Ez neçarim nivîsa xwe li ser du beşan parve bikim. Di beşa yekem de, ez ê behsa pilan û projeyên hikumeta demkî ya Sûriyê bikim. Her wisa di beşa duyem de ez ê behsa kurdan û rewşa wan û xalên hêz û lawaziya wan di derbarê van pilan û projeyên di rojevê de ne, bikim.
Beş: 1
Di vê dema dawiyê de û bi taybetî ji ya ku nav lê tê kirin “Peymana 29.01.2026’an” û bi vir de guhertinên bi lez û bez li rojavayê Kurdistanê çêbûn:
Hêzên leşkerî yên Hêzên Sûriya Demokratîk şikestin, Reqqa û Dêra Zorê ji bin desthilatdariya wê derketin. Bi sedan şehîd û dîlên wan çêbûn. Ji nişkê ve û tevî van têkçûn û pevçûnan û dorpêçkirinên li herêmên kurdan, her du aliyan behsa integrasyonê kirin û ew wekî dermanê hemû derdan pêşkêş kirin.
Xalên Peymana 29’ê Meha yekê çi ne?
Di encama lihevkirina General Mezlûm Ebdî û Serokê Demkî yê Sûriyê Colanî yan Ehmed El-Şaraa de tu xalên nivîskî wekî peyman derneketin holê. Her du aliyan bi awayekî devkî behsa integrasyona hêzên leşkerî û dezgehên rêveberiya xweser kirin û li ser zimanê birêz Ebdî behsa taybetmendiyên herêmên kurdan bû. Ew taybetmendî çi ne û wê çawa bêne cih bi cihkirin, kesek nizane.
Li vê derê pirseke girîng heye.
Eger bi rastî peymanek heye, çima xalên wê peymanê nayêne eşkerekirin?
Integrasyon e yan têkçûn û radestkirin e?
Eger em propaganda ya siyasetê û axaftinên çapemeniyê deynin aliyekî û li rastiya rewşê binerin bê çi li ser erdê diqewime, mirov vê yekê zelal dibîne, ku tiştek navê wê integrasyon mentegrasyon tune ye. Aliyek bi serketî ye ku ew aliyê Colanî û hikumeta Sûriyê ye û aliyek têkçûye ku ew aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser e, anku kurd in. Aliyê serkeftî pilan û projeyên xwe li ser aliyê têkçûyî ferz dike û geh bi xweşkayî û geh bi gefxwarinê dimeşîne.
Ne integrasyon, ne peyman û ne lihevkirine, pilaneke radestkirinê ye
Aliyê serkeftî, bi piştgiriya Tirkiyê û di bin bandora hêzên mezin yên mîna Amerîka û Fransayê de pilana xwe radestkirina herêmên kurdan ya bi zorê û şer û kuştinê guherand û navekî li gor xwe xweş jê re dîtin ku ew jî integrasyon e. Bi vî navî û di rêya vê pilanê re ku divê di hundir herî zêde du salan de bi temamî bi encam bibe, ev armancên li jêr hene:
Pilan A:
Divê herêmên kurdan bi destên kurdan bi hemû dezgeh û cureyên birêvebirinê û bê şer û pevçûn yek bi yek bêne radestkirin. Ji bo ev kar bimeşe divê heta demekê waliyê Hesekê, rêveberên bajarên mîna Qamişlo û Dêrikê û bajarên din kurd bin û bi destên wan hem dezgehên ewlekariyê û hem jî dezgehên birêvebirinê bêne radestkirin û di bin navê integrasyonê de her tişt ji bo cihê biryarê ku Şama paytext e bê radestkirin. Her wiha hemû al û sembolên kurdan gav bi gav ji holê bêne rakirin û ala Sûriyê ya nû li her deverê bê bicihkirin.
Pilan B:
Piştî hêzên çekdar û bi taybetî YPG di nav Artêşa Erebî ya Sûrî de bên bicihkirin û radestkirin, wisa jî hêzên asayişê di nav hêzên wezareta karê hundir de bêne hilandin, wisa jî hemû dezgeh. Wê gavê bi biryarekê Waliyê Hesekê û hemû birêveberên bajarên kurdan dikarin bêne guherandin û li şûna wan kesên girêdayî Colanî bêne danîn. Bi vî awayî hem hêzên kurdan yên çekdar, hem hêzên wan yên ewlekariyê û hem jî dezgehên birêvebirinê û hem jî hemû sembol û taybetmendiyên kurdan ji holê têne rakirin û dibin beşek ji Komara Erebî ya Sûrî.
Çima kesekî kurd kirin Wezîrê Perwerdê li Sûriyê?
Hêjayî gotinê ye ku, Wezîrê Perwerdê Dr. Muhammed Tirko ne ji partiyên ENKS ye û ne jî ji partiyên Rêveberiya Xweser e. Ew ji hêla Colanî ve wekî kurdekî rasterast hatiye wezîfedarkirin.
Pilan A:
Wekî ku di warê leşkerî û birêveberiyê de bi destê kurdan û bi erêkirina wan û bi navê integrasyonê wan gav bi gav vedigerînin wekî berê û wan dikin beşek ji Komara Erebî ya Sûrî, di warê zimanê kurdî de jî dixwazin heman tiştî bikin. Hem rêjîma berê û hem ya niha xetertirîn tişt li ser yekbûna axa Sûriyê perwerdeya bi zimanê kurdî dibînin. Ji ber vê girîngiyeke mezin didin rawestandina perwerdeya bi kurdî û vegerandina erebî wekî zimanekî fermî û bi tenê. Di vê çarçovê de û ji bo xwedêgiravî integrasyon bi awayekî nazik here serî divê jiholêrakirina perwerdeya bi zimanê kurdî jî bi destê wezîrekî kurd û bi erêkirina kurdan be. Bi gotineke din, erka sereke ya wezîrê kurd ne ku perwerdeya bi kurdî ye, na, ew jiholêrakirina perwerdeya bi kurdî ye. Ji ber ku erebkirina bi destên ereban bixwe wê bibe sedema redkirin û bertekên kurdan. Lê erebkirina herêmên kurdan bi destên kurdan wê bi rehetî û bê serêşandin bê meşandin.
Pilan B:
Pilan ew e ku heta dawiya sala 2027’an hikumeta Sûriyê hemû amadekariyên xwe biqedîne. Da ku li hemû herêmên kurdan zimanê erebî bike zimanê fermî yê perwerdeyê. Wisa jî tu zirara wê tune ye ku hemû bawernameyên xwendekarên heta niha bi kurdî perwerde dîtine, ji hêla wezareta perwerdê ve bêne naskirin. Bi vî awayî wê zemîneke nerm ji bo pêkanîna “MERSÛM 13” yê Serokkomar Colanî ji bo kurdan derxistiye bê amadekirin. Di MERSÛM 13 de ku biryarnameya serokkomariyê ye, ku kurdî mîna “Dersa bijarte” dikare di dibistanan de heftê carekê yan du caran li herêmên kurdan bê fêrkirin. Piştî perwerdeya bi kurdî ji holê bê rakirin û erebî vegere wekî berê zimanê fermî yê perwerdeyê, wezîrê kurd jî dikare bi biryarekê ji Şamê bê guhertin.
Bi vî awayî Komara Erebî ya Sûrî vegere wekî berê û tu şûn û şopên kurdan an kurdî wê li vî welatî nemînin.
Pilan ev e. Ji hêla xwe ve hikumeta Sûriyê ya demkî bi navê Dewleta Erebî ya Sûrî gav bi gav van pilan û projeyan cih bi cih dike. Ji hêla din ve jî kurd bi çavekî din li pêvajoya “integrasyonê” dinêrin û bi hêviya ew di Sûriya nû de hemû mafên xwe bidestbixînin û di hundir sînorên Sûriyê de azad û bi rûmet bijîn. Di navbera her du aliyan de valayiyeke mezin heye. Heta çi radeyê ev hêvî li eniya kurdan xwedî bingeh e? Gera li bersiva vê pirsê wê mijara beşa duyem be.


