Ji bo guhdarîkirinê:
Sibatoka me ji dînikbûna xwe razî ye îsal. Beriya maşot bigire ser vê xakê, rojeke sibatê min berfa ser xênî dimalt. Qirik li min ziwa bibû. Min çengek berf avêt devê xwe, doxa berfmalkê xist binçengê xwe. Bûm cemed. Du qijak hatin li dor serê min zivirîn, xwe li ser guliyê darê danîn. Min dît bi hev re diaxivîn:
“Ev rebenka çima wiha çikîtenê sekiniye xwey?”
“Belbî bo me bitirsîne.”
“Emê çima bitirsin?”
“Di çav wan de em diz in.”
“Em çi didizin?”
“Em li rastê çi bibînin ji xwe re hiltînin.”
“Naxwe bila li rastê nehêlin.”
“Çi bikim dihêlin.”
“Tu dibînî, derî vekirî ye?”
“Dibînim lê niha nabe. Belbî ev zilamê cemed me dixapîne. Li bendî ye em têkevin hundir. Paşre wê were derî li ser me bigire.“
“Xwehkê, xwe netirsîne. Ka ez herim nikulekî di bêvila wî de lêxim hela bê tevdilive?”
“Bise neçe, emê bi hev re biçin lê di dexlê te de me dev ji bêvilê berde. Tu bê girtin ezê çi xweliyê li serê xwe bikim?”
Herdu qijak firiyan. Li dor min çend caran zivirîn. Yekê carekê qemûçkek li sitûyê min da. Min nikarîbû deng derxista lê dûxan ji bêvila min firiya. Wê dûxanê lêvên min hinekî germ kirin. Qijak tirsiyan lewma hinekî ji min vekişiyan. Vê carê xwe li ser dîwarê hewşê danîn.
“Te dît xwey? Te dît ne? Wekî taqika sobekê dû ji bêvila wî derket.”
“Erê. Netirse. Dû ji berateyan jî tê.”
“Xwey, tu wî tiştê genî neyîne bîra min nabe qey?”
“Kê nîha te go ji bîra bike.”
“Xwezî hineka kiriba, çêtir bû min careke din ew tiştê genî bidiya.”
“Wer nebêje xwey, gere mere esilê xwe ji bîra neke.”
“Jixwe esil jî esileke baş bûya qey me ji bîr nedikir.”
“Esil çi ye naxwe?”
“Te got fesil çi ye?”
“Na, min got esil.”
“Çi ferq dike?”
“Nizanim.”
“Ez ji te re bibêjim?”
“Na.”
“Min ê ji te re bigota nema dû ji bêvilê derdikeve.”
“Huş be, belbî vê carê ji qûnê derkeve.”
“Ma dibe?”
“Çi nabe?”
“Çima nebe?”
“Çi çima nebe?”
“Çi dibe bila bibe.”
“Yanî mirin?”
“Na. Kirin.”
“Çi kirin? Kê kirin?”
“Wan kirin.”
“Çawa kirin?”
“Bar kirin.”
“Çima kirin?”
“Çimkî mir in.”
“Wax wax. Bi ser de jî dîlan kirin.”
“Ji xeynî şînê hertişt kirin.”
“Ez hew xwe digrim.”
“Naxwe ezê te bigrim.”
“Min berde .”
“Herê xwokê.”
“Belbî bimirim.”
“Te li ku derê binax bikim?”
“Qey ez gûyê te me tê min binax bikî?”
“Na. Kêfa min ji berateyan re nayê lewma.”
“Jixwe kêfa te ji tu tiştî re nayê.”
“Ji te re tê xwey.”
“Karê te derew e.”
“Yê te jî rastî ye.”
“Wekî heman tişt in niha.”
“Kê got heman tişt in?”
“Kesî negot.”
“Naxwe bila heman tişt bin.”
“Min got ez xwe hew digrim. Ezê herim qemûçkeke din li sitûyê vî zilamokî bidim.”
Carekê din firiyan, li dor serê min zivirîn. Yekê qemûçkek danî paşika sitûyê min. Deng ji min nehat. Ya din xwe li ser serê min danî û bi du dengan kir qîjeqîj, destpêkir serê min nikiland. Deng ji min nehat. Firiyan. Di derî re ketin hundir. Min zanîbû çû ji mewîjan. Kêliyeke din derketin derve. Hatin ji gewmika avê çend qurt vexwarin. Firek li xwe dan û di ser darê re qulibîn. Ez mam li wê rastê. Li hêviya tav a biharê.