logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Serokê PSK'ê Bayral Bozyel û gelek kes hatin binçavkirin
  2. Kayyûm şandin ser Sozcu TV
  3. 2027, Berendamê Grammy, Raye bi 11 berendaman li pêş e
  4. Tîma Tirkiyeyê ji Lîga A ket lîgek jêrtir
  5. Sê pirtûkên Yaşar Kemal bûn bi kurdî

yeqîn h.

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
yeqîn h.

yeqîn h.

Mirina Stalîn

  • Dîrok: 18/10/2026

Ji bo guhdarîkirinê:

 

1953, adar. Stalîn miriye. Em ji do êvarê ve pê dizanin.
Li dibistana leylî xemgirêdan mecbûrî ye.
Bêyî kirtînî ji me çêbibe em diçin razanê. Serê sibehê em dipirsin:

Îro betlane ye?
 
Çavdêr dibêje:

Na. Hûn mîna her carê diçin dibistanê. Lê nestrên.

Em mîna her carê yekrêz diçin dibistanê, lê bêyî ku em bistrên.
Li ser avahiyan alayên sor û reş bilind bûne.

Mamosteyê me yê polê li bendî me ye. Dibêje:

Saet di yanzdehan de, wê zengila dibistanê lê de.

Hûn ê deqeyekê li ser pêyan bêdeng bin.
Ta hingê hûn ê kompozîsyoneke ku mijara wê "Mirina Stalîn" e binivîsin.

Di vê kompozîsyonê de, hûn ê binivîsin bê ka Heval Stalîn ji bo we çi îfade dike;
pêşî mîna bav, paşê mîna çiraya rênîşandêr.

Ji xwendekaran yekê xwe bi girî kuşt. Mamoste dibêje:

Bihedire keça xama! Em tev jî zêde zêde diltezîn in.
Lê em hewl didin xemgîniya xwe ragirin.
Ji ber şoqa ku tu niha tê de yî, wê kompozîsyonên te neyên nirxandin. 

Em dinivîsin. Mamoste destê xwe daye pişt xwe û di polê de dike peyase.

Zengil lê dide, em radibin ser pêyan.

Mamoste li saeta xwe dinêre. Em li bendê ne. Divê sîrenên bajêr jî lê bidin.
Keçikeke li nêzî pencereyê li kuçeyê dinêre û dibêje: Ev zengil tenê ji bo gilêşê ye!

Em dîsa rûdinin û pixepix bi me dikeve.

Hema di pê re zengilê dibistanê û sîrenên bajêr lê didin, em ji nû ve radibin, lê ji ber peyva gilêşê, em hîn jî dikenin. Bi vî awayî, ji kenan di xwe de lalmayî, em deqeyeke çi jî dirêj li ser pêyan disekinin, mamoste jî bi me re dikene. 

Min bi salan wêneyê rengîn ê Stalîn di bêrîka xwe de bi xwe re gerandibû, lê di wê heyna mirina wî de, min hênişkê fêm kir bê ka wexta ez çûm serdana wê
xaltîka min çima ew wêne tîştîşî kiribû.

Mejîşûştin rewşeke berbelav bû û nexasim li ser hişê ciwanan kartêker bû.
Rudolf Noureev, dansvanê mezin ê dijber ê ûris, dibêje:
"Di roja mirina Stalîn de, ez derketim derve, çûm gundewaran. Li bendê mam ku tiştekî awarte biqewime û ku xweza bersiva vê trajediyê bide. Lê tişt neqewimî; ne erdhej, ne tu elamet."

Na. "Erdhej" ancax piştî sî û şeş salan çêbû, û ew ne bersiva xwezayê lê ya gel bû.
Hewce bû em ew qas sal bisekinin ji bo ku "Bavê me hemûyan” bira jî bimire û ku "çiraya me ya geş" vemire heta dinya xweş û ava be, em hêvîdar in!

Wijdanê wî li ser çend kesan êşiya? Kes nizane.
Li Romanyayê hîn jî mirî tên jimartin;
Li Macaristanê sî hezar kes miribûn, di 1956’an de.
Tişta ku wê aqilê me tu carê negire, bandora cinûsî ya dîktatoriyê ya li ser felsefe, huner û wêjeya welatên Ewropaya Rojhilat e. Yekîtiya Sovyetê bi ferzkirina îdeolojiya xwe, ne tenê rê li ber pêşketina aborî ya van welatan girt, di heman demê de jî xwest çand û nasnameya wan a neteweyî bitepisîne.

Bi qasî dizanim, tu nivîskarekî dijber ê ûris ne ev mijar tevdaye û ne jê peyiviye.
Gelo yên neçar man ku berbuhêriya stemkarên xwe bikin, çi difikirin?
Çi difikirin di derbarê van “welatên biçûk û bêqîmet” de ku neçar man bikevin bin nîrê biyaniyan; yanî bin hukmê welatê wan bi xwe?
Gelo ji ber vê, hema hew carekê jî şerm dikin, an jî wê bikin?

Li vir, divê ez nivîskarê mezin ê nemsayî Thomas Bernhard bînim bîra xwe ku –bi hêrs, evînê û wer jî bi qerfê– ebeden dev ji rexnekirin û şermezarkirina welatê xwe, serdema xwe û civaka xwe berneda.

Di 12’ê sibata/reşemiya 1989’an de mir. Ji bo wî, ne neteweyî û ne jî ya navneteweyî şîn nehat gerandin; hêsirên bi derewan û belkî yên birra jî nehatin rijandin. Tenê xwendevanên wî yên dilsoz ku ez jî yek jê me, fêm kirin ku nebûna wî derbeke giran e li wêjeyê: Wê Thomas Bernhard êdî nenivîsanda.
Ya tew xerabtir jî: Wî weşandina destnivîsên ku li dû xwe hişt jî qedexe kir!

Ev "na" naya dawîn a nivîskarê zîrek ê pirtûka bi navê Erê bû li dijî civakê.
Ew pirtûk tevî Beton, Kavilê keştiyê, Texlîtkar, Darên ji bo birrînê û yên din li vir e, li ber min e, li ser maseyê. Erê yekem pirtûk e ku min ji wî xwendiye. Min ew ji bo xwendinê da çendik û çend hevalên xwe û min ji wan re got, di xwendina tu pirtûkê de ez ew qasî nekeniyame. Bêyî bikaribin ta dawiyê bixwînin li min vegerandin, xwedêgiravî xwendina wê "diltengker" û "netirûşdar" bûye. Herçî henekbaziya di tekstê de ye, wan ew li tu deverê peyda nekirin.

Rast e ku naverok erjeng e, çimkî ev "erê" bêguman "erê" ye, lê ji bo mirinê "erê" ye, yanî ji bo jiyanê "na" ye. 

Loma jî, jê hez bike yan neke, wê Thomas Bernhard hetahetaya bijî, wekî mînak, ji bo her kesa/ê ku dibêje ez nivîskar im.

Nivîs: Agota Kristof
Wergera ji fransî: Yeqîn h.

Hin Nivîsen Nivîskar

Mirov çawa dibe nivîskar?

  • 10 Sermawez 2025

Ji bo guhdarîkirinê:   Berî her tiştî, helbet divê mirov binivîse. Piştre, divê mirov bi domdarî binivîse. Tevî ku em ê pê derxin ku wa ye ev kira me ne xema tu kesî ye jî. Tevî ku bi mirov wer tê ku wa...

Onder (Sîm) Dilbirîn

  • 20 Gulan 2008

“Di heft saliya xwe de xwendevan, di çardeh saliya xwe de gerîla, di hivdeh saliya xwe de dîlekî azad û di bîst û heft saliya xwe de stranbêj im.”...Çiyayiyek....

li çepê Çinarê, li rastê Bîşengê

  • 09 Rezber 2016

reng e, qiseta ku min qest e, neşibe pelepela berî nimêjê ya li ser lêvên ciya min;axir wê pelepelê û wan lêvan, bihurr bi hev qam kirine!lê ya min no û ziravtir...

Hemû Nivîsen yeqîn h.

yeqîn h. kî ye?

Youtube Me

Helbesta danpêdanî anku helbesta konfesyonel çi ye?

news

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news

Dilşad Serhad, Erez Ehmed; û serboriya emeliyetê

news

Diyarname:Koma şanoyê ya ji Amedê li Kerkûkê derket ser dikê #Shorts #Diyarname #Kurdi #Çand

news

Roja sisêyan a Derbeyê

news

Çend têbinî û rexneyek li ser romana 'Bazbenda Dayê'

news

'Valahiyên' di nav risteyên jiyana me de

news

Kitêbeke Nenivîsandî

news

Fîlmê nû yê Aydin Orak, mihasebeya wijdan

news

Romaneke nû 'Du Xwîn Ji Laşekî' derket

news

Di Festîvala Çandî ya Salane de 'Pêşbaziya tekstên şanoyê'

news

‘Mora Reş’ hêjayî Xelata Taybet a Rûmetê ya Navneteweyî hat dîtin

news

Ji Weşanên Lûvî du pirtûkên nû

news

Ne ev lê tiştek din

news

Niha hat bîra min

news

Romaneke nû 'Huso û Nazê' derket

news

Mirina Stalîn

news

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Çend têbinî û rexneyek li ser romana 'Bazbenda Dayê'

  • Hogir Berbir
news

'Valahiyên'  di nav risteyên jiyana me de

  • Omer Dilsoz
news

Kitêbeke Nenivîsandî

  • Mesûd Qeya
news

Dilşad Serhad, Erez Ehmed; û serboriya emeliyetê

  • Dilşêr Bêwar
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Tugluk: Konferansa me xwediyê îrade û îdîayeke girîng e

ad

Hêk, an Messi?

ad

Navên sivîlên ku li Tilêliyê hatin kuştin

ad

Navên 36 rojnamegerên ku hatin girtin

ad

Êdî Keleha Hewlêrê jî di nav lîsteya UNESCO'yê de ye

ad

Hejmara nû ya 'Folklora Kurdan' derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Serokê PSK'ê Bayral Bozyel û gelek kes hatin binçavkirin

  • 17 11 2026
news

Kayyûm şandin ser Sozcu TV

  • 17 11 2026
news

2027, Berendamê Grammy, Raye bi 11 berendaman li pêş e

  • 17 11 2026
news

Tîma Tirkiyeyê ji Lîga A ket lîgek jêrtir

  • 17 11 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname