logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 'Antolojiya Helbestvanên Rûsî' bi kurdî derket
  2. 'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket
  3. Ji bo Fûara Pirtûkan roja dawî
  4. Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)
  5. 185 hezar xwendekarî ji bo perwerdehiya bi kurdî navê xwe qeyd kir

H. Kovan Baqî

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
H. Kovan Baqî

H. Kovan Baqî

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • Dîrok: 21/02/2026

Ji bo guhdarîkirinê:

 

 

 

ez ê nebim terzî
qelema min ê nebe derzî
û ez ê vê dinyaya qetiyayî pîne nekim…


Li gor gotina dîwarên mizgefta li pişt mala me: 
Xwedê xwedî ye 
li gor keştiya zimanê kalikê min jî: 
qaptanê ewil û talî.

Dibêje, “Gopal di destê kalikê te de bûye daristaneke betilî,” pîrika min.
Gopalê kalikê min hîn ji mizgeftê nehatiye û çavên pîrika min hîn ji sikakên Kobanî venegeriyane. Çavên min diçin li çavên wê digerin di nava xaniyên birîndar de. Ditirsim dîwarên derbxwarî bi ser awirên wê de hilweşin. Axir berî bi qasî gopalê kalikê xwe bibetilim, dibînim çavên pîrika xwe li ser dîwarekî kevirî û kevirên wî gişk qulqulî. Xwîn ji birînên keviran diherike û destên pîrika min têra pêçana birînên wan nakin.

Dibêjim, “Tu çi dikî li vir, pîrê? Ma qey tu nabînî heta bi dengê melê û siya minareyê jî ji tirsa çekdarên Xwedê ji vir reviyane?"

Gopalê kalikê min di dengê pîrika min de ber bi mirina daristanê ve dimeşe.
Heke kalikê te di axa goristanê de biçînin, daristan nema şîn tê û sêwiyên min ê birçî bimînin – çimkî beroşka vala li ser kuçikê bê agir nakele, Kovanê min.
Xwezî di qirika min de dimîne, Kobanî jî di qirika dinyayê de.

Dibêjim, “Kaxiz û lênûsk jî wê rojekê wekî gopalê kalikê min di destên nivîskarên bêhavil de bibin daristaneke betilî û bi xwediyê xwe re bimirin, pîrê.”

dinya diçire li Bin Xetê
tam jî li wê xala Kobanî lê

Rêya bêzamiyê ye navbera çavên min û pîrika min. Awirên pîrika min li nava sînorên çarçovê, awirên min li nava çarçoveya bêsînoriyê. Pişta pîrika min li dîwarekî odê, pişta min jî li dîwarê miqabilî wê – ji deh gavan kêmtir û ji sed salî dirêjtir e mesafeya navbera me.

Qelema min çîrokên çavên pîrika min tîp bi tîp diçîne li axa vî rûpelê spî, spî dibe çîroka gerdûnî. Tîpan av didim bi kaniya sebrê, tîp aj didin û rûpelê spî dikin daristaneke tarî – kaînat ne bê sitar e êdî.
Hşşş, xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî û zarokên sêwî sînga xwe dikin sitar ji kevirên birîndar re!
Hişşş bûme, pîrê. Hişşş bûme, wekî dengê melê û minareya ji tirsan re siya wê reviyaye Ser Xetê.

Ji bo dengê min di dûrbûna zemên de pîr nebe û wekî gopalê kalikê min nebetile, zemên li gindorîka hişê xwe digerînim, paceya nivîsê vedikim û serê xwe di vekirinê re dirêjî kronotopê dikim.

dengê pîrika min ji çarçoveya wêne dirije ser tenê zarokan
di sikakên çavên zarokan de zivistan diricife ji birçînan

Dibêjim ji pîrika xwe re, “Ema hîn jî daristana betilî lingên kalikê min hildigire di rêya mizgeftê de.”
Pîrika min wekî mirinê bêdeng e – tenê ricif li ser lêvên wê nabetile û nabile. 

Sermaya Zozanên Ser Xetê hatiye di qulên zikê dîwêr re ketiye hundirê mala me. Di zikê wêne de simala pîrika min qefiliye, wekî zarokên li nexweşxaneya Kobanî. Zikê sobeya me wekî zikê me vala ye û germa canê me ji bin betaniyan reviyaye.

siya minnarê bi qaçaxî çûye Ser Xetê 
bûye penaber li qampa Xwedê 

Dibêjim ji minarê re, Tu car heqê pîrika min çênebû bo karibe bîskekê bibetile, li ser vê axa lingê Xwedê ji ser pişta wê danayê.
Pîrka min a di wêne de bê pasaport e, hîn jî nikare ji sînorê wêneyê li ser dîwêr derê û here li Hewlêrê qehweya yekîtiyê vexwe. 

Hin Nivîsen Nivîskar

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • 05 Tebax 2026

Ji bo guhdarîkirinê: Berî xaniyê me di bêxwedîtiyê de xera bibe:  gîha şîn nedihat di axa tî de dîwarên hewşê birçî bûn û mirîşkên me diçûn diziya cîranan Bêrîkên kalikê min jî wekî...

Çîrokên zindî ji trênê dadikevin

  • 20 Adar 2024

Ji bo bîranîna Wolfgang Borchert Sêşem- Dûrbûn navê welatê min e. Li welatê xwe, ez û dînozor di rojeke şîn de ji malzaroka axa welatê xwe...

Nivîsa qetîyayî

  • 10 Sibat 2025

Ez û navê xwe dudu ne, navê min n’aleta min e Ji bo yek ji me karibe bijî, gerek yek ji me bimire. Şemî –  Di bîst saliya xwe de jî ne masûm bûm, niha jî ne masûm im – çimkî dinivîsînim. Nivîs ne...

Hemû Nivîsen H. Kovan Baqî

H. Kovan Baqî kî ye?

H. Kovan Baqî di sala 1972’yan de li Herêmya ya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê hatiye dinê. Dibistana seretayî li Herêmya/Dêrikê xwend û dev ji xwendina dibistanê berda. Baqî ji sala 2004'an ve li Îzmîrê dijî, ligel karê nivîskariyê, karê edîtorî û redaksiyonê jî dike. 
Pirtûkên wî yên ku heta niha derketine:
- Çîroka Çîrokan / Çîrok / 2004 / Weşanên Bajar
- Bêexlaq / Çîrok / 2012/ Weşanên Na
- Heteroglossîa / Roman / 2014 / Weşanên Ronahî
- Aporîa / Roman / 2015 / Weşanên Na
- Dîfferance / Roman / 2016 / Weşanên Na
- Sî'bera Zeyno / Roman / 2017/ Weşanên J&J
- Kî / Roman / 2019/ Weşanên J&J
- Orok / Roman / 2020/ Weşanên Lîs
- Olmeyi Beceremeyen Hiç / Roman / 2018 / Weşanên J&J
- Torosa Spî / Çîrok/ 2024 / Weşanên J&J

Youtube Me

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li QAMIŞLO'yê çend dibistan hene? Rewşa perwerdehiyê niha çawa ye?

news

Danasîna pirtûka 'Ez Çawa Bûm Pirek' hat kirin

news

Romanek û çîrokek, du klasîkên din ji bo kurdî hatin wergerandin #audiobook

news

'Dilop'ek nû derket #diyarname

news

Kerem bikerê; Bê pere ro fîlman temaşe bikerê #diyarname #deng #podcast

news

Yek helbest, yek destan du pirtûkên nû derketin #diyarname #deng #podcast

news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

news

Stranbêj Salih Amêdî mir #diyarname #podcast #deng

news

Wêneyê jineke kurd derket fînala Pêşbaziya LensCulture ya 2026’an

news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

news

diyarname podcast #diyarname #football #3deqe #deng #recitimlmrekullueshemlkuranit #nivîs #futbol

news

ELETEWŞÎ

news

Ji bo Amedsporê 5 hefteyên pêşîn girîng in

news

Dîroka Edebiyata Kurdî (Serdema Berî Îslamê, Serdema Xanedanan)

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Barzanî çima bersivê nade Erdogan?

ad

Helîm Yûsiv weşanxane guhart û romana wî ya nû dertê

ad

'14'ê Gulanê Hefteya Zimanê Kurdî' tê pîrozkirin

ad

Pirtûka ceribandinên Ahmet Altan bi gelek zimanan tê weşandin

ad

Li CRR'ê ji bo 8'ê Adarê du konser

ad

Ferhenga aborî ya tirkî-îngilîzî-kurdî derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

'Antolojiya Helbestvanên Rûsî' bi kurdî derket

  • 03 10 2026
news

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

  • 04 10 2026
news

Ji bo Fûara Pirtûkan roja dawî

  • 04 10 2026
news

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

  • 05 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname