Ava hemû çeman piştî rêwîtiyekê li deryayê digihijîne hev.
masiyên çîrokan jî hene
çîrokên masiyan jî
çîrokeke xwedayê min jî heye solea
çîrokeke min jî heye
lê hê min nenivîsiye
Sibeyê Manu hê nû ji xew şiyar bûbû, ji bo dest û rûyê xwe bişo, av jê re anîn. Dema destên xwe şûşt, masiyekî gelekî piçûk ji nav avê kete mistê. Masiyê biçûk gotê:
- Eger tu min xwedî bikî ez ê te biparêzim.
- Ji çi biparêzî?
- Tofaneke mezin wê bê, wê hemû mirovên xwedê afirandî li ber xwe bibe, ez ê te ji wê tofanê biparêzim.
zimanên masiyan jî hene solea
masiyên zimanan jî
zimanekî xwedayê min jî heye solea
zimanekî min jî heye
lê hê min nexwendiye
Sepîda, masiyên hibrê ne. Li dora devê wan deh destên wan hene. Devê wan di navbera deh destên wan de ne. Du destên wan ji heşt destên wan ên din dirêjtir in.
Nola nivîsbêjan, çeka sepîdeyan jî hibra di hinavê wan de ye. Gava rastî erîşekê werin, hibra xwe ya şîn ji hinavê xwe berdidin, tehdîtkarên xwe ditevizînin.
Sepîda helbestan nanivîsin, çikû ew bixwe di nava helbestekê de dijîn.
xeyalên min jî hene solea
lê ne bi qasî masiyekî ne
kurd im solea
dikarim bi her tiştî bimrim
dikarim ji her tiştî bimrim
dikarim li her tiştî bimrim
lê nikarim bigirîm bi qasî masiyekî
Ez û ew, li qeraxa Behra Wanê, li ber siya dareke nebitenê, li rex hev û bi tenê rûniştibûn. Min dengê pêliyên li bin taveke bi şînlokayiyeke ji xeman mirî temaşe dikir, wî çavên xwe herikandibûne ser qûma li binê avê kevzgirtî, bêrengiya dengan guhdarî dikir. Dengê bişkokên daktîloyekê hat ji devê wî, nola libên trî yeko yeko ji gûşiyekî biweşin wilo libolibo ji devê wî weşîn, bûne dengekî dilmê û bi zimanê min ve zeliqîn.
- Di nav rondikên xwe de dijîn.
- Behsa çi dikî mamoste?
- Masî…
Piştre bêdengiyeke sar li bedena wî melisî, berê rûyê xwe da min lê berê dilê wî hê jî li nalîna pêliyên westiyayî mabû. Ji min pirsî.
- Ma belesebeb e ava deryayan û okyanûsan şor e?
tu dizanî solea
deryaya tu tê de çawa bêserûbin e
nola bîra di hinavê min de ye
lê xwezî te bizaniya solea
bîra ez tê de çi qasî teng e
Ji wan re dibêjin masiyên koçber. Astengî ji wan re nîn in, bi qasî bejna darhinarekê dikarin xwe bi jor de hilpekînin. Dikarin li hemberî herka avê jî avjeniyê bikin û avê bijenînin.
Masîxatûn, nikarin xewnan bibînin, eger bibînin jî nayên bîra wan, zû ji bîr dikin… Jixwe ji bilî tiştên jibîrkirî nikarin tişteke din jî bibînin. Masiyên som in ew, somon in. Li nav ava şîrîn têne dinyayê lê piştre berê xwe didine ava şor a okyanûsan. Ew jî wekî me bêwelat in, li ava şîrîn têne dinyayê û li ava şor dimirin.
Her çi qasî ji gera li nav ava okyanûsan hez bikin jî, miheqeq li welatê xwe, li kaniya zayîna xwe vedigerin. Dizanin eger venegerin, wê her û her bi zimanekî mirî, sax bimînin.
- Çawa dikarin li kaniyên xwe vegerin ezbenî?
- Avê bêhn nakin?
- Ma bêhn ji avê tê ezbenî?
- Ji bo mirov bizanibe ma hewce ye mirov bibe masî?
xwezî masiyek bûma solea
masiyekî xweziyan bûma
di devê masiyekî jîr de xweziyeke pîr bûma
li zemanekî bêziman zimanekî bêzeman bûma
…
Manu, rahişte wî masiyê nola roniya heyvê dibiriqî, xiste nav ava kodekê. Wekî zarokekî nû xwedêdayî pê re eleqedar bû. Piştî demekê masî mezin bû, hew êdî ava wê kodê têrê nekir. Piştre, Manu kodeke mezintir peyda kir û ew danî nava ava wê kodê. Piştî demekê ew koda mezin jî piçûk ma li ber bedena masî. Masî rojekê gote Manu:
- Kod êdî têra min nakin, a baş tu min bibe bavêje nav ava çemê Ganjê.
xwezî zimanê min bûba masiyek
an jî masiyek bûba zimanê min
na na wele xwezî ez bixwe masiyek bûma
masîperkek masîpanek
masîpisîkek masîzerkek
marmasiyek gamasiyek
masîsorkek masîzêrînek
masîşûrek darmasiyek
an jî masîmûsayek…
…
Piştre masî wiha got: Ji îro û pê de sed salan baran nabare û wê bibe xela li dinyayê. Tîrêjên rojê wê heft qat dijwartir û germtir bibin, şewat wê hemû zindiyên li ser rûyê erdê mayî bi tevayî bikuje. Bi ser de jî, ji bin erdê jî wê agir bipijiqe. Li bin dinyaya binerd Şeşa wê ji hezar devên xwe êgir bireşîne û ew agirê bizotî wê çavê sisêyan ê Şîva pêk bîne. Bi vî awayî dinya wê bibe ax û xwelî.
xwezî ez mûsayek bûma solea
mûsayekî masiyan bûma
na na wele xwezî ez masîmûsayek bûma -nola te
mûsayê zimanê xwe bûma
*Efsaneya afirîneriyê û afirîneriya efsaneyê û tofan… Bi zimanê sanskritî… Matsya (masî) û Vişnu’yê ji bo dinyayê piparêze xwe di bedena masiyekî de afirandî…
ez jî êdî masîmûsayek im
êdî devê min jî biçûk e solea
êdî dikarim ji te re behsa çolê bikim
êdî dikarim ji çolê re jî behsa te bikim
EDEBÎYATA MASÎYAN û MASÎYÊN EDEBÎYATÊ
“Eman ha! Ji min xatiran nexwazî. Ne bejna xwe li ber tu kesî bitewîne ne jî ji tu kesî lavlavan bike. Nola demeke berê ez kuştibim, wiha tevbigere.” (Tenêtiya Sedsalî-144)
Deryaya zimanê me bi masiyan dagirtî ye lêbelê em nizanin çima masiyên wê hindik û kêmasiyên wê wiha gelek in.
Dema em behsa edebîyata masiyan an jî masiyên edebiyatê bikin, pêşî masiyê zîvîn ê romana Marquez û elbet Masiyê Reş ê Piçûk ê Samed Behrengî têne bîra mirov. Nola edebiyatên cîhanê miheqeq li edebiyata me jî masî hene, masîgir hene, derya heye lêbelê li edebiyata me, dema em bibêjin masî, pêşî navê romana “Gava Ku Masî Tî Dibin” tê bîra me.
Ez ê behsa wê KU’ya li navbera ravekê nekim vê carê û nebêjim çima negotiye “Gava Masî Tî Dibin”. Min ew roman nexwendiye loma nizanim li naveroka wê masî bi çi awayî hene yan bi çi awayî nîn in. Li danasîna romanê wiha gotine:
“romana kesekî û dewrekê ye: Masî bi xatirê evîna Berfînê dide ser rêya çiyê, dibe şervanek û li wê derê evîna wî ya şexsî bi ya welat re dibe yek. Di heman demê de ev roman, a nifşekî fedakar û bênav e. Wekî rûdanên dema xwe ya têr-qerqeşûn, bi rîtma zemanekî lezgîn diherike, ji dewra xwe panaromeyekê nîşan dide.”
Nizanim ji bandora masiyê zîvîn ê Gabriel Garcia Marquez e lê dizanim li helbestên me gelek masî hene. (Bi teybetî jî li helbestên jinên kurd)
Hin mînak:
Dilber Hêma masî zîv, çermê masîzîv, masîzîvên pevşa, xwekuştina masî
Mizgîn Ronak: Masiyê zîvîn, Masiyên serbazê Marquez yên zîvîn
Berçema Miştiran: Masiyên ku dikulin, Bila masî bikûlin, Masiyên xwar, Bila masî tî nebin
Gulîzer: Eraqa li ber masiyan
Mînaka herî balkêş:
Berçema Miştiran: Bila masî tî nebin
Ferheng:
krd: Masîmûsa, ing: Solea, tr: Dîl baligi


