Wêje mîrateke gerdûnî û navnetewî ye ku ji nifşekî derbasî nifşê li dû dibe û berdewamiya xwe didomîne. Ji ber hindê her nivîskarek peyxama xwe ji nivîskareke/î din werdigire û li ser wê peyxamê bi hest, nest û ramanên xwe berhemeke dîtir ava dike. Bi vê sedemê ye ku her mijar û hûrguliyên tên nivîsandin, dişibe xelekek nivîsîna yên beriya xwe. Li vê derê resenbûna nivîskarên nû, wan dikin parçeyekî xurt ê mîrateya wêje û wêjekariyê. Nivîskarê gewre Jorge Luis Borges jî di vî warî de wiha gotiye: “Wêje mîrateyeke hevpar e. Her kesên ku dinivîsin jê sûd werdigirin û li wê zêde dikin.”
Nivîsa rojnameger Cemil Oguz a bi navê “Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?” bi peyxama xwe ez arasteyî vê nivîsa yekemîn a malpera Diyarnameyê kirim, ji binhiş û derhişa min hin hûrguliyên salan wergirt û ew arasteyî klavyeya min kir da ku ez meseleya nivîskariya Diyarnameyê ya nivîsên berdewam hinekî rave bikim.
Sal bi sal, xwezî bi par
Sala 2002’yan, meha gulanê bû. Min beriya bi çend mehan dosyeya çîrokên xwe ji berpirsîyarê weşanxaneya Muslum Yucel re şandibû û wî jî bi erênî bersivandibû ku dê dosyeyê di demeke nêz de wekî pirtûk biweşîne û weşand jî. Min heman dosyeya çîrokan di sala 1999’an de ji bo çapkirinê ji berpirsiyarê weşanên Jiyana Rewşen Kawa Nemir re şandibû û bi hincetên nebûna derfetan nehatibû çapkirin. Her wiha heman dosyeya çîrokan min di sala 2001’ê de ji Weşanxaneya Avesta re şandibû, weşandina wê ji teref berpirsiyarê weşanxaneyê hatibû erêkirin, û dû re ji bo kontrolkirinê ji min re hatibû şandin. Lê ji ber derengmayîna çapkirinê min dosyeya xwe bi paş ve kişandibû. Hasilî kelam dema ku ez û yazdeh hevalên xwe bi sedemên kar û barên kurdî ji teref dewletê ve hatibûn girtin (li Qoserê, 7’ê Gulana 2002’yan) û em li Girtîgeha Mêrdînê diman, mizgîna çapkirina pirtûka min a pêşîn bi navê "Êşbazî" ji teref Muslum Yücel ve gihîştibû min ku di Weşanên Mîr de bûye pirtûk.
Pirtûka nivîskarekê/î ya pêşîn, dişibe şopa yekem a cîhana wêjeyê, wekî vebûna deriyê baxçeyê veşarî yê bîra nivîskaran e. Çinku berhema pêşîn, pêvajoya afirandinê û qolincên edebî diteyisîne. Her wiha pirtûkên pêşîn wekî zarokên pêşîn ên nivîskaran e. Nivîskar dixwaze weşanxane demildest nimûneyekê jê re bişîne û wê bide ber dilê xwe. Ji ber meseleya girtinê ew daxwaza min destpêkê pêk nehatibû. Ê min di 24’ê Pûşpera 2002’yan de bûbû nesîbê min ku Êşbazîyê wekî pirtûkeke çapkirî bibînim û wê bidim ber dilê xwe. Hestyariya min a wê wextê nayê tarîfkirin. Ez ji bo nivîsandina kurdî ji mamostetiyê hatibûm dûrxistin, bi ser de min û hevalên xwe lêdan û lêpirsîneke dijwar bihurandibûn, kêm be jî em di girtîgehê de mabûn û dû re rêya sirgûniyê li ber me hatibû vekirin. Digel her şert û zirûfan jî, ez bi hebûna pirtûka xwe ya yekem serbilind bûm û rewşa dijwar a heyî ne li ser bala min bû. Ji nivîsandinê heta çapkirinê 5-6 sal derbas bûbû. Di vî warî de gotinên nivîskarê nasyar Paulo Coelho rewşê baş tîne zimên, “Nivîsandina pirtûka min a yekem 40 salan dewam kir.”
Sal derbas bûn. Pirtûkek li pirtûkekê zêdetir bû. Pirtûkên min bûn 20. Cara duduyan ji mamostetiyê hatim dûrxistin. Ji neçarî li Ewropayê bûm mêvan. Hewldanên nivîskarî û afirîneriya hunerî bi pirhêlî berdewam kir û têkoşîn û pêşveçûnên civaka kurd li qonaxeke dîtir rawestiya. Me ji bawerî û cehda xwe ya civakî santîmekê gav bi paş ve neavêt û ji bo destkeftiyên neteweya xwe her tim li deriyên nû yên hilberînê xist. Xuya ye dê ev cehda me heta hêz û qewet û karîna şixulîna hişî berdewam bike. Ji ber ku bi karên nivîsîn û hunerê re karên çalakgeriya civakî jî bi hev re pêk hatin, dikarim bibêjim ku mafê min ê takekesî heye ku ji bo rewşa siyasî ya tevgera kurd rexne, nirxandinên û pêşniyarên xwe raberî wan bikim. Keda me ya salan vê hewldanê pesend dike.
LI BER ŞAREDARÎ, ARJEN ARÎ Û EM
Destpêka salên 2000’î dema şaredarî ji teref kurdan ve hatibûn qezenckirin, em dîsa bi bîr û boçûn û tevgerên xwe li gel wan bûn ku di rêya rewşenbîriyê de destkeftîyên pêpeskirî ji dîlîtiyê rizgar bikin. Me bi hevalên xwe yên nivîskar re şêwr û mişêwrên xwe dikirin da ku ezmûnên xwe di vê qadê de şênber bikin. Mîhrîcana yekem a Şaredariya Amedê bû. Ji çar aliyên Tirkiyeyê nivîskarên mêvan ên tirkinivîs hatibûn ezimandin. Ez û du heval ligel Arjen Ariyê nemir li ber deriyê hêwana şanoyê rawestiyabûn û me gazin ji halê xwe yê nivîskarên kurd dikir ku çima kesek ji me jî nehatibûn ezimandin. Ji xwe Arjen Arî mirovekî dilbikul û mirovekî rastgo bû ku nedîtina nivîskarên kurd ji teref qada siyasî ve her tim dianî zimên û bi wê kulê jî xatir xwest. Ji wê heyamê heta niha çarîksedsalek derbas bû û rewşa rewşenbîrî û qada nivîskariyê hê jî di wê astê de dinale.
ÇIMA ZIMANÊ KURDÎ NABE ARMANCA SEREKE YA SIYASETA KURD?
Ji min re tim wekî pirseke dubarekirî bû. Pêşengên kurdan bi xwendewariyê pesnên xwe didan. Ji lew re yên destpêkê ked û xwêdan rijandibûn mirovên “telebe” bûn û ehlê pirtûk û xwendinê bûn. Pirtûkên ji çar aliyên cîhanê pêşniyarî zarokên kurdan dikirin û bi ser de jî pirtûkên nivîskarên tirk ên ramanên wan întîhalkirî didan ber me ku em wan bixwînin. Dema ku wan navên pirtûk an nivîskaran berze dikirin, di nava hefteyekê de pirtûkên wan kesan bi sedan dihatin belavkirin. Li ser vê meseleyê wê heyamê pirtûkfiroşekî Mersinî gazinên xwe bi min re parve kiribû bê çima kurdan ji wî pirtûkên nivîskarên tirk ên bêwate dixwestin. Dîsa wan pêşengên me yên siyasetê ji dêvla zimanê xwe yê kurdî nivîsandina bi zimanê serdestan tercîh dikirin û bi analîz û teoriyên xwe ew ziman geş û pêşketî didan nîşandan. Ku ji wan dihat pirsîn jî sedemên pêpeskirina pergal û serdestiyê ji xwe re dikirin hincet. Her wiha akademîsyenên ji zanîngehên pergalê di dam û dezgehên çapemeniyê de yek bi yek aqil didan kurdan, ji dêvla li ser navê zimanê kurdî jî yek gotinê bikin, dihatin çepikkirin û nav û nîşanên wan zêdetir dibûn.
Sala 2015’an bû. Ez û helbestkar Dîlber Hêma û hin hunermendên niştecihên bajarê Mersinê, em ji bo piştgiriya partîya kurdan a wê wextê beşdarî şevbuhêrkekê bûbûn. Hevserokê partîyê yê wê demê Selahattin Demirtaş jî hatibû Mersinê. Min wekî dîyarî her sê romanên Sêbareya Mêrdînê yên bi navên "Kitim", "Qerebafon" û "Bavfileh" destnîşan kiribûn û di şevê de ew wekî dîyarî dabûn cenabê Demirtaş. Çi rasthatinî bû ku piştî wê rojê bi çend rojan pirtûkek Hayko Bagdat a nû derketibû û birêz Demirtaş bêyî wextê di ser re derbas bike, demildest di gotineke xwe de ew pirtûk pêşniyarî xwendeyên kurdan kiribû. Dû re ji bo pirtûkek Levent Gultekin jî heman pêşnîyar kiribû. Lê ji min re bûbû meraq, çima ne pirtûkek bi kurdî û ne ya kurdeke/î xwe ya welatperwer bi lêv nedikir.
Ji hêla din ve nivîsandina bi zimanekî, tercîha nivîskar bi xwe ye û ew dikarin bi gelek zimanan jî vî karî bikin. Lê dema hin mirov li ser navê neteweyekê, çanda wê û zimanê wê rabin, têkoşînê bidin û ji wê neteweyê piştgiriyê wergirin, ked û xwêdan û xwînê bigrin û ew bi xwe biçin çand û ziman û hêmanên dîtir ên neteweya serdest bi kar bînin, di vê tevgerê de tiştine ne li rê hene. Ev ji bo roja îroj jî derbas dibe. Siyaseta niha ya li hemberî serdestan çi dibe bila bibe, ger siyasetmedar pêşengiyê ji milkên kurdîtiyê re nekin, dawiya dawî ew ê avê bikişînin bîrên dagirkerên xwe. Tecrube û mînakên tevger û serîrakirinên cîhanê ev rastî û tesbît danîne ber me û rêyên dîtir ji xapandinê û wextwindakirinê pê ve berê me nade ser bîra kurdî û di encamê de wê me li zaboqan rawestîne.
EZÊ JÎ BIBIM NIVÎSKAREKÎ DIYARNAMEYÊ
Me ji nivîsa Cemil Oguz dest pê kir, em dîsa bi navê wî nivîsa xwe bi dawî bikin. Ji 25 salan zêdetir e ez cenabê Oguz wekî hevaldostekî û rojnamegerekî nas dikim û ji 20 salan zêdetir e ez keda wî ya bi navê Diyarnameyê jî dişopînim. Ew karê xwe baş dike û ji xwe ne hewceyî spasiya min e jî; lê ez dixwazim bi awayekî rêk û pêkî li gel spasiyên xwe dilopek pênûsa xwe biherikînim deryaya Diyarnameyê û dengê xwe yê ji dûrahistanê bigihînim xwînerên kurdî. Li ser asasê wêjeyê, ez ê hêmanên jiyana civakî û cîhanî bi xwînerên Diyarnameyê re parve bikim.
Wekî Yordanka Beleva kerem kiriye, “Em mîratxwirên zanînên pêşiyên xwe ne ku wan zanînan ji pirtûkan werdigirin… Ev hemû, yên dîtbar û yên nedîtbar, pevgirêdana me ya bi wêjeyê re ye.” Çi nivîsên wêjeyî hebin, ji dîrok û arşîva zimanekî re dibin û mîrat û tev li bîra wî zimanî dibin. Belkî nivîsên me jî di nava wê xelekê de cih bigrin.
29.07.2026 / Swîsre


