logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 'Hevdîtinên Ciwanan ên Spor û Çandê' dest pê dike
  2. Ji Hunergeha Welat klîbeke nû "Keynê - Dilê Bê Dil"
  3. Şahiya fûtbolê dest pê dike, va ye bernameya îro
  4. Di vê tûrnûvayê de çend hakêmên jin hene?
  5. Merasimên destpêkirina Kûpaya Cîhanê ji wê têne pirsîn

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Dîrok: 25/04/2026

Îro 22'yê Avrêla 2026'an e; roja salvegera Rojnamegeriya Kurdî ye. Vê nivîsê jî îro dinivîsim. 
Pêşî pêşgotin:
Di vê nivîsê de ezê hin navên kes û saziyan bidin lê bila bê zanîn ku tu derdeke şexsî ya xwediyê vê nivîsê li hemberî wan navan tune ye. Bi ser wan re dê bike ku derdê xwe bîne ziman.
De kerem bikin.

Lêkolîner Îbrahim Şahîn ligel Omer Guneş kulliyateke li ser dengbêjan amade kiriye û vê xebatê didomîne jî. Şahîn di X'ê de peyameke wisa belav kiriye, "Çi bi devkî çi bi nivîskî; bi her hincetî û bi destê kîjan kurdî dibe bila bibe, di dawiya dawîn de tirkî di hafizeya kurdî de çop e, gihayê biyanî ye di zeviya me de şîn dibe. Heta em vê zeviyê ji vî gihayê biyanî aşêv nekin, rehên zimanê me hênik nabe."

Gotineke gelek xweşik e. Lê İbrahim Şahîn bi xwe çi dike? Di bin banê malpereke bi tirkî de nivîsên xwe yên bi kurdî belav dike. Tam jî derdê me ev e.
Van demên dawî, teqrîben di nav salek de gelek malper vebûne, nav bi kurdî ye, lê naverok, yanê weşan bi tirkî ye.
Werin em îro çend gotinan li ser wan binivîsin, ka wê çawa be... Pêşî em wan binasin, paşê gotina xwe bêjin...

NÛMEDYA24
- Kesên nêzî tevgera Bakur bi navê "Nûmedya24" malpereke bi tirkî vekirin û weşana xwe bi tirkî didomînin. Di gelawêja 2025'an de dest bi weşanê kiriye.

NÛPELTV
- NûpelTV di dawiya 2021-destpêka 2022'yan de di bin rêberiya Gunay Aslan de dest pê kir. Bi tirkî weşan dikir, tenê çend nivîs jê bi kurdî belav dikirin. Niha "wekî paşgo" kurdî lê kirin. Bi taybetî dibêjim "Paşgo". 

RASTÎHABER
Yek ji qunciknivîskar û çalakgera NûpelTV jî Filiz Deniz bû. Filiz Deniz qunciknivîskara wir bû, ji bo wir hevpeyvîn dikirin, filan û bêvan. Çi bû, çi nebû, nizanim, ji wir veqetiya, rabû "Rastî Haber" vekir. Herhal wisa bi hêz e, kesên wekî Perwer Armed, Îbrahim Şahîn, Suad Haymatlos, Hadi Cin û gelekên din anîn cem xwe. Malpera wan bi tirkî ye, têde du sê nivîsên bi kurdî hene. Bi navê Rasti.tv di meha reşemiya 2026'an de dest bi weşanê kir.

NIHAPLUS
- Bi navê "Nihaplus"ê malperek dest bi weşanê kir di meha adara 2026'an de. Bi tirkî, kurdî û îngilîzî ye.

PUNGMEDÎA
- PungMedîa di dawiya 2025'an de dest bi xebatê kiriye. Bi tirkî, kurdî û îngilîzî weşanê dike.

Niha em vegerin ser gotina hêja İbrahim Şahîn û em hin pirsan ji van hemû weşanan bikin:
- Çima navê we bi kurdî ye lê weşana we bi tirkî ye?
- Çima navê we bi kurdî ye lê weşana we bi tirkî û kurdî ye û serdestî tirkî ye?
- Çima nivîskarekî kurd, Îbrahim Şahîn jî têde di bin banê tirkî de dinivîse?
- Weşan giranî tirkî ye, tenê yek du nivîs bi kurdî ne, û çima em berê çend xwendevanên kurdî yên hene jî didin tirkî?

Pirseke din jî heye ku bingehîn e; Dema weşan vedibe pêşî kîjan ziman tê pêş? Belkî gelek kesî heta îro bala xwe nedaye vê lê ev yek gelek girîng e.
Hemû weşanên heta niha me qal kirin, ligel van, weşana Ajansa Mezopotamya, ANF (ku beşa wan jî kurdî heye) û yên din, hema tu navê wan dinivîsî û pêl li "enter"ê dikî, BEŞA WAN A BI TÎRKÎ dertê. Ne kurdî ha, tirkî dertê.
Mesela dema tu dinivîsî www.mezopotamyajansi.com û tu pê li enterê dikî, beşa tirkî dertê; Di ANF'ê de jî, di "Pung", "Rastî", "Niha" û yên din hemûyan de beşa tirkî pêşî dertê. Tu bixwazî bikevî beşa kurdî, piştî malper vebû, tu mecbur dimînî, pêl li BEŞA KURDÎ jî bikî.

Niha pirsek din:
Madem qîmeta van weşanan ji bo kurdî ev e, madem kurdî di rêza duyem de ye, madem kurdî di van de bi qasî çarîkek tirkî jî qîmetê nabîne, madem çawa tu malperê vedikî tirkî tê pêş çima hêja Îbrahim Şahîn di vir de bi kurdî dinivîse? Ma ne, gotinên Şahîn me li jor belav kirin û  sedî sed rast jin jî... Ev gotin û ev kirin li hev dikin?
Mesela Perwer Armed, Suad Haymatlos û gelekên din ku xwe kurdperwer, neteweperwer, kurdistanî nîşan didin, xwe dijkolonyalîst nîşan didin, ew bi xwe weşanên tevgera Bakur û tevgera Bakur bi xwe rexne dikin, çima di bin banê weşaneke wisa tirkî de bi tirkî dinivîsin? Ma ne, divê serê pêşî ew dijî zimanê serdest derên? Ma kurdên din ku di malperên tirkî-kurdî de dinivîsin? Çima?

Tenê ev? Na. Wê çaxê em bidomînin.

REWŞA DFG û MKG'ê
- Li Amedê bi navê "Dicle Firat Gazeteciler Dernegi" (DFG - Komeleya Rojnamegerê Dîcle-Firatê) komeleyek heye. Herhal sedî 95'ê rojnamegerên ku endamên vê komeleyê ne, kurd in. Lê malpera vê komeleyê bi tirkî û îngilîzî ye. Heta ev nivîs hate nivîsîn, yanê heta 22'yê vê mehê, tam 70 peyam DFG'ê li ser hesabê xwe yê X'ê belav kirine. Bi ya we çend bi kurdî ne? Tam bi temamî ji van 60 bi tirkî, 10 bi kurdî. Çima?
- Dîsa li Amedê "Mezopotamya Kadin Gazeteciler Dernegi" (Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê) heye. Malpera wan bi tirkî û kurdî ye, lê wekî yên din, dema tu mkgdernek.org ditikînî pêşî tirkî derdikeve pêş te.

Niha ji bo pirsa me ya "Çima"yê, em gotina yek ji nivîskar û kedkarê Diyarnameyê Dilşêr Bêwar a di X'ê de li vir bi cih bikin. "Îdolog dibêje ji bo dengê min bigihîjî herdu miletan loma bi zimanê tirkî gotina xwe dibêjim.
Niviskar dibêje ji bo kitêba xwe bigîhînim hejmareke zêdetir ez bi tirkî reklama xwe dikim.
Hunermend dibêje...
Siyasetmedar dibêje....
Kurdiya feqîr jî li çongê xwe dixe. Ev e hal."

Di rewşeke wisa de ew kesên di Rastî de, Rûpel de, Nûmedya de û nizanim li ku derê dinivîsin, gelo mafê wan heye bejin "Çima siyasetmedar bi kurdî xeber nadin", "Çima kurdî ber bi asîmîlasyonê ve diçe" û filan û bêvan?.. Madem zimanê kurdî tiştek baş e, lazim û girîng e, ka pêşî hûn dest pê bikin. Ma, ne?

Erê ev e hal û ev e hewal.

Xilas? Na. Wê çaxê tiştek din jî:

Di kurdî de nan heta hebe didomînin, dema nan xilas bû weşanê radiwestînin. 
Em çend gotinan li ser wan jî bejin:
-Zemanekî bi navê "Netkurd" malperek hebû. Li gor îdîayan pereyeke baş ji Başûr girtibûn. Dema nîvê şevê jî tu diketî malperê digot "Niha 2 hezar kes online di malperê de ne", nizanim çiqas kes di malperê de ne. Derket holê ku bi îstatîstîkan dilîzin. Lîstina bi îstatîstîkan jî jixwe meseleyek din e. Li aliyê din, çawa pere xilas bûn, malper jî hat girtin. 
- Malpereke din, Botantimesê bi piştgiriya hin fonan dest bi weşanê kir. Bi gelek kesan nivîs da nivîsîn, kêm zede heqê wan jî da. Heta vir tiştek xweş e, lê dema fon bi dawî bûn, di heman rojê de weşana malperê dan rawestandin. Qet nebe ji bo xatirê kurdî we salek jî bê pere kar bikira? Ma nedibû? Ma qîmeta kurdî ev e? Gelo nivîskarên ku ew qas nivîs nivîsandin, rojek negotin, ka em çend nivîsan jî bê pere binivîsin?

Xilas? Na. Wê çaxê çi?

Li Amedê 9 rojnameyên herêmî hene hemû bi tirkî ne. YEK JÎ NE BI KURDÎ YE. Li bajarên din jî rewş bi heman awayî ye.

Sala 1898'an, rojek wekî îro, kalê min Mîthat Mîqdad Bedirxan gotiye, "Ezê bi vê rojnameyê nîşanî xelkê bidim li ku dibistanên baş hene."
Apê min Celadet Alî Bedirxan bi Hawarê rêyeke nû ji bo alfabeyê daye pêşiya kurdan, bi Ronahî jî nûçeyên şer belav kirine, gotiye bila xelkê me bi zimanê xwe agahiyan bi dest bixe.
Û niha, ev navên li jor me rêz kirin bi zimanê serdestan dibistanan nîşanî me didin, bi zimanê xelkê agahiyan bi ser me de dibarînin. Her ku kurdî ye?

Welhasil. Ez tiştek din nebêjim...

 

********************************************************

Agahî:
- 20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)

 

******************************************************
 

Ger hûn bixwazin alîkarî bikin:
ÇAYEK BO DIYARNAMEYÊ:

LÎNKA 
Kreosus.com'ê bitikînin

LÎNKA
Patreon'ê bitikînin

 

 

*******************************************************

 

 

***

KANALA YOUTUBE YA DIYARNAMEYÊ

 

**********

HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: 
x.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
BLUESKY: www.bsky.app/diyarname

   MAIL: diyarname@diyarname.com

Hin Nivîsen Nivîskar

Gelo me sansur danî ser Nûdem Hezex û hinên din?

  • 08 Rêbendan 2020

Ez vê nivîsê hem wekî şexsekî, kurdekî û rojnamegerekî, hem jî wekî edîtorê Diyarnameyê dinivîsim.Qet nayê bîra min rojek ez û...

Ev nivîs ji bo sala 2018-19 û 2020'an e

  • 21 Kewçêr 2016

Ez dizanim heta niha gelek kesî li ser qewimînên giran ên li bajarên kurdan nivîsîne û desthilatdariya Tirkiyeyê rexne kirine.Ne hewceye em dubare bikin. Ji ew...

Bi vê 'berdan berdan'ê kurd nikarin bibin tiştek

  • 14 Rêbendan 2019

Ger hûn bibêjin "tu li mala xwe rûniştiyî û nivîsî, ji te re çi?" vê nivîsê nexwînin. Ger na, bidomînin.Gotina sereke: Ji bo kurdan edalet,...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji bo saetekê 4 mîlyon dolar dê bigire

ad

Rusyayê bi awayekî fermî Kirim nas kir

ad

Fîlmê Walt Disney ê windabûyî hat dîtin

ad

Bedirxan: Ger ku mirim, min li Cizîrê veşêrin

ad

Îro 5 maç hene

ad

Kîjan şirovekar çi qas pereyî digire?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

'Hevdîtinên Ciwanan ên Spor û Çandê' dest pê dike

  • 11 06 2026
news

Ji Hunergeha Welat klîbeke nû "Keynê - Dilê Bê Dil"

  • 12 06 2026
news

Şahiya fûtbolê dest pê dike, va ye bernameya îro

  • 11 06 2026
news

Di vê tûrnûvayê de çend hakêmên jin hene?

  • 11 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname