logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin
  2. Siirt Sporê Dêrsim Spor têk bir
  3. Îsal li Başûr çend xwendekar dest bi dibistanê dikin?
  4. Hakkarî Zapspor bêyî bilîze Cizre Belediyespor têk bir!
  5. Kûpaya Tirkiyeyê: Va ne maçên bajarên kurdan

Kazim Polat

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Kazim Polat

Kazim Polat

Gundên Bê Zuriyet

  • Dîrok: 05/08/2023
Li gundê Bakiran a Kurecix a Meletî cenazeyek hebû, cenazeya kalek ê heştê û çar salî. Ew li Englandê dijiya bû, apê nasekî bû, divê em tevlî merasimê bibana. Em tevlî merasimê bûn û piştî cenazeyê em bi çend gundan ketin û me sersaxiya xwedanên çend miriyan kir. Piraniyan wan min nas nedikir, hevalê min nas dikir. Me sersaxî û serxweşî ji bo wan xwest, çaya wan vexwar û pişt re li wan gundan, dorhêl geriyan. 
Li wan gundan xaniyên ji kevir û heriyê nemabûn. Hemû xanî nû, pir xweşik bûn. Li gorî standardên bajaran û modern çêkiribûn. Li ber deriyên wan xaniyan mirovên ku me silav da wan hemû kal û pîr bûn. Di gundan de gundî tune bûn. Dorhêl bax û baxçe bûn lê tu kes di wan bax û baxçe, wan zeviyan de nedixebitîn. Tu kesên ciwan ên karibin kar û barê gund, bax û baxçe û zeviyan bike tunebûn. Ji sohbetan min fêm kir ku hema hema hemû li derveyî welat dijîn… Franse, Almaya, Swîsre, England û nizanim li kîjan welatan belav bûne. Teqawit bûne, hatina ser ax û cihê bav û kalên xwe, terza iîyana xwe ya Ewropayê li vir ava kirine û havînê tên hewayê xweşik ê Kurdistanê tenefûs dikin û rojên borî yad dikin. Ji vê bêtir tu tiştî nakin.
Ev gundên Kurecix ên Meletî bûn yên ku me serî lê dan. Pişt re hevalê min xwest hevalekî xwe yê ez jî nas dikim, li gundên Alxasan a Axtiliyê ya bi navê xwe yê nû Aktepê bibîne. Normal diviyabû em seyareya xwe ser riya aswaltê re biajon Elbistanê û ji wir vegerin ser riya Axtiliyê; ev jî gelek kîlometro bû. Hevalê min got, were em ser Darendeyê, nav gundan re herin, di riya gundan re, rê gelek kurt e û me seyareya xwe ber bi Derendê ve ajot.
Min Derendê nedîtîbû, lê di derheqê wê derê de min gelek tişt bihîstibû û xwendibû. Bûye cihê sofî û oldarên tirk ên nijastpetest. Ên me, yanê kurdên Kumsor yanê yên elewî ji Derendeyê û darendeyiyan qet hez nedikirin. Ez bi xwe ji xwendinên xwe yên dîrokî dizanim ku bi taybetî dema Osmaniyan ji Darendeyê gelek xizmetkarên dewletê ên dev û dest bi xwîn hene. Ji van yê herî navdar Ebû Sûûd Efendî ye û di dema Siltan Silêman de bi fetwa û fermanên xwe yên qetilkirina kumsoran vacîp kiriye û piştî vê, hemû şêxûîslaman ew fetwayên wî binyad girtine û her demê li ser kumsoran yanê elewiyan ew fetwa wekî şûrê demoklitos li ba kirine.
Em ser Derendê re ketibûn riya gundan bo biçin gundê Axtilîyê û di çendek gundên girêdayî Derendeyê ya tirkan re derbas bûn. Min ji hevalê xwe rica kir, bila girkan girkan bajo, ji bo ku seyra wan gundan bikim. Dilê min bi me û bi gundên me şewitî.
Berevajî gundên me kurdên Kumsor, li wan gundên tirkan kal û pîr kêm xuya dikirin. Li ser rê û di bax û bexçeyan û zeviyan de kesên ciwan dişixulîn… Di bexçêyên sêvan, bexçêyên mişmişan de… hêmû bexçê sererast bûn, dar û berên teze û baş xwedî kiribûn. Di wan bexçeyan de jin û mêrên ciwan tevdigeriyan, dişixulîn. Di nav wan gund de, li ser rê li her quncekî gund gelek zarok û jinên ciwan hebûn. Ga û mange, dîk û mirîşk hebûn. Xaniyên wan gundan ne yên nû bûn, xaniyên ji kerpîç an jî ji keviran nijandibûn.  Pagên wan xaniyan hebûn û li cem xaniyan axur hebûn. 
Dema em li gundên Kurecix a Meletî digeriyan di nav sohbetê de min ji kalekî bi qasî heştê salî pirsî bû “me xaniyên xweşik dan çêkirin, gundên xwe xemilandin lê ka zarok û neviyên me dê bên van deran?”. Kalê jî ji min re gotibû, “Ev gund gundên bê zuriyet in.” Dema min gundên tirkan dîtin ev gotina wî kalî hat bîra min.
Di wan gundên tirkan de jiyan, ber û berhem, jin û merên ciwan, zar û zêç hebûn, lê di yên me de kal û pîrên teqewitbûyî ên aqil û fikrê xwe di dema borî de yên rojên borî yad dikin dijiyan. Di gundên me, di xaniyên modern de jiyana kal û pîran a fireh lê bê zuriyet û bê nifş didome. Nifş û zuriyeta van kal û pîran êdî Ewrûpayî ne, ne ji vê axê ne. Wiha xuya ye ev kal û pîr li ser vê erdê kurdên xwedanê  vê axê yên dawî ne.
Ez jî êdî ji wan kal û pîran yek im, lê berevajî wan ew li dû dema borî ne, ez jî ketima endîşeya dahatuya me ya li ser vê axê. Li vê herêmê sedî heştêyê gundan gundên kurdan in. Ax hê ya kurdan e, lê êdî ev ne gund in û hevîngehên kal û pîran in û ev ax ne bi ber û berhem e ji bo kurdan. Bi rastî gundên kurdan ên herêmê gundên bê zuriyet in. Diltirsiya min ew e ku piştî mirina van kal û pîran, xwedanê van gundan û wê axê kurd nebibin.

Hin Nivîsen Nivîskar

Çîroka Min û Zimanê Zikmakî: Dema ku ez ji bo ziman kêşiyam şikeftê

  • 05 Berfanbar 2010

Betlaneya zanîngehê nêzîk bûbû. Min dixwest xwe bikişînim şikefta xwe û ku Xwedê negot nebêje jî lê ez xwe bi xwe re dibêjim: Bixwîne; bi...

Mazdekê kurd bavê ramana komûnîzmê ye

  • 23 Adar 2010

Li dû dîroka elewiyên windaJi notên xwendinê yên dîrokê- VI)Divê destpêkê armanca vê nivîsê bi zêlalî bêjim. Di...

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • 23 Tîrmeh 2026

Ji bo guhdarîkirinê:   Herodotes di pirtûka xwe di beşên çêbûna Kyros û bisertextketina wî de çîrokeke dûr û dirêj vedibêje; xuya ye, di vê vebêjê de ji alî dîrokî de her çiqas hin tiştên dîrokî...

Hemû Nivîsen Kazim Polat

Kazim Polat kî ye?

Nivîskar Kazim Polat ji kurdên Mereşê ye. Ew heta sala 1992'yan di nav çapemeniya tirkî de bi salan xebitiye. Lê di sala 1992'yan de dev jê berdaye. Tam wê demê gotiye: "Heta ku ez bi zimanî kurdî, an jî bi zimanê kal û pîrên xwe nikaribim binivîsînim ez dê tirkî nenivîsînim."
Piştî vê yekê bi temamî dest ji tirkî ber dide û bi kurdî dide distîne, dinivîse.
Ji destpêka salên 90'î ve li Swîsreyê dijî. Van salên dawî hem li wir, hem li Elbistanê ye.
Heta niha pirtûkek wî derketiye:
"Êşa Zimanê Min" (Ceribandin, Weşanên Şemal, 2015)

Youtube Me

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Gotina Hefteyê: "Tirkiye nizane çawa nêzî vê meseleyê bibe"

ad

Di pirtûkekê de Zerdeşt, Konfuçyus û Mihemed

ad

Mîtînga Batmanê bi beşdariya 10 hezaran dest pê kir

ad

Ji Ronaldo, Neymar, Messi û yên din çend nûçeyên sporê

ad

Li Hambûrgê dem dema şanoyê ye

ad

'Tu biryarek ku li gor menfeeta gel nebe li vir dê neyê girtin'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin

  • 15 09 2026
news

Siirt Sporê Dêrsim Spor têk bir

  • 16 09 2026
news

Îsal li Başûr çend xwendekar dest bi dibistanê dikin?

  • 16 09 2026
news

Hakkarî Zapspor bêyî bilîze Cizre Belediyespor têk bir!

  • 16 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname