pêvajoyeke “bûyînê” ye ku heta hilma dawîn berdewam dike, bi her gavên mirov tê xweşkirin û dewlemendkirin.
Di vê govenda nedîtbar de bext û vîn tevlihev dibin, ji hev vediqetin û mîna ronahî û siyê di govendeke bêdawî de dîsa dibin yek. Mirov di vê dîlanê de hem temaşevan e, hem jî govendgêr e. Dema mirov gavên xwe yên resen bi rîtma jiyanê ya razdar re hevdeng dike, di navbera bextê nivîsandî û vîna azad de ahengeke bêhempa diafire. Azadiya rastîn, belkî jî di têgihîştina vê govendgeriyê de ye. Ev govend ne tenê çarenûsek e; ew şahidiya herî kûr a hebûna mirov e ku bi her lêdana dil re xwe dubare dike û dide jiyîn.