Du sal beriya vê van deman bi destpêkirina çora coronayê re vê pêla nivîsên min dest pê kir.
Armanca min ne şîret, ne hamaset, ne jî aqildayîn bû; li pey sed bersivî sed pirsên xwe bûm!
Destpêkê hin bersiv bi min re hebûn bersiva hin pirsan nivîsê wekî çiraya destan di kêliya nivîsandinê de ez birim quncê herî tarî û got, ‘ev e bersiva tu li pey î…’
Min hemû bersiv di çarçoveya nivîseke çend deqe bê xwendin de nivîsandin; zêdetiriyên wan li cem min man.
Ew hejmara nivîsan qet ne angaşta dizanimeyê bûn; rast şaş di nav disîplîna nivîsê de hew parvekirina bersivên min bi xwe bûn. Ji wan bersivan hin jê bi nivîsandinê re bi ser ve bûm.
Bi rastiyên xwe ve bi şaşiyên xwe ve, ew ên jê pê ve poetîka min bînin pê; bi demê re hinên biguherin hinên neguherin, dê timî wisa bimînin.
Ev hewl di çarçoveya hizrekê de bo xeyalekê bû; belkî rojekê ew xeyal here serî…
Di van du salan de yên ev nivîs xwendine çi jê derxistin nizam, bersiva vê yekê li cem wan e, nirxandin a wan e, lê pirsek jî ev e, min çi jê derxist!
Ber bi dawiyê ve hem bo taybetî hem bo giştî xêz û rengên kevalekî xwe dan nav hişê min; ne xêz çak im, hunera min a wênandinê tune, ku hebûya min ê ew keval birenganda xwe jê xelas bikira lê nikarim vê yekê bikim, di quncekî hişê min de wê her aliqî bimîne; hov, bi xof; nizam ez ê çawa hînê bibim hebûna wî bipejirînim; her cara lê dinêrim dibêjim, ez ê car din ‘nebêjim nebêjim nebêjim…’!
Ev e, ji van sed nivîsan şîreta wekî guhar bi guhê min ve bûyî; ‘ez ê car din nebêjim’.
Lê ev kevalê hov bi xof, ger ku nikaribim biwênim jî belkî rojekê karibim behsa wî bikim heya hêngê bila navê wî kevalî bi min re bimîne…
Bo derbirîn û gewdekirina poetîka xwe kêfxweş im, lê ji ew kevalê di nav hişê min de bi cî bûye eciz im! Ji ber wê aciziyê bi nivîsandina van nivîsan piçekî poşmanim û hin poşmanbûyînên din jî…
Dema kevêl di nav hişê min de hêdî hêdî rengê xwe diyar kir du caran min xwest berdewam nekim nenivîsim, lê di vê serdema sexte de li ser soza xwe man min heqîqet hesiband; soza ku min nivîsa pêşî de dabû pirsên xwe û xwendeyan, çê-xirab bi nivîsandinê min anî şûnê; ev e nivîsa dawî ya temambûnê radigihîne!
Yên xwendin, yên bi rêya telefonê û bi e-poste erênî neyînî rexneyên xwe ji min re nivîsîne-gotine mala wan ava û her wiha, yên wek nivîs bersiv nivîsandin, spasiyek jî bo wan.
Malavayiyek bo edîtorê Diyarnameyê hêja Cemîl Oguz, camêr her hefte pê de ket, ked dayê nivîs belav kirin û malavayiyek jî bo Diyarnameyê, bi hebûna wê nivîs gihan xwendeyan.
Malavayî.


