logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

Bedran DERE

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Bedran DERE

Bedran DERE

Min jinek naskir bi navê Lusî

  • Dîrok: 04/10/2016
Lusî (Lucy) di nava daristanê de bi lez dimeşe. Helke helka wê ye, ev 2 roj û du şev in dimeşe. Pirsgirêkên  wê yên tîbûn û birçîbûnê tune ne, lewra ew bi hêsanî dikare derkeve ser daran  ji mêwe û gihayên derdorê fêde bibîne û ji çem û kaniyên di nava daristanê de avê vexwe. Pirsgirêka wê ya sereke lawirên hov in, ger zêde baldar nebe û xwe neparêze dikare bi hêsanî bibe nêçîra heywaneke nav daristanê. Lewma çavên wê tim li ser derdorê ne. 
Èdî tarî ketibû erdê, roj çûbû ava, Lusî ew daristana tije xeterî  li pey xwe hiştibû, li pêşiya wê çemeke zelal heye giran giran diherike. Divê ji vî çemî derbas be xwe bigîne wargeha  li aliyê din yê avê. Di nava hêşinahiyê de hêdî hêdî  ber bi peravê çem ve dimeşe,  lê ji nişke ve lingê wê dişiqitin nava hezê. Lusî dikeve  nava panikê, dipelpite,  li derdorê çi bi desta dikeve, dixwaze pê bigire. Ji neçarî dest davêje gihayên derdorê. Ew qevda giha ku Lusî zexm pêgirtiye nahêle ew dakeve jêr, lê koka wê ne ew qas zexm e ku  karibe pê derkeve cihê hişk jî. 
Nîvê bedena wê di nava heriyê de maye.  Ew jî dizane,  eger xwe zêde bilivîne dibe ku ew qevda giha ji kokê ve biqete. Çavên  wê li dareke stûr  digerin, lê zehmet e,  tariyê hikum li cîhanê kiriye, çavên wê tiştekî nabînin. Lusî neçare di nava hezê de bêliv bisekine. Êdî dimîne  benda mucîzeyeke xezayî. 
Ew du şevbûn raneketibû, xwe gelek westiyayî hîs dikir. Li çîroka xwe fikirî. Di ser buyîna wê re bîst bihar û bîst payîz bihurîbûn. Rêberên qebîleyê ferman dabûn diviyabû wekî qurban ji yezdanê birûskê Mulungu re were pêşkêş kirin. Wê salê zêde birûsk vedidan, dema keçeke ezeb bihata qurbankirin, birûsk kêm dibûn. Tirsa Lusî ne ji mirinê bû, dixwest xwe bigîne evîndarê xwe Dongo. Birûsk kêm be yan zêde be ne xema wê bû. Derdê wê kula wê Dongo bû. Dongo xortekî ji qebîleyeke din bû, waregeha wan li aliyê din yê çem bû. Lusî ketibû pey xeyala  jiyaneke nû lê di wê rêyê de  mîlîm bi mîlîm di nava hezê de winda dibû.  
Tam 3 mîlyon û 300 hezar sal şûnde Lusî ji wê hezê derket. Belkî ne saxî be, belkî ne temamî be jî, lê hin hestiyên bedena wê derdikevin ser rûyê erdê. 
Di sala 1974’an de di encama lêkolinên berfireh de ku bi mehan dajoyê, ji sedî 40’ê bedena wê tên dîtin. Navê wê çemê ku Lusî dixwest jê derbas be Çemê Awash e ku li Afrikayê dikeve herema Hadar ya Etiyopyayê.  Hestiyên wê ku êdî bûne fosîl,  îro li muzeya  ‘Dîroka xwezayê ya Parîsê’ wisa bi nazikî tên parastin ku dîtina wê tenê bi destûrên taybetî, tenê bi şertên awarte mimkûn e.  Lê kopya hestiyên wê wekî ya eslî, hin encamên xebatên arkeolojîk û agahiyên berfireh yên di derheqê Luci de mirov dikare li muzeya “Dîroka xwezayê ya Cenevreyê”  bibîne.                 
Dinya  girîngî dide Lusî (Lucy): 
Li bajarê Cenevre ya Swîssre mezintirîn muzexaneya Ewropayê ya Dîroka Xwezayê heye. Turîst û hezkiriyên xwezayê dema tên vî bajarî yek ji deverên ku di nava mereqeke mezin de  pêşî diçin serdanê, ev muze ye.  Ev xezîneya dîroka xwezayê di nava sedan salan de ji her çar aliyên cihanê hatine berhev kirin û tev anîne li çar qatên vê muzeyê bi cîh kirine. Ji cureyên lawirên deryayî û heywanên sererdê bigire heta bermayiyên ku pêşketina mirovahiyê nîşan didin, ji cureyên kevir û mucevherên herî bi nirx bigire heta meteor û cureyên kevirên ku ji fezayê barîne ser cîhanê di vê muzeyê de hatine kom kirin. 
Ev der her wiha ji bo xwendevan û bîologên lêkolîner jî navendeke lêkolînê ye. Ev pêsengeha daîmî ku gelek nazikî tê parastin salawext vekiriye.
Li qata navîn, di bin trînca ronahiyê de, hema di korîdorê de, mirov rastê peykerê Lucy tê. Ew peyker bi awayeke zanistî di bin kontrola bîyologên lêkolîner de, li gorî hestiyên rastîn yê Lucy hatiye çêkirin. Li hember vê peykerê jî di hundirê camekanê de hemî perçeyên rastîn yên hestiyên wê yek bi yek hatine nîşandan. 
Navê wê çima lêkirine Lucy?
Yên ku cara pêşî hestiyên Lucy keşif dikin komeke lêkolînerên Etyopî û Firansî ya ji 30 kesî pêktê ye. Zanyar Donald Johnson, Maurice Taieb û Yves Coppens di dorê de ji vê komê re rêberî û serokatî kirine.
Di dema xebatên lêkolîn û lêgerînê de ekîba zanyaran tim li albuma koma bi nav û deng ya muzika Jazzê ‘Beatles’ guhdarî kirine. Ew strana ku ekîba zanyaran bi kêfxwesî lê guhdarî dikir bi navê ‘Lucy in the Sky with Diamonds’ e. Endamên ekibê di dawiya xebatên xwe yên ji bo lêgerîna wê jina kevnare de di nava xwe de şahiyekê organîze dikin û dîsa li wê  sitranê  guhdarî dikin. Dema lêkolîn bi dawî dibe û êdî divê navekekî li vê jinikê were kirin, herkes bê didulî di navê Lucy de biryar dide. Ji wê rojê ve, li hemû muzeyan û her wiha di nava cihana zanyarî de ew jina ku temenê wê îro gihîştiye 3 mîlyon û 300 hezar salî wekî Lucy tê bi nav kirin.  

Hin Nivîsen Nivîskar

Wênekêşê înfaza Saîgonê çawa dibe dostê cellad?

  • 12 Rezber 2017

Ji şerê Viyetnamê,  yek ji wêneyên ku herî zêde di bîr û hişê mirovan de maye ew wêneyê ciwanê Viyetmamiye ye dema li nava kolana Saigonê...

Roja aştiyê, çima 1'ê Rezberê ne rojeke din?

  • 31 Tebax 2018

Aştî, aramî, lihevhatin...Çi gotinên efsûnî ne ku di xwe de tije paradoks dihewînin.Li aliyekî hin dewlet hene van têgehên pîroz di rêya armancên xwe...

Nîvê şevê, yarê li derî xist

  • 09 Rêbendan 2017

Çavên xwe li devereke tenha gerand ji bo rûnê, berdewamiya nameyê bixwîne…Rûnişt, dest bi xwendinê kir:“Pêşî dixwazim vê bibêjim: Zanibe ku...

Hemû Nivîsen Bedran DERE

Bedran DERE kî ye?

Bedran Dere di bihara sala 1972'yan de li navçeya Mûşê Vartoyê ji dayik dibe. Di sala 1987'an de, di 15 saliya xwe de derdikeve Ewropayê, xwendina xwe li Swissre didomîne.
Di perwerdê de, bala wî diçe ser hunera bedew. Bi salan resim çêdike, li Swissre û welatên Ewropayê pêşengehên wêneyan vedike.  
Ji ciwaniya xwe ve mêla wî li ser kurdî bû lê bi taybetî, dersên pedagojî, wêje û giramera kurdî ku di sala 1993'yan  li Zanîngeha Zurîchê dest pê kirin, berî wî da nava deryaya akademîk ya kurdî.
Di sala 1994'an de, li Kantona Neuchâtel ya Swîssre cara yekem bi awayeke fermî, dibistana kurdî vedike û ew bi xwe lê mamostetî dike.
Di dawiya sala 1996'an de, li televîzyona kurdî MED TV dest bi karê rojnamegeriyê dike. 
Ew bi tevî hevkara xwe Hêvî Têkosîn, pêşkêşvanê yekem ê Bernameya "Rojbas Kurdistan" e.
Di karê rojnamegeriyê de ew herî zêde wekê pêşkêşvanê nûçeyan derket pêş.
Di xebata xwe de, giranî dide ser perwerdeya bikaranîna hunera deng.
Dublaj û xwendina bernameyên dokumanter wekî yek ji karên herî girîng û nazik dibîne.

Youtube Me
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

CHP'ê ji bo Wan, Bedlîs û Îdirê berendamên xwe eşkere kirin

ad

'Zilamê ku Don Kîşot Kuşt' (Fîlmên hefteyê)

ad

Nuri Bilge Ceylan ji Cannesê xelatek din jî girt

ad

“Ava Jiyanê” diherike ku?

ad

Navên rojan ji ku tê?

ad

Fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname