logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Îranê Herêma Kurdistanê tehdîd kir
  2. Li ser Kobanî 3 agahiyên girîng
  3. Zilamek û Zimanek
  4. Komên di Newroza Amed, Wan û Stenbolê de li ser dikê bin diyar bûn
  5. Azerbaycan: Dronên Îranê li balafirgeha Nexçiwanê ketin

Veysel Vesek

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Veysel Vesek

Veysel Vesek

Komara Tirkiyeyê çawa qedexe danî ser rojnameya Roja Nû?

  • Dîrok: 04/04/2025

Ji bo guhdarîkirinê:
 

 

Komara Tirkîyê di sala 1923’an de hatiye ava kirin. Ji dema hatiye avakirin heya niha astengiyên li ser weşangeriya kurdî berdewam dikin. Sebebên vê gelekî cihêreng in. Ji ber vê yeke em ê nekevin pey sedemên qedexekirin û astengiyan; em ê pratîka hikumetên komarê deşîfre bikin. Çavkaniya me Sazîya Arşîva Serokomarîye Tirkiyeyê ye. Ev çavkaniyeke fermî ye û ew dokuman min ji wir girtine. (Biryara veşartinê a li ser vê raporê di sala 15/03/2021’an de hatiye rakirin)
Nivîsara me ya ewilî li ser rojnameya Roja Nû ye. Her wekî tê zanîn Roja Nû, di sala 1943’yan de Dr. Kamîran Bedirxan li Beyrûdê weşandiye. Û di nav kurdên Sûriyê û Libnanê de belav kiriye. Ji vê rojnameyê 73 hejmar hatine weşandin. Ev rojnameye jî xwerû bi kurdiya latînî bû, di gel ku beşekî fransizî ji têde hebû. Ev rojnameye jî bi berhemên nivîskarên kovarên Hawar û Ronahiye dihat xemilandin. Hejmara pêşîn di 3’ê gulana 1943’yan de derketiye, hejmara dawî wekî hejmara 73’yan di 27’ê gulana 1946’an de derketiye.(1)  Piştî derketina rojnameya Roja Nû, Wezarata Karên Derva ya Tirkîyê vê rojnamayê dişopîne û dikê rapor û ji Enqereyê dişîne.
Serkonsolosiya Komara Tirkiyeyê roja 19’ê gulana 1944’an ji Bêrûdê raporê ji bo Wezareta Karên Derve, ji Enqereyê re dişînê (2) bi kurtasî wiha dibêjê: “Ew Kovar ji aliyê Saziya Asayîşa Giştî ve tê şopandin û lêgerîn “Jour Nouveau- Roja Nû” 8’ê gulanê (1944), bi sernavê “Kurdistan” maqaleyek çapkiriye û behsa mesela kurdan dike û rewşa kurdan a siyasî û aborî dike, tirkan wekî zalim û qirker dide nîşandan. Bi vî awayî xebata dijminane li hemberî komarê dike. Ev kovar û rojnameyên bi vî rengî gelekî hindik têne çapkirin û muntazam nayên çapkirin û bi zorê kaxizê ji bo çapkirinê payda dikin. Gelek ji xwediyê van rojnameyan kaxizê ji wan kaxizên hindik jî, hinekan çap nakin û di “qere borsayê” de difiroşin.
Ev rojnamaye ligel hejmarên wan gelek hindik tên çapkirin û gelekî hindik xwînêrên wan hene, ji aliyê dewletên kolanyal ve tên destek kirin. Sebebê van weşanên hindikayîyên kurd û ermenî, dewletên Sovyet, Fransa û Îngilîz in. Bi hebûna van xebatan ev dewlet dixwazin li ser Komarê bandoreke nerênî çêbikin û bikin bin tesîra polîtîkayên xwe. Armaca wan ne ew Milet in û tesîrê li wan bikin. 
Her wiha di vê raporê de behsa xebatên komara Sovyetan jî li nav kurdên Misir, Sûrî û Libnanê hinek tespît nivîsîne. 
Di dawiyê de li binê raporê li hemberî Roja Nû çi kirine û çi encam standine jî hatiye nivîsîn. Konsolosê Bêrûdê dibêjê; Me rêveberiya Libnanê agahdar kirîye û me xwestiye saziya sansûrê vê rojnameyê asteng bike. Û dibêjê rêveberiya Libnanê bi telefonê li me geriyaye û gotiye bi talîmatekê me teqez ev rojname hişyar kiriye kû nivîsê bi vî awayî çap neke.
Bi vê rapora Serkonsolosê Bêrûde ve çand rûpelên Roja Nû jî hatine şandin ango wekî pêvek pê raporê ve girêdane. Û tiştê balkêş jî ev rûpelên rojnameyê hatine kopî kirin. Ji bo bibe çavkanî em ê van fotoyên rojnameyan Roja Nû biweşînin. 
Vêca em werin ser mesela astengiya weşangerîya kurdî. Roja Nû rojnameyeke bi kurdî ye û li Bêrûdê di sala 1943’yan de dest bi çapê dike. Û li gorî konsolosê tirk gelekî hindik hejmar derdikevin û gelekî hindik tê xwendin û tu tesîra wê li ser civaka kurda nîn e. Em dikarin vê jî bêjin ku, gelo ev rojnama hîç giha axa welat an na, tu kes vê nizane. Lê çima li hemberî rojnameyeke ew qas bêkêr ew qas şopandin
Bersiva vê di raporê de nîn e. Di raporê de dibêjê ev karên weşanê ji bo propagandaya li dijî komarê tê kirin. Lê tu tiştên berbiçav nenivîsîne û tenê fikr û ramana konsolos dide xuya kirin.
Mixabin wekî sîstematîk hemû kovar û rojnameyên bi hemû zaravayên kurdî hatina şopandin, rastî lêpirsîna dadî hatine û hatine astengerin. Bi her awayî jî ketina wan a nav axa welêt hatiye qedexekirin. Sedema ku weşangeriya kurdî gelekî pêşneketiye, divê mirov di van astengîyên bihidût de bigere.

1 https://www.qadoserin.com/2021/01/23/rojnamegeriya-kurdi-li-rojava/1
2- Saziya Arşîva Serokomariyê ya Tirkiyeyê

Not: Di çarçoveya “Di Komara Tirkiyeyê de Astengiyên li ser weşangerîya kurdî” de ev beşa yekem e. Beşên din dê bên… 


 

Hin Nivîsen Nivîskar

Du Stran û Varyantek

  • 26 Tîrmeh 2023

 Strana “Heyla Bêzo” li herêma Botanê gelekî berbelav e û ji qewlê hostayê nemir Cegerxwîn ve strana “Berdîlanê” ango ya dawetê ye. Ev...

Di Sala 1989’an De Qedexekirina Albuma “Hoy Narê”

  • 23 Rezber 2024

Qedexekirina li ser ziman û çanda kurdî xwedî pratîkek kevin e û xwedî berdewamiyê ye. Çanda kurdî, bi taybetî muzîka kurdî ya gelerî-folklorîk gelekî xurt e û li tirkî desthilatan ji destpêka komarê ve...

Çend Têbînî, Lîsteyên Baroyê Mêrdînê yên salên 1971-1974'an  

  • 02 Sermawez 2024

Ji bo guhdarîkirinê:   Baroya Mêrdînê di sala 1956’an de wekî baroyeke serbixwe hatiye ava kirin. Her baro ji bo tomarkirina endamên xwe tomarekî-sicîlekî çêdike û navê wê Lîste an jî Lewha ye. Berî...

Hemû Nivîsen Veysel Vesek

Veysel Vesek kî ye?

Nivîskar û parêzer Veysel Vesek di sala 1979’an de li Hezexê, gundê Bafê hatiye dinê. Dibistana seretayî û ya navînê li navçeya Hezexê xwendiye. Li Ceyhanê lîse qedandiye û paşê xwendina xwe li Amedê li Zanîngeha Dîcle, di beşa Fakûlteya Hiqûqê de temam kiriye. 
Wî, di dema xwendekariya xwe ya zanîngehê de dest bi nivîsandina kurdî kiriye. Helbest û nivîsên wî di kovarên wekî Kulîlka Ciwan, Zembîlfiroş, W, Tîroj, Hawara Botan û di rojnameya Azadiya Welat de hatine weşandin. Di komxebata “Ferhengên Têgihên Hiqûqê“ de wekî hiqûqnas ked daye. Di kovarên Aşdad û Dadistanê de ku li ser hiqûqê ne û bi kurdî ne gotarên wî hatine çapkirin. 
Vesek berhevkariya foklora kurdî dike û ew bi xebatên xwe yê li ser folklorê û dijîtalîzekirina folkora kurdî tê naskirin. Herî dawî di kanala Folkora Kurdan ya li ser youtubê da “Projeya Dijîtalîzekirina Folkora gundê Bafê” bi rê ve bir/dibe. Veysel Vesek li Mêrdîne dijî, bavê du zarokan e û parêzeriyê dike. 

Youtube Me

Dilşêr Bêwar: Pêlên Lacîwerd

news

H. Kovan Baqî: …dayikekê didirû ji dengê min re

news

Mesûd Qeya: Ezê bikim

news

Omer Dilsoz: Rexneya Rexneyê

news

Yeqîn H.: DESTPÊK

news

Şaredariya herî kurdewar, binêrin çi kir...

news

Em hejmara çapkirina 386 pirtûkan derxin 10 qatên wê

news

Di nivîs, şano, fîlm, û di helbestên 'Lewerger'ê de 'Dê'

news

Hemû agahiyên ji bo hilbijartina Kurmancî-Zazakî

news

Li KOBANÎ pirsgirêkên tenduristiyê

news

Piştî peymana 29.01.2026'an li Rojava rewşa perwerdehî, çand û weşangerî dê çawa be?

news

diyarname podcast#podcast#news# #diyarname #pirtûkênkurdî #books #booktok #pirtûk #fûarapirtûkan

news

diyarname podcast #booktok #books #diyarname #pirtûk #news #fûarapirtûkan

news

diyarname podcast#L werger#diyarnamenûçe#çandhunerkovar# #pirtûkênkurdî

news

diyarname podcast Claudette Colvin ku di 86 saliya xwe de mir çi kiribû?

news

diyarname podcast#pirtûkênkurdî #weşanxane#çapkirin#pirtûk# #diyarname20salîye

news

diyarname nûçe Podcast 2025: Hemû pirtûkên bi kurdî: Ji par zêdetir in #booktok

news

diyarname podcast 2025: 1180 nûçe, 204 vîdeo #diyarname #pirtûkênkurdî #books

news

diyarname podcast Fûara Pirtûkan a Çûkûrovayê didome #booktok #diyarname

news

diyarname podcast#diyarname Nivîskarê navdar Daniken mir #booktok #pirtûk #pirtûkênkurdî #books #

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
news

Ziman Dirêjo Hed Nezano

  • Kadir Stêra
news

Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

  • Omer Dilsoz
news

Berxweş

  • Mesûd Qeya
news

Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin 

  • H. Kovan Baqî
news

Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

  • Hogir Berbir
news

Destpêk

  • yeqîn h.
news

Pêlên Lacîwerd

  • Dilşêr Bêwar
news

10 hezar girtî bên berdan Tevgera Kurd wê bikaribe çi bike bo wan?

  • Cemil Oguz
news

Çîroka Zarokên Rojê û Agirî

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Mêvanê 'Fûara Pirtûkan' ya Baskê Kurdistan e

ad

'Wê çaxê min got, îro pê de hemû tiştên tirkî red dikim'

ad

Lîstikvana navdar birîndar bû

ad

Walîtî Festîvaley Mûnzûrî qedexe kerde

ad

Gotina Hefteyê: Li ser navê mirovahiyê min şerm kir

ad

Hunermend Seîd Yûsif wefat kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Îranê Herêma Kurdistanê tehdîd kir

  • 06 03 2026
news

Li ser Kobanî 3 agahiyên girîng

  • 05 03 2026
news

Zilamek û Zimanek

  • 06 03 2026
news

Komên di Newroza Amed, Wan û Stenbolê de li ser dikê bin diyar bûn

  • 05 03 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname