logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Jineke bêwestan wêje û zimanê Kurdî vejand; Rewşen Bedîrxan
  2. Ji bo xurtkirina kurmanciyê "Peyvdank" li benda we ye
  3. Niha lîderê Lîga Super Amedspor e

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Dîrok: 24/02/2026

Li ser mebûsên Amedê yên DEM Partî, AKP û CHP’ê lêkolîneke biçûk min kir. Em wisa dest pê bikin: Meraq ew e; tu mebûsê kurd î lê tu bi kurdî peyamên xwe belav dikî yan na?
Ger tu kurd bî û tu peyamên xwe ne bi kurdî lê bi zimanên din belav bikî  emê çawa bizanibin tu kurd î? Û emê çawa bizanibin tu ji kurdan hez dikî, qîmetê didî hilbijêrên xwe yên kurd? Ne?
Helbet ne mimkûn bû ez li yên hemû bajarên kurdan binêrim, jixwe ne hewce ye jî; bajarek tenê dikare hemûyan nîşanî me bide.
Ji ber ez ji Amedê me û ji ber Amed bajarê herî mezin ê kurdan e (qesta min ji aliyê bi destxistina Şaredariya Bajarê Mezin ve ye) min li ser mebûsên Amedê lêkolîn kir.
Ji 12 mebûsan 8 jê ji DEM Partî, 3 AKP û yek jî jê CHP'yî ye.
Min 21’ê Reşemî Roja Zimanê Zikmakî esas girt. Ew roj jî têde heta serê reşemî/sibatê çûm ku van mebûsan li qada X’ê çend peyam belav kirine û ji van peyaman çendê wan bi kurdî ne?
Ji bilî vê min li BÎO’ya wan nêrî ka bi kurdî nivîsîne yan na û min li kurtejiyana wan a li malpera Meclisa Tirkiyeyê jî nêrî, ka li wê derê nivîsîne kurdî dizanin yan na.
Li malpera Meclisê rêgez ev e: Tu kurtejiyana xwe çawa bidî wan, bi vî awayî belav dikin. Mesela hinan pêşî kurdî, paşê zimanên din rêz kirine, hinan pêşî ên din. Hinan qet negotiye ka bi kurdî dizane yan na. Mesela mebûsê DEM Partî Cengiz Çandar ligel ku kurdî nizane, lê ji ber ku niha kurdî hîn dibe wisa nivîsiye, "niha dersê dibîne" û ev xistiye kunyeya xwe.
Encama vê lêkolînê dê nîşanî me bida ka çiqas qîmetê didin kurdî yan nadin kurdî…
Niha jî em li kîteyan binerin (Li gor rêza alfabetik)

*Adalet Kaya / DEM Partî
- Bîo'ya xwe bi tirkî û kurdî nivîsiye.
- 50 peyam belav kiriye, tenê 7 jê bi kurdî. Ji van tenê didu wê nivîsîne, yên din ên saziyên xwe parvekirine.
- Di kunyeya xwe ya malpera Meclisê de negotiye kurdî dizane.

* Berdan Ozturk / DEM Partî
- Bîo'ya xwe bi tirkî û kurdî nivîsiye.
- 17 twit belav kirine jê 4 heb bi kurdî ne. 
- Di kunyeya xwe ya malpera Meclisê de gotiye bi kurdî û îngilîzî dizane.

*Ceylan Akça Cupolo / DEM Partî
- Bio'ya xwe tenê bi îngilîzî nivîsiye.
- 112 heb twit belav kirine, tenê jê 14 bi kurdî ne.
- Di kunyeya xwe ya malpera Meclisê de gotiye bi îngilîzî, kurdî û di asta normal e bi îtalî dizane.

* Halide Turkoglu / DEM Partî
- Bîo'ya xwe bi tirkî û kurdî nivîsiye.
- 70 twit, tenê 8 jê bi  kurdî
- Di kunyeya xwe ya malpera Meclisê de gotiye bi kurdî û spanyolî, di asta normal de îngilîzî dizane.

* Mehmet Kamaç / DEM Partî
- Bîo'ya xwe bi tirkî û kurdî nivîsiye.
- 36 peyam belav kirine, jê 20 bi kurdî ne. Ew Hevberdevkê "Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk" e. Vê yekîtiyê peyamên xwe bi kurdî belav kirine. Gelek ji wan Mehmet Kamaç RT kirine. Ew jî di nav vê 20'ên kurdî de cih girtine.
- Di kunyeya xwe ya malpera Meclisê de gotiye bi kurdî û farisî dizane

* Cengiz Çandar / DEM Partî
- Bîo'ya xwe bi tirkî û kurdî nivîsiye.
- 12 peyam, hemû tirkî
- Di kunyeya xwe ya malpera Meclisê de gotiye bi îngilîzî, erebî û fransizî dizane. Bi kurdî (kurmancî) dersê dibine.

* Serhat Eren / DEM Partî
- Bîo'ya xwe bi tirkî nivîsiye.
- 130 peyam belav kirine tenê 13 jê bi kurdî
Gelek peyamên DBP’ê bi kurdî bûne, Erenî ew RT kirine, ev jî di nav vê 13’yan de ne.

* Sevilay Çelenk Ozen / DEM Partî
- BÎO’ya xwe bi kurdî, tr, îngilîzî nivîsiye
- 57 peyam belav kiriye, qet bi kurdî nîn in.
- Di kunyeya xwe ya malpera Meclisê de gotiye bi îngilîzî dizane.

*Galip Ensarioglu / AKP
- BÎO’ya xwe bi tirkî tenê nivîsiye
- 55 peyam, yek jî bi kurdî nîn e. 
- Di kunyeya xwe ya malpera Meclisê de gotiye, bi kurdî û zazakî dizane, di asta bingehîn de îngilizî dizane.

* Mehmet Sait Yaz / AKP 
- BÎO’ya xwe bi tirkî nivîsiye. Bi erebî gotiye ev lê kiriye, "Serokê Koma Dostanî ya Tirkiye-Lubnanê".
- 42 peyam belav kiriye, qet jê kurdî nîn in.
- Di kunyeya xwe ya malpera Meclisê de gotiye bi erebî û kurdî dizane.

*Suna Kepoglu Ataman / AKP
- BÎO'ya xwe tenê bi tirkî nivîsiye.
- 136 peyam belav kirine, tenê yek bi kurdî belav kiriye, ew jî di Rojava Ziman de bi tirkî û kurdî peyam belav kiriye.
- Di kunyeya xwe ya malpera Meclisê de negotiye bi kurdî dizane yan na.

*- Sezgin Tanrikulu / CHP
- BÎO'ya xwe bi tirkî tenê nivîsiye.
- 99 peyam belav kiriye, tenê yek bi kurdî ye, ew jî peyama li ser mirina Mehmed Emîn Bozarslan e; Bi kurdî û tirkî belav kiriye.
- Di kunyeya xwe ya malpera Meclisê de gotiye bi kurdî û di asta navîncî de îngilîzî dizane.


Niha em kurt bikin

*Adalet Kaya / DEM Partî: 50 peyam, 7 jê bi kurdî.
* Berdan Ozturk / DEM Partî: 17 peyam, 4 jê bi kurdî. 
* Ceylan Akça Cupolo / DEM Partî: 112 peyam, 14 jê bi kurdî.
* Halide Turkoglu / DEM Partî: 70 peyam, 8 jê bi kurdî.
* Mehmet Kamaç / DEM Partî: 36 peyam, 20 jê bi kurdî.
* Cengiz Çandar / DEM Partî: 12 peyam, hemû tirkî
* Serhat Eren / DEM Partî: 130 peyam, 13 jê bi kurdî.
* Sevilay Çelenk Ozen / DEM Partî: 57 peyam, qet bi kurdî nîn in.

*Galip Ensarioglu / AKP: 55 peyam, yek jî bi kurdî nîn e.
* Mehmet Sait Yaz / AKP: 42 peyam, yek jî bi kurdî nîn in.
*Suna Kepoglu Ataman / AKP: 136 peyam, tenê yek bi kurdî.

* Sezgin Tanrikulu / CHP: 99 peyam, tenê yek bi kurdî.


Piştî ev îstatîstîkan çend xalên din:

- Di nav hemû mebûsa de mebûsa AKP’ê Suna Kepolu Ataman 136 peyam belav kirine. Yanê di 21 rojî de 136 peyam, yanê hema bêje rojê 4 peyam. Lê TENÊ PEYAMEK BI KURDÎ. Dûre mebûsê DEM Partî Serhat Eren tê ku wî di 21 rojan de 130 peyam belav kirine; TENÊ SEDÎ DEHÊ WAN BI KURDÎ. Di rêza sêyem de mebûsa DEM Partî Ceylan Akça Cupolo bi 112 peyaman tê. DÎSA DOR SEDÎ DEH BI KURDÎ.

- Di peyamên mebûsên DEM Partî de bala min kişand, qet nûçeyên, yan jî nivîsên ji çapemeniya kurdî mînak ji MA, Ajansa Welat, Diyarname, Ronahî TV, Rûdaw û hwd. belav nekirine. Hinan ji çapeminiya tirkan peyam belav kirine, lê ji çapemeniya kurdan, ev ên ku min nav dan qet tiştek ne belav kirine, ne RT kirine.

- Mebûsê AKP’ê Ensarioglu piranî peyamên Erdogan dubare kirine.

- Herî zêde Mebûsê DEM Partî Mehmet Kamaçî bi kurdî twit belav kirine. Ji 36 heban 20 jê bi kurdî ne ku ev yek dike sedî 60’ê peyamên wî bi kurdî ne. Yên din sedî 10 derbas nakin. Jixwe hinan qet bi kurdî belav nekirine jî.

Rewş  ev e...

Yên AKP û CHP'ê ne xem e, lê bi taybetî yên DEM Partî ku her dibêjin "Xebata pirzimanî", "Em perwerdehiya bi kurdi dixwazin" û filan û bêvan... Lê tiştên ku dikin û tiştên ku dixwazin li hev nake... Derdeke AKP û CHP'yiyan ya wekî vê nîn e, lê yên DEM Partî li aliyek dibêjin derdeke me ya kurdî heye û li aliyê din li gor vî derdî tevnagerin.

Gotina dawî ev e û ev ji bo hemû mebûsên Amedê û mebûsên bajarên din e: Tu li bajarekî sedî 98 kurd in bûyî mebus (dibe sedî 2 ne kurd bin, hema wisa min nivîsî), tu dengan ji van kurdan digirî, lê tu bi zimanê wî gelî peyaman belav nakî…

Hin Nivîsen Nivîskar

Ji bo lîsteyê weşanxaneyan çiqas alîkariya min kir?

  • 19 Rêbendan 2020

Bêyî ez navên weşanxaneyan binivîsim di vê nivîsê de ezê hewl bidim ku bi hin notan helwesta weşanxaneyên kurd nîşan bidim.Ev 13 sal in her serê salê ez...

Notên ji Duhokê, welatek hêkan jî ji derve bikire?!

  • 06 Adar 2017

Li Başûr jî gelek hevalên min hene. Ji wan didu; yek jê bi eslê xwe ji Silêmanî, yek jî ji Duhokê, her du hevalên min ev çend sal in dibêjin, "Tu...

'Qir li nifşê nivîskarên kurd ên li Sovyetê ket'

  • 20 Sermawez 2006

Dema ji parçeyeke kurdan a din kurdek tê cem me û em sohbetê dikin gelek kêfa min tê. Min berê nizanibû çima, lê kurdên me yên li Sovyetistanê...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Efsaneyên Dêrika Çiyayê Mazî: Birca Pîro, Çil xortên bi gulî

news

Kerem bikerê; Bê pere ro fîlman temaşe bikerê #diyarname #deng #podcast

news

Ji Îrfan Amîda vê carê pirtûka çîrokan 'Dînolog' hat

news

Pirtûkek çîrokan 'Kujer Kî ye?' derket #diyarname #podcast #deng

news

Yek helbest, yek destan du pirtûkên nû derketin #diyarname #deng #podcast

news

Salih Amêdî

news

Ji min nayê

news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

news

Stranbêj Salih Amêdî mir #diyarname #podcast #deng

news

Wesiyet e!

news

diyarname podcast festival3 6

news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

news

NOFA / Eylul Nazlier

news

Pêşbaziya Çîrokan li benda berheman e#shortsvideo #shortsviral #shortsvideos

news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

news

diyarname podcast festival#shortsfeed #shortsvideos #diyarname#shortsviral

news

'Çand li ser mekan ava dibe' Ji festîvala çand û hunerê a Tetwanê #diyarname#shortsfeed#shortstory

news

diyarname podcast festival #diyarname#shortsfeed #shortstory #shortsfestival #shortsyoutube

news

diyarname# #diyarname#festival# #podcast#shortsfeed #shortsviral #shortvideo #3deqe #deng

news

Huner, hunermend û Hozan Dîno

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Klîba Hefteyê: Zimanê kurdî

ad

Ji Teatra Destar lîstikek nû: Cerb

ad

Qeymeqamî navê bi kurdî, navê 'Rindêxan'ê red kir

ad

Vê carê Meclis TV sansur danî ser kurdî

ad

Venedîk wê bi "Beetlejuice Beetlejuice" dest pê bike

ad

Helo Pênciwînî: Demek nêzîk de mizgîniyek xweş didin welatiyan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Jineke bêwestan wêje û zimanê Kurdî vejand; Rewşen Bedîrxan

  • 16 08 2026
news

Ji bo xurtkirina kurmanciyê "Peyvdank" li benda we ye

  • 15 08 2026
news

Niha lîderê Lîga Super Amedspor e

  • 16 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname