logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

Bedran DERE

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Bedran DERE

Bedran DERE

Kurdistan wê çima nebe Almanya?

  • Dîrok: 22/10/2017
Rêvebiriya Başûrê Kurdistanê ji xewa şîrîn şiyar kirin. Hem jî bi dengê tang û topan. Ev şok û panik dikare bi xwe re encamên psîkolojik jî bîne. 
Serxwebûn, xweserbûn, azadî meseleyeke cuda ye, wekî şîrê dayikê li kurdan helal e. Ne xewn e, ne xeyal e, mafekî xwezayî ye. Mesele ne ev e. Tiştê ku dixwazim derbixin pêş ew e ka ji bo van armancên ew qas pîroz ku bi mîlyonan kurdî di rêya wan de canê xwe feda kirin û hê jî feda dikin, rêvebiriya Başûrê Kurdistanê çi kir? 
 Ev 25 sal in rêvebiriya Başûr di destê kurdan de ye. 
Ew qas sal in li Kurdistanê çi hilberîn çêbû? Çiqas kargeh vebûn? Sîstema binesazî, elektrîk çiqas hat guherandin? Mantaliteya ked û xebatê çiqas di nava gel de hat bi cîh kirin. Asteya perwerdê çi ye? Zanîngehên Başûr ciqas zanyar û akademîsyen gîhandine? Başûr çiqas dikare debara xwe bi çandiniya xwe ya hundurîn bike? Rêncberî, çîflig, lawirvanî di kijan astê de ye?  Çiqas dar hatine danîn? Behsa kîjan daristanî dikare were kirin? Bê ku hewceyê derve bibe, çend mehan dikare li ser piyan bimîne? Û bi tonan pirsên ku welatekî dike welat...
Werim em Kurdistan û Almanyê bidin berhev.  
Kurdistan û Almanya ji ber qedera xwe ya şer dişibin hev. Her du jî dema ji şer derketin wêranî, xizanî sefalet di asta herî jor de bû. Ferqek hebû Kurdistan bi serketibû Almanya têk çûbû. Piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê Almanya wêran bûbû, tiştek aîdê berê nemabû ji bilî mantalîte û kevneşopiya hilberînê. 
Tiştê ku îro Almanya di cîhanê de kiriye çaremîn hêza herî mezin a aborî ev mantalîteya ked, xebat û hilberînê ye.  
Piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê ku wekî felaketa herî mezin ya dîroka mirovahiyê tê zanîn,  Almanya ji bo ji nû ve rabe ser piyan, hewceya wê bi karkerên derve hebû, şand pey karkerên Anadoliyê jî û ew  xistin xizmeta mantalîteya xwe. 
Tirk û kurdên ku di jiyana xwe de ji gundên xwe derneketibûn bi xêra mantalîteya alman ya hilberînê otobanên herî meşhûr yê cihanê çêkirin, wesayitên herî saxlem û navdar yê cîhanê derxistin piyaseyê. Mantalîteya alman bi van karkerên reben enerjiya xwezayî ya ji germahiya rojê da afirandin. Ji balafir, helîkopter, tang, wesayît bigire heta her cure motor, makîne, berhemên kîmyewî, kompîtur, berhemên elektronîk, dermanên herî meşhur yê cîhanê, tekstîl, malzemeyên avakirinê, berhemên plastîk, hilberîna zad, xwarin, pêşxistina baxçeyên mêwe, rêncberî, xwedîkirina heywanan, parastina xwezayê, parastin û pêşxistina daristanan, sîstema perwerdehiyê, hema çi tê hişê we bi destê van kurd û tirkan da çêkirin. Di vê derê de em behsa siyaseta wê ya îro nakin. Piştgirî dide kîjan hêzên otorîter ev meseleyeke siyasî ye, mirov dikare wê cuda  binirxîne. Lê xuyaye mantalîteya wê ya ked û hilberînê hêjayê analîzeke kûr û dûr e.  
Lê em biçin Kurdistanê, dema mirov li balafirgeha Hewlêrê pêya dibe heta Duhokê, di rêya  sê saetî de mirov rastî tu darekî nayê. Hêşinahî tune. Bi sedhezaran pêşmerge, xwendekar, rêwî gundî hene, eger her yekî darekî danîba heta niha Kurdistan tev bûbû daristan. Ew çemên ku ji bakur û ji rojhilat diherikin ser singa Başûr, eger ji wan fêde bihata dîtin, niha zebze, fêkî û berhemên din yên xwarinê wê têra tevahiya Rojhilata Navîn bikira. Sanayî tune. Eger xortên kurd bi mantalîteya hilberînê bihatana perwerdekirin, niha Kurdistan dikaribû her cure mal, alav û malzemeyên jiyanê îxrac bikira. 
Lê çi kirin?  
Keçên heremê mehkûmê zewacê kirin, xortan mehane bi 200 dolarî ve girêdan mehkûmê   pêsmergetiyê kirin, tu pergaleke cidî ya ji bo pêşxistine pîşe û kar nedan pêşiya wan. Ji bo karên înşaetê û çêkirina rêyan, ji derdorên herî nijadperest yên Tirkiyeyê kes anin îhaleyên tije sextekarî û gendelî  pêşkêşî wan kirin. Karsazên herêmî mehkûmê îflazê kirin. Di şûna Almanya û Hollanda de, ku yek navenda sanayî, ya din bihuşta bax û bostan e ku tevahiya Ewropayê xwedî dike, wan Dubaî ya rût û tût ji xwe re nimûne girt. Di sûna hilberîna endustriyel de ku mirov dikare berhemên wê  ixrac bike û jê hatina aborî bi dest bixe wan  giranî dan ser avakirina xaniyan, yanî makyaja sexte û mesrefa fizûlî. Temamê hebûna xwe pêşeroja xwe bi firotina petrolê ve girêdan. Bi mîlyaran dolarên ku ji firotina petrolê hat wekhevî di xizmeta gel de nehat xerc kirin. Tenê çîna rêveber û dostên wan yên tirk  jê fêde dîtin. Gel dîsa xizan mabû.    
Rêvebiriya Başûr di şûna hilberîn û qezencê de, xerc û mersref tercîh kir. Lewma îro li vê herêma me ya birîndar, tirsa herî mezin ew e gelo rojekî welatên cîran derî li ser me bigirin, wê halê me bibe çi?

Hin Nivîsen Nivîskar

Wênekêşê înfaza Saîgonê çawa dibe dostê cellad?

  • 12 Rezber 2017

Ji şerê Viyetnamê,  yek ji wêneyên ku herî zêde di bîr û hişê mirovan de maye ew wêneyê ciwanê Viyetmamiye ye dema li nava kolana Saigonê...

Pirtûka ku çarenûsa me ye û nivîskarê wê winda ye

  • 21 Sermawez 2016

(Dûmahîka beşa 3'yan a nivîsa “YEZDAN WINDA YE” )Heyfa min bi min tê. Destê xwe dibin ser rûyê xwe, çavên xwe, eniya xwe, sûretên xwe miz didim....

Çavên kesk ên zumrudî

  • 22 Sibat 2017

Herdu jî bêdeng bûbûn. Name heta dawî nexwend, dîsa li hev qat kir, xist bêrika xwe û ji Dilara pirsî: -Tu çi dibêjî ez çûyîna...

Hemû Nivîsen Bedran DERE

Bedran DERE kî ye?

Bedran Dere di bihara sala 1972'yan de li navçeya Mûşê Vartoyê ji dayik dibe. Di sala 1987'an de, di 15 saliya xwe de derdikeve Ewropayê, xwendina xwe li Swissre didomîne.
Di perwerdê de, bala wî diçe ser hunera bedew. Bi salan resim çêdike, li Swissre û welatên Ewropayê pêşengehên wêneyan vedike.  
Ji ciwaniya xwe ve mêla wî li ser kurdî bû lê bi taybetî, dersên pedagojî, wêje û giramera kurdî ku di sala 1993'yan  li Zanîngeha Zurîchê dest pê kirin, berî wî da nava deryaya akademîk ya kurdî.
Di sala 1994'an de, li Kantona Neuchâtel ya Swîssre cara yekem bi awayeke fermî, dibistana kurdî vedike û ew bi xwe lê mamostetî dike.
Di dawiya sala 1996'an de, li televîzyona kurdî MED TV dest bi karê rojnamegeriyê dike. 
Ew bi tevî hevkara xwe Hêvî Têkosîn, pêşkêşvanê yekem ê Bernameya "Rojbas Kurdistan" e.
Di karê rojnamegeriyê de ew herî zêde wekê pêşkêşvanê nûçeyan derket pêş.
Di xebata xwe de, giranî dide ser perwerdeya bikaranîna hunera deng.
Dublaj û xwendina bernameyên dokumanter wekî yek ji karên herî girîng û nazik dibîne.

Youtube Me
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Destê jina peywirdar negirt, hemwelatiya wî betal kirin

ad

Li Payîzavayê şahiya biharê li dar ket

ad

Dawiya vê hefteyê hin çalakî

ad

Platforma Ziman: Zimanê Kurdî bikin fermî

ad

Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk erkeke dîrokî ye

ad

Serxêrê: EURO 2012 dest pê dike

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname