logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin
  2. 'Ew jina herî xweşik bû'
  3. Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye
  4. Xelata Nobelî ay Ekonomî da di tenan
  5. Anketek nû: Kîjan partî li pêş e?

Mesûd Qeya

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Mesûd Qeya

Mesûd Qeya

Îlon û Kûçik

  • Dîrok: 25/09/2024

Ji bo Julio Cortazar
Her tiştî ji ew roja heta derengiyê şevê alavên malê didan serhev dest pê kir. Sibeha wê şevê bûbû qerepele. Kûçikê ji bûyîna xwe de dengnekir wê sibehê li quleke herî teng û rê biserneketî digeriya. Ji ber ku tu qul peyda nekir xwe çeng kir hembêza jinikê.  Jinik dibêje, “Min tu carî di hembêza xwe de navkutkeke wiha bi şid hîs nekiribû. Dêmeg qey zindîbûn tiştekî wiha ye.” Yê cîrana wan, sala par di qerepeleyeke wiha de xwe ji şibakeyê avêtibû. Ev salek di ser re bihuriye hîna du zarokên malê ji çend rojan carekê diçin li ser cihê Hozo lê binax kiriye çend dilop hêsiran dirijînin. Axir ev jî zindîbûneke din e. Yê digot, “jiyan herikîn e” bo çend kêliyan be jî vê carê heq didim te. Mîsal; herikîna xwînê, dilopeke lîçika bi serê bêvilê ve (wê bîstek din helbet biniqute), ava ji zerçinekî diherike û li dor berateyekê digewime, dilopa ji pêsîra dê diçipe û çipikeke mîza Fadilê Kufragî go niha nikare di xwe de bigire. Tu mafdar î, her yek zindîbûnek e.  
Wê berêvarê ez li binê dareke parqa şarederiyê rûniştîme. Siya darê min ji tîrên şewqa tava dawiya tebaxê diparêze. Va çend rojên dawî mere digot qey qurix hilatiye. Êvaran berî razêm min şibake li xwe digirt û niha gîhakên di binê pahniya min de didewisin ji çend roj berê cemidîtir in. Ev jî dikare bibe cureyeke zindîbûnê, dibêjim. Hê ji xwe re wiha dibêjim jinikek di ber min re derbas dibe. Di dest de qetê kûçikekî boz. Derdorê bêhn dike. Jinik li dû dilezîne. Helkehelka wê ye. Gere berevajî vê rewşê bûya lê guh nedinê vî zemanî çi wekî xwe ma ye? Wextekî kuçikekî min jî hebû, Qolo. Em rojeke payîza dereng li ber pez bûn. Şilî bû. Heta digiha erdê dibû şilope. Du rojan li ser hev baranê mohletan nedabûyê. Me berqefa tahtekê ji xwe re kiribû sitare. Paşê me li ba, berê me li newalê. Pez li pala newalê diçêriya. Ez dihênijîm. Carekê hirînî bi Qolo ket.  
“Çi ye kuro?” min got. 
Bêyî li min ho vede rabû ser xwe. Pirça stûyê xwe gijj û teriya xwe ya bi qasî tilîkeke qeleqûçkê bû rep kir. Ziq li hêla pez dinerî. Ji nedîtî beziya. Wê gavê ez li wî gurê wekî berazekî hayê bûm. Çi heywanetekî xweşik bû. Sivik sivik dimeşiya. Hûrik hûrik di nav dar û deviyan re diherikî. Mere digot qey lingên wî bi erdê nabin. Qolokê min bûbû fîşekek ji devê lûlê pekiyayî. Min li dû wî bang dikirê; de herê ha, derb derba te ye, eyarê wî biguro, rê bidê bê kî beran e, huurî ha, berxê aniha beranê sibê. Hê fîşeka ji devê lûlê pekiyayî bû xezebo, agir ji pişta wî dibariya. Navbêna wî û gur ma çar tilî. Bêvil bi qunê bû an nebû nizanim gur di cîh de sekinî û bi awirekî tenê li dû xwe fitilî. Qolo wekî mîxê hê nûka çakûçê dawî lê ketibe bi erdê ve zirz bû. Agirê wî bi derbekê re tefiya. Bû boşkovaneke sar.  Qûnaqûna vegeriya. Çi derewan bikim ez wê rojê ji Qolo bêhtir li ber xwe ketim. Wê bîstek din jinik jî bi heman awayî li ber fediyê biketa. Bêvila kûçikê boz di rexan de digeriya.  
“Bisekine Hîgo, ez betilîm, binêre ez te carek din dernaxim gerê ha.” 
Ma xema Hîgo ye? Na. Ha diçe dor vîzvîzkên avê, ha li erdê teqil dibe, dibeze pisîkekê, çend qertan li gîhakan dide û dipişkine. Du sê zîvrên din li dora xwe dixin. Ez bi dengekî difîkînim. Guh li Hîgo bel dibin li min dimêzîne. Careke din difîkînim. Bi ber min ve dimeşe. Tê derdora min bêhn dike. 
“Hinekî bêhawe ye. Xwezî te bang nekirayê” dibêje jinik.  
“Na. Xem nake. Li gund yekî min jî hebû, ji yê te bêhawetir. Paşê biaqil bû hinekî. Kişiya qalikê xwe.”
“Çima? Qey mir?”
 “Na, nemir. Gur dît.”
Jinik wekî go bawer nekiribe bêvila xwe bilind kir. 
“Ma kûçik ji guran ditirsin?” 
“Hin jê ji siya xwe jî ditirsin.” 
Hîgo hê li dora me dizivire. Lingê min bêhn dike. Nakeve sera bi ser de dimîze. Jinik şelpeze dibe, sê çar caran
 lêborînê dixwaze. Qetê kûçik dide destê min. “Ezê herim hinek avê bînim. Tu li vir be.” Kêliyeke din vedigere. Şûşeyek av û du şûşe bîra bi xwe re aniye. Vê carê ez dikarim lêborîna wê qebûl bikim. Lingê xwe dişom. Ava mayî didim kûçik. Vedixwe. Em hinekî sayîl dibin. Devê herdu şûşeyên bîrayê vedibin. Pêşî bilind dibin, paşê çingînî ji wan tê. Noş. 
“Te got hin kûçik ji siya xwe jî ditirsin” dibêje jinik. 
“Erê” dibêjim. “Hin jê ji teriya xwe jî ditirsin.”
“Ev cardin ji siyê maqûltir e. Terî yanî.” 
“Na. Siya teriyê jî heye. Yên ji teriya xwe bitirsin ewê ji siya wê jî bitirsin mîsal. Terî çiqasî ya wan be siya wê jî ew qasî ya wan e. “ 
“Te go tirs. Wê rojê tiştek hat serê me.” 
“Ka bêje.”
“Her tiştî ji ew roja heta derengiyê şevê me alavên malê didan serhev destpêkir. Sibehê me yê mala xwe bar bikira. Me alavên xwe temam dabûn serhev. Destê sibeha wê şevê bû qerepeleyek. Kûçikê ji bûyîna xwe de dengnekir wê sibehê li quleke herî teng û rê biserneketî digeriya. Ji ber ku tu qul peyda nekir xwe çeng kir hembêza min. Min tu carî di hembêza xwe de navkutkeke wiha bi şid hîs nekiribû.”
 

Hin Nivîsen Nivîskar

Xêrhatin An… Nehatin

  • 22 Tîrmeh 2024

Silav. Dibêjin agirê cehenemê bi heft avan hatiye şûştin. Dibe hejmara heftan hişê we biribe dereke din lê yê min na.  Hişê min wekî her gavê li vir e. Ez xwe baş nas dikim. Bi awayeke din ji xwe ne dûr im....

Temûz û Xeleka Bedew 

  • 31 Tîrmeh 2025

Ji bo guhdarîkirinê:   Hatim dawiya xelekê. Ew xeleka bedew. Ev qonaxa dawî ye. Hê ji xwe re wiha dibêjim li rastiya xelekê hayê dibim. Dawî tune. Bê destpêk im. Dizivirim. Berdewam im. Na. Ne dewam im. Ezê...

Serpêhatiya ‘Ortewêranê' û Mijdar

  • 30 Sermawez 2024

Pel û çilo zer bûne êdî. Heta pirên wan weşiyane.  Çend roj berê firtoneyek rabû. Şiliyeke bi hemdê xwe bariya. Bû mij û moran. Dîtira rojê bû sayî. Çend gewmikên avê bûn cemed.  Dîtira roja din...

Hemû Nivîsen Mesûd Qeya

Mesûd Qeya kî ye?

Youtube Me

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Berhem Salih bû Serokomarê Iraqê

ad

Li Fransayê bi deh hezaran kes daketin qadan

ad

Akademîsyenan piştgirî dan Can Candan

ad

Bifikirin: Avahiya te îstîmlaq dikin, ya kêleka te nakin, çima?

ad

Ajansa Welat dest bi weşanê kir

ad

Bernameya Festîvala Gola Wanê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

  • 12 10 2026
news

'Ew jina herî xweşik bû'

  • 12 10 2026
news

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye

  • 12 10 2026
news

Xelata Nobelî ay Ekonomî da di tenan

  • 12 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname