Pêşgotin:
Di vê nivîsê de emê ne pesnê kes/partî/aliyan bidin, ne jî wan rexne bikin.
Heta ji me bê, emê li bersiva pirsên gelek kesî avêtine meydanê bigerin; bi anekdotan bi ser meseleyê de biçin.
Ez jî nizanim encama vê nivîsê wê me ber bi ku de here. Lê de kerem bikin em bi hev re lê binerin.
TÊKÇÛN/SERKETIN? KÎJAN?
- Pirsa pêşî ev e: Meseleya Kurd li Rojava têkçûn? Yan na?
Bersiva vê hem “erê” ye, hem “na” ye.
“Erê”ya wê ji sedî 70’yê axa di dest xwe de winda kirin. Li ku derê dinyayê tiştek wisa bibe, ev derbeya mezin e.
“Na”ya wê, axa ji dest çû ne axa wan bû, yê xelkekî din bû çû, berevajî vê bûn hakimê axa xwe ya ku ji bav û kalan ve ê wan e.
15 SAL? HÊZ?
- ‘Çima têkçûn, 15 sal in çi dikirin?’
Li ser vê gelek tişt dikarin bên gotin, lê 15 salan de gelek tişt kirin, gelek tişt jî nekirin. Gelek tişt nekirin yek jê jî “dîplomasî” bû. Dîplomasiya wan qels bû. Bi qasî dikaribûn kulmê li maseyê bidin, nekarîbûn bandorê li Senatoyê bikin, nekarîn bandorê li Rayedarên Biryardar ên Ewropayê bikin.
Hin bersivên din ev in:
Ev der Rojhilata Navîn e.
Seddamê xwînxwar ê zalim di heman demê de xurt li qulê mişkan hat dîtin.
Qedafiyê hakimê herêma xwe bû nikarî xwe rizgar bike.
Esadê ku ne 15, lê 50 salan desthilatdar bû di rojekê de çû.
Rusyaya ku baregehên wê yên Rojhilata Navîn li Sûriyeyê bûn dest ji wan berda û çû.
Îranê ku lingekî wê jî li vê herêmê bû, ew ling hat jêkirin.
Hamasê ku demekê Rojhilata Navîn dihejand êdî tune ye.
Hîzbullahê ku demekê ew herêm dihejand niha nizane wê çi bike.
Di vir de mînakek em ji Başûrê xwe jî bidin; ev Başûrê ku di sala 1992’yan de Parlemen ava kir û ji wê demê ve xweser bû, ew Başûrê ku ji 2003’yan ve nîv azad e, bi navê Kurdistana Federe fermiyeteke wê heye, di şevekê de sedî nêzî 50 axa xwe, nêzî sedî 50 petrolê xwe ji dest da. Ev der Rojhilata Navîn e û tu ne tam YEK bî, tu yê herî yek bi yek.
- Pirsa ‘Berdêla keda ku daye’…
Li hemû dinyayê ev gotin gotineke bi êş e. Li dinyayê bi dehan cihan bersiva keda xwe negirtine û têkçûne. Li dehan cihan jî bersiva keda xwe girtine. Ev ji bo kurdan jî heman tişt e. Mimkûne ji îro pê de jî hê zêdetir têk herin, mimkûna serketinê jî heye.
- Meseleya “Sedema têkçûnê îdeolojî bû’.
Bi rastî jî wisa bû? Ma li Başûr dema Kerkûk, ax û petrol çû sedem îdeolojî bû? Yan bêîdeolojîbûn bû? Mesela ji bo hemû partiyan, ji bo hemû welatan îdeolojî ne lazim e? Mesela welatê te hebe dê îdeolojiyeke wê tune be? Ew îdeolojî tu divê faşizm be, tu dixwazî şeîret be, sosyalîzm an demokrasî be, çi dibe bila bibe ma îdeolojî ne lazim e?
Bi ya min ji meseleya îdeolojî wêdetir, ew îdeolojî divê çawa li cihê ku lê diçînî lê bînî? Bifikirin ku tu dibî darên fistiqan li cemserê diajoyî... Ma dibe? Helbet dar muhîm in, lê wan daran li ku tuyê biçinî? Ya muhîmtir ev e belkî.
Pirsa ‘Baweriya bi ereban tiştek rast bû?’
Tevgera kurd a li Rojava li ser xeta biratiyê bawer e. Ev tiştek şaş e? Baweriya wan ew e ku ne şaş e. Bi min jî biratî tevgereke ne şaş e. Lê kî ji biratiyê fêm dike? Biratî bi çi dibe? Hemû mesele jî ev e. Bi îdeolojî? Bi gotinên xweşik? NA.
Li Rojhilata Navîn hemû tişt hêz e. Tu hêz bî, tu dikarî gotinên xwe yên xweşik bi her kesî bidî qebûlkirin. Tu hêz bî, tu faşist bî jî, tu dikarî faşîstiya xwe bidî qebûlkirin. Lê tu ne hêz bî? Wê çaxê ji kîjan alî ve bayê hêzê bê, yên derdora te wê xwe bidin wî alî. Li Rojhilata Navîn jî ev bû. Kurd bi têra xwe ne hêz bûn, û erebên li derdorê çûn. Gotinên xweşik, biratî û hwd man.
HIN KÊMASÎ
Piştî ew qas gotinan, wekî din hin kêmasiyên beloq xwe nişan didin jî hene. Mînak Tevgera Kurd rola Trumpî baş fêm nekiriye. Di serdema yekem a Trumpî de çi hat serê wê axê, di serdema duyem de divê tevdîreke çawa bihata girtin ku rê li ber Trumpî bigire, baş nehatiye fêmkirin.
Bi “Em pişta xwe bi kesî ve girê nadin” tenê têre nake. Ligel vê, di heman demê de li hemberî tiştên bi ser te de bên jî divê tu tiştinan bikî. Mesela têkiliya dîplomasiyê ku bandorê li Trumpî bike di serdema duyem a Trumpî de kurdan kir yan na? Bersiv ew e ku di warê dîplomasiyê de gelek li paş in.
Kêmasiya herî kêm a vê serdemê jî ev meseleya dîplomasiyê ye. Bêhna nefesa nûnerên te, piştgiriyên te ne li piştstûka kesên wekî Trumpî be, ne li dû endamên herî jor, mînak senator, cîgirên serokwezîran filan û bêvan, ew nûner/zilam/piştgirên te deqe-saniye raporan daneynin ser maseyên wan, deqe saniye meseleyê nexin rojeva wan, kes li ber te nakeve. Belkî haya kesî jî ji te çênabe.
Xalek din jî meseleya mîtîngan e; Li her parlemenên welatek bi dehan kesên te hebin xwe bigihînin parlementeran, gav bi gav wan bişopînin, wan agahdar bikin û piştgirî bixwazin ji hemû mîtîngan bi bandortir e. Ev nayê wê wateyê ku mîtîng bi kêrî tiştekî nayên. Helbet mîtîng girîng in, balê dikişînin, lê dixwazim bêjim jê wêdetir lazim e.
Li vir gotina rojnameger Amberîn Zaman (Di “Al-Monîtor”ê de nivîsî) balê dikişîne, “Dema dîplomasî xitimî Nêçîrvan Barzanî gavên stratejik avêtin. Ew bi rêberê olî Franklin Graham re ket têkiliyê ku Graham gelek bandora wî li ser Serokdewletê DYA’yê Donald Trumpî heye. Barzanî ji wî re got operasyona li hemberî kurdan wê bi felaketê bi dawî bibe. Piştî ku Grahamî peyam ji Trumpî re şand, Serokê DYA’yê bi bersiveke kurt bersiv da: ‘Mesele hel bû (Done). Donald.’”
Ev peyam çiqas rast e, em nizanin, lê mirov bawer dike tişteke wisa hebe, ji ber ku serok kî dibe bila bibe, miheqeq kesek/îe ku ew guh didê heye.
MESELEYA BAŞÛR, BERXWEDAN Û…
Çend gotinên din:
Mazlum Ebdî ji dor maseyê rabû û qub xwest. Gelê li dû wî kuçe bi kuçe bi cih bûn. Kurd li her çar aliyên dinyayê rabûn ser piyan. Li Başûr ji dema têkçûna Kerkûkê zêdetir xelk rabû ser piyan. Vê yekê kir ku destê tevgera Rojava xurt bibe û bi welatên biryarê didin bi paş ve gavan bide avêtin.
Dîsa hemû rayedarênHerêma Kurdistana Federe ketin nava tevgerê, vê yeke jî bandoreke din a erênî kir.
Xala din, Rojava têk biçûya, wê dor bihata Başûr jî. Rêveberên Başûr ev yek baş fêm kirin û ketin nava tevgerê.
Bi kurt û kurmancî, gelek tişt hene bêne gotin. Lê gotina dawî ev e:
Niha hê ne Rojava bi ser ketiye, ne jî bi temamî têkçûye. Di rojên/mehên (belkî salên) pêş de li Sûriyeyê Zagona Bingehîn saz bibe wê kurd çawa û çiqas xurt an qels di navê de cih bigirin?
Dîsa sibê /du sibê wê hê jî HTŞ li Sûriyeyê li ser kar be, wê çawa be, hê ne diyar e; ev der Rojhilata Navîn e.
Wisa dixuye ku ji kurdan re ji her demê zêdetir yekîtî lazim e. Û pêvajoyeke nû dest pê kir...