logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

Bedran DERE

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Bedran DERE

Bedran DERE

Wênekêşê înfaza Saîgonê çawa dibe dostê cellad?

  • Dîrok: 12/09/2017
Ji şerê Viyetnamê,  yek ji wêneyên ku herî zêde di bîr û hişê mirovan de maye ew wêneyê ciwanê Viyetmamiye ye dema li nava kolana Saigonê tê înfaz kirin.
Tişta ku vê keliya dramatik dike dîrokî rasthatineke tesadufî û wênekêsya Eddie Adams e.
Di vê nivîsê de dixwazimm bala we bikişînim ser çîroka kişandina vê fotografê, herwiha aqûbeta wênekêş û Generalê cellad. Ev herdu kes ku di eynî saniyê de yek pe li tetika demançê dike yê din pê li deklanşora makina xwe ya fotografan dike, bi salan piştre dibin dostên hev yên sadiq, heta wênekêş dibe parazvanê vî Celladî.
Sal 1968,  weke bi dehan bajarên din yên başûrê Viyetnamê,  bajarê Saigonê jî dibe saha şerekî dijwar yê di navbera servanên Artêsa Rizgariya Viyetnamê (gerillayên Vietkongê) û artêsa Rejimê de ku piştgiriya xwe ji Amerikayê digirt. Gerillayên Vietkongê dixwazin bi alikariya serhildana gel rejima başurê Viyetnamê hilweşînin. Dema serhildan berbi serkeftinê ve diçe Amerika mudaxale dike  û bi vî awayî yek ji şerên herî bixwîn yê sedsala 20an destpêdike. Gerillayên Vietkongê 5 salên têr û tijî berxwedaneke wisa nîşandidin ku Artêsa Amerikayê tar û mar dibe,  ev jî ji Amerika Latin bigire heta Kurdistanê ji şervanên gelên bindest re dibe çavkaniya moral û îlhamê.  
Em vegerin ser çîroka wênekêşiyê ;  Rojnamevan Eddie Adams wê demê, hê berî ku Amerîka eskerên xwe bişîne heremê, ji ajansa nuçeyan  Associated Press re kar dike û li nava kolanên Saîgonê  makîna wî ya fotografan di stû de ye, buyerên li heremê dişopîne.
Rojek ji rojên  asayî û rûtin,  komeke eskerên rejîmê girtiyekî dîl girtine nava xwe û di  kolanên Saigonê (bi navê niha Hô-Chi-Minh) de pêş dikevin. Ev bala rojnamevan Eddie Adams dikişîne. Lewma tiliya wî ji ser deklanşorê nayê xwarê, fotograf li ser fotografan dikisîne.  
Xortê kirasê bi kare lê, herdû destên wî di pişt ve girêdayî, ji aliyê komeke eskerên rejimê yên alîgirên Amerikayê ve dîl hatiye girtin, xuyaye wî dibin lêpirsînê. Ji nişka ve generalekî Rejimê  bi demança  di destê xwe de nêz dibe û li ber çavên herkesî guleyeke berdide serê wî. Dengê tetika demançê û deklansorê tam senkrom çêdikin. Ew Xortê ku hema beriya saniyekî belki îfadeyê xwe yê lêpirsinê amade dikir, belkê jî li rê û rêbazekî digeriya ka malbata xwe çawa ji girtina xwe hayedar bike li erdê dirîj dibe.  
Tişta ku vê bûyerê dike yek ji îkonên herî navdar yê cîhanê  ne tenê buyera kuştina xortekî ye, lewra wan deman bi pir kes  bi şiklên diramatiktir dihatin kuştin, lê yek ji wan bi qasî vê wêneyê tesîr li cîhanê nekir. Di vê derê de ya herî girîng tesaduf e, tesadufa ku tetikkêşî û wênekêşî rastî eynî keliyê hatin.  
Generalê cellad yê bi navê  Nguyen Ngoc Loan, mudurê emniyeta başûrê Viyetnamê ye, dema pê li tetika demança xwe dike di eynî saniyê de Rojnamevan Eddi Adams jî pê li deklanşora makina xwe ya fotografan dike.  
Ev fotograf di serî de rojnama New York Times di gelek rojnameyên Amerîkî de tê weşandin û derbarê neheqî û qirêjya şerê Viyetnamê de bandoreke mezin li raya giştî ya Amerikayê dike. Ev wêne  bi milyonan kesên dijberên şer radike ser piyan, wan di meş û mitingan de tîne cem hev. Xelata  Pulitzer û  World Press Photo jî di nav de ji aliyê gelek sasiyên  navnetewî ve zêdeyî  500 caran hêjayê xelatan tê dîtin.
Vî fotografî ne tenê neheqî û zulum herwiha bêbextî û bêdaletiya di şer de jî raxist ber çavan:  Kesekî dîl û hepsî yê bê parastin, herdu destên wî girêdayî bê pirs û bê mehkeme hatibû kuştin. Mirovahî, wîjdan li aliyekî, ev tevgereke derveyê ehlaqê şer bû, li gorî peymana Genevê ev  weke sûçê şer dihat qebûl kirin. 
Vî wêneyî  herçend bandor li  saziyên aştixwaz yên  Amerikayê kiribe jî di Pratikê de qeder û  rêveçûna şer neguherand. Lewre piştî vê bûyerê, Amerikayê şere xwe yê li Viyetnamê hê 5 salên din yanî heta ku têk çû dewam kir. Edî li Viyetnamê şerekî wisa bi xwîn wisa bê pîvan derketibû ku ev bûyer hema bêje hatibû ji bîr kirin. Ew wêne di nava rûpelên dîrokê de sêwî mabû.  
Niha em yek bi yek behsa karekterên vî fotografî bikin. 
Em di sala 2017an de ne, di ser bûyera infaza Saigonê û  kişandina fotograf re tam 49 sal buhurîn, çîroka karekterên vî wêneyê  hê jî bala însanan dikişîne.  Sê karakter hene di vî wêneyî de, kujer yanî cellad, qurban yanî xortê Viyetnamî û wênekês yanî rojnamevan.  
Em pêşî behsa xortê Viyetnamî bikin ku bi bêbextî hatibu kuştin.  
Navê wî Nguyen Van Lem e, 36 bû. Hevjîna wî Nguyen Thi Lop,dema fotografê wî yê înfazê  di rojnamê de dibîne hewl dide xwe bigîne wênekês  Eddie Adams û piştrast dike ku mêrê wê komunistekî endamê Artêsa Riygariza Netewî ya Viyetnamê bû. 2 keçên wî hebûn û herwiha kurekî wî jî tam 8 meh piştî kuştina wî  ji dayik dibe. Bi dehan salan pişt re jina wî ji wênekêş Eddie Adams re sipasiyên xwe pêşkês dike û dibeje eger ew fotograf nehata kişandin, dibûya ku hevjinê wî jî weke bi hezaran Viyetnamiyên din bihata wenda kirin û heta dawiya jiyanê jî rêça wî nehata dîtin. Lewma li gorî malbatên din yên wendakiriyan ew zêdetir bextewar e. 
Em hinek jî Cellad nas bikin. Generalê kujêr; Nguyen Ngoc Loan; mudurê polêsên netewî yê basûrê Viyetnamê, mirovê rejimê yê alîgirê Amerîkayê bû. Tim li dijî şoreşê têkoşiya. Jiyana wî ya piştî bûyerê gelek balkêş e. Sê meh piştî kişandina wî fotografî ew di operasyanoke eskerî de giran birîndar dibe. Pêşî li Avusturalyayê tê derman kirin, gelê heremê li dij derdikeve, ew ji bo dewama tedaviya xwe derbasî Amerikayê dibe. Li wê derê jî dema weke ‘zilamê bi demançe’ tê nasîn û li ser nerazîbûnan neçar dimîne  vegere Vîyetnamê. Şer hê bi dijwariya xwe dewam dikir, lê ew ji eniya şer dûr ma. Tevlî karên saziyên sivîl dibe.  
Sal 1975,  kontrola bajarê Saïgonê dikeve destê servanên Vietkongê. Navê bajer dibe ‘Ho Shi Minh’. Viyetnam digêhêje serwebûna xwe.
Cellad  Nguyen Ngoc Loan neçar dimîne welêt biterikîne, Amerika rû nadê. Serîlêdana wî ya koçberiyê red dike. Lê ew bi ferdên malbata xwe re bi rêyên qaçaxî digêhêje eyaleta Virjinyayê û li bajarê  Dalê bi cîh û war dibe. Ji bo debara malbatê, ji xwe re pizzeriyayek vedike.
Lê raburduya wî ya bi xwîn ti car dev jê bernade. Rojekî dibîne ku li ser diwarên tuvaleta restorantê sahna bi nav û deng ya infazê hatiye xêz kirin û di bin de hatiye nivisandin :  "Em dizanin tu kî yî".
Sal û dem dibuhurin, ji ber îtibara xirab, karê wî hersal bêtir dikeve. Di sala  1991an de neçar dimîne dev ji kare restorantê berde. Di sala  1998an de ew di  67 saliya xwe de ji ber nexweşiya kanserê dimire. Hemjîna wî bi tevî 5 zarok û neviyên wî hê jî li Amerikayê ne.
Niha jî em wênekêş nas bikin. Eddie Adams. Ew heyranekî cellad Nguyen Ngoc Loan e. Esas mesele di vir de ye. Çawa çêdibe ku rojnamevanekî dikare bibe heyranê celladekî ?  
Dema General Nguyen Ngoc Loan li Amerikayê dimire,  di radyo û televizyonan de tenê kesekî heye pesnê wî dide ew jî Eddie Adams e.    
Hê di ser vê înfazê re çend meh derbas nebûne, di adara 1968 an de,  Eddie Adams diçe cellad  Nguyen Ngoc Loan li ser wezîfa wî zîyeret dike, bi tonan fotografên wî yên herî ‘sempatîk’ dikişîne û bi tevî roportajeke dirêj di çapemeniya Amerîkayê de balav dike.    
Dîsa salên dawî, berî  mirina  Generalê cellad, Eddie  diçe serdana mala wî ya li nêzê Washingtonê û mina ku bixwaze xwe bide helal kirin, poşmaniya xwe ya ji ber kisandina fotograf jê re tîne ziman.    
Piştî mirina generalê cellad,  Eddî Adams di radyo û televizyonande, bi çavên xwe yên şil bi dengê xwe yê xemgîn van gotinan serf dike.  ‘Di wêneyê min de ne tenê kesekî du kes hatin kuştin. Yê yekemîn , xortê endamê Vietkongê bi ceka  generalekî hat kuştin, yê duyemin, genral jî bi makînna min ya fotografan hat kuştin. Fotograf çeka herî bi bandor e. Mirov zû pê bawer dikin. Halbikî fotograf tenê nîvê rastiyê nîşan didin,  Hin aliyên veşartî yên rastiyê  hene,  mirov nikare wan di fotograafan de bibîne. General lehengekî bû. Diviyabû îro tevahiya Amerikayê ji bo wî şînê bike. General ti car ez sûcdar nekirim ji ber ku min ew wêne kişand. Wî digot eger te nekişanda wê muheqeq kesekî din bikişanda. Lê bi salan wîcdana min ji bo wî û malabata wî ne rihet bû. "  
Wênekêş Eddi Adams behsa wîjdanê dike.  Ma ne ew bi xwe bû kû bi wêneyê xwe ji dunya alemê re îspat kiribû ku kesekî bê parastin, bi kincên sivîl, destên wî  di pişt de girêdayî, li nava kolaneke bakjarê xwe hatibû înfaz kirin. Welew kî  Nguyen Van Lem endamekî rêxstina komunist bû jî, kî, çawa, li gorî kîjan pîvan û qanûnan dikare biryara qetla wî bide? Yê ku şahidî kiribû ku ev xortê Viyetnamî, bavê 3 zarokan, bê pirs û bê mehkeme hatibû kuştine ma ne wênekêş Eddie Adams bi xwe bû ? Madem wisa ye ew çawa bi kijan wîjdanî  dikare bibe dostê cellad ? Kurd ne xerîbê vê meselê ne. Ma ew nine li Kuridstanê Rojnamevanên çapemeniya tirk tim li kêleka eskerên artêşa tirk li çeperên şer tevlî her cure infazên bêpirs û bê mehkeme yên kurdan dibin. 
Çavkanî; Rojnameya OBS, Cyril Bonnet, bernameyên TV France. 
**
Ji bo wêneyan:
GALERÎ - Saîgone-Addie-Adams
 

Hin Nivîsen Nivîskar

'Ez wisa nefikirîbûm'

  • 01 Rezber 2016

- Alo cenabê we Madame Humbert e? - Belê keremke, - Madame, ev der Restoranta Pizzaland e, min vê êvarê ji we re pizzayekê şand we qebûl nekir, we dîsa ew li me vegerand,...

Ew dayika min e jî

  • 07 Sermawez 2016

(Dûmahîka beşa 2'yan a nivîsa “YEZDAN WINDA YE” )Min gotinên wisa nas û watedar li derekî din nexwendibûn. Nav û nivîskarê pirtûkê ez di...

Zarok û Bandora Dijwariyê

  • 29 Tîrmeh 2018

Li Welatê me, carnan ji ber urf û adetên kevnare, carnan ji ber şertên jiyanê, carnan jî ji ber nezanî û bêkontroliya hêrsê, jin û zarok dibin hedefa...

Hemû Nivîsen Bedran DERE

Bedran DERE kî ye?

Bedran Dere di bihara sala 1972'yan de li navçeya Mûşê Vartoyê ji dayik dibe. Di sala 1987'an de, di 15 saliya xwe de derdikeve Ewropayê, xwendina xwe li Swissre didomîne.
Di perwerdê de, bala wî diçe ser hunera bedew. Bi salan resim çêdike, li Swissre û welatên Ewropayê pêşengehên wêneyan vedike.  
Ji ciwaniya xwe ve mêla wî li ser kurdî bû lê bi taybetî, dersên pedagojî, wêje û giramera kurdî ku di sala 1993'yan  li Zanîngeha Zurîchê dest pê kirin, berî wî da nava deryaya akademîk ya kurdî.
Di sala 1994'an de, li Kantona Neuchâtel ya Swîssre cara yekem bi awayeke fermî, dibistana kurdî vedike û ew bi xwe lê mamostetî dike.
Di dawiya sala 1996'an de, li televîzyona kurdî MED TV dest bi karê rojnamegeriyê dike. 
Ew bi tevî hevkara xwe Hêvî Têkosîn, pêşkêşvanê yekem ê Bernameya "Rojbas Kurdistan" e.
Di karê rojnamegeriyê de ew herî zêde wekê pêşkêşvanê nûçeyan derket pêş.
Di xebata xwe de, giranî dide ser perwerdeya bikaranîna hunera deng.
Dublaj û xwendina bernameyên dokumanter wekî yek ji karên herî girîng û nazik dibîne.

Youtube Me
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Vê carê tabloyeke navdar birin welatên ereb

ad

Li DYA'yê xelat dan Aynur Dogan

ad

Li Stenbolê 76 hezar serîlêdan hatin kirin

ad

Ji rojnamegeran banga yekîtiyê

ad

Li Wanê hefteyek gelek lîstik hene

ad

Meriv gur nake şivanê berxan !

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname