Ji bo guhdarîkirinê:
Berxwedana Kobanî ne tenê wekî têkoşîna bajarekî, di heman demê de wekî destana azadiyê cihê xwe li ser dika dîrokê girt. Ev yek ne tenê ji bo kurdan, di nav dîroka mirovatiyê de yek ji girîngtirîn kêliyên li ser rûpelên destanekê ye ku tê de azadî, hêvî û xewn hatin dîtin û xêzkirin hebû. Yek ji lehengê vê destanê jî Apê Nemir bû. Ew bi jiyan û têkoşîna xwe ya bi hestên sade yên welatparêziyê, ne tenê di bîra gelê kurd de, di bîra tevahiya dîroka mirovahiyê de rûmeta ku hatibû dorpêç kirin, şikand û şopeke Nemir hişt. Jiyana wî bû sembola lêgerîna azadî, yekîtî û berxwedanê.
Apê Nemir welatparêzekî ku bi dilsoziya xwe ya bi nirxên kûr ên çandî, ên xaka ku lê dijî hat naskirin. Têkoşîna azadiyê ya gelê kurd di kesayeta xwe de ji hewldaneke takekesî wêdetir derbas kir û kir parçeyekî berxwedana civakî. Jiyana wî ji bo her kesê ku li pey daxwazên xwe bûn, bi dilê kesên ku bi vîn û cesaret ji bo azadiyê diavêtin, bû îlham û mînakek giranbuha. Bawerî û hêvî da hemû dilxwazên ji bo azadiyê têdikoşin.
Apê Nemir tevî temenê xwe yê mezin heta kêliya dawî ya berxwedanê axa xwe terk nekir. Bi şervanan re di çeperên şer de cih girt û bû nûnerê sereke yê têkoşîna azadiyê. Berî her kesî cihê xwe di nava berxwedanê de girt û ji bo Kobanî nekeve, di demên herî dijwar ên berxwedanê de bi tenê nehiştina xaka xwe, bi welatparêziyeke bê mînak nîşan da. Çi ji destan hat kir. Tevî hemû israra şervanan jî çeper terk nekir. Di têkoşîna azadiyê de biryardariya xwe ya berxwedanê heta dawiyê meşand, bû sembol û rêberekî esilzade.
Tevî ku di berxwedana Kobanî de kurê wî şehîd ketibû, ku ew bi xwe birîndar bûbû, bêyî ku pêvajoya dermankirina xwe biqedîne, vegera wî ya li çeperên berxwedanê, biryardariya wî nîşan da ku bi daxwaza xwe ya li kêleka cangoriyên azadiyê şerkirin, kesayetiyeke mînak û tijî bawerî ye. Vê biryardariyê ew tenê ne kir rêber, di heman demê de kir serlehengekî serdemê.
Berxwedana Kobanî di heman demê de îfadeya hevgirtina neteweyî bû. Navê wî jî hêvî û îradeya berxwedanê ya gelên têkoşer nîşan dida. Bi saya vê feraseta welatparêziyê ne tenê wekî nasname, wekî helwesteke niştîmanî hate dîtin. Di kêliyên herî tarî yên berxwedanê de bû çira li pêşiya gel, rê ronî kir ku bû sembola vîn û hêviya azadiyê.
Di heman demê de bi berxwedana Kobanî re îfadeya hevgirtina neteweyî û îradeya mîraseke zindî derxist pêş. Wekî şervanên azadiyê ku destkeftiyên şoreşê hembêz kir, kevneşopiya berxwedanê ya Egîtan mînak girt. Têkoşîna ku îro bi mîrateya wî re berdewam dike, hêviya pêşerojê tîne û her yekî ji me bihêztir dike.
Xelîl Osman ku wekî Apê Nemir hat nasîn roja 14’ê kewçêra 2024’an ji ber qeyrana dil mir. Apê Nemir ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû mirovahiyê windahiyeke mezin e. Nebûna wî di têkoşîna azadiyê de ne tenê wekî rêberekî, di heman demê de wekî sembola rihê ku di bingeha azadiyê de cih digirin wê were bibîranîn. Navê wî bi tîpên zêrîn di dîroka azadiyê de hat nivîsîn. Mîrasa wî ji nifşên pêşerojê re wekî sembola welatparêzî, serxwebûn û berxwedanê tim zindî be. Ev mîrate ne tenê ji bîranînan, ji felsefeyên jiyana wî dê bê dagirtin.
Xebera koçkirina wî ji vê cîhanê, dilê mîlyonan xemgîn kir. Bîranîna wî dibe vînek bêhempa a berxwedanê ku xurtir bike. Piştî nebûna wî ku li ser şopa vê rêçê wê wekî lehengekî neteweya xwe tim bê bi bîranîn.
Di encamê de Apê Nemir ne tenê wekî kesayet, wekî sembola gel û berxwedanê cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de girt. Jiyan û tekoşîna wî dê di paşerojê de ji bo her kesî wê bibe çavkaniya îlhama serxwebûn û azadiyê. Û bi dengekî welatparêzî berxwedana agirê dilê me wê tim geş û ronî bike.
Bi rêzdarî!..
