logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Derûna neteweyî û xwebûnî di navbera serdest û bindestan de
  2. Pêşbaziya Çîrokan li benda berheman e
  3. Fûara Pirtûkan dest pê kir
  4. Va ne hemû agahiyên il ser 'Pêşnûmeya qanûna çarçoveyî' ku niha li Meclisê ye
  5. Serokê Juriyê Dervîş Zaîm e

Nûdem Hezex

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Nûdem Hezex

Nûdem Hezex

p s î k n a m e

  • Dîrok: 15/01/2024

Helbestvan dişibine psîkan

lê belê psîk naşibine helbestvanan

Di temenê mirovan de demeke wiha tê, ne kesekî tu bi hêvî li bendê mayî, ne jî kesekî bi hêvî li benda te mayî dimîne. Ji wê demê û pê de, her tişt û her kes ne li dûr û ne jî li nêzî te ye.

Dema mirov pîr dibe dişibe dareke li daristanê bi tenê mayî ya li dawiya payîzeke dureng pelên xwe bi timî weşandî. Teyr û çûk jî zû bi zû pêça xwe nadine dara bêpel, ji bilî fîtîniya ba û bahozan armoniya berf û baranê, ti tişt li çiqilên wê yên rût û tazî nakeve êdî eger dar bêsî mabe. Wan deman mirov li ku derê binêre xerîbî-ji bilî axê-, bi ku de herê xerîbî…Mirov pir nabe dema pîr dibe.

Xweşikbûna pîrbûnê, spîbûna porê ye.
Na, na, carinan darên bê sî mayî jî nola çemên bê masî bextewar dibin. Mînak, dema kuliyên berfê bi ser çiqilên darê yên rût de dibarin… Çikû berf, bedena darê dixemilîne, çikû dema berf dibare kesên li ber re dibûrin, li xweşikiya pîrpûna wê dinêrin, çikû berf, demekê li ser çiqlên darê dibe mêvan, dar dibe mazûwanê wê, çikû berf bi çûna xwe re bihareke din jê re tîne.
Mirov û dar, bi tenê ji hêlekê ve jev cê dibin. Ne bihareke li benda te mayî heye û ne jî tu li benda biharekê yî, eger tu pîr bibî.

Carinan zimanek têra helbestvan nake, hin caran jî helbestvan têra zimanekî .
Pîrbûn tişteke wiha ye. Ew mirovên dema dar bi fêkiyan xemilî, dema xwedî sî, mirov û ajal li derdora wê diçin û tên, zivistanan êdî tu kes di ber re jî nabûrin. Têkilî, danûstandina bi heval û hogiran re sist dibin, gelek heval û hogirên te êdî telefonên te nabersivînin, ger tu bêxêr û bêkêr nebûbe jî, tu ne jîr î êdî, tu pîr î.


Çîroka mûmê  berî pêketina finda wê dest pê dike û piştî vedimire jî didome…

xwezî dibine xwelî dema mirov pîr dibe
dema pîr dibe mirov
xwelî dibine xwezî

piştre gotinên sar tevlî axê dibin
da helbesteke şîn bikin germ dikin hewayê

“Çûk dimire tu firînê bi bîr bîne”
Berî niha bi salekê kesekî ji min re bigota, mamoste tu yê bi psîkekê re bibî heval, ez ê pê bikeniyama. Çikû herdem tekiliya min a bi pisîkan re ne baş bû, çi carî, min destê xwe li serê pisîkekê nedabû û ji wan hez nekiribû.
Diya min, her tim pisîkên li kolanê xwedî dikirin, loma li mala me çendek pisîk miheqeq hebûn. Gelek caran pê re dixeyidim ji bo hebûna psîkan a li malê…
Pisîk, herî zêde diya min û birayê min ê li bendava paytexta xerîbiyê xeniqî tîne bîra min. - Dema zarok bû, piçûkê malê me bû, me zaf jê hez dikir, me jê re digot pisîko-.

bîreke reş û kûr e oy oy oy oy oy
him li nêz e him dûr e oy oy oy oy
dinyayeke pûç e ji çi re
birayê min lê bibûre
çavreşê min jê bibûre

Piştî mehekê, pitikê me wê bibe yeksalî. Nêzî salekê ye, bi min re, li mala min mezin dibe. Di vê salê de, li pisîkxaneya xwe -ji bo malê dibêjim-  ber bi pisîknasiyê ve gelekî meşiyam. Di vê salê de gelek tişt li jiyana min hatin guherîn. Mînak; Her tim fikr û dîalektên min ên li derheqê helbestê dihatine guherîn lê belê piştî hevaltiya pisîkê ez bûme kesekî din, min gelek vîrûsên canê min dikiritînin kifş kirin, min ew nola demên berê ji kokê ve ji nava serê xwe û dilê xwe neavetin, nola sêvên kurmên xwe xwedî dikin ez jî wan xwedî dikim êdî. Dizanim, tişta mirov xwedî dike mirov tune dike. Dizanim, helbest pîr nabin; Dizanim,dil çi qasî pîr bibe, helbesta mirov jî ew qasî tîr dibe.

 

Pisîk û psîkolojî

Min dosyayeke berfireh amade kiribû û serenavê dosyayê pisîk û psîkolojî bû, ketibûme pey aşopiya pirsên nola pisîk li edebiyatê, li sînemayê, li muzîkê bi çi awayî hatiye bikaranîn, bûye metaforên çi lê belê piştî ez rastî helbesta Lal Laleş û klama Besna û Xelîl hatim min berê hişê xwe quliband…

 

Ehmedê Xanî, li Nûbihara Biçûkan wiha gotîye:

Sariq û liṣṣ herdu çi? Navê dizan
Hirre û sinnewr-i pisîk; feʾre mişk
S̤eqb-i kun, û rûvî çi ye? S̤eʿleban


Nêzbûneke klasîk… Eger tu behsa pisîkan bikî divê tu behsa mişkan jî bikî. -Mînak zaf in,  Tomm û Jerry, Azman-psîka Gargamel a namdar-… (li ser mijarê nesekinim çêtir e.)

Demekê gelek populer bûbû, helbesta Kemal Burkay a Sezen Aksu kirî şarqî. “Bir kedim bile yok, anlıyor musun, hadî gulumse.” 
(Pisîkeke min jî nîn e êdî, tu fam dikî? ka bibişire.)

psîkeke min jî heye edî
lê tu fam nekî ka ez çi dibêjim
nola siya min nebişire jî


Pisîk, nabişirin, nakenin.

 

Lal Laleş, li helbesta T(erka) Eşqê behsa dîmena erka eşqê û  tebeqeyên eşqê  dike; “Duyemîn, sêyemîn, çaremîn, pêncemîn.”

Dibêje:

..
“Hine bike destê xwe û biskên heftrinda
Ez ê bêfedî bêjim bi togekê re zewicî me
Pisîka min a helalcan
Kumê birînên me li mehkemeyan”

…
Dibêje:
“Berik nagirin tumên xemûbên çolbeyarên rojhilat”
“Terşên feylesofan” 
“tunebûna çemçirayê çiyê”

“ lêvxayinê, şevşêrînê”
“Mahkûmê birînên me li mehkemeyan”
“Eşqa te dikare welatekî mehkûm şîr bide”
“Tu dûmana dilê xwe bigihîjînî erşê xwedê”
“dînîtiya janê”
“Kewa ku nêzîkayî kiriye li kêmînê”

 “serhildanên sê serî”
“mayendeya sebrê”
Dibêje:
“çavên xwe derxîne, biavêje cehenemê”
“Mahkûmê birînên me li mehkemeyan”

 

***Dixwazim li vê derê jêrenotekê binivîsim. Gelek helbestên me yên tîr û têr hene yên di asta helbestên cîhanê de lê belê tu jî helbestkar an nivîskarên me bipirsî wê navê Xanî, Mela bidin, carinan jî şaîrekî soranî û qet navê kesekî din ê kurmanc ê sax nayê bilêvkirin. Kêm kes bala xwe didine helbestên kesên nola Lal Laleş, Serhad Hemdem, Mem Bawer, Rojeng Rojbîr û, û, û… Kêm kes hene yên dema navên sereke dibêjin navê wan jî dibêjin. Dikarim li vê derê bi dehan navan binivîsim, bijmêrim ên helbestên muhteşem nivîsine lê belê kes behsa wan nake. Tu ji kî re bibêjî, helbesta kurdî, navên standard hene yên her tim têne bilêvkirin, wê wan navên klîşe dibêjin.

Dixwazim hinekî jî behsa elementa Ar (Argon)ê jî bikim. Gazeke bêreng, bêbêhn û bêtam… Jê re dibêjin “gaza bê bandor”. Rast e bê bandor e, rasterast li tu tiştî bandoreke nake lê belê ji bo mirovan gelekî bi fêde ye û li gelek hêlên jiyanê tê bikaranîn. Li endustriya tenduristiyê, li parastina xwarin û vexwarinan, ronahîkirinê û, û, û, gelek deverên din.

 

Rastî strana Qeydubend a bi navê “wî li min rebenê” hatim. Li bin stranê wiha nivîsîne. “Bo xatirê diya min û pisîka wê” Piştre dema stranê guhdarî dikim, dibînim musîka Queen:
“
We will we will rock you”

Çi dibêje Queen?

Buddy, you're a boy, make a big noise

Playing in the street, gonna be a big man someday

You got mud on your face, you big disgrace

Kicking your can all over the place, singin'

We will, we will rock you

We will, we will rock you

Qeydubend bi muzîka Queen çi dibêjê: 
“sibeyê rabûm KU pisîka malê ketî der ve”
“wî li min rebenê” , “wî li min rebenê”

Mehmet Atli li strana xwe ya bi navê Pisîkê wiha dibêje:

Rojek ji te dûr kevim
Dinya bi min nexweş e
Her reng mîna reş e
Neçe tu qet neçe

Hiş hatiye serê min
Êdî ne wek berê me
Pisîka poz şewitî me
Pisîka şîr rijandî
me

Tiştê çû nekeve dû
Bixêr hat jiyana nû
Ne dereng ne jî zû
…


Em li remîxsa IMPOSIBLE Nepêkan jî binêrin

Tu yî, ya jê hez dikim
A dixwazim maçî bikim, a dixwazim wê bi dest bixim
Silavê li wê werdekê bike jê re bibêje
Ji vir pê ve serxweşnebûn ne pêkan e
Heger hevslekî te hebe, wî bixapîne
Lê em ê vê meraqê bikujin
… Pisîka te nizane min çawa diranê xwe danî
(werger Aryan)

 Esas tişta gelekî bala min kişandî- dema li dengbêjiyê li peyva pisîkê digeriyam- rastî psîka motka hatibûm a li klama Besna û Xelîl. Min, klam ji çar dengbêjan guhdarî kir; Miradê Kinê, Rifetê Darî, Ehmedê Gulê û Fadilê Kor.
Klameke nola romaneke, çîrok, tevn, sereleheng, mekan tev diyar in… TRT 6’ê kirine fîlmeke zorrealîst, min ew fîlm jî temaşe kir.
Li derheqê fîlmê gelek tişt hene yên mirov karibe bibêje lê mijar bila belawele nebe, behs nakim. Çikû tu fîlm nikare bi qasî gotinên klamekê bandorê li hîs û hişê min bike.


Klam dibêje:
“Min got qey ez ê kirasê xwe li xortekî Omerîka bikim
Lê kirasê min bû qismetê Brahîmê Temo
Hirçê Bûbilanî, darê tenûra, pisîka motka, kûpikê gemarê...”


“Hirçê Bûbilanî û kûpikê gemarê” jî balkêş in lê belê mijara min pisîk bû loma bi tenê ketime pey aşopiya “pisîka motka”
Li malpera nusaybinim.com rastî nivîsara Şerefxan Cizîrî hatim. Li ser metafora “pisîka motka” nivîsiye û zêde-zêde dramatîze kiriye. Ez ê kurtayiya wê binivîsim.
Ji bo mirîşkên malê neçin li derdorê, li malên cîranan hêka nekin, xwediyê malê hêkekê dideynê derekê- jê re dibêjin hêka motka- ji bo mirîşk herê li wê derê hêk bike. Axir Pisîka malê jî plana xwediyê malê xerab dikin, diçin wan hêkan dişkînin û dixwin. Ji wan pisîkên xesarker re dibêjin Pisîka Motka. Axir… Hin mirov jî dişibine wan pisîkan.

Şerefxan Cizîrî dibêje:

“Zimanê Kurdî bi her haweyî tije metafor in. Ango tije şibandin in. Şibandinên ku bi wate ne, bi fikir û xwedî tecrube ne.”


Bi rastî jî li dengbêjiyê hin metafor û îmge ji yên helbestan xutir hene, ez gelek caran rastî wan têm.

Şerefxan Cizîrî dibêje: 

“Ez bi dengekî bilind dibêjim; em Kurd barûya darekê ne, em pîvaza mişarekê ne. Mirov û komikên ku kirinên wana weke yê Pisîka Motka ne, di asta dawî de xerabiyê bi doza Kurdan ya hevbeş dikin. Dıjminatîyê bi xwe re, bi hevdû re dikin. Bila kes û komik kirinên xwe yên xerabe bi gotinên xemilandî seqa nekin! Vaye dar û vaye mişar! Li himberî kirinên Pisika Motka fikir û têkoşîna sîyasî, kulturî û exlaqî karekî, helwestekî, erkekî netewî ye! “
Em careke din bala xwe bidine klama Besna û Xelîl:

Ezê rabim kumekî çêkim bi lîrakî
Ezê dorekî lêxim bi heqê gakî,
Ezê niviştekê lêxim bi devakî
Min digo qey ez ê bidim serê xortekî
Ji xortekê Omeriya
Min nizanîbû, ez ê bidim serê Brahîmê Temo,
Hirçê Bûblanî, gamêşê nava çemê Nisêbînê
Şahid û şihûdê vî kerqolanê rêya Nisêbînê gelek hene,
Ji çemê Amûdê heta bi lêfê Darê
reviya ji ber filakî
Yadê rebenê

- Axir… Bapîr û dêpîrên me gotine: Zeman ev zeman bû, Heso gavan bû, pisîk pehlewan bû.

- Çima helbestvanan dişibînî pisîkan mamoste?
- Ezbenî,
ziman ji bo pisîkan zaf muhîm e, ji bo helbestvanan jî… Her du jî xwe bi zimanê xwe paqij dikin; an zimanê xwe bi xwe an jî xwe bi zimanê xwe. Pisîk, bedena xwe paqij dikin bi zimanê xwe, helbestvan rihê xwe... Pisîk qirêjiyên li bedena xwe bi zimanê xwe paqij dikin lê belê zimanê wan nalewite, her tim paqij dimîne di devê wan de. Helbestvan qirêjiyên li rihê xwe bi zimanê xwe paqij dikin û mixabin zimanê wan paqij namîne. Ziman ji bo psîkan her tişt e, ji bo helbestvanan jî… Pisîk berî tiştekî bixwin, pêşî bên dikin, eger tişta bên kirin nas be û bi ewle be, zimanê xwe lê didin pişt re dixwin. Helbestkar jî wisa ne; ew jî peyvan bên dikin, eger jê netirsin tam dikin û berdidine nava tûrikê mêjiyê xwe. Ha, pisîk ji bo ji bîr nekin bên dikin; şaîr dinivîsin, ji bo ji bîr bikin, ferqa wan a sereke ev e. Ha, tişteke din jî bibêjim a herî muhîm; Zimanê pisîkan nagihîje serê wan, ji bo wê jî,nikarin serê xwe paqij bikin, loma her tim pêdiviya wan bi psîkeke din an jî mirovan heye, da serê xwe pê bidine firkandin, alastin. Helbestkar jî wisa ne, nikarin pesnê xwe bidim loma li benda pesindana kesên din dimînin da gemariya di rihê xwe de paqij bikin-belkî egoya xwe bixapînin. Pisîk jî helbestkar jî ji tênayiyê hez dikin. Divê ez vê jî bibêjim; Pisîk dema li mirovekî dinêrîn pêşî bala xwe didine destên wî û gelek caran destan bên dikin. Eger destên mirov lewitîbin, ne paqij bin nahêlin tu nêzî wan bibî. Eynî nola helbestvanan…

heya sax bim li warê xwe bêwar im
dema bimrim ez ê bibim helbestvanekî pisîknas

 

Hin Nivîsen Nivîskar

d e s t a n a destan

  • 18 Berfanbar 2023

piştre bi sê awiran li pênivîska xwe ya tijî çîrok mêzand a li navbera rûpelên nîşenivîska virtûvala ji xîzaniyêtariyeke zilqemirî...

Mirina Gur

  • 23 Sermawez 2024

Ji bo guhdarîkirinê:       21’ê sermaweza/mijdara 2024’an, saet li derdora 10’an, min reklama kitêbeke nû çapbûyî dît: Gurê Manco, Sadiq Ûskan, Roman, ji Weşanên Wardozê. Hew min dît ez ê...

Helbestên Fatma Savcî Û…

  • 31 Rêbendan 2024

Dosyayeke berfireh a min berî çend salan li ser helbestkariya jinên kurd nivîsî li ber min e, lêbelê dikim-nakim nikarim ji wê dosyayê nivîsekê patalojîk a...

Hemû Nivîsen Nûdem Hezex

Nûdem Hezex kî ye?

Nûdem Hezex di sala 1964'an de li Hezexê hatiye dinyayê, heya biçe Zanîngeha Gazîyê ya li Enqereyê li Hezexê mezin bûye. Piştî zanîngehê 28 salan li Mersînê mamosteyî kiriye. Niha teqewît bûye. 17 stranên wî yên gotin û muzîkên wan nivîsî li nav gelek albuman cih girtine. 
Pirtûkên wî yên ku heta niha derketine ev in:
- Belalûk, roman, 2014, Do
- Lîlîstan, helbest, 2016, Sinirsiz 
- Mahser, helbest, 2017, Sinirsiz 
- Bîr, roman, 2018, Dara 
- Xizêmok, helbesteçîrok, 2019, Sîtav 
- Spîroj, roman, 2020, Payiz 
- Çello, Sonata Mirinê, roman, 2024, Na
 
 

Youtube Me

Piştî 12 salan Li Girê Koxê dîsa dema festîvalê ye

news

NOFA / Eylul Nazlier

news

Pêşbaziya Çîrokan li benda berheman e#shortsvideo #shortsviral #shortsvideos

news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

news

Pirtûkên kurdî diçin Tetwanê#shortsvideo #shortsviral #shortsdiyarname# #podcast

news

diyarname podcast festival#shortsfeed #shortsvideos #diyarname#shortsviral

news

'Çand li ser mekan ava dibe' Ji festîvala çand û hunerê a Tetwanê #diyarname#shortsfeed#shortstory

news

diyarname podcast festival #diyarname#shortsfeed #shortstory #shortsfestival #shortsyoutube

news

diyarname# #diyarname#festival# #podcast#shortsfeed #shortsviral #shortvideo #3deqe #deng

news

Huner, hunermend û Hozan Dîno

news

Nivîskar Yaqob Tilermenî beşdarî Diyarnameyê bû #podcast#shortsfeed #shortsviral #shortsvideo

news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

news

diyarname# #podcast #3deqe #booktok #deng

news

ZERBAN

news

diyarname podcast #diyarname #football #3deqe #deng #recitimlmrekullueshemlkuranit #nivîs #futbol

news

Tifaqî = Hezkirin

news

Video Project 2 4

news

diyarname podcast #diyarname #3deqe #recitimlmrekullueshemlkuranit #deng#sinema #konferans

news

diyarname podcast #diyarname #football #recitimlmrekullueshemlkuranit #deng #3deqe#diyarname21salîye

news

"Mazgal"

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
Ev jî hene
ad

Di Şêwra Xwendinê de 'Dozdeh Çirk' tê nîqaşkirin

ad

Adriana Lima jî zewicî!

ad

Nûbiharê ji aliyê îslamî ve bersiva Arinç da

ad

Ji sporê 5 nûçeyên derketine pê

ad

Chomsky bersiva vexwendina HDP'ê da

ad

Şeva bîranîna Dengbêj Şakiro bi coş li dar ket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Derûna neteweyî û xwebûnî di navbera serdest û bindestan de

  • 05 08 2026
news

Pêşbaziya Çîrokan li benda berheman e

  • 05 08 2026
news

Fûara Pirtûkan dest pê kir

  • 05 08 2026
news

Va ne hemû agahiyên il ser 'Pêşnûmeya qanûna çarçoveyî' ku niha li Meclisê ye

  • 05 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname