logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Îranê Herêma Kurdistanê tehdîd kir
  2. Li ser Kobanî 3 agahiyên girîng
  3. Zilamek û Zimanek
  4. Komên di Newroza Amed, Wan û Stenbolê de li ser dikê bin diyar bûn
  5. Azerbaycan: Dronên Îranê li balafirgeha Nexçiwanê ketin

Veysel Vesek

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Veysel Vesek

Veysel Vesek

Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî

  • Dîrok: 28/04/2025

Her wekî ku tê zanîn, çapemeniya netewekê -gelekî bi alfabeyên ew netewe bi kar tîne çêdibe. Di nava kurdan de jî li gorî geşedanên çandî û dîrokî hinek alfabe hatine bikaranîn. Ji wan alfabeyan taybetî em bêhtir yên piştî îslambûna kurdan dizanin û alfabeya piştî îslambûnê, kurdan ji bo nivîsê bikaranî alfabeya Aramî ye. Ev alfabe di nava kurdan de wekî zimanê Quranê jî hatiye zanîn û di medreseyên kurdan de wekî amûra zimanî û çandî hatiye bikaranîn. Hîn jî kurdên, Başûr, Rojava û Rohilat vê alfabeya aramî ya kurdî di çapemenî û weşanên xwe de bikar tînin. Ji ber ku demeke dirêj di nava civaka kurdan de bi cih bûye, gelek berhemên çandî û dînî hatina afirandin. Taybetî klasîkên kurdî bi vê alfabê hatina afirandin. 

Alfabeya diduya ya Kirîlî, ango alfabeya gelê Slav e. Piştî avakirina Yekîtîya Sovyetê li Rusyayê kurdên Qafkasyayê dest bi karanîna alfabeya Kirîlî kirine. Ya rastî kurdên Qafkasyayê cara ewil bi alfabeya Latînî ya Şemo-Marogulov di navbera salên 1928-1929’an de weşangeriya kurdî kiriye. Lê piştî demekê ev alfabe hatiye qedexekirin û li şûna wê alfabeya Kirîlî hatiye danîn. Hema bêje hemû berhemên kurdên Sovyeta berê bi vê alfabeyê hatina afirandin. 

Alfabeya latînî ya di nava kurdên Bakurê welat de belav bûye; Di sala 1932’yan de ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve di kovara Hawarê de hatiye danîn. Bi xêra nivîskarên Hawarê gelek berhemên bi alfabeya Latînî hatin afirandin û berhema sereke hatiye çapkirin jî  berhema Dr. Kamûran Alî Bedîrxan ya navê “Elfabeya Min” bû. 

Kurdan jî wekî hemû gelên din xwestiye bi alfabeyên cur bi cur xwe îfade bikin, çand û zimanê xwe pêş bixin û xwe bigihînin nifşên nû. Lê Komara Tirkiyeyê ji roja hatiye avakirin heta bigihîje salên 1990’î jî weşanên bi alfabeyên kurdî qedexe kirine. Li kîjan welatê biyanî weşaneke kurdî çêbûye, dest avêtiye wê weşanê û ji bo werê qedexekirin hewl daye. Her wiha gelheya gelê kurd piranî li tirkî bû û Komarê nedihişt weşanên kurdî bigihên welat. Ev nivîsar dê du mînakan ji çavkanîyên fermî yên Komara Tirkiyeyê bide û dê bi encameke kurt were dawîkirin

ALFABEYA DR KAMÛRAN BEDIRXAN QEDEXE DIKIN
Her wekî min li jor jî behs kir, belavbûna alfabeya kurdî ya Latînî bi xêra birayên Bedirxanî, Celadet Alî Bedirxan û Dr. Kamûran Alî Bedirxan çêbûye. Dr. Kamûran Alî Bedîrxan ji wan dersên di Hawarê de û bi hinek tiştên din, pirtkûkek bi navê “Elfabeya Min” di salan 1938’an de li Şamê, ji bo hînbûna kurdiya bi alfabeya Latînî amade kiriye. (Di sala 2009’an weşanên Hêlîn ev pirtûk çap kirîye) Lê Hikûmeta Tirkiyeyê bi biryara Serokomar Celal Bayar di sala 14/4/1952’yan de, belavkirina vê pirtûkê qedexe dike1. Û di vê Biryara Kabîneya Tirkiyeyê de bi taybetî ji bo vê berhemê qedexeya ketina sînorê welat jî tê dayîn. Ango alfabeya Latînî ya bi kurdî, li Tirkiyeyê hatiye qedexekirin. Bi vî şiklî li Tirkiyeyê tu kurd dê nikaribin bi zimanê xwe hînî alfabeya latînî bibin.

JI BER KURDÎ QEDEXEYA ROJNAMEYA YEWNANÎ
Biryara diduyê jî di sala 1956’an de dîsa bi îmzeya Serokomar Celal Bayar ji aliyê Kabîneya Komara Tirkiyeyê ve tê belav kirin. De qey wî çaxî li Yewnanistanê (Grek) rojnameyeka bi navê “Yenî Îzmîr” (Îzmîra Nû- Akropolîs) heye û di hejmara xwe ya 11/8/1956’an de alfabeyên kurdî yên Slavî-Kirîlî û Aramî çap dike. Lijneya Wezîran ya Komara Tirkiyeyê dikeve pey vê rojnameyê û hem hejmara wê ya 11/08/1956’an, hem jî hejmarên piştî vê tarîxê werin çapkirin jî qedexe dike. Helbet dîsa di vê biryarê de qedexeya ketina hundirê welêt jî heye.

MENDERES SEROKWEZÎR, BAYAR SEROKOMAR E
Wexta mirov li her du “Biryarname”yan dinêre, xuya dike ku di salên 1950’an de hatine belav kirin. Di wê demê de desthilatdarî di destê Partiya Demokratê (Demokrat Partî) de bû. Her wiha Serokwezîr Adnan Menderes bû û Serokomar Celal Bayar bû. Dîsa di biryarnamê de, xuya dike ku Hikumetên Komara Tirkiyeyê kî bin bila ew bin, li hemberî weşangeriya kurdî bi tundî tevdigerin û saloxdanên wan pir xurt in. Ji ber ku di her du biryarnameyan de cih û dîrokên çapa pirtûka “Elfabeya Min” û Rojnameya Akropolîs safî xuya dikin. Her wiha li gorî Biryarnameya 1952’yan “Elfabeya Min” li Şamê di sala 1938’an de çap bûye, hejmara Rojnameya Akropolîs (li gorî Biryarnameya Hikumetê Yenî Îzmîr) 1956’an de li Yewnanistanê çap bûye. 

Wekî encam ez dikarim vê bêjim, qedexekirina alfabeyên kurdî, biryareke Jenosîda Spî ya li ser kurdan e. Û mixabin encamên vê Jenosîda Spî îro li ser me kurdan bêhtir xuya dikin. Li Tirkiyeyê hemû alfabeyên bi kurdî, hatine qedexekirin û Hikumetên Komarê nehiştine kurdî bi serxwe ve were. Hîn jî gelek kes dibêjin, “Çima kurdî pêşneketiye.” Li gel van astengiyan hebûna kurdî ya li Tirkiyeyê, di dema îro de mucîzeyek e. 


1-Ji Arşîva Serokomarîya Tirkîyê, 18/01/1979 , 128-29-13
2-Ji Arşîva Serokkomarîya Tirkîyê,dosya no: 52-39, 1976 

 

Not: Di vê rêzeyê de ev nivîsa diduyan e. Di çarçoveya “Di Komara Tirkiyeyê de Astengiyên li ser weşangerîya kurdî” de nivîsa yekem a vê beşê:
- Komara Tirkiyeyê çawa qedexe danî ser rojnameya Roja Nû?

Hin Nivîsen Nivîskar

Di Sala 1989’an De Qedexekirina Albuma “Hoy Narê”

  • 23 Rezber 2024

Qedexekirina li ser ziman û çanda kurdî xwedî pratîkek kevin e û xwedî berdewamiyê ye. Çanda kurdî, bi taybetî muzîka kurdî ya gelerî-folklorîk gelekî xurt e û li tirkî desthilatan ji destpêka komarê ve...

Du Stran û Varyantek

  • 26 Tîrmeh 2023

 Strana “Heyla Bêzo” li herêma Botanê gelekî berbelav e û ji qewlê hostayê nemir Cegerxwîn ve strana “Berdîlanê” ango ya dawetê ye. Ev...

Li ser strana “Serî Zavano” çend gotin

  • 03 Sibat 2024

Strana “Sarî Zavano” bêhtir li herêma Botan li ser zavê tê gotin. Lê di eslê xwe de stran bi her awayî, amadekariya dawetê vêdibêje. Û her hewa...

Hemû Nivîsen Veysel Vesek

Veysel Vesek kî ye?

Nivîskar û parêzer Veysel Vesek di sala 1979’an de li Hezexê, gundê Bafê hatiye dinê. Dibistana seretayî û ya navînê li navçeya Hezexê xwendiye. Li Ceyhanê lîse qedandiye û paşê xwendina xwe li Amedê li Zanîngeha Dîcle, di beşa Fakûlteya Hiqûqê de temam kiriye. 
Wî, di dema xwendekariya xwe ya zanîngehê de dest bi nivîsandina kurdî kiriye. Helbest û nivîsên wî di kovarên wekî Kulîlka Ciwan, Zembîlfiroş, W, Tîroj, Hawara Botan û di rojnameya Azadiya Welat de hatine weşandin. Di komxebata “Ferhengên Têgihên Hiqûqê“ de wekî hiqûqnas ked daye. Di kovarên Aşdad û Dadistanê de ku li ser hiqûqê ne û bi kurdî ne gotarên wî hatine çapkirin. 
Vesek berhevkariya foklora kurdî dike û ew bi xebatên xwe yê li ser folklorê û dijîtalîzekirina folkora kurdî tê naskirin. Herî dawî di kanala Folkora Kurdan ya li ser youtubê da “Projeya Dijîtalîzekirina Folkora gundê Bafê” bi rê ve bir/dibe. Veysel Vesek li Mêrdîne dijî, bavê du zarokan e û parêzeriyê dike. 

Youtube Me

Dilşêr Bêwar: Pêlên Lacîwerd

news

H. Kovan Baqî: …dayikekê didirû ji dengê min re

news

Mesûd Qeya: Ezê bikim

news

Omer Dilsoz: Rexneya Rexneyê

news

Yeqîn H.: DESTPÊK

news

Şaredariya herî kurdewar, binêrin çi kir...

news

Em hejmara çapkirina 386 pirtûkan derxin 10 qatên wê

news

Di nivîs, şano, fîlm, û di helbestên 'Lewerger'ê de 'Dê'

news

Hemû agahiyên ji bo hilbijartina Kurmancî-Zazakî

news

Li KOBANÎ pirsgirêkên tenduristiyê

news

Piştî peymana 29.01.2026'an li Rojava rewşa perwerdehî, çand û weşangerî dê çawa be?

news

diyarname podcast#podcast#news# #diyarname #pirtûkênkurdî #books #booktok #pirtûk #fûarapirtûkan

news

diyarname podcast #booktok #books #diyarname #pirtûk #news #fûarapirtûkan

news

diyarname podcast#L werger#diyarnamenûçe#çandhunerkovar# #pirtûkênkurdî

news

diyarname podcast Claudette Colvin ku di 86 saliya xwe de mir çi kiribû?

news

diyarname podcast#pirtûkênkurdî #weşanxane#çapkirin#pirtûk# #diyarname20salîye

news

diyarname nûçe Podcast 2025: Hemû pirtûkên bi kurdî: Ji par zêdetir in #booktok

news

diyarname podcast 2025: 1180 nûçe, 204 vîdeo #diyarname #pirtûkênkurdî #books

news

diyarname podcast Fûara Pirtûkan a Çûkûrovayê didome #booktok #diyarname

news

diyarname podcast#diyarname Nivîskarê navdar Daniken mir #booktok #pirtûk #pirtûkênkurdî #books #

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
news

Ziman Dirêjo Hed Nezano

  • Kadir Stêra
news

Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

  • Omer Dilsoz
news

Berxweş

  • Mesûd Qeya
news

Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin 

  • H. Kovan Baqî
news

Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

  • Hogir Berbir
news

Destpêk

  • yeqîn h.
news

Pêlên Lacîwerd

  • Dilşêr Bêwar
news

10 hezar girtî bên berdan Tevgera Kurd wê bikaribe çi bike bo wan?

  • Cemil Oguz
news

Çîroka Zarokên Rojê û Agirî

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

2021: Fotoyên çivîkan yên serketî hatin hilbijartin

ad

Ji bo jinan Roja Fîlman li dar e

ad

Du festîvalên kurdan li benda berheman in

ad

Belayek ji belayên serê me: Andimiz

ad

Bernameya Festîvala Kurdî diyar bû

ad

Newroza 2009'an wisa derbas bû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Îranê Herêma Kurdistanê tehdîd kir

  • 06 03 2026
news

Li ser Kobanî 3 agahiyên girîng

  • 05 03 2026
news

Zilamek û Zimanek

  • 06 03 2026
news

Komên di Newroza Amed, Wan û Stenbolê de li ser dikê bin diyar bûn

  • 05 03 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname