heke zikê birçî ji dêvla nên dengê te kirrî
gerek her gotina te bi heft zikan bifikirî
Nayê bîra min bê ka kîjan ez ê di hişê min de ev gotinên jor ji min re got. Nizanim çima got jî. Belbî ji bo kitêbên berî çap bibin pîr dibin gotibe, belbî jî ji bo xwendeyên bi destpêka xwendina van kitêban re dibin şahidên mirina hêviyên xwe.
Tu zanî çima Fillehên gopalçêker gişkan du caran koç kirine?
Na, nizanim, Kovan. Çima-
Gopal ji miriyan re ne lazim e, loma.
Li sikakên kitêbên bi serdema xwe re dijîn heft caran zikê gotinan tune, heft caran gotin nizanin birçî bibin û heft caran gotin zer in li heman payîzê.
Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî. Her tişt kevinbûyî ye û ji kevinbûnê çêdibe li vir. Çi cara tiştek ji kesekî yan kesek ji tiştekî diçire, awiran jî bi xwe re diçirîne û dengê çirandinê zer diherike li her çar payîzên heman salê; paragraf zêdetir diqetin û çavên ‘ewran ziwa dibin piştî hêstirên nebariyayî.
Berî ez bibim nivîskar edebiyat welatê bavê min bû. Artêşa qerekterên kuştî welatê bavê min dagir kir û mirin bêxwedî ma.
Piştî ez nebûm şair ez bûm xwediyê mirinê li welatê bavê xwe û jiyan şînhat li goristanê.
hîn jî nobedar im
hîn jî mirin sax e li goristana van hevokan
Piştî her koça serdemekê, saxek jî namîne da karibe şûna mirinê bigerîne li wan hevokên bûne hespên serdema xwe.
Deriyê demê li pişt serdemê tê girtin. Dinya bi agirê qelemê bişewite jî, ne xema deriyên girtî ye.
girêka derî bifilite
rabirdû bigirî li pişt derî
biweşin tilîkên min ji destê kitêbê
vala bimînin çavên berga wê
wê hişk nebe ev dara min di pişta xwe de çandiye
û wê bê sî nemîne dilopa xwêdana te di çermê min de
Reva hişê min û rûniştina bedena min zêde min diwestîne. Kompîturê vedimirînim ez vêdikevim. Radibim, ji hundir derdikevim û dikevim hundirê sikakên Smyrnayê. Sikak gişk qasî bejna min dirêj in û însan gişk qasî kincên min qutik in.
berê
çîmên tilîkên min li daristana porê min dibeziyan
niha
li kaşkaşoka serê min dişemitin, wekî destê dêya min ê li ser sabûnê.
Hasil î kelam, ez bi ciwanbûna hevokên xwe re pîrtir dibim.
Li van sikakan însan gişk qetiyan, min jî por weşand. Yanê dixwazim bêjim sikak mişt in ji însanên qetiyayî û porê weşiyayî.
Ez û Xwe em ê herin Kafeya Çaykovskî bîraya cemidî vexwin. Kafe li sikakeke teng e, lê sikak ji hundirê serê Çaykovskî firehtir e.
Radibim ser xwe, valahî li ber min dibe rê. Berî didim tuwaletê, nerm dibe valahî di bin lingên min de. Dilezînim. Mîza min pir tê û tuwalet pir ji min dûr diçe. Heta xwe digihînim tuwaletê, dinya kevin dibe. Pîstika mîzê vala dikim, cuzdanê min jî vala dibe. Derdikevim, dengê xwediyê kafeyê jî li pey min derdikeve: “Oxir be mamoste
Li pişt xwe dizîvirim, dengê xwe dibihîzim, “Spas Stalîn.”
Qalûçka kenê wî porê biharê dibire, dinya gurî dibe.
Ji kerema xwe re rûnê, ez ê qehweyekê ji te re çêkim!
Divê ez zû herim malê û behra qetiyayî bidirûm.
Dimeşim li Kordonê. Hemû sikakên dinyayê pêşwaziya min dikin, min dibin sikakên vê nivîsê û winda dibim.
Her sikakek ji welatê bavê min bêhtir hatiye dagirkirin. Her salek emrê min dirêjtir bûye ji salên emrê dêya min.
Li peravê xwe didim nava destên bê.
ba min didirû, pêl jî peravê didirûn


