logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Modernîte û sîmûlasyon!

  • Dîrok: 19/12/2021
Medeniyet-şarîstanî; a jiyan û sazûmaniya civakî ya civakên ji alî çandî, dadî, bawerî, aborî, hunerî û estetîkî ve dişibin civakeke navendî-mezin-deshilat; (ji ya xwe bêhay, kurd di nav a ereb, fars û tirkan de!)
Modernîte; civakên ku nikarin bi hêzên navxweyî veguherînê pêk bînin bi mînakgirtina civakên rojava hewldana xwe gihandina asta wan…
Medeniyet; pêkhateya civak-ên bi çand, bawerî, aborî, dad, huner û estetîkî ve nêzî hev-dişibin a mezin-desthilat!
Modernîte; bo veguherîn û pêşketinê mînakgirtina civak-ên model-rojava!
“A me kurdan di navbera medeniyet û modernîteyê de di neqebê de mayîn e; alîkî neqebê medeniyeta ne ji me alîkî neqebê modernîteya ne ji me; her du jî kirasekî ji derve û em di navbera her duyan de li serê neqebê asê mayî; ji bo medeniyetê em ne tam bûn ereb, fars û tirk, ji bo modernîtê em ne tam bûn alman, îngilîz û fransî û ne jî xwebûn in em…”.
Ax, nivîsek jî bêyî behskirina kurdan temam bûbûya min ê aha ev simbêl di ber de kurkira…
Axirî babet ne ev e, babet modernîte ye, navgîn û rengên modernîteyê ne;
Seyare modern,
Telefonê biaqil modern,
Avahî û xaniyê biaqil ê em tê de rûdinin modern,
AVM, cafe û marketên sûper modern,
Zad, çay, qehwe, libas, pêlav modern,
Înternet modern,
Peyv û lûgat modern,
Hemjar û şîfreyên me modern,
Reqamên hesabên bankayan modern,
Û Covîd-19 jî modern…
Lê mirov? Têkîliyên mirov, danûstendinên mirov; dostanî, xeyal, hez, evîn û hestên mirov; kenê mirov, hêrsê mirov, xweşiya mirov, nexweşiya mirov, hevkujî û xwekujiya mirov; tirs û tenêtiya mirov?.. Lê baweriya mirov a ji mirov, lê pişt û pend dayîna mirov; lê sozdayînên mirov, rihê mirov, dirûstiya mirov?..
Belkî jî her tişt lîstîkeke kompîturî ye; ne pênc sal, ne pênc meh, ne pênc roj; her kes pênc deqeyan dertê pêşberî yekî/ê û rolê xwe yê mirovbûnî yê medenî û modern dilîze û paşê vedigere rastiya xwe.
Yên di axê de tiştek neçandî û neçinî; nifş-mirovê nû nizane, loma bo wan ne pirs e jî ne pirsgirek e jî…
Lê bo yên di axê de tiştek çandî tiştek çinî, yên ji axê têr xwarî û di axê de mezin bûyî; yên hê pê li axê dikin, destê xwe bi darê dikin û bi zimanê xwezayê dizanin; ango bo yên serdema xwezayî yên heta dengê resen nebihîsin, heta bi dest nepalîkînin, heta bi rih hest û tam nekin, pirs e; ‘modernîte ye yan sîmûlasyon e’?...   

Hin Nivîsen Nivîskar

Vehandina lehengên nû-sanal!

  • 31 Kewçêr 2021

Di honekê de du tişt li pêş in; an leheng çîrokeke li pey xwe kaş dike yan çîrok di malzaroka xwe de lehengekî/e dizê, mezin dike û dike efsane!  Nivîskar...

Destpêka nivîskariyê û hewes!

  • 18 Kewçêr 2021

Destpêkê de min nedizanî tiştên dinivîsim çi ne; helbest an li hev anîn in?Min her guh da şîreta sê kesan, sê hosteyên min; Berken Berehî digo: “xwe...

Di siya wêjeya kilasîk de nedîtina nûjeniyê

  • 06 Rêbendan 2015

Wekî mijara dîrokê ye; kokên me diçin ta filan serdemê, kalên me ji filan derê hatine, filan mîrîtiyê bêvan dewleta yekem a kurd ava kiriye, Rustemê...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

HRRK'ê konferansa xwe ya li Ewropayê li dar xist

ad

Ji cîhana fûtbola 7 welatan agahiyên nû

ad

Li vir corona nîn e: Bi beşdariya 50 hezar kesî konser çêkirin

ad

DTP gerek ber bi bajarên kurdan ve li dar dixe

ad

Çîroka jiyana Xedarê kurd li benda we ye

ad

Atolyeya şanoyê li benda we ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname