Ji bo guhdarîkirinê:
21’ê sermaweza/mijdara 2024’an, saet li derdora 10’an, min reklama kitêbeke nû çapbûyî dît: Gurê Manco, Sadiq Ûskan, Roman, ji Weşanên Wardozê. Hew min dît ez ê helbestekê dinivîsînim.
Mirina Gur
-ji bo Yehya-
dibêjin gurekî bitenê miriye
li vir û li wir
bivir bûye das
das bûye bivir
bi tenê dibêjin gurek miriye
gurekî nemir
nabêjin ji ku derê ye ew gur
ha ji vir ha ji wir
dibêjin bi tenê gurek miriye
nabêjin li ku derê miriye ew gur
ji bo kevir nebine vir
û vir nebine kevir
- Çima te gotiye ji bo Yehya? Yehya kî ye mamoste?
Yehya jê dibim, li dewsa wî, “Ji bo rezan” dinivîsînim.
- Îja ji bo rezan çi ye, hema bibêje ji bo Rêzan, ne çêtir e?
- Rêzan kî ye ezbenî?
Naxwazim pirsa xwe bibersivînim û pêl enterê dikim wisa parve dikim. Li saetê dinêrim, saet 10. 44 e. Helbesteke temenê wê 44 deqe... Hin beşên helbestê careke din dixwînim.
dibêjin gurekî bitenê miriye
bi tenê dibêjin gurek miriye
dibêjin bi tenê gurek miriye
Wê bibejin, ma wî çi kiriye, dîsa bi peyvan lîstiye û hew. Helbestên wî tev wisa ne. Kesek ji wan jî nabêje “Yaho wateyên her sê rêzikan ne yek e ha.” Li helbestê vedigerim.
nabêjin ji ku derê ye ew gur
nabêjin li ku derê miriye
Piştre tê bîra min, em li axaftina xwe ya rojane dema tişteke awarte dibe mirina gur gelekî bi kar tînin. Çimaya wê nizanim. Belkî jî dizanim lê nikarim bibêjim.
- Li ku derê gurek miriye, Reîsê Guran dibêje kurd birayên me ne.
- Îro gurek miriye, Jan, li twîta xwe “min” bi kar neaniye.
- Ew gur li ku miriye Xecê vê carê heqê çayê da.
Çima endamên gelê me her bûyereke awarte bi mirina gurekî ve gire didin? Çima nabêjin “şêrek miriye”, “çêlekek miriye”, “elokek miriye” an “hirçek miriye”. Miheqeq sedemeke wî gurî heye yê her roj dimire û tu caran jî bi mirinê tune nabe. Term, belesebeb nakevine nava zimanan, miheqeq çîrokeke wî gurî heye. Çima gur nêr e her tim, ne mê ye, pirseke din a bi gelek bersiv... Li ser çimaya zayenda ajalan demekê xebitîbûm, ew tê bîra min.
Li googleyê Mirina Gur dinivîsînim, belkî rastî hin tiştên balkêş werim. Tişteke balkêş naxuye. Bi tirkî dinivîsînim “Kurdun Olumu” Aha navê helbestekê! Alfred De Vigny Helbesteke namdar… Çawa min, heya îro ev helbest nexwendiye? Difikirim gelo navê helbesta xwe biguherînim, bibêjim Gurê Mirinê? Piştre dibêjim na, Mirina Gur ne hemayeke bi teybetî ye û piştre çar rêzikên li serê helbestê werdigerînime kurdî.
Mirina Gur
dibezîn ewr li ser heyva şewtê lêdayî
çawa bibeze duman li ser êgir wisa dibezin
ripûreş bûn devî ji hêlekê heya hêla din
em bê his û deng li ser giyayên şil dimeşîn
Helbesteke dirêj e. Piştî xwendina helbestê, demekê li ser pirsa “Çima ev helbest ev qasî namdar bûye?” diponijim, li nava helbestê li bersivan digerim û hin bersiv li hişê min zelal dibin.
1. Helbesteçîrok e yan jî çîrokehelbest.
2. Bi ser nêçîra ajalan têla dilê mirovan dijenîne.
Di hinavê her mirovî de gurek heye. Nola sêvên kurmên xwe xwedî dikin em jî wî gurê har ê di hinavê xwe de xwedî dikin-belkî jî kedî dikin-. Carcaran dikujin, hin caran birîndar dikin û gelek caran jî nîn dihesibînin; Na, na em nikarin birçî bihêlin wî gurê nêr. Helbestbêjekî xwenenas wiha gotiye:
- Tişta tu bixwî te xwedî dike, tişta tu xwedî bikî, te dixwe.
Gelek taybetmendiyên guran hene. Mînak: Nola mirovan bi malbatî dijîn; dê, bav û tejik bi hev re, ne wekî psîkan bi serê xwe û beredayî ne. Têkiliyên ensest nakin bi endamên malbata xwe re nola hin mirovan. Eger gurekî ne ji malbatê nebînin ji bo têkiliya zayendî heya mirinê jî wî karî nakin. Mînakeke din: Gur, bi tenê bi qijikan re hevaltiyê û dostaniyê dikin. Belê, belê bi tenê bi qijikan re. Xenîmetên xwe bi wan re parve dikin. Ma mirov jî ne wisa ne? Dema menfeat hebe “mirovên gur” bi “mirovên qijik” re nabine dost?
Li mîtolojiya Skandinav sê qarekterên guran hene yên namdar; Fenrisulfr, Skoll û Hati. Li Almanyayê gur sembolên xerabiyê ne li çîrokan; lêbelê li Romaya Antîk, avakarê bajarê Romayê ne, şîrdarê Romulus û Remus in. Li baweriya tirkan Asena heye, qehremanekî wan ê mîtolojîk e... Em kurd? Gelo sembola çi ye gur, ji bo me? Bi tenê tirsandina zarokan?
Piştî vê pirsê navê romana nû çapbûyî Gurê Manco tê bîra min. Li derheqê Gurê Manco hin agahiyan dizanim lê dîsa jî hewce ye vekolînekê bikim. Rastî stranekê têm û şaşwaz dibim. Beriya neh salan stranbêjekî bi navê Apojan, straneke bi navê Gurê Manco parve kiriye. Mixabin min guhdarî nekiriye. Bi/ji/li xwe dixeyidim “Çawa te ev stran nedîtiye lawo!” Ji hêlekê ve stranê guhdarî dikim ji hêla din ve jî li gotinên wê dinêrim. Belkî jî min guhdarî kiriye û nola gelek tiştan ji bîr kiriye.
Emrê min li min
Bi pêl û pêl vedigere
Kanî ew rojên ez im ez
Rojên benda çîroka
Çîrok li ser çîroka
Lîz lîza çîrokê bi tirsê di guhê min de
Ê hat hat gurê manco hat
Xewên ji şeva direviya
Xewên di tengala denga
Di dengê xwe difetisî
Êrê yadê Erê
Şîrê xwe li ser çîrokên min biherikîne
Bi festên çîrokên min
Li ser dengê xwe
Xewên min aj bike
Xewên min şiyar bike
Strana Mamê Gur tê bîra min û li vîdeoyan temaşe dikim. Rojda Şenses stran zaf giran kiriye û hewayeke popê daye stranê. Qet kêfa min jê re nehat. Emin Erbanî reqandiye dîsa, hop mamê gur, mamê gur û Koma Rozerîn jî nêzî eslê stranê qeyd kirine. Bi texmîna min li folklorê navê cureyeke govendekê ye Mamê Gur, wisa tê bîra min.
Mame Gur zaf in li her derên jiyanê. Hin nav li qada edebiyatê jî hene. Na, na, behsa wan nekim çêtir e. Behs bikim edîtorê malperê, vê nivîsarê çap neke, wê bibêje heqaret heye li hin kesan. Li Mamê gur vedigerim. Li gotinan bala min dikêşe: Mamê gir, mamê gur.
Ha gurê gurane mamê gir mamê gur
Ha gurê goranê şênê gir cenewir
Gur tê nêrî ye mamê gir mamê gur
Gur tê nêrî ye şene gir cenewir
Çavê gur mî ye mamê gir mamê gur
Çavê gur mî ye şene gir cenewir
Miya rîspiye mamê gir mamê gur
Miya rîspiye şene gir cenewir
Gur tê bileze mamê gir mamê gur
Gur tê bileze şene gir cenewir
Çavê gur li pez e mamê gir mamê gur
Çavê gur li pez e şene gir cenewir
Pezka çirkeze mamê…
Gur tê bizare mamê…
Şêne gir cenewir
Çavê gur kare mamê…
şêne gir cenewir
Karka muxtar e mamê…
Şêne gir cenewir
Gurê Manco sembola tirsê ye li kurdî. Nizanim eleqeya vî gurî bi mankurta tirkan re heye an na, lê ez bibêjim heye çêtir e.
Dema bixwazin kesekî bikin mankurt, pora wî diqusînin û serê wî dikine nava postê deweyekî nû hatî eyarkirin. Dest û pêyên wî girê didin û wî didine ber tavê. Ew post bi çermê serê wî ve dizeliqe û nahêle bi jor de here, xwe bide der. Ew mûyên porê ber bi qaqota serî de bi paş de dizîvirin. Ji bo ew kesê bûyî mankurt ji êşa serê xwe hişê xwe winda bike û bi gotina xwediyê xwe bike.
Li pirtûka “Urfa Efsanelerî” rastî Î.Halîl Baran hatim, berhevkarî kiriye li nivîseke li ser “Efsaneya Gurê Manco.” Werdigerînime kurdî.
Me navê keçikê li qolinca 7 kulekan pispisî lê kesî nebihîst. Kesî navê wê keçikê neda me. Zaf spehî bû keçik. Te digot qey çemek diherike ji pora wê û bi şev hemû stêrk wî çemî temaşe dikin.
…
Piştre wehşên reş hatine wê axa ronak hemû xanî û kon dane ber êgir. Me navê wê keçikê ji tu kesî re negot, eger me gotibe jî derew e. Brayên wê li ber çavên wê yên kor ser jê kirin. Wê nedîtibe jî çawa pora wê bi carekê spî bûbû 7 koran, 7 kulekan, 7 şikeftan û 7 stêrkan bihîst. Gurek hat ew jî xwarin. Navê wî gurî, Manco bû.
Dilê min ji min sar bûye van rojan, hengî li ber xwe dikevim. Dema dikevime binê bîra xwe wê sarbûnê bi çavên serê xwe dibînim. Nizanim belkî jî gurê di hinavê min de hemû hestên min ên germ xwarine loma dicemidim. Reng tev li ber guhên min sar in, dengan tev sar dibînim. Nizanim, belkî gelek mirovên li derdora min bûne Gurê Manco, belkî jî ez li ber çavên wan dost û hevalên xwe bûme “Mame gir” an “Mamê gur”
- Çima te li binê helbestê gotiye ji bo Rêzan? Dilê te ji Rêzanan şikestiye?
- Dil, ne dar in ezbenî, bîst caran naşkin, ew carekê dişkin nola caman. Rêzan, sembolek e; sembola kesên tu dibêjî ji min gelekî hez dikin û dibînî ji te qet hez nakin. Belkî jî sedem ne hezkirin e, belkî jî mirov kesê jê hez dike zêdetir diêşînin.
- Dilê xwe neşkîne mamoste dinya boş e heyat xwoş e lo!
- Erê, rast e dinya boş e heyat xwoş e; lêbelê tu nizanî dema gur bi tenê bimîne, dimre; nola dengbêjan, nola nivîsbêjan, nola şiîrbêjan…
- Ne ji bo tu şil î baran dibare mamoste, ji bo baran dibarê tu şil î.
- Min fam nekir tu çi dibêjî ezbenî lê min fam kir tu çi nabêjî.
- Dizanim, ji zû de ye gur namirin li dinyaya te.


