logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran
  2. Vê carê deng ji Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê bilind bû
  3. Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan
  4. Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî
  5. Agahiyên der barê kuştina Samî Şêx Huso de

Yaqob Tilermenî

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Yaqob Tilermenî

Yaqob Tilermenî

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Dîrok: 25/08/2026

Dema keça me ya mezin li Swîsreyê dest bi dibistanê, sala şeşan kiribû, li gel kêmzanîna wê ya bi zimanê fransî, wê di polê de ji ezmûnan notên herî bilind, ji dersa matematîkê wergirtibû. Ji ber ku babetên dersê bi awayekî hêsan û fêmbarî dihatin dayîn, keça me ji ber tecrubeya xwe ye li Tirkiyeyê ji mijaran zû tê digihîşt û di ezmûnan de bi hêsanî bersiva pirsan dida. Çinku li gor bernameya matematîka li dibistanên Tirkîyeyê, li vir dersdayîn ne tevlihev bû. Lê di sala pêncan a keça me ya biçûk de mamosteyê dersê di ezmûnekê de bersiveke wê ya geometriyê nepejirandibû û sifir not dabû wê. Dema min ji mamostê sedema nedayîna notê pirsîbû, ji min re gotibû tu şaş difikirî. Min çi qasî behsa mamostetiya xwe ya 22 salan kiribû, min zanîna xwe ya matematîkê qal kiribû jî, camêr ji gotina xwe daneketibû. Herî dawîn min jê re gotibû, ez ê giliyê te bikim! Wî jî bi guhnedêrî ez bêminet kiribûm. 

Di ezmûna matematîkê de pirs hêsan bû; şiklên geometrik hatibûn dayîn û îşaretkirina koşeyên çik ên 90 dereceyî hatibûn pirsîn. Keça min ji 20 koşeyan 12 jê rast çekiribûn, lê mamostê bersiv wekî şaş pejirandibû. Ji ber wê jî notê "0" dabûyê. Dema min ji mamoste xwestibû ew şaşîtiya xwe rast bike, gotibû tu rastiyê nizanî. (Qey) ez şaş bûm û li dibistanên Tirkiyeyê matematîkê ez xapandibûm! A soxî…   

Min bi matematîkê dest pê kir, dixwazim pê berdewam bikim. Sala 2003’yan bû. Ez li Bakurê Bajarê Yozgatê, li navçeya Çekerêkê, li gundê Çandirê wekî mamosteyê sirgûn dijiyam. Erebeyek min a modela 1994’an bi markeya Fairway a rengsor hebû. Min jî fena gelek kurdan ji rengê sor hez dikir, bi sedema 5 qirûşên wê zêde bûn. Wê salê bi navê Feridun Duzagaç stranbêjekî tirk bi sernavê “Orjinal alt yazili (binnivîsa resen)” albumek weşandibû ku gotin û muzîk aydî wî bûn. Min di erebeya xwe ya rengsor de li ser hev, li wê albumê guhdarî dikir. Kêfa min ji gotinên stranan, muzîkên wî yên bi şêwaza tevlihev a pop-rock û muzîka xweserî re dihat û mamosteyên tirk (mirov dikare bibêje tirkperest) ên li erebeya min siwar dibûn, bi guhdarîkirina vê muzîkê kirasên cuda li bejna min difesilandin; wekî “kurdekî terorîst” li min nedinêrîn. 
Strana herî bêtir a min jê hez dikir, bi navê  "Boş Ders Şarkisi" (Strana Dersa Vala) bû. Ji ber guhdarîkirina bêhejmar li stranê, gotinên wê hê jî di jibera min de ye. Dîsgotina wê, beşa herî xweş bû:

“Ez xwe, ji xwe derînim, namîne sifir
Ev matematîk me dixapîne xoca'm
Di dest de dimînin pirs, hêsir, hêviyên vala
Hesab hev du nagrin, nagrin xoca'm”

Ez bawer im ev gotin teqabûlî jiyana gelek kesan dikin ku ji ber dersa matematîkê tim serê wan pê re êşiya ye. Ji xwe ji bo gelek kesan jî, hebûna vê dersê bê wate ye û di jiyanê de li tu tiştî nagunce. Lê ji bo zarokên ji çûna dibistanê hez nakin, bêtirên dersan bê wate ne. Beşek dîtir a ji stranê li ser dersa “Hayat Bilgisi” (Zanîna Derbarê Jiyanê de) ye:

“Ev dersa heyat bilgîsî
Çi derseke giran e xoca'm
Difikirim, bi biryar im
Ez ê nikaribim bibim însan”

Ger ez ji cihê mayî yê li Yozgatê berdewam bikim… Gund li kenarê çemekî hatibû avakirin ku aliyek wê ji gundên bajarê Çorumê dihat, aliyê din ber bi gundên bajarê Tokatê ve diçû. Gelek zerzewat û fêkiyên gund li bazara Çekerêkê dihatin firotin. Li nava gund goristanek hebû ku gorîçeyên wê dişibiyan tehtên mezin ên ji zinaran jêkirî û li ser gorîçeyan sembolên serdema Hîtîtan hebûn. Tu gundiyan wateya navê gund ê bi navê “Çandir” nizanîbûn. Beqal û qehweciyê gund yê qut û gilover defîneger (xezînecî) bû; li gora gotegotan gelek caran li derdora gund berhemên dîrokî peyda kiribûn û ew çend caran ji teref cendermeyan ve hatibû girtin. Navnûtika wî Dombîlî bû û ji ber ku min navê wî yê rastîn nizanîbû, min jê re digot, “dayî”. Te dît mirov carna ji hinekan re ji bêgavî dibêje, dayî. Xwendekarên min jî di tenefusan de hey digotin, “dikana dombîlî” û berê xwe didan wê derê, zilaman di nav xwe de digotin, “qehweya dombîlî” û li wir şerê xwe yê bi lîstikên kaxez û okeyê gûr dikirin. Ez jî çend caran çûbûm qehweya dombîlî û min bi hempîşekarên xwe re bi lîstika okeyê lîstibû. Navnûtikek xwediyê qehweyê balkêş bû, lê di rastiyê de wiha jê re dihatin gotin. Min çend caran xwestibû ji Dombîlî dîroka gund bipirsim, lê simbêlên wî yên di şiklên hîva xelek de ez disekinandim.

Jixwe li gund navên mirovan bêtir wekî navnûtik bûn: Cîgulî, Anarşît, Gamsiz... Min di pirtûka Ferhenga Sirgûnê de çîroka Anarşît nivîsandibû. Her wiha navên din ên gundiyan jî balkêş bûn: Done, Dursun, Duran, Yosma, Dondu, Satilmiş, Fati û Sati... Min ev nav di çavdêriya xwe ya dema hilbijartinan de dîtibûn. Hejmarek mezin a navan bi vî awayî bûn.

Em bi hejmaran berdewam bikin… Ji ber pêvajoya lihevkirina “Kurd û Turkan” a vê serdemê, gotineke birêz Ocalan heye ku dibêje, “Bin kilometrelik yol, kuçuk bir adimla başlar. (Rêyeke bi hezar kîlometreyî, bi gaveke biçûk dest pê dike.)”. Li gora matematîkê 1000 km dikare bi xwelivandinê jî dest pê bike. Îro ev gotin wekî vecîzekê di devê gelek kesan de ye. Çendê han dostê min ê hêja Fehim Işik di bernameyek televîzyonê de digot, “1000 km, teqrîben du mîlyon gav in.”, camêrekî din digot, “Ez 5000 km’yan dûrî Kurdistanê me û min gava yekemîn ber bi welêt ve avêtiye.”

Di rastîya matematikê de 1000 km rê, bi gaveke teqrîbî ya mirovan di navbera 1,3 mîlyon û 1,5 mîlyonî de ye. Ger em serê xwe bi matematîkê re biêşînin hesabgiriyê bikin, encameke wiha derdikeve holê:
1. Gavek kurt a teqrîbî 70 cm: 1,428.570 gav
2. Gavek navber a teqrîbî 75 cm: 1,333,333 gav
3. Gavek dirêj û lezgîn a teqrîbî 80 cm: 1,250.000 gav

Li gora van îstatîstîkan mirov dikare bibêje, “matematîk me dixapîne xoca’m”. Feylesofê çînî yê bi navê Lao Tzu (B.Z. sedsala 6'an) di pirtûka xwe ya bi navê “Rê û Erdem” de wiha gotiye, “Rêwîtiyeke 1000 mîlî bi gavekê dest pê dike.” Ez bawer im birêz Ocalan ji vê gotinê sûd wergirtiye û di nava hevdîtina xwe de ji bo bibe mînak, bi kar aniye. 

Me bi matematîkê dest pê kir û em di nava pêlên jiyanê de di geryanekê re bihurîn. Vê hefteyê li Koşuyoluya Amedê konekî mezin ji bo 49 pakrewanên şervan ên kurd hatibû vekirin. Gotina nivîskar Miraz Ronî a li ser rûpela wî ya facebookê ji bo min balkêş û dîrokî bû. Gotibû, “Lê dîsa jî pirsa esasî ev e: gelo hê her yek ji me welatiyek e, yan tenê ji herfên ku hatine tomarkirin, herfek e?” Hew Xwedê dizane bê kezeba dê û bav, xwişk û birayên wan şehîdan bê çawa dişewitin... 

Mirov dikare ji bo 49 cangoriyan bibêje, ew her yek hejmarek in? Yan her yek, ji binemalekê, xwedî xeyalekê, li ser rêya armancekê, xwedî çîrok bûn û mirov bûn… Bi van hejmarên çûyiyan ku dê her carê li bajarekî ji bo wan behî werin dayîn û mirovên kurd dê pê re di nava xwe de bifetisin, bêyî dîtina çend hestiyên wan…
Wekî di beşa sêyem a stranê de hatiye gotin:  

“Kîjan behr diherike ku, çi ji min re?
Dema ku ez di nava xwe de difetisim
Hê li ku derê evîn hebe, bibêje
Ger neyêm destdan, ez ê bimrim”

Mirov bi mezinbûnê qîmeta matematîkê fêm dikin û di her kêlikên jiyana xwe de bi kar tînin. Lê ya esasî û balkêş, ne çar kirariyên matematîkê me dixapînin, mirov li gora “hesabên xwe” bi hejmaran dilîzîn û di serê mirovên dîtir de encamên cuda diafirînin. Bi kurt û kurmancî, “mirov me dixapînin xoca’m” û divê em jî di vî warî de hişyar bin û pişta xwe nedin matematîkê. Mirov bi matematîkê nizanibe, nikare bê hesab û kîtab hez bike jî…  

22.08.2026 / Swîsre
 

Hin Nivîsen Nivîskar

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • 03 Tebax 2026

Ji bo guhdarîkirinê:   Wêje mîrateke gerdûnî û navnetewî ye ku ji nifşekî derbasî nifşê li dû dibe û berdewamiya xwe didomîne. Ji ber hindê her nivîskarek peyxama xwe ji nivîskareke/î din werdigire û...

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • 02 Tebax 2026

Nivîskarê me Yaqob Tilermenî berî di Diyarnameyê de dest bi quncikê xwe bike, di serdema Kûpaya Cîhanê ya 2026'an de 10 nivîs li ser kûpayê û li ser maçan nivîsîn. Em lînka wan nivîsan datînin vir jî. Ji bo...

Hemû Nivîsen Yaqob Tilermenî

Yaqob Tilermenî kî ye?

Yaqob Tilermenî di sala 1972'yan de li Qosera Mêrdînê hatiye dinê. Wî dibistanên pêşîn li Qoserê xwendine, paşê li Zanîngeha Dîcleyê-Fakulteya Perwerdehîyê, Beşa Fizîkê qedandiye.
Piştî xwendina xwe temam kir dest bi mamostetî kir.
Di destpêka salên 2000'î de ew jî ligel hin mamosteyên kurd hat binçavkirin û paşê hat sirgûnkirin. 
Ji sala 1995’an û vir ve mamoste bû. Bi hejmara 686'an a KHK'ê (Biryarnameya Di Hikmê Zagonê de) di meha reşemiya 2017’an de ji mamostetî hate derxistin. Mecbûr ma ji Tirkiyeyê bar bike.

Tilermenî ji sala 1995’an ve dinivîse. Heta niha di kovar û rojnameyên wekî Jiyana Rewşen, Pelîn, Kevan, Nûdem, Hîwa, Rewşen-name, pêveka Ozgur Gundem- Ekgundem, Ozgur Politika-Hîwa, Azadiya Welat, Dunyanin Oykusu, 14 Şubat Dunyanin Oykusu, Tîroj, Notos, Kovara W û malperên bi navê Mehname, Diyarname, Amîdakurd, Amûde de hatine weşandin.
Pirtûka wî ya yekem bi navê "Êşbazî" di sala 2002'yan de ji aliyê Weşanên Sî ve hat weşandin.

Pirtûkên wî ev in:
- Êşbazî, Çîrok (Gulan 2002, Weşanên Sî)
- Bermeqlûb, Çîrok (Gulan 2003, Weşanên Elma- Pirtûkên Mîr)
- Ferhenga Sirgûnê, Çîrok (Sermawez 2004, Weşanên Lîs)
- Kitim, Roman (Rezber 2005, Weşanên Lîs)
- Qerebafon, Roman (Nîsan 2009, Weşanên Do )
- Bavfileh, Roman (Sermawez 2009, Weşanên Do)
- Kulîlkên Apê Mûsa, Şanonameya Zarokan a Muzîkal (Zivistan 2012, Weşanên Zîbeq)
- Kermêşa Gerok, Novela Ciwanan (Zivistan 2012, Weşanên Zîbeq)
- Metamorfoz, Çîrok (Avrêl 2012, Weşanên Na)
- Danişîna Zimanekî, Şanoname (Bihar 2012, Weşanên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Şanoya Bajar)
- Hêlange, Roman (Gulan 2016, Weşanên Lîs)
- Pizdank, çîrok (2018, Weşanên Lîs)
- Keskeşîn, çîrok (2026, Weşanên Lîs)

Wergerên wî:
- Rojda, Ozcan KARABULUT, Çîrok, ji tirkî (Rezber7. 2005, Weşanên Lîs)
- Cam û Kevir, Şukru ERBAŞ, Helbest, ji tirkî, ligel Dîlber HÊMA (2005, Weşanên Lîs)
- Bêbaran, A. Hicri İZGOREN, Helbest, ji tirkî, ligel Lal LALEŞ (Kewçêr 2005, Weşanên Lîs)

Youtube Me

Hecî Bûbê

news

Meseleya Tabelayên Bi Kurdî: Nijadperest çima aciz in, çapemeniya kurdan çi dike?

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Talûkeyek Androidê derket: Bi dizî dengê me tomar dike!

ad

'Girtîgeha Amedê Bikin Muzeya Mirovahiyê'

ad

Festîvala Fîlman a Bogazîçî tê

ad

Gotina Hefteyê: Kurdên sipî û îngilîziya wan!

ad

Vane gotinên ku Zana ji Erdogan re gotin

ad

Barzanî: Di nav kurdan de êdî dê şer çênebe

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

  • 11 09 2026
news

Vê carê deng ji Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê bilind bû

  • 10 09 2026
news

Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan

  • 11 09 2026
news

Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî

  • 10 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname