logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

Kadir Stêra

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Kadir Stêra

Kadir Stêra

Kesk û sor, zer, nîşana zafer, Zaferê pismamê min

  • Dîrok: 29/07/2024

Temenê mirovan, bi ber bayê salan ve jî biçe, zarokatiya wan her timî bi wan re dijî. Hema kêliyekê çavên xwe bigirin, û zarokatiya xwe bînin ber çavan. Va ye min çavên xwe girt, de hûn jî çavên xwe bigirin:
- De Yadê, ka dîsa qal bike.
-Qala çi bikim?
- Qala telebeyan bike.
Zarokatiya me, bi hesreta dîtinek wan re mezin  dibû. Çiqasî veşartîbûna, ew qasî meriv dixwest wan bibîne. Ev bîranîna pêşiyî ku hate bîra min bû, de haydê min biranînên we jî meraq kir. Diya min qala wan dikir û min lê guhdarî dikir. Paşê, ji malê derketibûm. Em zarok bûn, kaset vedişartin, lê me bîr nedibir bê çima vedişartin. Bi tenê me stranên ku mezinên me bi dizî digotin, ji ber digirkirin û bi dengekî bilind digotin. Yek, ji wan stranan; strana Koma Gulên Xerzan “Heval Kamûran bû” . "Heval Kamûran şehîdê kurdan. Şehîd namirin, dikevin dilan. Mezelê şehîdan li Nisêbînê..."  Ji min werê ku di stranê de dibêje, "Hevalka Nûran." Gava mezin bûbûm, bi ser çîroka stranê vebibûm, wê çaxê hîn bûbûm  Heval Kamûran, û hevalên wî kî ne. Zeman derbas dibû, careke din jî, di pirtûka Necat Baysal “Sînorên Bêderî” de rastî wê çîrokê hatibûm. Erê, zarokatî bîreke kûr e. Xwe bera kûrahiya wê bîrê didim. Dayika min dîsa qal dike:
- Min dayika wî li taziyekê de dîtibû û li ser kurikê xwe dûrik diavêtin. Qala bejna wî yî bilind dikir.
Ew Hogirê ku Xelîl Xemgîn li ser stran çekiribû diya min qala dayika wî dikir.  Ew ji Binxetê bû;  lê gora wî li Serxetê bû. Min ev meseleya han li Siwîsreyê, di doza serîlêdanê de jî gotibû: "Ez hê zarok bûm, li ser dika malê rûniştibûm. Cîpa leşkeriyî a ser vekirî, di ber mala me re derbas bûbû. Çar heb PKK’yî tê de bûn, min ew bi tena xwînê dîtin. Wan avêtin yek gorê. "
Min gotibû:  
- Travmayên min pir hene, yek ji wan ev bû. 
Ew mirovên mekanîk, ma wê travmaya min xema wan bûya? Çar xortên kurdan, li ber çavên gundiyan avêtibûn yek gorê. Hinekan digotin: "Malbatên wan bi dizî hatine wan birine; hinekan jî digotin: Na, ma li hember gora wan qereqol e, wê çawa malbatên wan bi dizî wan bibin. "
Zeman diçû û min ew bûyer meraq dikir. Ez ji zanîngehê vegeriyabûm malê û min dixwest li ser wê bûyerê lêkolînê bikim. Min pêşî, ji şivanekî pirsî bû. Ji min re qala bûyerê kiribû:
- Wan li ber çavên me avêtin heman gorê. Kesekî newêrîbû dengê xwe derxe. Bejna yekî ji wan hingî dirêj bû, lingê wî bi ser laşê wî ve şikenandin û ew jî avêtin heman gorê. Piçek ax avêtin bi ser wan ve, paşê kevir avêtin ser wan. Extiyarekî ku torinê wî li çiyê, li ser wan dixwend. Serbaz ew tehdît dikir, Xalê Hemo digot, “Ez keviran dihejmêrim." Bi rastî jî, her ku ez diçûm çolê, di ber wê gorê re diçûm. Hemû kevir bû. Min li çolê stran digotin, û min digot qey ezê rastî telebeyan werim. Ew travmaya min a zarokatiyê, ji dû min venaqete. Berî ku ji welêt derkevim, ez û xweha xwe li mala gundiyekî bûn. Wî berê gavantî dikir. Ew bûyera han dîsa hatibû qalkirin. Dîsa qala dayika Ş.Hogir kiribû. "Sibehekê, min dît ku deriyê me yê hewşê lê da. Min derî vekir ku jinikeke. Qala meseleyê kir, dayika Ş. Hogir bixwe bû. Dixwest, biçe ser gora wî. Min jê re got, “Rahêje tenekeyê, û bide dû min. Wê bêjin qey rêxê dide hev.” Da dû min, min garan li wir hişt. Garana çêlekan, ji wê û gora kurikê wê re bûbû star Ji ber garanê, qereqola gund ew nedidît. Erê, min gotibû zarokatî... Dîsa ber bi zarokatiya xwe ve çûm. Navê pismamekî min Zafer bû. Em zarok, ji mezinan hînî sloganekê bûbûn: “Kesk û sor, zer. Nîşana Zafer." Min nedizanî bê wateya Zafer çi ye ? Di bala min de qala pismamê min Zafer dikin. Erê! KESK Û SOR, ZER! Nîşana dayika Hogir. Nîşana govendên me, nîşana berxwedêrên me. KESK Û SOR, Zer tirsa kurmên darê.
 

Hin Nivîsen Nivîskar

Dema mirov bibe evîndarê dengekî

  • 16 Tîrmeh 2024

Min ew nedîtiye; lê dengê wê ji jiyana min re bûye senfoniyek, û xweza li ber wê senfoniyê reqsê dike. Ma dibe ku meriv bibe evîndarê dengekî? Min şibyetê wê qet nedîtiye; lê dizanim ew cilên wê yê ji rengê...

Rojnivîska penaberekî

  • 06 Avrêl 2025

Ji bo guhdarîkirinê:   Rûpelên rojnivîskê diqulipînim, di her rûpelekê de qewimînek. "Ez îro hatim dêrê. Bo dublîna min bikeve, divê hinekî li dêrê bimînim. 19.01.2025 / Kassel " Belê, min di nivîsa...

Por zerê, bêje kê we şewitand?

  • 02 Tîrmeh 2025

Di nava wan çar dîwaran de, çîrok dişewitîn,  helbestan dixwestin bi hewara wan ve biçin; lê ew jî dişewitîn. Jixwe stran, ji êvara Xwedê ve sêwî bûn.  Ew bi qasî dilên xwe mezin bûn.Yên derûdora...

Hemû Nivîsen Kadir Stêra

Kadir Stêra kî ye?

Kadîr Stêra di sala 1989'an de li gundê Qesra Qelendera yê girêdayî Mêrdînê hatiye dinyayê.
Wî, dibistana seretayî li gund, lîse li navenda Mêrdînê xwendiye. Stêra li Zaningeha Mêrsînê Beşa Ziman û Wêjeya Tirkî qedandandiye û ji zû de ye bi nivîs û helbestê re eleqedar e.
Heta niha pirtûkek wî bi navê "Hespê Şeytên" ji Weşanên Aryenê derketiye. Aniha ew jî wekî gelek nivîskarên kurd penaber e.

Youtube Me
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Mebûsê DEM Partiyê Omer Ocalan çû Îmraliyê

ad

6 hunermend hatin berdan kesek tewqîf kirin (Hat nûkirin)

ad

Qedexeyên li ser Mîkaîl Aslan

ad

Belgefilmê dengbêj Evdalê Zeynikê hat kişandin

ad

Jineke kurd beşa zimanê îngilîz xilas kir lê çû çewlika mirîşkan vekir

ad

Li Qamişloyê kovareke bi navê “Soryaz” dest bi weşanê kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname