logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

Kadir Stêra

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Kadir Stêra

Kadir Stêra

Rojnivîska penaberekî

  • Dîrok: 06/04/2025

Ji bo guhdarîkirinê:

 

Rûpelên rojnivîskê diqulipînim, di her rûpelekê de qewimînek.
"Ez îro hatim dêrê. Bo dublîna min bikeve, divê hinekî li dêrê bimînim.
19.01.2025 / Kassel "

Belê, min di nivîsa xwe ya li ser dublînê de, qala hêviyê kiribû. Dublîna min ket, hêdî hêdî karê min dimeşe.
Di dema neolîtîkê de, bo mirov xwe biparêzin, şikeft ji xwe kiribûn cihê ewlebûnê. Piştî hin lêgerînan jî xanî avakirin. Armanca min jî ew e ku di demeke nêzîk de xaniyê xwe bibînim. Li gorî dilê xwe, alavan bikirim, û xaniyê xwe bixemilînim.

Xeyalan doş dikim û cardin rojnivîskê diqulibînim.

"Zimanê min kul dibe; lê hisên min li ser xwe ne. Ev şeva min a çaran e ku li dêrê dimînim. Îşev bernameyeke xweş hebû, moderator Anna bû. Anna xoşewîsta hevalê min Serfiraz e. Me li muzîkên xweş guhdarî kirin. Mijara bernameya îşev ez lê bûm ev bû: 'Heger herkes bi serbestî rêwîtiya xwe bike, wê cîhan çawa be?'
22.01.2025  / Kassel "

Di rêwîtiya xwe de, min xwe li sînoran xistibû. 
Min digot:
- Daristan mala me penaberan e. Daran me diparast, bi şev û rojan bê xwarin û tî em dimeşiyan. Piştî demekê, êdî min xwe teslîmî rêwîtiyê kiribû. Çi dibû, ji bo min dibû; baş an xerab ferq nedikir. 
Min konfora xwe berdabû û min dabû dû xwe. Deh rojan di rê de mabûm. Bi rastî jî, aniha difikirim ew rêwîtî wekî Gerdûnên Paralel bû. Carinan di bin çavan de bûm, carinan li ber behrê, carinan di trênê de bûm. Bi zor û du bela min xwe avêtibû Venedîkê. 
Gerdûn bi qasî ku mezin bû; ew qasî biçûk bû jî.
Kê bîra min û Venedîkê dibir? Paşê min xwe li Mîlano dîtibû. Min zikê xwe tijî xwarin kiribû, bê qey ne qaçax bûm, min qehweyek jî xwesti bû. Tirsa min hatibû serê min, û baweriya min a li hemberî enerjiyê zêdetir bûbû. Meriv ji çi bitirsiya ew dihat serê meriv. Min ew tirsa xwe jiyabû. Belkî bi salan tirsa min a ku welatê xwe li dû xwe bihêlim hebû.

Difikirim, aniha çima li vir im? Em çima li vê Gerdûnê ne? Xweda çima me afirandi bû? Ew qas sînor çima? Mala me li ku bû? Mîna fîlmê "Bab Azîz" em diçin ku derê?

Pirs li ser pirsan û cardin li rojnivîska xwe vedigerim.

"Min li dêrê mirovekî helbestvan nas kir, ji Binxetê ye. Doh çend helbestên xwe xwendin. Kêfa min pir ji helbestên wî re hat. Digot:

- Helbest bênder e.

Mirovekî pir henekçî ye jî."

Di zarokatiya xwe de Seydayê Cegerxwîn jî ditibû û helbestên wî hinekî di bandora Seydayê Cegerxwîn de jî mabûn. Navê wî Rêber bû. Wî li ser helbestê gotineke kiribû.

Ez jî bejim:
-Tenê ne helbest ev Gerdûn jî bênderek e. Em li vê bênderê li xwe digerin. Kesên ku berî mirinê xwe bibînin bi siûd in. Piştî xwe dîtinê, êdî tu sînor li hemberî jiyana wan xwe nikarin asê bikin.

A grîng ew e ku meriv sînorên di hişê xwe de têk bibe. Ji ber ku mirov, bi tena serê xwe potansiyeleke mezin e. Em ji çi birevin, dawiya dawî wê ew bê serê meriv.
Lê divê meriv xwe konsantreyî kêliyê bike û her roj xwe ji roja din bêhtir nas bike. Dixwazim hûn jî rahêjin lênûskekê û dest bi nivîsandina rojên xwe bikin. Meriv bi vê rêya hanê bêhtir xwe analîz dike. Ji hêla rihî ve xwe baş hîs dike.

"Aniha li cafeyekê me. Muzîkek biyanî lê olan dide. Min qehweya xwe vexwar û sandewîça xwe xwar. Ezê derkevim ber deriyê cafeyê û çixareya xwe sor bikim. Ezê li ezmên binêrim û li rojên xweş bifikirim. Ne ji bo xwe tenê; ji bo hemû Gerdûnê. Meriv bawer bike, jiyaneke bê sînor jî helbet pêkan e. Li vir im, ezê sibê li ku bim? Surprîzên vê Gerdûnê naqedin. Berê min pêşeroja xwe pir meraq dikir û di paşeroja xwe de asê dimam; lê aniha bi tenê dixwazim di kêliyê de bijîm. Di kêliyê de meriv girêkên li hişê xwe yek bi yek dikare veke û xwe ji kaosên xwe dikare paqij bike.  05. 04. 2025 / Gerstungen "

Bi rojnivîska xwe, bêhtir xwe fêm dikim, hestên xwe dişopînim û rojên xwe qeydî rûpelan dikim. Ji ber vê di wêjeyê de rojnivîsk jî, bi qasî cureyên din ê wêjeyê pir grîng in. De haydê rojnivîska we li bendî we ye.

Hin Nivîsen Nivîskar

TEDAŞ; Bela Serê Rênçberan

  • 08 Kewçêr 2024

Ji bo guhdarîkirinê:     Payîz e, em mirov jî, wekî xwezayê pelên xwe diweşînin, hêsirên me wekî baranê dibarin. Îlon/rezber çû, ji me bar kir. Cotmeh/Kewçêr hat, û got merheba ji we re....

Nivîsên Kadîr Stêra ên ku di beşa SERBEST de hatibûn weşandin

  • 10 Pûşper 2024

  Nivîsên Kadîr Stêra yên ku berê di Diyarnameyê de di beşa SERBEST de hatibûn weşandin: - Qulingê Berî Li Mêrdînê  - Nivîsek derengmayî an jî tam di wextê xwe de - Çîroka...

Kesk û sor, zer, nîşana zafer, Zaferê pismamê min

  • 29 Tîrmeh 2024

Temenê mirovan, bi ber bayê salan ve jî biçe, zarokatiya wan her timî bi wan re dijî. Hema kêliyekê çavên xwe bigirin, û zarokatiya xwe bînin ber çavan. Va ye min çavên xwe girt, de hûn jî çavên xwe bigirin: -...

Hemû Nivîsen Kadir Stêra

Kadir Stêra kî ye?

Kadîr Stêra di sala 1989'an de li gundê Qesra Qelendera yê girêdayî Mêrdînê hatiye dinyayê.
Wî, dibistana seretayî li gund, lîse li navenda Mêrdînê xwendiye. Stêra li Zaningeha Mêrsînê Beşa Ziman û Wêjeya Tirkî qedandandiye û ji zû de ye bi nivîs û helbestê re eleqedar e.
Heta niha pirtûkek wî bi navê "Hespê Şeytên" ji Weşanên Aryenê derketiye. Aniha ew jî wekî gelek nivîskarên kurd penaber e.

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Her kes têkçûnê tem dike, tu jî!

ad

Jina herî seksî ya ku dijî: Halle Berry

ad

Saziyên sivîl ji bo Roboskî dest bi çalakiyan dikin

ad

Der barê Festîvala Kurtefîlman de çend agahî

ad

Derhêner Şerîf Goren mir

ad

Le Figaro: Rêwitiya ber bi Kurdistana hatiye rizgarkirin a li Sûriyeyê ve

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname