logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin
  2. 'Ew jina herî xweşik bû'
  3. Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye
  4. Xelata Nobelî ay Ekonomî da di tenan
  5. Anketek nû: Kîjan partî li pêş e?

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Gelo zimanê Ehmedê Xanî ê zikmakî tirkî bû?

  • Dîrok: 03/05/2015
Weşana welatekî neynika wî welatî ye. Ji aliyê etîkê ve, ji aliyê ziman ve, ji aliyê bikaranîna agahiyan ve... Her tişt nîşan dide ku ew welat li kîjan astî yî.
Yê me kurdan jî wisa ye.
Emê di vî nivîsê de hemû aliyên etîkî deynin cihekê, tenê qala zimanê wan bikin.
Mesele ev e:
Dema gotin tê ser gotinê ji siyasetmedarên me yên Tevgera Bakur bigire heta yên muxalifên Tevgera Bakur her kes qala parastina kurdî dike.
Bi ser de yên muxalifên Tevgera Bakur lê zêde dikin û tevgerê wekî "Tirkiyeyiya ku Kurdistan firot" jî bi nav dikin. Lê em dinêrin bi çi zimanî vê yekê dikin? Bi tirkî.
Mînak 1:
Yekî* ji wan di weşaneke Başûrî de dinivise, êrîşên kuştinê li Tevgera Bakur dike. Ez qala rexneyan nakim ha... Bi çi zimanî? Bi tirkî. Binêrin weşanek başûrî (gelo Başûrî bi tirkî dizanin?) û bi tirkî.
Mînak 2:
Ji oldarên me, hinên din jî kurtedemek malperek vekirin.** Di nivîsa edîtor de qal dike dê malper kurdistanî be, nûçeyên li ser Kurdistanê biweşîne û filan û bêvan. Dema ev yek nivîsandine, dema ev malper amade kirine û dest bi weşanê kirine herhal ji xwe nepirsîne, "Gelo zimanê kurdên Kurdistanê bi tirkî ye?" Ger bipirsana dê bigihîştana vê encamê ku zimanê ev kurdistaniyên qal dikin ne tirkî ye.
Bi ser de jî wisa nivîsîne: "Emê felsefeya Ehmedê Xanî ji bo xwe wekî bingeh bigirin, emê li ser rêça ji Şêx Ubeydullah heta Seyîd Riza, ji wir heta roja me emê hurmeta ji bo têkoşîna wan ji bo xwe bingeh bigirin"***
Ê heyrana çavên we, wele me nebihîstiye Ehmedê Xanî felsefeya xwe li ser tirkî saz kiriye. Ger tiştek wisa hebe ji me re bibêjin em jî hîn bibin.
Yan ne, qet nebe hurmetê nîşanî Ehmedê Xaniyê ku di kurdî de israr kiriye ji wir derxin.
Mînak 3:
Me got devê kî vedibe qala pîroziya kurdî dike ne? Lê binêrin ez îstatîstîkek bidim we:
Di van salên dawî de we qet bihîstiye malpereke xwerû bi kurdî vebûye? Li Bakur û li parçeyên din malperên xwerû bi kurdî her ku diçin kêm dibin. Hindik mane. Û di van salên dawî de li Amedê, Sêrtê, Mêrdînê û bajarên din çi malper bi navê "NEWS" vebûne hemû yan temam3i bi tirkî ne, yan jî ji bo xapandinê 'Kurdî-tirkî' nivîsandiye, sedî yek (hûn dixwazin bibêjin sedî sê, xem nîn e) kurdî ye.
Ka kî qîmetê dide kurdî?
Û her kî ku devê xwe vedike rexne li siyasetmedarên kurd (ez qala yên DBP-HDP'ê dikim) çima kurdî bikar naynin... Ka pêşî tu bikar bîne, dûre ji yên din bixwaze.
Ka wekî din ezê rebim çi bibêjim. Em tenê dikarin bibêjin: Xwedê tirkiya we zelaltir û xurtir bike.


*Ji ber derdê min ne kes e, feresat e, her wiha ez ne dixwazim reklama wî ne jî yê weşanê bikim loma nav bikar naynim.
**Dubare bibêjim naxwazim nav bidim. Malperek bi tirkî weşanê bike ez çima reklama wê bikim.
***Min ji tirkî wergerand, dibe şaşî wergera min de hebe, lê sedî sed fikir ev e.

Hin Nivîsen Nivîskar

Dê malpera TRT'ê jî biguhere?

  • 13 Rêbendan 2009

 Me pêşî di "Diyarê Me"* de li ser TRT 6'ê hin gotinên xwe gotin. Vê carê emê ji aliyên din ve li meseleyê binêrin.Helbet emê qala ev...

Ji bo Xwedê! Ka kîjan Ehmedê Xanî ye?!

  • 03 Gulan 2007

Sê fotografên cihê li ber destê min in û ez nazanim ji diya xwe re bibêjim, ha Ehmedê Xanî ev e? Ez nizanim ezê kîjanê di nûçeya xwe de bikar...

TIRKÊN BULGARISTANÊ Û KURDÊN TIRKIYEYÊ

  • 09 Tebax 2011

Ji roja "Mafên tirkên Bulgaristanê çi be yê me jî bila wisa be" ez li ser vê meseleyê difikirim. Serokê DTP'ê yê wê demê Nurettin Demirtaş...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

'Evdalê Zeynikê' diçe Brîtanyayê

ad

Rola malperên kurdan ji bo pirtûk û ziman tê nîqaşkirin

ad

Şaşiyên ziman ên TRT 6'ê

ad

'Em ji bo zarokan edaletê dixwazin'

ad

Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd guherî

ad

Şaredar û Mebûsên kurd li ser sînorê Kobanê ne

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

  • 12 10 2026
news

'Ew jina herî xweşik bû'

  • 12 10 2026
news

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye

  • 12 10 2026
news

Xelata Nobelî ay Ekonomî da di tenan

  • 12 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname