Roja 14'ê Gulanê wekî Roja Zimanê Kurdî qebûlkirine biraderên me. Kî qebûl kiriye, çima 14'ê Gulanê hilbijartine qet ne muhîm e.
Tiştê muhîm; Ev roj bi vî awayî hatiye qebûlkirin û îro ev roj hate pîrozkirin. Ji dengê ku îro hat herhal yê hêrî balkêş ji Meclisa Tirkiyeyê bû.
Meclis ciheke girîng e. Ew Meclis ji aliyê kurd û tirkan ve hatiye avakirin. Kurd û tirk bi hev re li wê Meclisê rûniştine, lê di heman demê de wê Meclisê kurdî qedexe jî kiriye.
Divê em bibêjin ku piştî ku DTP'yî ketin wê Meclisê rengê Meclisê jî guherî, dengê wê jî...
Na, em nabêjin sedî sed veguheriye ber bi kurdan ve, sedî sed xwedî li mafên kurdan derdikeve.
Em vê dibêjin: Yên ku bi rastî dibêjin 'Em mebûsên kurdan in', yên ku kurdan jî bi rastî ew wekî mebûsên xwe qebûl kirine dengên kurdan li bin banê Meclisê bilind dikin.
Ew DTP'yî ne.
Yek ji wan jî mebûsê DTP'ê yê Sêrtê Osman Ozçelîk e.
Ev çend roj e haya me jê heye dê di vê 14'ê Gulanê de li cihên wekî Amed, Wan, Îzmîr û gelek cihên din ji bo Roja Zimanê Kurdî tişt bêne kirin, lê ez eşkere bibêjim haya me jê nîn bû ku dê li Meclisê jî ev roj bê pîroz kirin. Ev surprîzeke bû ji bo min, herhal ji bo gelek kesî. Û surprîz bi ev gotinên kek Osman Ozçelîk hat: "Zimanê me yê ku bi salan hatiye qedexe kirin mixabin li sirgûniyê derfeta pêşketinê dît. Em li welatê xwe hê bi awayekî azad zimanê xwe bikar naynin. Li gor kovara ziman a Lêkolîna Le Français Dans Le Monde ya li Fransayê derdikeve digel hemû astengiyan zimanê kurdî di nav zimanên bi bandor ên dinyayê di rêza 31'ê de ye. Kurdî parçeyeke çanda gerdûnê ye. Ez hêvî dikim dê bibe nesîbê parlemena serdema 23'yan ku astengiyên li pêşberî kurdî ji holê rake."
Ev hêviya me gişan e.
Ev hêvî liyekê, aliyê xweş ew e ku kurdî kete Meclisê jî.
Kek Osman meha borî jî pirtûkê xwe yê ku wergerandibû kurdî jî şandibû Meclisê. Bi wê jî kurdî xistibû rojevê.
Em sipasiya kek Osman dikin, her wiha sipasiyan mebûsên dîn ên DTP'ê dikin ku kurdî ji rojevê danaxin, li ser disekinin.
Bêşik me rêyên xwe dane wan, ji aliyekê ve mecbûr in bibin dengê me û qala deng û zimanê me bikin. Lê li aliyê din yên ku me rêyên xwe dane wan û qet qala dengê me, nav û nasnameya me nakin jî hene. Û di vir de herhal mafê me ye ku em ji ew "70 mebûsên kurd" re jî bibêjin ku hûn jî bi rêyên kurdan çûne wê derê, hûn bi van rêyan meaşê xwe distînin, lê çima hûn qet qala xwedî van rêyan, deng û zimanê wan nakin?
Herhal roj bê emê rêyên xwe ji bo hinan bikin helal, ji bo hinan nekin helal. Belê, melayketên li ser milên me yên çepê û rastê dinivîsin. Ez bawerim rojekê emê van defteran vekin.
Hêviya min ew e ku roja vekirina van defteran ne dûr be.
Bi hêviya ku kurdî dê li ser rûyê dinê her û her hebe, Roja Zimanê Kurdî pîroz be.