logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  2. Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?
  3. Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd
  4. Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî
  5. Fotoyê rojê ji Norwecê hat: Vîkîngên sedsala 21'ê!

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

Di Rênas Jiyan de huner

  • Dîrok: 06/10/2023
Peyv, têgihîştina bireserê û fêmkirina wê ye û peyv li ser bireserê alava desthilatdariyê ye.(1) Yanê peyv pir girîng in, gotin û xweşgotin di hunerê de alava xurtbûn û desthilatdariyê ye. Rênas Jiyan jî di berhemên xwe de hukumdariyê li ser peyv û gotinên xwe dike. Di bin nîrê desthilatdariya nivîskar de peyv û gotinên wî dibirîqînin, gotinên helbestvan tên fêmkirin û xweşgotinên wî heyecan û xurtbûnekê dide xwendevên, her wiha rih dide peyv û gotinên xwe, loma hostayê hunera peyvê ye. Êşê vedigurîne xwebêjiyê û arezûya xweşgotinê-retorîzmê, nahêle êş veguhere xwekêmdiyînê, bindestiyê, xizaniyê û tunebûnê, berevajî di nivîskar de êş hebûn e, serîrakirin e, al e, dewlet e, gel e û niqrîskên kêfxweşiya veguherandin-dagerîbûna hebûnê ye. Êş ne qels bûn û zexelbûn e di helbestvan de berevajî wê xurtbûn û nîşana hebûn û heyî û heyînbûnê ye.
Di pirtûka Rênas Jiyan a bi navê “Diêşiya" de sê mijar hatiye vehûnandin. Di beşa ewil de mijar “Evîn e.” Di beşa duyemîn de mijar “Huner e”, û di beşa sêyemîn de jî mijar “Welat e.” Rênas Jiyan di beşa ewil de hostatiya peyvên xwe bi gotinên dilzîz, dilagirîn, dilepîkîst û bi hişekî baqilîn dîwarê risteyên xwe diqorîne. Helbestvan xwediyê hostatiya hunerê ye. Rihê peyvan zeft dike, gotin û peyvên xwe bi dil û hiş vedihûne, ne hema çawa lêhato dike. Werîsê peyvan di destên nivîskar de ye; nivîskar bi peyvên xwe dilîze, serê peyvên xwe dişo û vedişo, gulîkên peyvên xwe bi destên xwe vedihone, cil û bergên peyvên xwe lêdike û peyvên xwe bi rih û can dike. Nivîskar di helbestên xwe de diçe zarokatiya ku bi kêfa sabûnê çavên wî hatine şewitand, diçe peyvên zarokatiyê de jê re hatine gotin û vegotin û mohra zarokatiyeke bindest, zarokatiyeke bêdewlet û vehûnandina evînên bêdewletî li çerxa zemên dixîne, dewsa mohrê tev bûne birîn û bîranîn, bûne serîrakirin û helwest, bûne hebûn û nebûna niqrîskên serxwebûnê û azadiyê.
Nivîskar her çiqas di helbestên xwe de behsa sê cureyan kiribe jî, di her sê beşan de xwestina azadiya şexsî û welat û rizgarkirina bindestiyê heye. Nivîskar dema behsa evînê dike, tenê behsa evîna bûjenî nake. Behsa evîna welat, evîna şexsî, evîna welatperwerî, evîna rihî, evîna hebûnê, evîna serîhildan û şoreşê û hwd dike. Evîn di Rênas Jiyan de pirwate û pirhêl in. Bêhna mîtosê, felsefê, bindestiyê, hebûnê, metafîzîkê û modernîzmê jî ji helbestan tê... 
Mînak:
Beşa ewil (Evîn)
“Li lûtkeyên kûrahiyê,
Hevîrê hêviyê
Dol vedaye 
Eşakî
Li derdora çemê Şikestûnê.
Reşêşkên mîzgînxêrkan li ser xerîbiyeke tûtinkêş dilûsin;
Bêrî-birîndara min, 
Xwezî wek qertelên Prometheusî
Min karibûya ji gostê kezeba xwe tu xwedî bikira;
Lê belê li tixûbên xeternak
Berbejna min bi kêrî bejna min nayê...
Dema em li risteya xwe dinêrin em têdigihîjin ku nivîskar di helbesta xwe de behsa tiştekî tenê nake; helbestên nivîskar dîrok e, felsefe ye, mîtos e, lê belê berî hertiştî dîrok û şoreş e. Belê helbestên me şoreşa evînê û evîna şoreşê ye. Bi qasî goştên kezeba xwe xwedîkirinê dide ber çavên xwe loma helbestên ji dil in, dilzîz û dilsot in. Kezeba xwe ji bo helbestê dibirêje li ser kuçikên agirsotîn. Agirê helbestên şoreşeke sotîn pêdixe. Bi şêwazeke hunerî û retorîk helbestên xwe vehonaye. Jixwe di Rênas Jiyan de du têgeh serdest in, yek jê hunera xweşgotinê-retorîzm ya din jî qehremanî-epîzm e. Di gelek berhemên nivîskar de ev her du têgeh serdestiyê li metnên wî dikin. 
Beşa duyemîn (Huner)
“ez bê HSBC" 
Stûşikestekî “OECD"
Kesî tu “ IMF" nedida tu kesî
*
Xweza+mirov= xwîn
Başî+bedewî+rastî=dilpakî
Acizî+tenêtî+bîr+dil+xebat+agir=huner
*
Evîn=êş
Jiyan=jan
Xerabî=hesûdî
Giyan= Bîr
Dema em li vê beşa xwe û helbestên vê beşê dinêrin em têdigihîjin ku nivîskar hem dahûrandina rastiyeke modern û postmodern dike, hem jî behsa rastiyeke jiyana em niha em têde dijîn dikin. Nivîskar evînê wekî temsîliyeta êşê, jiyanê wekî janê û êşê û xerabiyê jî wekî temsîliyeta hesûdiyê ango temsîliyeta rûxandinê dibîne, rih jî wekî bîrekê dibîne. Yanê helbestvanê me temsîliyetên kodên jiyanê ên hebûn û heyînê destnîşanî me dike. “Heman demê ev şêwazeke dadayî ye, çimkî li hember helbesta heyî zagoneke nû ye, pergaleke nû ye, dada a heyî dirûxîne, bêpergalbûnê, bêrêgezbûnê dibijêr e, di helwesta wan de parastina jiyanê û serpêhatiya helbesteke nû, hêrs û çoşeke nû, bêrêgezî û bêmantiqbûniyê û helwesta wan de huner, anarşî û azadî heye. (2)” Nivîskar dema dahûrandinên xwe di helbestên xwe de rêsa ye, ji xwe ve çûye, êdî xwe winda kiriye, teknîka herkehişîn ketiye dewrê û herikiye, a ku di binhişîn û derhişîn de eliqî maye wekî çemekî herikiye. Ji xwe em dizanin a ku derhişîn be, ew teknîk modern û postmodern e. Nivîskar bi şêwaza matematîkê hevokên xwe dirêsîne. Matematîk bi xwe rasyonalîzm û îrasyonalîzm e. Matematîk abadînî ye, matematîk temsîliyeta abadîniyê, teqezbûnê û neteqezbûnê ye. Matematîk mikemelî ye, wê çaxê nivîskar behsa mikemeliyê dike gelo, an jî mikemeliyê dixwaze? Mikemelî xweza bi xwe ye, xweza jî li gor zagonê metafîzîkê Xweda ye. Nivîskar doza xwedatiyê an jî dixwaze bi xwe bigihîjîne asta xwedatiyê gelo? An jî rastiya civakê û heqîqetekê li ber çavên me radixîne. Di helbestên nivîskar de sinc(ehleq), spehîtî(estetîk), başî û xirabî, hebûn û nebûn, serdestî û bindestî, takesî û civak, heqîqet û rastî û hwd serdest in. Helbet nivîskar çoyê xwe li nava çavên sazî û dezgeyên dinyê jî dixîne, û dibêje, hûn xap û xapandin in; rastiya we jî nema ye, Ewropa û saziyên wan jî êdî xizmetkarê desthilatdaran in; bindest hatine paşguhkirin û tên xapandin bi çend gotinên derewîn yên post-modernîk...
 
Beşa sêyemîn (Welat)
Ey pakrewan
Ey dîlan qîza dîlanan
Ey baran lawê baranan
Ez dizanim tu hespekî serberradayî 
Tu çemekî bêserî yî
Ez dizanim tu Selaheddîn î ji pişta Eyûbî yî
Tu Keyaksares î ji dola Medî yî
*
Ey teyare!
Ji te re bombaya te, yar e
Jehra te, jehra marê teyar e
Ma qey yê Qilebanê ne ezman e? Neyar e?
Rênas Jiyan di her sê beşên xwe de şêwazeke dadaîst bikaraniye; peyv û hevokên wî dadaîst in. Her çiqas di felsefeya Dadaîzmê de rûxandin, bêzagonî û bêrêgezî hebe jî tehma Dadayê di helbestên nivîskar de heye. Her wiha di helbestên me de tim qehremanên mîtolojîk û dîrokî di helbestan de cih girtine. Belê karekterên di helbestan de giş ên neqandî ne, nivîskar karakterên xwe li gor naveroka helbestên xwe bêjartiye da ku di ahengekê de bin. Pey û hevokên bi êş li ser qêrîna dil veniştiye. Agirê berdilka zarokekî dadaîst ketiye û berdilka ser dilê xwe vediçirîne û diçirîne, ezmanê bombebaranî diçirîne, da ku kezeba peritî a bindestiyê di ser dil û devê desthilatdariyê de biçîrîne û biteqîne. Belê nivîskarê me hostayê peyvê ye, peyv û hevokên xwe xweş saz dike. Dilê kul derman dike, gotin û vegotinên me kevirên qoziyê ne. Helbestên nivîskarê me nakeve tu çarçoveyan meriv nikare bêje helbestên nivîskar ev e. Çimkî têrtijî û têrtîr û di ekla dims û ekla hebên hinaran de ye. Pirhêl û pirwateyîn e. Bi qasî şêrînin ew qasî jî ser dil tirş dike. Çi mijar vehûna be, heqê wê mijarê daye, di ser de herikandiye. Mijarên xwe giş bi hostatiyeke hunerî rêsandiye. Bindestiya xwe wekî qehremaniyan destnîşan dike, bindestiya gelê xwe wekî ala qehremanan destnîşan dike, bi bindestiya xwe re şer nake, bindestiya xwe re serbilindiyê dike, bindestî di nivîskar de epîzm e, serbilindî ye, qehremanî ye, loma xwebiçûk nabîne, ne bindestiya xwe û ne gelê xwe biçûk dibîne, bindestiya xwe wekî alake azad dipêlîne. Ez heme, ez diêşim lê ez bi êş û kêfa xwe heme. Ez heme ez bindestekî serbilind û azad im. Nivîskar dibêje: “Diêşim wê çaxê ez heme, em diêşin lê em hene” em ê tim hebin û kelemên li ber çavên we bin...
Sûdewergirtin 
1)Ernst Fischer, Sanatin Gereklîlîgî, Payel
2)Tristan Tzara, Dada Manîfestolari & Dîger Metînler, Sel





Hin Nivîsen Nivîskar

HELBESTÊN-ŞANOYA SEHWETPERESTÎK

  • 24 Gulan 2019

Di "Şêhneya Dînan" de eşqek bi şêwazeke qesîdeyî û bûjenî hatiye resimkirin.“Ehleq veguheriye-dageriyaye zayendiyê, zayendî veguheriye-dageriyaye...

Helbestên Paradoksal ên Melankolîk

  • 03 Berfanbar 2022

“Nêrîn xwe dibîne, nêrîna ku Sartre behs dike, behsa wê dikim, nêrîna ku min zeft dike û min di fediyê de difetisîne, çimkî li gor Sartre hesta...

Helbestên Dîrokî û Ramyarî

  • 10 Sibat 2020

“Kêsekên di qirika desthilatdariyê de mane an jî kês bi desthilatdariyê anî ye?”Helbestên Rêdûr Dîcle bingeha xwe li ser şopa ramyariyê û...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Xelatên Grammy hatin belavkirin

ad

Dîlan Yeşîlgoz bû Wezîra Parastinê

ad

200 welatan ra însanan bilêtî waştê

ad

Festîvala Porteqala Zêrîn hat betalkirin

ad

Xwebûn gihîşt 50

ad

Fûtbola Jinan: navê fînalê DYA û Hollanda ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026
news

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

  • 06 06 2026
news

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

  • 06 06 2026
news

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

  • 05 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname